Dilekî qeşagirtî

Dilekî qeşagirtî

Me ev nivîs ji xwendevanekî malpera me sitendîye û em bi çapkirina nivîsa wî hewil didin helana bidine xort û keçên me yên xwedî şuret û merîfet xwe li nivîsa bi zimanê dayka me, zimanê kurdî bigirin.

Ev xetên jêr ji nameya Mehmet Arslan e, ku ji redaksyonê ra şandîye:

-Ev cara pêşiyê ye ku min dest bi nivîsa kurdî kir. Ji kerema xwe re bi çend gotinan binirxînin. Alîkariya min bikin, ez ê pir kefxweş bibim. 

 

Mehmet Arslan

Zivistan e.
Doraliyên me hemû qeşa girtiye û çemê Muradê di bin qeşayê de hêdî hêdî diherike. Û ez li qeraxê çem runistime, çaviyên çêm dinêrim, ê ku nizanim çend sal berê hatiye çêkirin. Derdor hemû di bin berfê de ye.

Di destekî min de çay û di destê din de cixara min e, ku bi tutina Semsûrê hatiye pêçandin. Qûrtek çay vedixwûm û hilmek li cixara xwe dixim. Bi her hilmeke cixareyê ve derd û kulên hezar salan ber bi ezman ve rê dikim.
Pistî qedandina cixareyê, bayekî hişk li ruyê min dixe û berfa serê çiyayê Kûrtikê kaş dike û wek tovên gênim belavî ser deşta Mûşê dike. Bi bayê ve ez ricifîm û ji cîhê xwe rabûm ber bi qahwexaneyê ve meşiyam.

Çiqas nêzik dibim dengê mûzikê jî ewqas nêzik tê guhên min.
Belê dikevim hundirê qahwexaneyê û xwe davêjim kêleka sobeyê. Gupegupa sobeyê û dengê mûzikê bûne yek û sazbendîyek avakirine. Di nav vî dengî de wenda dibim û dikevim xeyalan.

Ev stran, strana bapîrê min ê rehmetî ye, ê ku ji radyoyek kevnare ji dengê radyoya kurdên Rewanê guhdar dikir.
Û stran berdewam dikir.

“Keçê dînê çiya bilind e, te nabînimmmm”

 

Riataza

 

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev