Rewşa eşîrên kurdan, ku siyarî ne dane alayên Hemîdîyê

Rewşa eşîrên kurdan, ku siyarî ne dane alayên Hemîdîyê

Me di 122 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov beşa bi sernavê Rewşa eşîrên kurdan, ku siyarî ne dane alayên Hemîdîyê” raberî we bikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Berhemên kurdzanên me -123 

a) Eşîretên kurdên qizilbaş yên Dêrsimê û Kozûcanê(•)

Kurdên Dêrsimê û Kozûcanê bi saya serê wê yekê, ku rêyên berbi warên wan ji navbendê dûr in û dema lazim bibe dewlet nikare xwe bi hêsanî bigihîne wan dera, heta niha jî jîyana xwe ya eşîrtîyê parastine, serokatî li vira her tenê di destê serekeşîran da ne û dîwana tirka nikare zordestîyê li wan bike û riya berbi Dêrsimê hetanî niha jî ber karmendên tirk yên derece bilind girtî ye. Kurdên vira bi sebebê olî bi tirka û dînê Mehemmedîyê ra dijminaya bi salan dajon.

Piştî mirina Şêx Huseyn, ku serekê kurdên qizilbaş bû, li Dêrsimê û Kozûcanê destbi şerê navxweyî bûn û tirk ji vê yekê bi karê ketin, lema jî wana di salên 1893 û 1896a hewl dan çend êkspêdîsyonên eskerî bişînine wira bona bikaribin dêrsimîya bînine rayê, da ku ew hukumê tirka nas bikin. Dema êkspêdîsyona pêşin begên Dêrsimê welîyê Xarpûtê ruşet kirin û karê êkspêdîsyonê bi ser ne ket. Êkspêdîsyona duda destbi karê xwe ne kir (Şakir paşa pir dixwest ew destpê bibe), ji ber ku mişîrê korpûsa 4a Zekkî paşa dijî wê bû û di niyêta wî da hebû, ku bikaribe kurdên Dêrsimê û Kozûcanê bike nava alayên Hemîdîyê yên peya û ji ber wê jî ne dixwest dijminaya di navbera qizilbaşa û tirka da bi xûnrijandinên nû va bide kûrkirinê. Zekkî paşa hema xût bi vî awayî kiribû, ku karibû perçekî eşîretên kurd yên sunî bike nava alayên Hemîdîyan yên siyarî.

Bi dewatkirina Zekkî paşa begên Dêrsimê û Kozûcanê ji bo hevraxeberdana pêşî hatine Erzîncanê, paşê jî Xozatê. Vira wana qayîlîya xwe dan bona tevî karê amadekirina alayên Hemîdîya bibin û sond xwerin, ku wê hindava sultan da amin bin. Derheqa vê yekê da di hemû rojnamên tirka da hate çapkirinê. Ser van sozdayîna ra weke sê sal derbaz bûne, lê pirsa derheqa amadekirina alayên Hemîdîya yên peya qet misqalekê jî ji cî ne leqîyaye û sebebê sereke jî ew bû, ku hukumeta tirka bawerîya xwe bi van sozdayînên bega ne dianî û tirs di dilê wê da hebû, ku eger di wî karê ciddî da aminaya xwe bi kurdên qizilbaş bînin, dikare ecêb bê serê wana, ji ber ku kurd niha jî, bêy rêxistina eskerî, dikarin 15 hezar eskerên çekdar derxine meydana şêr.

Ew qayîlbûna begên kurda, ku tevî amadekirina alayên Hemîdîya bibin, nayê wê manê, ku dijminaya kurdên Dêrsimê bi hukumeta tirka ra ji holê radibe. Ev qayîlbûn di çevê begên kurda da dihate wê manê, ku hukumeta tirka rewşa dêrsimîya ya nîvserbest nas dike û di wî karî da begên kurda tu berdaxwerinek jî ne kiribûn, hela ser da jî ji hukumetê rutb û medalya sitendibûn.

Xênji wê, qayîlîya bega tenê têr ne dikir: gerekê kurdên Dêrsimê û yên Kozûcanê qayîl bûna. Gelek cara usa bûye, ku ew beg û şêxên kurda, ku ketine bin hukumê hukumeta tirka, an jî hinek alîyan da bi a wan kirine, destxweda hukumê xwe di nav kurdên xwe da unda kirine û hinek cara jî usa bûye, ku wana îdî hew ji xwe ra serok nas kirine û derheqa vê yekê da di Beşa 4a ya vê berhemê da bi hûrgilî hatîye şirovekirinê(1). 

b) Eşîretên kurdên sunnî

Tevbûna eşîran di nav karê amadekirina alayên Hemîdîyê dikare ji me ra bibe rênîşandar, ku texmîn bikin gelo li ser çiqas axa Kurdistanê hukumê tirka nas dikin, qe nebe li ser wê axê, ku bin hukumê mişîrê korpûsa 4a da ne.

Ji jimara wan eşîretên wilayeta, ku alayî dane Hemîdîyê, xuya dibe, ku tenê ji sedî çar eşîretên kurdên sunnî guh dane bangawazîyên sultan û mişîr. Lê eşîretên mayîn yên wilayetên Mûsilê, Helebê, Xarpûtê û Dîyarbekirê (li vira tenê perçekî biçûk tevî amadekirina Hemîdîya bûye) û herweha piranîya kurdên başûr û başûr-rohilata wilayeta Wanê û başûrê wilayeta Bîtlîsê tevî amadekirina alayên Hemîdîya nabin. Niha berbirîbûna van eşîreta hindava hukumeta tirka wek ya binecîyên Dêrsimê û Kozûcanê ye.

Hemû hewldanên hukumeta Tirkîyê, ku van eşîran bikine nava rêxistina Hemîdîyê, hetanî niha têk çûne. Niha tirk naxwezin bi destî sazkirina pirsên nû wan dijwarîyan zêde bikin, ku bêy wê yekê jî ji bo wan li Tirkîya Asîyayê hene, ji ber wê jî ew eşîret rehet hîştin, lê ew fikir ji serê xwe dernexistibûn, ku paşdemê da ji wan eşîretan qe nebe hinekan (xwesma kurdên senceqên Mûşê û Gencê yên wilayeta Bîtlîsê) bikine di nav pareskerên alayên Hemîdîyan yên peya.

Ji bo ku bizanibin hukumê tirka li ser kurda çiqas e, ew yek jî dikare bibe îzbat, çika çend warên kurda da qaymeqamên tirk hene. Em derheqa Kurdistana Başûr da nabêjin (wilayeta Mûsilê û piranîya wilayeta Dîyarbekirê), ku tenê bajarên mezin da qaymeqam tirk in û eger ew jî tunebin, ji tu tiştî xuya nabe, ku li van dera hukumê tirka heye,- lê di wilayetên Wanê û Bîtlîsê da navçeyên usa mezin hene, ku tirk hetanî niha jî nikarin li wir qaymeqam, midûr û karmendên xwe kivş bikin. Ji bo nimûne, li ser temamîya axa bi mezîleke mezin, di navbera van wilayeta da: Cûlemêrg, Tûx, Kosheyr, Deger, Cizîr, Zaxo û Amedîye – tu qaymeqam tune. Di herêma Hekarî da gelek qeza bêy qaymeqam in, wek nimûne li Oremarê û cîyên mayîn. Li qeza Şemdînan, li ku Memed Sadiq – lawê Ubeydulle dijî, tenê van dawîya qaymeqam kivş kirine.

Di nav van eşîretên kurdên sunnî da hukumê tirka tenê li ser kaxez heye û tirka ji gelek binketina ders hildane, ku bi destî çekan nikarin kurda bînine rayê(2), ji ber wê jî niha hindava kurda da gelek fesal kar dikin, ji ber ku zanin, ku kurd dikarin serî hildin û wê ji quweta wan der be pêşî lê bigrin. Tirka hertim hewl didan nerazîbûnan bi awakî aş hel bikin û çiqas ji wan tê çek bi kar naynin. Piranîya eşîretên ji vê komikê tu baca jî nadin(3).

c) Kurdên êzdî

Piranîya êzdîyan niha li Kurdistana Başûr dijî, li bakûrê deşta Mêsopotamîyayê. Berî destpêka evê sedsalê ew civakeke xurt û dewlemend bû û serokatî di dest şêxan da bû. Sala 1832a dawîya halxweşîya wan hat, ji ber ku kurdên sunnî bi serokatîya paşayê Rêwandûzê zordestîyên pir mezin li êzdîyan kirin. Niha tenê ew eşîrên wan, ku li Sincarê (Şengalê.- Not ya wergervan e) dimînin, rewşa wan hinekî xweş e, ji ber ku dûrî hukumê tirka û kurdên sunnîne.

Him tirk, him jî kurdên sunî êzdîyan dihesibînin wek dijminên xwe yên qane qanê û hertim jî amade ne zirarê bidine wan. Her sunnîyek xwe kubar dibîne, gava “şeytanparêzekî” dikuje û wî karî dihesibîne wek karekî qenc, heta karekî zîyaretî jî.

Êzdî jî hema bi wî awayî bersîva wan didin, kurdên sunnî ber çevê wan reş in û hukumê kurdên mehmedî jî nas nakin, lê ji ber ku hindik in û hêza wan têrê nake, nikarin bersîveke cîwar bidin.

(•) “Kozûcan” belkî “Qereqocan” be (not ya wergêr e).

  1. Binhêre serdazêdekirina hejmara 23a. Jêdera ji nivîsa şêwrmend Voînov ji bo gênêral-çawîş Dûxovskî ya 24ê adarê sala 1876a. (Ji belgeyên arşîva Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê, ku derheqa şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê dawî, di salên 1877-1878a da ne).
  2. Ew yek, ku firsendên berk û sext tu tiştekî xêrê ji tu kesî ra naynin û ew yek, ku hukumeta tirka niha çiqasî fesal berbirî her karekî bi kurda va girêdayî dibe – gelek bûyerên van dehsalîyên dawî didine îzbatkirin û di nav wan da jî ya here balkêş “Bûyera li Motikîyê” ye. Li roava Bîtlîsê, li başûrê wan çiya, ku dikevine di navbera Mûşê û çemê Feratê, li der û dorên çemên Xerzan û Batman eşîreta kurdên sunnî ya Motikîya (Motkanî, Modikî, Mût) dimîne. Sala 1897a di herêma wan da qaymeqamê tirk kivş kirin, ku bi berktîya xwe va deng dabû. Ewî biryar kiribû, çawa jî mabe ji vê eşîretê bacên dewletê berev bike. Piştî, ku ewî derheqa wê pirsê da bi muxtarekî gundekî ra qisa kir, ku ji eşîra Motikîya bû, emirî ser zabitên xwe kir, ku wî muxtarî û çend kurdên mayîn bidine girtinê. Ser ewê fermanê ra çend deqe jî derbaz ne bûbûn, ku şûr li sîngê qaymeqamê berk xistin û laşê wî li erdê rast kirin, dane ber tavê. Paşê kurda êrîş bire ser kesên ku bi qaymeqam ra kar dikirin, ji wana yekî kuştin, yên mayîn jî birîndar kirin.

Bona lênihêrandina ewê pirsê ji Bîtlîsê Alay begê ku bi zulmkarîya xwe va ji qaymeqam kêmtir nîbû bi 25-30 zabitan va şandine wira. Zûtirekê behs gihîşte Bîtlîsê, ku Alay beg û sê zabitên wî jî hatine kuştinê, lê yên mayîn xwe li riya revê girtine û xwe xilaz kirine. Vê carê lazim bû cerdeke mezin bişînine wira. Hema ku ew cerd pîyê xwe avête wan dera, destbi gullebarandinê kir. Ew warê çiyayî û gelek cîya bi şînkayêva ximximî, şervanên herdu alîyan mecbûr dikir, ku her deqa hişyar û fesal bin. Du şev û du roja şerekî giran qewimî, ji cerda tirka gelek kes hatine kuştinê, ji ber wê jî qumandarê cerdê kire hewar û gazî, ku dîsa eskeran bişînin. Li Bîtlîsê cerda duda hazir dikirin, hela hewl didan, ku siyarîyan jî bi du topa va bişînine wira, lê her tişt bi wê yekê va xilaz bû, ku serokatîyê emir kir, ku cerd paşda vegere. Kurda tu ceza ne xwerin û sê sala li herêma xwe da tu karmendekî ji serokatîya tirka ne dîtin. Tenê van demên dawî li tirka ra li hev hat qaymeqamekî ji binecîyên Bîtlîsê vira kivş bikin. Hukumê evî qaymeqamî li ser kaxez e, lê dîsa jî wek şexsekî resmî hema bi hebûna xwe va dide îzbatklirin, ku ew herêm ya Tirkîyê ye. (Ji belgeyên cîgirê konsûlê Wanê yê berê V.T.Mayêvskî).

  1. Sistbûna hukumê hukumeta Tirkîyê li Kurdistana Başûr ji îzbatîyên van demên axirîyê xuya dibe, ku carna di prêssa me da çap dibin (nûçegîhanên me li Tirkîyê hene). Wek mînak, li rojnama “S.-Pêtêrbûrg. Vêdomostî” da (hejmar 247, ya 9ê îlonê sala 1900î) derheqa wan tevlihevîyan da dihate gotinê, ku girêdayî sersalîya sultan va li wilayeta Mûsilê da kiribûn û usa didane xuyakirin, ku kurda ew kirine. Li bajarekî wê wilayetê – Kerkub-Suleymanîyê kurdekî qaçax kirine hebisê. Şêx û serkeşîrên kurda deng bela kiribûn, ku girêdayî sersalîya sultan va wî qaçaxî gerekê berdin û ew yek tenê bes bû, ku kurd li ser riya ji mehkemê heta hebisê êrîş birine li ser kesên, ku wî girtîyî dibirin û girtî aza kirin. Piştî vê bûyerê kurd û ew esker li hev ketin, ku bi emirê welîyê Mûsilê anîbûne wira. Vê carê şêxên kurda têlêgramek ji dîwana sultan ra şandin û dew kirin, ku welîyê Mûsilê biguhêrin, ji ber ku ew hindava kurda da berk e û her tişt bi serî xwe dike. Usa xuya ye, ku tevlihevîyên kurdên ewê wilayetê wê ne ku bi çekan bihatana safîkirinê, lê bi saya serê ruşetkirina şêx û serekeşîrên kurda, bi dayîna medalya û rutba va. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev