Rojbûna te pîroz be “Gula malperê”!

Rojbûna te pîroz be “Gula malperê”!

Nura Şane zora sîyaseta dewletekê birîye

Ji du salan zêdetir e nivîskara malpera me Nura Şane him bi ciwanîya xwe, him jî bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va ronahîya malpera me geş kirîye.

Ev keça delal a bi kurmancîyeke xweş, bi zanebûnên kûr, bi xwendina bilind, haydara edebîyet û hunermedîya cihanê du rêzenivîsên malpera me bi sernavên ”Pirsa we û bersîva me” û “Nameyên evînî” bi rê va dibe, piranîya wêneyên wan jî gorî mijarê bi xwe çê dike. Dema van hemûyan dixwînî, weke ku hemû gotinên ”sîyaseta asîmîlasyonê”, ”zordarîya dewletê li ser zimanê me”, ”qedexeyên li ser çand û edebîyeta me” û yên din pûç û vala dertên.

Xênji wê, ew keça mînanî findê ronahîyê dide çanda me, 17 rêzenivîsên bi sernavê ”Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da” amade kirîye û di rûpelên malpera me da çap kirîye.

Nura Şane herwiha gotarên delal, wek ”Ez li xwe hesiyam ku nimêja xwe bi kurdî dikim…” (http://krd.riataza.com/2017/06/22/ez-li-xwe-hesiyam-ku-nimeja-xwe-bi-kurdi-dikim/ ), “Qenckirina nexweşîyan bi dermanên kurmancî” (http://krd.riataza.com/2016/11/28/qenckirina-nexwesiyan-bi-dermanen-kurmanci/), ”Carina êşa ji dil ji zewqa here mezin jî xweştir e” (http://krd.riataza.com/2017/08/04/carina-esa-ji-dil-ji-zewqa-xwes-ji-mezintir-e/) û yên din nivîsîne.

Bi pîrozkirina rojbûna vê delalê ra tevayî, malpera me sipasîya malbeta Nura Şane dike bona keçeke wisa perwerde kirîye, ku bi karê xwe va weke ku zora wan hemû astengîyên dewletê birîye, ku danîne himberî zimanê me, çand û edebîyeta me.

Desteya rêvebir ya malpera Riataza ji navê hemû xebatkar û xwendevanên xwe rojbûna Nura Şane bi dil pîroz dike, jê ra bextekî baş, paşerojeke bextewar, jîyaneke bi gulan va tijî dixweze.

P.S. Dîzayna wêne ya Lorîn Medya

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev