Malbeta ku 100 salan xizmetî kurdan kirîye

Malbeta ku 100 salan xizmetî kurdan kirîye

Guhdarên hêja wek her rojên pêncşeman,vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin

Îro emê behsa jînenîgarî û çend berhemên nivîskar, wergêr, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed û rojnamegerê binavûdeng Têmûrê Xelîl bikin, ku gelek salan di hemû çapemenî û radyoyên kurdî yên fermî yên Yekîtîya Sovyet da kar kirîye. Hûn vê gotarê dikarin bi deng jî bibihên


Piştî guhdarîkirina nivîsa me a derheqa jînenîgarîya Têmûrê Xelîl da, hûnê guh bidine bernameyeke radyoya kurdî a Moskvayê a sala 2008an, ku derheqa Têmûrê Xelîl da ne.


Amadekar: Bêlla Stûrkî

 

Em ji çend taybetmendîyên Têmûrê Xelîl û malbeta wî destpê bikin:

 

Têmûrê Xelîl yekemîn kes e, ku gelek salan di hemû çapemenî û radyoyên kurdî yên fermî yên Yekîtîya Sovyet da kar kirîye: di rojnameya ”Rya teze”, radyoya kurdî ya Rewanê, radyoya kurdî ya Moskvayê. Herwiha 5 salan jî bûye cîgirê berpirsyarê rojnameya ”Golos kûrda” (”Dengê kurdan”), ku Navenda çanda kurdî li Moskvayê bi zimanê rûsî, lê ser kurd û Kurdistanê çap dikir.

Malbeta Têmûrê Xelîl belkî yekemîn malbet e, ku neferên wê bi tevayî weke 100 salan bi profêsyonalî karê rojnamegerîya kurdî xurt kirine. Ango, 100 salan di rojê da bi kêmanî 8 sietan ew kar kirine. Bavê Têmûr – Xelîlê Çaçan 24 salan serok û berpirsyarê radyoya kurdî ya Rewanê bûye (ji sala 1957an heta sala 1981ê), diya wî – Eznîva Reşîd 27 salan bêjera wê radyoyê bûye (ji sala 1955an heta sala 1982an), keça Têmûr – Mîdîya ji kurdên Sovyet yekem kes e, ku fakûltêya rojnamegerîyê ya Ûnîvêrsîteya Yekîtîya Sovyet ya sereke ya ser navê M.Lomonosov li Moskvayê temam kirîye û gotarên wê di gelek rojname û kovarên kurdî, ermenî û rûsî da da çap bûne, wek ”Armanc”, ”Novîy Kurdîstan”, ”Roja Nû”, ”Ankaxûtyûn”, ”Sûdarûşka” û yên din. Têmûr bi xwe jî zêdeyî 40 salan e di wî karî da ne û niha jî berpirsyarê vêrsyona kurdî ya malpera me ye.

Têmûrê Xelîl sala 1949an li paytextê Ermenîstanê, bajarê Rewanê (Yêrêvanê) ji diya xwe bûye. Piştî temamkirina fakûltêta fîzîk-matêmatîkê, 3 salan (1974-1977) li gundê kurdan – Sîpanê, dersên matêmatîkayê daye zarokên kurdan. Ji sala 1977-1981 û 1984-1992 di rêdaksyona rojnameya kurdî ya “Rya teze” da xebitîye: pêşî wek nûçegihan, paşê jî wek serokê beşa çande. Di salên 1981-1984an da rêdaktorê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bûye. Di salên 1992-1997an da cîgirê berpirsyarê rojnameya kurdî ya “Golos kurda” bûye, ku li Moskvayê bi zimanê rûsî çap dibû. Bi sedan gotarên wî di kovar û rojnameyên ermenî û rûsî da û herwiha hema bêje hemû kovar û rojnameyên kurdî yên bi nav û deng, ku li Ewrupayê û Kurdistanê derdiketin û derdikevin da çap bûne. Dema sala 2008an li Moskvayê, di radyoya ”Dengê Rûsîyayê” da beşa kurdî hate vekirinê, serokatîya radyoya Moskvayê Têmûrê Xelîl teglîf kir bona li wira kar bike. Têmûr zêdeyî 2 salan li wir kar kir. Niha jî berpirsyarê vêrsyona kurdî ya malpera me ye, çend rêzenivîsan bi rê va dibe.

Têmûrê Xelîl çend salan endamê komîtêya Komela Xwendkarên Kurd bûye li Ermenîstanê, paşê jî bûye sêkrêtarê komîtêya Şêwra Rewşenbîrên Kurd li Ermenîstanê. Ew endamê Yekîtîya rojnamevanên bajarê Moskvayê ye. Ew yek ji endamên Komika “Kurmancî” ya Înstîtûta Kurdî ya Parîsê ye, sêkrêtarê Komela nivîskarên kurd e li Swêdê, endamê redaksyona kovara “Roja Nû” bû. Ewî bi kesên wisan bi nav û deng ra hevpeyvîn kirîye, wek Cegerxwîn, Qanatê Kurdo, Ebdurehman Qasimlo, akadêmîk Keremê Nadir Nadîrov û gelek kesên din yên bi nav û deng ra.

Çend sitiranên wî di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da hene, wek “Mêrê mêrxas” (derheqa Barzanîyê Mezin da), “Milkê kurdî” û yên din.

Pirtûkeke Têmûrê Xelîl ya serpêhatîyan ya bi sernavê “Dengê xwînê” ji alîyê weşanxaneya LÎSê da li Diyarbekirê ronahî dît, yek jî ya bi sernavê ”35 şayîr û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” van dawîyan ji alîyê weşanxaneya ”Na” da ronahî dît. Ewî herwiha pêşgotina dîwana Cegerxwîn ya 8an – “Aştî” nivîsîye (em wê jî bêjin, ku ew bi daxaza Cegerxwînê mezin bû), bi Mehmet Bayrak ra tevayî ferhenga “Rûsî-kurdî” ya Îvanê Omer Farîzov kirine “Tirkî-kurdî”.

Bavê wî – Xelîlê Çaçan 24 salan (1957-1981) serokatîya radyoya kurdî li Yêrêvanê kirîye, dayka wî – Eznîva Reşîd 27 salan (ji destpêkê: 1955an heta 1982an) spîkêra pêşin ya radyoya kurdî bûye. Du keçên Têmûrê Xelîl hene. Mîdîyayê beşa rojnamegerîyê ya Ûnîversîteya Moskvayê ya ser navê Lomonosov temam kirîye, lê Dîdare piştî temamkirina Ûnîversîteya Stokholmê, beşa sosîonomîyê, niha li beledîya Stockholmê wek sosyolog kar dike.

Gelek kesên bi nav û deng qîmetekî mezin dane kar û barên Têmûrê Xelîl yê di hêla kurdewarîyê da. 

Prorêktorê Ûnîvêrsîtêta Almaatê, li Qazaxistanê, akadêmîk Kinyazê Îbrahîm bînin, ku nivîsîye:

Biraye minî ezîz û delal Têmûr!

Ez bi her karê teva şame. Ne ku îro: te temamîya emrê xweyî hêja pêşkêşî dîrok, çand û hunerê gelê me kiriye. Bi serfinyazî rêya mamoste û pêşewitîye çanda meyî eyan Apê Xelîlê Çaçanî rehmetî berdewam dikî. Malbeta we bi tomerî îro karê malbeta Bedirxanîyan  tîne ber çavên me!

Ji birayê xweyî hêja ra sehet u qewatê dixazim. Bi silav û rêz birayê te Knyaze Îbrahîm! 

Prîskê Mihoyî, rojnamevanê komara Ûdmûrtîyayê yê emekdar:

Rojnameger Prîskê Mihoyî ev 35 sal in ku Têmûrê Xelîl nas dike, zêdeyî 10 salan bi wî ra li redaksyona rojnameya “Rya teze” da kar kirîye. Ew li ser Têmûrê Xelîl wiha dibêje: ”Beriya her tiştî Têmûr welatperwer e. Wî terbîyet, tore û perwerdeya xwe ji maleke rewşenbîran hildaye. Ew rojnamegerekî naskirî ye. Wî bi sedan gotar li ser çand û edebîyeta kurdan nîvîsiye û hê jî dinivîse. Têmûr wergêrekî bêqisûr e.

Weşanxaneya LÎSê di nasînameya xwe ya bo pirtûka serpêhatîyan ya Têmûrê Xelîl ha nivîsîye:

Bi zimanê xwe yê ku ji rehên kurdiya me ya delal dikêşe, bi tevna xwe ya ku wê hêjahiya evîna dilsoz bi xwendevanan bi firêt û xavên xwe yên qewîn ve dide zanîn, çîrokeke gelekî nas, gelekî balkêş û gelekî diltezîn… Evîna Temo û Alînayê. Mirazê nebûyî. Naleyeke Cudayî. Straneke bi per û bask, li ber serê baqek binefş.

Pê re jî, du çîrokên din ên kurt û delal, bi Dengê Xwînê re, di vê berhevoka Têmûrê Xelîl de.

Ev ji zû ve bû min çîrokeke ev çend bi sadebûna xwe ve xurt, bi kurdî nexwendibû. Bi raya min, we yê jî nexwendibe…”

Lê edebîyetzan Mezhar Kara derheqa beşeke vê pirtûkê da ya bi sernavê “Serê sar, dilê germ”, ku wek çîrok tevî leca kovara “Roja Nû” bû û xelat girt, ha dinivîse:

…”ji alîyê pêkanîna zimanê kurmancî da çîroka here biserketî ye. Ji alî ziman da mirov dikare bibêje çîrokeke bêqusûr e. Taswîrên wî pir biserketî, hevokên wî lihevhatî, kurdîya wî zelal û xweş e. Babeta çîroka wî gelek zor e. Lewra ew taswîrî deşt û çiyan, çem û kanîyan, ken û girî nake. Wî dest avêtîye psîkolojîyê. Ew bi wê çîrokê evîna şikestî, ruhciwantîyê vedike, ruh û hîs û pejnên xortekî evîndar dike. Di wî karî da Têmûrê Xelîl nivîskarekî gelek pêşketî ye. Em ji wî berhemên nû hêvî dikin”. 

Niha em mêze bikin ka nivîskar Sîpan Norşînî di pêşgotina xwe ya di hevpeyvîna bi Têmûrê Xelîl ra çi dinivîse:

-Rojek ji rojekê danê êvarê min nîyet kir ku ez ji malê derkevim, min kinc û lîbasê xwe li ber xwe kir, dor hat ku ez kompîter û televizyona xwe bigrim, pacên malê bidime ser û derkevim, hew mi dî ev camêr (Têmûrê Xelîl) di programeka televizyonê de rûniştîye û xeber dide, ne xelet bim mijar radyoya Rewanê û xebatên bavê wî bû. Bi dengekî dawûdî û nerm û helîm digot û digot, ez dudil mam ka temaşe kim an derkevim derve, de mi got ka deh deqîqekî lê sêrkim wisa derkevim, mifteha malê di deste min de hazir, sakoyê xwe jî min lixwe kirî, ez ji bo 10 deqîqeyan li ber televizyonê rûniştim, wey bavo! Vî camêrî bi Kurdîya xwe ya nazik û nazenîn yek seetekê min mîx kir bi cîhê min ve. Hew min dît bêjer got de bi xatirê we! Mifteha min ê hesin di nav lepên min de bûbû av. Seet bû derengî û min saqoyê xwe ji xwe kir û ez derneketim derve wê şevê. Vêca ev “Kurdî”ya bi sêhr nîn e, çî ye? Belê Têmûrê Xelîl “Bi Kurdî” naaxife, “Kurdî” diaxife. 

Werin em bi hev ra fikirên Wezîrê Eşo ser Têmûrê Xelîl guhdarî bikin:

Têmûrê bira, her çiqasî jî 65 sal nêzîkî temenê kalbûnê ne, lê ez bi şabûn vê yûbîleya ji dayîkbûna te bimbarek û pîroz dikim, ber ku yê weke te çiqasî zemanekî dirêj jiyanê bikin ewê bêtir bi kêrî karê pêşketina çanda miletê kurd bên. Bilî, ku weke rojnamevan-nivîskar tu xudanê kedeke bi nirx î, te xizmeta çanda me wek karkirekî civakî yê herî êgin jî kiriye. Tu ji wan ronakbîrên diyaspora kurdî ya Yekîtiya Sovyêtiyê dihesibî, ku eva zemanekî dirêje bûye pirake zêrîn navbera olka kurdên Sovyêtistana berê û olkên diyaspora kurdî yên dinê da, lê bi tayîbetî bi mîliyonan kurdên ser axa xwe Kurdistanê da.
Her bijî Têmûrê Xelîl, lawê gelê me yê şîrhelal û miletparêz.
Bi daxwazên serkeftinên te yên nû Wezîrê Eşo.

Bi kurtî: Eger hûn wergera pirtûkeke kurdzanên Sovyet yên ji zimanê rûsî û ermenî dibînin, wergervan Têmûrê Xelîl e. Pirtûkên wisa zêdeyî 16 heb in. Eger hûn bi radyoya Yêrêvanê û Moskvayê guhdarîya sitiranên kurdên Kurdistanê dikin, hemû jî Têmûr peyda kirine û wek hediya dane radyoyê. Eger hûn pirtûkên kurdên Sovyet yên folklorî û yên edebî dibînin, ku ji kurdîya latînî û kurdîya kirîlî ya kurdên Sovyet hatine transkrîpe kirin û çapkirin, piranîya wan Têmûrê Xelîl bi herdu keçên xwe ra kirine. 

Niha jî serpêhatîyeke Têmûrê Xelîl a bi sernavê “Bûka rûbixêlî” him bi nivîs, him jî bi deng: Têmûrê Xelîl bi xwe jî wêya dixwîne. 

Bûka rûbixêlî

Bi gotina gotîyan, li Kurdistanê 3 lawên dayîkeke kurd hebûne. Gava lawekî wê di şerê dijî dijmin da şehîd dibe, ew reş girê nade, şînê nake. Kesên ku bona serxweşîyê têne bal wê, ji wan ra ha dibêje:

-Serxweşîyê nedine min, ji ber ku hela du kurê min hene, ewê heyfa birayê xwe hildin.

Gava kurekî wê jî şehîd dibe, dayîk dibêje:

-Kurê min yê sisîyan gelekî zîrek e, ew dikare dewsa birayên xwe bigre, heyfa wana hilde, çekên wana li erdê nehêle.

Ev serpêhatîya min ser dayîkê, kurê wê yê sisîyan û mêrxasîya destgirtîya wî ye.

¤¤¤

Ringe-ringa dewatê bû li wî gundê kurdayî berpala çiyan. Dîlan-govenda bedew a çeleng diteyîsî, sitiranên hesîntijî dixulxulîn, di dilê hemûyan da fûre-fûra şabûnê bû. Cihan bona gund bûbû gera dewatê ya rengîn. Bûk nuh peya kiribûn û ro diçû ava, ku terecan-ciwana di govendê da wê ronahî bida.

Zava tevî hevalan henek û laqirdî dikir, lê çavên wî herdem li dêrî bûn. Awa delala dilê wî li wêderê ye, bi nazikayî û xemila xwe ya kaw va wê êvara aş dixemilîne. Pîredayka wî çiqasî benda vê demê bûye! Sed mixabin, ku bavê wî ev roj ber çavên xwe ne dît.

Ji nişkê va ji taxa jorîn gurmîna tivingan hat, bû hewar-gazî. Di nava demekê da her tişt bê deng bû, û fikreke giran di çavên hemûyan da vêket: “Dijmin avîte ser gund!”. Dewat, dîlan ber qeziya bê dem şûnda vekişîyan, gund tevî hev bû. Demek buhurî, xortên gund dîsa govend girtin û… berê xwe dane şêr. Lê vê carê dengê def û zurnê ser dengê top û tivingan ra bû. Alîkî çiya dihejîyan, alîkî jî nalîn ketibû birîndaran.

Di hinek malan da şîn û girî hêwirîn. Zavayê ber dêrî tek-tenê metel mayî tiving ji destê pîredayka xwe hilda. Wê demê di fêza gund da şerekî giran diçû. Ewî xwe bi wan ra gîhand, lê dilê wî yekser dikewgirî, dientîya. Qe na cara dawî ser dergîstîya xwe da vegerîya, têr bidîta û seba geşbûna gula enîya wê ya nûr-neder, ku îdî çilmisî bû… an na, ha… Kî zane?… Lê ku di nav tarîya xayîn da derbeke gulleya dijmin emirê wî heta-hetayê li xwe xweş helal ke? Ne axir ew roj ne roja wî bû, felekê çima wa kir, konê wî ji nava konan rakir…

Hawîrdor vizzînîya gulleyan bû, qarîn û şîrqîn bû, rikêf û lêdan bû. Lê zava digot qey ew hemî xewn e, xewneke giran û reşeheş. Ewî hema qerede yek-dudu agir kirin. Careke mayîn xwe hesîya. Na, ew gerekê sedî-sed serîkî li malê xe… Bê sebir e, tab nake. Dibe yekî dijmin niha bi fêlbazî-fesadî bona çav û birûyên belek ber pencerê xwe telandîye…

Pêla xwîna şewat li serê zavê xist. Merîyan digot qey ew dîn û har bûye. Çavê wî li hîvê ket, ku gulover û şîrin-şîrin şewq veda bû. Bê xem, arxayîn… Di fikra wî ra mînanî birûskê derbaz bû, ku ew ne hîva rastî ye, ku dergîstîya wî bi destî zorê kaş kirine, ji malê derxistine û polikekî zêrîn ji ber cênîkê firîye ezmîn.

Zavê bi xwe jî tê dernexist çawa hat-gihîşte mal û li dêrî xist. Ew di cî da serdapê dilerizî, pirte-pirta dil bû di qefesê da. Hezar tiştên tevîhev di fikra wî ra derbas dibûn. Ber çavên wî reşevehat.

-Ew kî ye? -ji hundur hêdîka dengê terecana bûkîn hat.

Bîn di ber zavê da hat, qey bêjî ew nuh ji xewa hingorê şîyar bû.

-Ez im, ez im, -ewî bilind û bi kubarî got û navê xwe da.

Derî nerm hevekî vebû. Pêşîyê çira, di pey ra serê destgirtîya hizkirî bi xêlî dîhar bû. Zavê xwest xeberde, here hundur, lê di cî da zendegirtî ma. Ber wî qey bêjî doteke xelqê ya nenas bû. Hîç hesîneke germ ji kula dilan ra ser dêmê narîn gul neda.

-Ev çi ecêb e? Dibe nas ne kir?

Navê xwe ducar kir. Dîsa ew hal.

Lê bûkê ew zef rind nas kir. Gava dengê wî bihîst û derî vekir, deqîqeyekê, tek-tenê deqîqeyekê xwest xwe bavêje hemêza wî, agirê sîng û berên xwe yên xasik di nav ramûsanên wî da hevekî vêsîne. Lê ji nişkê va te qey digot teyrok di ser dêmê wê da barî, di ber xwe da got:

-Ev e delalê dilê min? Virhada evê bibe xwedîyê nav-namûsa min? Wey la dêranê, ziravqetîyayî ber gulleya dijmin revîye, erafê meydanê heval-hogir, dost-pismam tenê hîştine. Kanê mêrxasîya wî ya kurdî? Îdî li rûbarê cihanê mayîn-jîyîn ji çira ne, çaxê keç-bûkên êlê sibê wê qara mêr bidine serê min? Ev sosretîya bi sal-zemanan nayê paqijkirinê. Dengbêjê di sitiranan da, ser şîn û şayan qerfê xwe li wî bikin, ber gel wî rezîl kin. Ax, xwezî gulleyek, lo hizkî pişta wî bigirta, ew ji nav koma mêran derneketa. Ev çi roj bû?!…

Ewê serê xwe bilind kir, zûr bû li destgirtîyê xwe yê peşmûrdebûyî nihêrî û bi dilekî sarî mêrkîmî got:

-Xwedîyê gurzê ber cênîka min li fêza gund di nav şêr da ne. Tu kê yî?

Û derî ber zavê zerp hate girtinê.

¤¤¤

Kur îdî venegerîya. Ew jî bû şehîdekî şerê gel yê ji bo rizgarkirina welêt.

Dayîk pey şehîdbûna kurê sisîyan ra reş girêda, şîneke kurmancî kir. Gava jê pirsîn, ku ji bo çi şîna herdu kurên xwe yên pêşin ne kir, lê ya vî dike, ha bersîv da:

-Ji ber ku kesê min ne ma, ku bona welatê xwe şer bike…

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya jînenîgarî û berhemên nivîskar, wergêr û rojnamegerê binavûdeng Têmûrê Xelîl kir, ku gelek salan di hemû çapemenî û radyoyên kurdî yên fermî yên Yekîtîya Sovyet da kar kirîye.

Amadekar, bêjer û berpirsyara radyoya Riataza Bêlla Stûrkî ye

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev