Ji nimûneyên zargotina me – 124

Ji nimûneyên zargotina me – 124

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 124an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend çîrok-hikyatên di wê cîwarbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

LEYLEG

Dareke leylegê hebû, çiqa sal bû hêlîna xwe sêrî çêdikir.

Rûvî hîn bûbû, wexta ki leylegê cûcik derdixistin, rûvî bûbû edûyê serê wê, diçû cem darê, digo:

-Leyleg, dorçîyê min ser hev sekinîne, şîpê aşê min xirav bûye, ez gerekê vê darê bibirrim, bikim şîp (olix).

Leyleg gelekî lava kir, digo:

-Çi dixwezî, ezê bidime te, tek darê min nebirre.

Digo: -De cûcikekê bide min, ez nabirrim.

Leylegê girt cûcikek dayê.

Rûvî careke din hat, bi wî hesavî got û leyleg careke din jî dayê.

Wextekê qijik hat cem leylegê, go:

-Xûşka leyleg, tu çira usa medeyî?

Go: -Xûşka qijik, go: “Hal û hewalê min û rûvî ev e”.

Qijikê gotê: -Mala te xirav be, aş rûvîra ji ku hatîye, dorçî jêra ku hatine, çexçex ji ku hatîye, tê te dixapîne û cûcikê te dive, diçe, tu çira didêyî, go, careke mayîn hat, bê “hema çi dikî, bike”.

Leylegê gotê: -Xûşka qijik, dive tu ecêveke din bînî serê min, dive ki ez nedimê û îjar rûvî darê bibire, min belengaz bike.

Go: -Mala te xirav be, çima çevê min rijyaye, ew der ku bû, bizanibe min kirye û qijik çû.

Sekinî sivê. Rûvî dîsa hat, dora darê çû-hat, gazî kir, go:

-Îro qe îlac nabe, ezê darê bibirrim.

Go: -Lo dibirrî, hema niha jî bibirre.

Û rûvî lê nihêrrî boşe, lava lê kir, go:

-Kê tu hînkirî?

Go: -Xûşka mine qijika belek ez hînkirime.

Rûvî porr û poşman vegerrîya, çû serê riya bazirgîn velezîya, xwe terkemirarî avît. Qijik hat, lê nihêrrî rûvîkî vaye, serê rê gever bûye. Qijikê ser danî. Qijikê go: “Ezê herim çevê wî derxim, bixum ji xwera”. Gava çû ser sêrî, rûvî dadayê, qijik girt. Qijik di devê rûvîda, qijikê go:

-Bira, bisekin, hela ezê pirsekê ji tera bêjim, paşê tu zanî.

Rûvî go: -Bêje.

Go: -Ez lepekim, tu min bixuyî, têr naxuyî û tuê çêrî min bikî, lê wekî bêjî “bi similah”, tuê ji min têr bixuyî û çêrrî min jî nakî.

Rûvî duşirmîş bû, go: “Rast xebera wîye”. Rûvî go: “Bi similah” û qijik revî ji dêv derket.

Rûvî rabû ser xwe, go:

Ez gorra bavê wî ha-hakim, heta têr nexwe, bêje “bi similah”, qijik jî dest min çû, cûcik jî.

Got: Ûsivê Hesen.

 

RÛVÎ Û ŞÊR

Rojekê rûvî çû cem şêr, bû birê şêr, go:

-Bira, tu çi dil bikî, ezê ji tera mîaser bikim.

Muxdarekî usa bi hevra derbazkirin. Rûvî dişurmîş bû, go: “Ez çi îlacê bi serê şêr bikim?”.

Rokê ew û şêrva geriyan, rûvî hey şêr ber bi qeyake bilind dibir, çûn ser qeyake bilind û sekinîn, pêda nihêrrîn, “axîn” ji rûvî hat.

Şêr go: -Bira, çi “axîn” bû hate te?

-Hew, go, bira, çevê min birrije, axir ez û remetîyê bavê te birê hev bûn, em dihatin ser vî qeyayî, bavê te li ser vî qeyayî banz dida, jêrê dixist, çevê min birrije, qe nizanibû heye-tune qeya.

Şêr go: -Bira, ez jî dikarim.

Rûvî go: Bira, wekî tu karibî, bizanibe, xwedê daye min, esêvanî qe birê min nemirîye.

Ernêd şêr rabû û şûnda çû, hat dora qeyê û jorda xwe qeyêda avît, hûr û xaş bû, rûvî çû ser, wekî ji xwera bixwe hêdî-hêdî. Şêrî hê sax bû. Şêr go:

-Bira, te çima li min wa kir?

Rûvî go: -Xwedê mala te xirav bike, min ne go tu nikarî, axir min got, bavê teyî remetî xwe davît. Bira, go, destê min ji te nave, ez nizanim çawa bikim.

Rûvî bendî fêla xwe bû, ku şêr bimire, ew bixwe.

Şêr go: -Ez jî nizanim, ez ser hevda hûr bûme.

Rûvî go, go: -De ez çûm, herim, tu kengê mirî, ezê ser teda bêm.

Şêr gotê: -Mala te xiravbe, ez ki mirim, tê bêyî çi îda?

Rûvî go: -Şixulê min bi te heye.

Şêr go: -Ha… “şixulê te bi min heye!”.

Wî hesavî rûvî pêsîra xwe ji şêr xilas kir.

Eva jî kuta bû.

Got: Ûsivê Hesen, gundîyê Pampê, li ser nehîya Axbaranê, nîvxwendî.

 

RÛVÎ Û GUR

Wextekêda rûvî ji gur ditirsîa. Rûvî rokê duşirmîş bû, go: “Ez çawa bikim, îlacekê bînim serê gur”. Çû cem gur, go:

-Were em bivin birê hev.

-Ê, gur, go, tu bivî birê min, tuê kêrî min û çi bêyî?

Rûvî got, go: -Çawa, ezê kêrî te bi çi bêm, go, çiqa rîspîyê gundanin, go, şedleme dane min, ez herim ber kîjan gundî, kelb naêne min, go, ezê te bivim ber gunda, go, hemîn kaxezê min heye, kelb nayên min, tu jî ji kêleka gund pezekê ji xwera birrevîne, bîne.

Gur duşirmîş bû, go:

-Welleh, eva pake. Ê, go, tu birê minî mezinî, wekî usane.

Çend roja bi hevra geryan. Rojekê rûvî zanibû, kelbê kîjan gundî zefin, pêşîya gur ket, go:

-Em herin, kêleka gundê hana, çika em tiştekî naynin.

Çûne kêleka gund. Gundîya dît gurek û rûvîkî kêleka gundin. Gundîa gazî kelba kir û kelb berdanê. Eva herdu revîn. Hevrazek kete ber wan, gur gazî kir, go:

-Bira, kaxez derxe.

Ê, rûvî pêşîyêye, rûvîyê kaxez ji ku bîne, rûvî îda çû, gur li hîvîa kûçika hişt.

Bi çi halekî gur ji kûçika xilas bû, gur go: “Bira ad be, rûvî, tuê ji destê min xilas nebî”. Sekinî sivetirê, gur cîyê rûvî zanibû û berbî mala rûvî çû.

Rûvî lê nihêrrî gur tê, duşirmîş bû, go: “Min gur xapandîye, gurê îcar min bixwe”. Rûvî ji xwera rê dît, pêşîa gurda çû.

Gur kir gazî, go: -Birê rûvî, go, te nedigot ezê te bivim ser qedê!

Rûvî got: -Çima bira, ez kor bûme?

Gur got: -Ne te got kaxezê min heye?

-Ê, go: -Bira, çima kaxezê min tune?

Gur got: -Lê te çima ne xwend?

Rûvî got, go: -Mala te xirav be, minê wê sehetê katibê xwe ji ku banîya, wekî ew hevrazê ket ber me û seyê sorî qol dabû ser me, heta katib kaxez bixwenda, ewê tu jî bixarayî, ez jî, lema min dernexist.

Gur got, go: -Raste, ez qurbana birê xwebim, birê minî aqile.

Ew bû.

 

Got: Ûsivê Hesen.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev