Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê -7

Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê -7

Welat Agirî

Demsal zivistan bû, herçiqas li Beloçîstanê berf kêm bibare jî, hewa sar bû. Milet çakêt û qapûtên xwe li xwe kirin ku em êdî hazirbûn ji bo derketina derve. Nexweşiya apê Şewket nedihîşt ew jî bi me re were û serîkî bide Serdar Yar. Ebdirehman, kurê wî, çay û cixara wî da ber û em ji malê derketin.

Kuçe û kolanên gundê kurda teng in, wisa teng in ku otomobîlek nikare di tê re derbas be. Seyîd, Rifet û Ebdirehman derbarî Serdar Yar de, bi birawî tiştina diaxivin lê ez tê dernaxim ka mijara wan çiye. Ez hê jî tengbûna kuçe û kolanan difikirim û ji wan dipirsim:

“Birano, tu kamyonê bihêle, otomobîlek jî nikare di wan kolanan re derbas be, dema kesek mala xwe bar dike an jî, ji mala xwe re tiştekî dikire, ka çawa wan eşya û alavan dibe-tîne?”

Ebdirehman cabê dide û dibêje:

“Wele bira wek te jî dît, di malên me de ji xêncî xalîçe û belgiyan, eşyayên mezin û giran nîn in. Di çanda me de mase, kursî, qenepe û dolab nayên bikar anîn. Em di civîn û axaftinên xwe de li erdê rûdinên û dîsa xwarin û vexwarinên me jî li erdê, li ser sifrê ne”.

Bi vê bersîvê re, ez dev ji tengbûna kuçeyan berdidim û em hêdî hêdî ber bi mala Serday Yar dimeşin.

Li ser rêya me bêderek heye ku zarokên kurda ên kurîn lîstokên xwe dileyîzin. Birastî dibê em bêjin lîstoka xwe, lewma li Beloçîstanê û herweha li seranserê Pakistanê leystika herî navdar û meşhûr krîket e. Heke ne şaş bim, krîket ji îngilizan derbasî welatên başûrê Asyayê bûye. Yanî ne bi tenê li Pakîstanê; herweha Hîndistan, Bangladeş, Serîlanka, Maldîv û Nepal jî bengî û tîryakiyên krîketê ne. Rojên şemî û yekşeman kes di mal de namîne, piçûk û mezin li kolanan li pey goga krîketê ne. Herçiqas qaydeyên krîketê baş nizanibim jî; ev leyîstik bi gogekê û darekî tê leyîstin. Gog wek goga tenîsê ye lê gelekî hişk e. Lîstikvanên profesyonel bi maskeyekê xwe ji derbeyên gogê diparêzin.

Em zarokên kurda li bêderê dihêlin û hêdî hêdî, bi axaftin û sohbet riya xwe didomînin. Di rê de em rastî terzîxaneyên kurdan tên. Derzîvanên gundê kurda bi karê xwe re mijûl in, hûr û kûr didirûn.

Heke bêjin li Beloçîstanê kar û sinaeta herî pêşketî çiye, mirov dikare bêje ku karê dirûnê ye. Di her kolanê de qe tune be sê-çar terzîxane hene. Li vî welatî kes naçe mixaze û bazara cil û berga ji xwe û malbata xwe re nakire, edetekî weha tuneye. Dema bixwazî şalwar û qamîsekî nû li bejn û bala xwe bikî, divê beriya her tiştî serîkî bidî dikanên qumaş û pirtiyan. Di van dikanan de bi sedan çeşît û reng pirtî tên firotin. Qumaş bi mêtroyan tê firotin û ji bo taximek şalwar û qamîs jî nêzkê hezar rûpîyê te diçe pirtî û hezar rûpî jî deh dolar dike. Kurdên me ên Beloçîstanê bi kirîn û stendina qumaşên xwe ve, berê xwe didin terzîxaneyan. Derzîvan qelema xwe ji pişt guhê xwe dikişîne û dest bi pîvanê dike. Bi qedandina pîvanê re dest bi dirûnê dike. Divê em bêjin ku, ji bo dirûnê jî pere tê dayîn ku perê dirûnê ji perê kirînê zêdetir e û ew jî nêzkê hezar û pêncsed rûpî ye, yanî hema hema panzde dolar.

Em terzîxaneyan jî li pey xwe dihêlin ku zarokên li kolanê ên çar pênc salî bala min dikişînin. Di nav wan de yên çavşîn û porzer jî hene, çavreş û qemer jî hene. Dinya sar e, av ji bêvila wan diherike, lê ne mineta wan e. Di ser de jî pêxwas in. Erê di wê sermayê de bê gore ne. Bê gore ne ji ber ku di çanda beloçî û pakistaniyan de gore kêm tê pêkirin. Mirov nikare kesên bi sol û şekal jî bibîne, di piyên herkesî de şimik, erê sal duwazdeh mehê Xwedê şimik. Û ya ecêb jî, an jî bi me ecêb tê dîtin, di mehên zivistanê de bedena xwe û serê xwe bi betanîkî dipêçin lê pê wan di şimikan de pêxwas in.

Me xwe gîhand mala Serdar Yar, ku bi dîtina derûdor û kolana mala wî re, mirov pê derdixist ku ew kesekî dewlemend e. Li Beloçîstanê şaredarî nîn e, birastî heye lê karekî ku dike nîn e. Yanî kar û barekî baş ji bo rê, kolan û sûkan nayê kirin. Piraniya kesên ku ez bi wan re peyivîme, dibêjin:

“Perekî baş ji payitext, Îslamabadê, tê lê mixabin serkarên me wî pereyî davêjin bêrîkên xwe, xîzmetekê ji milet re nakin, hemû heramxwir in”.

Edî nizanim çiqas rast an ne rast e, xêr û guneh di stûyê wan de… Kolana mala Serdar Yar, mezinê gund, bi kevirên parke ên çêkirî hatibû lêkirin. Herdu dîwarên rê bi laflafok û dargerînekan hatibû pêçandin.

Ebdirehman derî xist, lê ev ne deriyê malê bû, derê hewşê bû. Xortekî qeşeng î hevdeh-hejdeh salî derî vekir. Xêr hatin li me kir û em derbasî hewşê bûn. Zilamekî şêst-şêst û pênc salî li hewşê, li kursiyekî rûniştibû. Dema em dîtin, bi rûyekî biken, bi beşereke xweş serê xwe hejand ku bi hatina me kêfxweş bûbû.

Em ê di gotareke din de behsa apê Serdar Yar, hal û rewşa wî û pirs û bersîvên xwe bikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

Şirovekirin hatine girtin.