DENGBÊJÊ DEMÊ ZAROKTÎ Û XORTANIYA ME: MAHMUT KIZIL

DENGBÊJÊ DEMÊ ZAROKTÎ Û XORTANIYA ME: MAHMUT KIZIL

Bayram Ayaz 

Ku ez li demê zaroktî û destpêka xortaniya xwe dizivirim, sê dengbêjên hêla Diyarbekirê têne bîra min. Evana Ayşe Şan, Mahmut Kizil û Huseynê Farê (Tutal) bûn.

 

Dengbêjek jî hebû bandên (şerîtên) wî li Licê herî zêde dihat gohdarî kirin, dengbêjekî Hêneyî bû. Eger ez şaş nebim, navê wî jî Xalitê Şêx bû. Kilamên Xalitê Şêx hemî ser Şerê Şêx Saîdê Pîranê bû. Kilama “Lêxin bavê min o, lêxin! Em eskerê mala Şêx in, Kafir modeliyan di ber xwe de di erdê din, lêxin… Qayişê mawîzeran li xwe badin, lêxin……” wisa qala şerê serhildana 1925an dikir.

 

Li Licê herî zêde ev şerîd dihat gohdarî kirin. Carna digot cendirme hatin, zû teyb digirtin, wê şerîdê jî vedişartin, bandên Eyşe Şanê yê tirkî didan ser. Dawiya salên 1960î plakên Eyşe Şanê, Mahmut Kizil û Huseyin Tutal jî hatin Licê.

 

Yê min Mahmut Kizil bi kilama wî ya ser mirina Dr. Yusuf Azizoglu “Lidero” cara yekem tê bîra min. Roja cenazê Dr. Yusuf Azizoglu ji Ankara anîn Diyarbekirê ez jî li Diyarbekirê bûm. Wê rojê bûbû wekî mahşerê, ji piraniya milet digotin tu derzî bavêjî nakeve erdê.

 

Buhar bû. Mahmut Kizil, yekser li ser mirina Dr. Yusuf Azîzoglu kilamekî lêkiribû. Lîdero, gotinên ku wê demê herî zêde tesîrê li ser min hêla bû, navê herdu kurê wî bûn. Van gotinan tên bîra min: Hey lîdero, Bavê Murad û Firat te ji vê dinyê bar kir, me tenê hêşt… Ji wê kilamê dizanim navê herdu kurê rahmetî Murad û Firat in.

 

Pişt re min wê plaka bicûk li Diyarbekirê kirî. Li Melîk Ahmedê, Balikcilarbaşi, serê kuçeya ku dadiketin Camiya Minareya Carling û Postê, dikaneke biçûk yê plakciyan hebû. Min ji wê derê wê plaka Mahmut Kizil, kilama Dr. Yusuf Azîzoglu kirîbû.

Dema min îro nûçeya mirina Mahmut Kizil xwend ev tişt bi bîra min ketin. Divê em bêjin ku wek dengbêjên hêla Amedê van kesan xizmeta zimanê Kurdî kirin. Li ser jiyana wan nivîs hene. Kilamên wan jî li Youtube û cihên din hene. Çend bandên van her sê dengbêjên me jî li cem min hene.

Piştî vê nivîsê ez ê kilama rehmetî Mahmut Kizil gohdarî bikim.

Serê malbata wî, hemî hezkiroxan û dilsozên ziman û çand û hunera Kurdî sax be.

Cihê rahmetî jî li rêza munewer û xizmetkarên ziman û muzîka Kurdî be.

 

Ji Redaksyona malpera Riataza:

Stiranên Mehmûd Qizil di salên 1970î da bi radyoya Rewanê dihatine belavkirin û ji alîyê bi mîlyonan kurdan da bi dilgermî dihatine begemkirin. Tiştê herî balkêş ew e, ku serok û berpirsyarê giştî yê radyoya Rewanê Xelîlê Çaçan Mûradov ji bo zirar negihîje dengbêjê hezkirî û ji bo guhê kurdan fêrî navê kurdî bibin, navê Mehmûd Qizil kir Mehmûdê Sor. Bi eynî cûreyî navê Aram Mêlîkyan kiribû Aramê Tîgran, Karapêt Xaçatûryan kiribû Karapêtê Xaço û h.w.d.

Desteya rêvebir ya malpera me serxweşîyê dide malbeta Mehmûd Qizil û gelê kurd.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev