Çîroka Apê Werxan

Çîroka Apê Werxan

Ji folklora me

Danehev û berhevkirin: Mihemed Zekî Mihemed

Hebû tune bû, rehme lê dê û bavê min û we bû, gurek bi navê Werxan hebû. Ew bi wêrekî, dilovanî, dilzîzî û dilovaniya xwe hatibû nasîn.
Ew di nav guran de navdar û beza bû, herweha dema ku derdiket nêçîrê tucarî nêçîr jê derbas nedibû, destevala vendigeriya û çi nêçîra ku girtibana jî tanî li ber mezinên xwe datanî da ku li gurên kal û çêliyan belav bikin.
Wisa û bi vî rengî jiyana Werxan derbas dibû: nêçîr, alîkarî, dilovan û dilsozî ta ku di nav salan re derbas bû, nîşana wefadarî û rêzdariyê jê re, bi Apê Werxan bangî wî dikirin.
Rojekê ji rojan li ber çemekî, di nav Çîtik û Qiramê de palda bû, difikirî dibe ku nêçîrek bi ser de were da ku ji xwe re bigire, ji ber ku nema dikarîbû weke berê bibeze.
Di wî halî de gurek hate ber çêm, av vexwar pêjina xuşxûşekê kir, bi ser de çû, çavên wî bi Apê Werxan ket, jê re got: Apê Werxan tu li vir çi dikî?!.
Lê vegerand: Lawo ez hatime nêçîrê.
Gur jê re got: Apê Werxan, xwe newestîne û ji ciyê xwe nelive, ez ê kêlîkeke dî nêçîra te bînim.
Apê Werxan jê pirsî: Kurê min tu ji kîjan malbatê yî?.
Gur got: Apo ez ji malbata gurê noq zirav im.
Apê Werxan serî hejand û di ber xwe de got: ”Bav û kalên te ji birçîna mirin, tê nêçîra min bînî?!”.
Demek çû gurekî dî hate ser avê, li derdora xwe nerî çavên wî li Apê Werxan ketin, piştî silav û lihevpirsînê, wî jî mîna gurê dî zirt û fortên xwe kirin û soz da ku nêzîk wê nêçîrekê li ber Apê Werxan deyne.
Apê Werxan pirs kir: Lawo tu ji kîjan malbatê yî?.
Bersiv da û got: Apo, ez ji malbata gurê Şût im.
Dîsa Apê Werxan bi hesret û kul di ber xwe de got: ”Çêliyên we derbider bûn, xwedî xêr li wan xwedî derketin”.
Demeke baş derbas bû, yek ji wan herdu guran venegeriya, Apê Werxan dizanî ku ya wan tenê gotin û xweşkirin bû, ji loma hêdî hêdî çavên xwe li nêçîreke nêzîk digerandin.
Wek tê gotin di wê çeq û beqê de gurekî dî hate ser avê, ji nişkave çavê wî bi Apê Werxan ket ku çaw di nav Çîtik û Qirêm de palda ye, behitî ma û bi lez bi ser de çû û jê pirsî: Apê Werxan, tu li vir çi dikî?!
Bersiv da: Lawo, ez hatime nêçîrê.
Gur lê vegerand: Apo li ciyê xwe be, ez ê niha nêçîra te bînim:
Apê Werxan jê pirsî: Kurê min, tu ji kîjan malbatê yî?.
Got: Ez ji malbata Enî sor im û bi lez beziya.
Apê Werxan bi bawerî got: Malbateke binav û deng û xwedî soz in.
Ji nûve Apê Werxan bi dilxweşî palda, dizanî ku hîn yên dilovan, dilzîz û xwedî soz li dunyayê mane.

Bavkalên me berê gotine: ‘‘Yan mêrê baş be, yan bivir û das be, yan bimire ji xwe xilas be”.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev