Dr. Kemal Sîdo: Tirkiye nikare îradeya kurdan bişkîne

Dr. Kemal Sîdo: Tirkiye nikare îradeya kurdan bişkîne

Mehmed Salih Bedirxan

Akademîsyen û aktîvîstê mafê mîrovan Dr. Kamal Sidoêrîşa Artêşa Tirkiyê û gurubên çekdar a li dijî bajarê Efrînê ji malpera Riatazayê re şîrove kir.  Sîdo dibêje; Tirkiye û beriya wê dewleta osmanî bajar û gundên kurdan wêrankirine, kurdî qedexekirine, jin û zarokên kurdan kuştine lê ti carî nekarîne îrade û kerameta kurdan bişkînin û îradeya kurdan naşikê.

Dihate çaverêkirin li Sûriyê êdî qonaxeke nû dest pê bike. Lewre dawî li şer hatibû û wê di dawiya vê mehê de li Soçiyê bi beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyê wê civînek pêk bihata. Lê Tirkiye li dijî hêzên kurdî dest bi operasyonekê kir û dîsa rojeva hemû hêzên li Sûriyê bû şer. Çima Tirkiye êrîşî Efrînê kir?

Belê rast e weke te jî gotî, pirsa Sûriyê ber bi çareseriyê ve diçû û amadekarî dihatine kirin, diyalog hebû bo pirsa Sûriyê êdî bi diyalogê çareser bibe. Tirkiye dixwaze rola kurdan a li Sûriyê bi sînor bike yan jî rola wan nehêlê. Efrîn jî cihekî giring û stratejîk e. Heger sibe dûsibe meseleya federaliyê li Sûriyê pêk were cihê Efrînê cihekî stratejîk e. Li bakurê rojavayê Helebê ye. Nêzîkî bajarên Entab, Osmaniye û Hatayê ye. Kurdên li wî aliyê Bakurê Kurdistanê kurdayetiya xwe ji bîr kirine. Kurdayetiya Efrînê wê tesîrê li van bajaran jî bike û kurdayetiya wan jî bê vejandin. Tirkiye ji vê jî ditirse.

Li aliyê din jî weke min gotî; Efrîn devereke çiyayî ye, heger Tirkiye Efrînê kontrol bike nûfûza wê li ser Helebê, Îdlîbê jî çêdibe. Efrîn di destê kurdan de bûya kurd dikarîbûn rojekê xwe bigihînin Deryayaspî. Tirkiye hesabên dûr û dirêj dike. Ne weke kurdên me ye. Tirkiye dixwaze li ser erdê hinek gavan biavêje û ji bo wan hesaban dike.

Di zemanê xwe de Tirkiyê ligel rejima Baas û beriya rejima Baas şerê kurdan dikir. Dema DAIŞ hat alîkariya DAIŞê kirin bi destê wê şerê kurdan kirin. Gûrûbên din ê îslamî şandin ew jî li dijî kurdan bi serneketin. Rejim jî êdî nikare bi kurdan Tirkiye bi xwe daket qadê bi balafirên xwe, bi artêşa xwe daket şerê kurdan bike. Navê operasyonê jî kirine, “Şaxên Zeytûnê” Seddam jî dema kurdên Başûrê Kurdistanê qetil dikir navê ayeta Enfalê li operasyona xwe dikir. Erdogan jî wisa dike. Zeytûn sembola aştiyê ye. Lê ew darên zeytûnê dişewitîne.

Dewletên zilhêz yên weke Amerîka û Rûsya alîkariya YPGê  HSDê kirin ligel hev şerê DAIŞê kirin. HSDê ti dever dagir nekiriye û li herêmên kurdan e. Çima rê dan Tirkiye bê Efrînê dagir bike?

Ne Rûsya û ne jî Amerîkayê ti carî bi nav negotine “em hevpeymanên YPGê ne, em hevpeymanên kurdan in.” Dema Amerîkayê dest bi alîkariya YPGê kir, Hêzên Sûriyeya Demokratîk ava kirin. Ew jî ji kurdan pêk dihat hejmara zêde ya HSDê jî kurd bûn. Amerîka dixwest HSD çêbibe û alîkariya wan bike. Lê Tirkiyê nexwest kurd tiştekî li Rojavayê Kurdistanê bikin. Aniha belkî hinek kurd hene li Enqerê û li Stenbolê ew hevalên Tirkiyê ne. Tirkiye li cem wan e û alîkariya wan dike. Ew jî nikarin çi tiştî bikin ji bo kurdên Sûriyê. Lê kurdên li ser erdê hewl didin ji bo Rojavayê Kurdistanê tiştekî bikin. Tirkiye nahêle ne  Amerîka ne jî Ewropa alîkariyê ji kurdan re bike.

Ez dîsa bêjim Amerîka ti carî nebûye hevpeymanê kurdan li Rojavayê Kurdistanê, kurdan xwe li dijî rejimê parastin. Dewleta Îslamî êrîşî wan kir li dijî Dewleta Îslamî xwe parastin, Tirkiye alîkariya Dewleta Îslamî yanî DAIŞê kir. Di şerê DAIŞê de Amerîkayê alîkariya kurdan kir. Amerîka dît ku DAIŞ bo Amerîkayê jî metirsiye loma hat alîkariya kurdan.

Efrîn ne li herêma kontrola Amerîkayê ye, ew li herêma nifûza Rûsyayê ye. Rûsyayê ji Rêveberiya Xweser a Efrînê xwest gavan biavêjin û ala rejima Beşar Esad li Efrînê bilind bikin û bajêr bidin rejimê. Kurdan jî ji Rûsyayê re got:“Em ê ala rejima Beşar Esad bilind bikin lê divê rêkeftinek di navbera me û dewleta Sûriyê de hebe û sîstema federaliyê bê qebûlkirin, Kantona Efrînê bê qebûl kirin.” Kurdan bêyî rêkeftin û lihevkirinekê Efrîn nedan rejimê. Artêşa Sûriyê şikestiye, belawela bûye, nikare Efrînê biparêze milîşeyên ser bi rejimê hene ew jî weke gurubên ser bi Tirkiyê ne. Wê aramiya Efrînê têk bidin. Niha li Efrînê elewî, ermenî, sûnnî, êzdî tevde dijîn. Serê kesî nayê birîn. Aramî û hizûr li bajêr hebû. Xelkê Efrînê ji xwe re xanî ava dikirin.

Serokkomarê Tirkiyê dibêje; “Em ê heta ser sînorê Iraqê herin û bi serkevin” mebesta wî sînorê Başûrê Kurdistanê ye. Yanî mimkun e “serkeftinekê” bi dest bixe. Zêdetir ji 40 saliye Tirkiye şerê PKKê dike û roj namîne çiyayên Bakûr û Başûrê Kurdistanê bordûman nake. Mebesta wî ji serkeftinê çi ye?

Eger mebesta Erdogan ji serkeftinê talankirina bajarên kurdan, wêrankirina gundên kurdan be ew serkeftî ye.  Bajarên kurdan wêran kirin, gundên kurdan şewitandin. Dewleta osmanî jî ew kar dikir. Yanî ligor wan serkeftin wêrankirin û talankirina gund û malên kurdan be, qedexekirina kurdî be, kuştina jin û zarokên kurdan be rast e ew bi serketine. Lê ew nikarin îrede û vîna  kurdan a azadiyê serxwebûnê bişkînin. Îradeya kurdan naşikê. Bi xisûsî jî kurdên Efrînê. Bi sedan sale kurdên Efrînê li wê herêmê zimanê xwe kultura xwe ji dest nedane. Azadiya jinan heye, azadiya pêkhateyan heye, weke min berê jî gotî, kurd ereb, ellewî sûnnî ellewî, ezdî hemû tevde dijîn.

Operasyona Tirkiyê li Ewopayê çawa tê dîtîn? Rayagiştî ya ewropî derbarê dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê binpêkirina mafê kurdan çawa şîrove dike? Ev operasyon wê tesîrê li peywendiyên Tirkiyê û Ewropayê bike?

Di siyaseta navdewletî de berjewendî hene. Welat li berjewendiyên xwe difikirin piştre mafê mirovan. Mafê mirovan hinek caran dibin hincet. Çawa Tirkiye îslama siyasî ji xwe re dike armanc. Ew jî hinek caran dibe hincet. Lê ez dikarim bêjim li welatên azadiya derbirînê û mafê mirovan lê heye li Ewropa, Amerîka û Aûstralya xelk bi hestên xwe ligel kurdan in. Heger kurd rola xwe bi cî bînin di berxwe bidin wê serkeftî bin û şansê wan ê serkeftinê heye. Lê heger ew piştgiriya îslama siyasî bikin û piştevaniya Erdogan bikin wê rayagiştî ya Ewropayê ji kurdan re çi bike? Pêwîst e, kurdên Bakur ê piştevaniya Erdogan dikin, kurdên Başûr ê piştevaniya Erdogan dikin, kurdên Rojava yên piştevaniya Erdogan dikin dev ji vî karî berdin û wê rastiyê bibînin. Ewropî dixwazin piştevaniya kurdan bikin û kurd bibin alternatîvek û modelekê ava bikin. Lê heger kurd jî bibin beşek jî propaganda û piştevaniya îslama siyasî ya Erdogan wateya alîkariya ewropiyan tuneye. Wê alîkariya kurdan nekin.

Îro ya ji kurdan tê ev e; divê kurd xelkê Efrînê bi tenê nehêlin. Ez aniha li Ewrûpayê dijîm nikarim ji wan re behsa berxwedanê bikim. Lê şansê me yê serkeftinê heye. Rast e Kobanî wêran bû, lê neket destê DAIŞê, Efrîn jî nakeve destê wan guruban. Bi hezaran keçên me yên êzdî revandin belkî hîn jî bi hezaran keçên me di destê wan de ne. Kurdên me divê van tiştan bibînin. Ji bîr nekin. Xelkê Efrînê wê li dijî wan çeteyan bi serkeve. Ez dîsa dibêjim; ez kurdên ligel Erdogan weke “kurdên qewmiyetêçî” bi nav dikim, kurdên ku tenê bi silganan “xebat” dikin.

Projeya kurdan ne tenê ji bo kurdan bû li Efrînê. Rast e hejmara kurdan zêde ye. Lê li Efrînê 10 hezar ellewî hene, ermenî hene, kurdên êzdî hene, bajar ê hemû pêkhateyan e. Nabe tenê îslama siyasî li Efrînê serdest be û komên çekdar bi Allah û Ekbran serê xelkê bibirin. Hêvî dikim hemû kes bi rola xwe rabe. Hûn weke rojnameger, kurdên me yên Rûsyayê, kurdên êzdî yên Rûsyayê jî rewşa milletê me yê Efrînê bibînin.

Hejmara kurdan li Efrînê zêdetir bû ji ya pêkhateyên din. Metirsî li ser guherîna demografiya Efrînê heye gelo? Piştî van êrîşan wê çi  guherîn pêk were?

Demografiya Efrînê ji niha de guherî ye. Hinek kurdên ji Efrînê derketine dibêjin; “Em ji ber PYDê derketine.” Hinek kurdên me yên li Helebê hatin Efrînê ew jî ji Helebê derketin. Gelek penaberên ereb yên sûnne niha hatine nava bajêr. Heger ew êrîş dewam bikin wê xelkê sivîl ji bajêr derkevin û demografiya bajêr bi yekcarî biguhere. Metirsî heye demografiya bajêr bi yekcarî biguhere û kurd li Efrînê bibin kemîne. Armanca sereke ya Tirkiyê ew e ji xwe. Ez dîsa dibêjim hewce ye em PYDê rexne bikin û xeletiyên wan hene. Lê divê kurdên hevalbendên Erdogan li xwe vegerin. Rola wan jî di dagirkirina Efrînê de heye.

Em dizanin ceanbê te jî ji Efrînê ye û beriya bi çend salan te jî serdana Efrînê kir. Gelo dikarî wan çavdêriyên xwe bi xwînerên me re parvebikî?

Belê di sala 2015an de ez hatim Efrînê min serdana Efrînê kir. Dewleta Tirkiyê, ji sala 2012an ve bajar dorpêç kiriye. Nahêlin xwarin, derman derbasî bajêr bibe. Ji sala 2012an PYDê ligel hinek partiyên din ê kurdî sîstemek ava kirin. Îdareyek danîn, nehiştin dizî û talan li herêmê pêk were. Binpêkirinên mafê mirovan hene, nakokiyên siyasî hene car caran tiştên wisa dibin. Valahiyeke siyasî û îdarî hebû kurdan sîstemek danîbû û ji wê baştir sîstemek pêk nedihat. Jin, bi rihetî di nava kolanan de dimeşiyan, ermenî, ezdî, elewî rihet bûn. Lê ji dema êrîşên Tirkiyê ve hizûr li bajêr nemaye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev