Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê -8

Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê -8

Welat Agirî

Bi vekirina deriyê hewşê re, em li hemberê xwe xortekî kurd dibînin. Di nav şalwar û qamîsên beloçan de, xortekî porreş, çavreş, bejnbilind û qeşeng. Ev lawkê çeleng û cindî kurê Serdar Yar e. Ew jî bi zimanê birawî xêrhatinê li me dike.

Li Beloçîstanê pirsîna hal û wext û silav dayîn dirêj dikişîne. Birastî ne bi tenê li Beloçîstanê, di nav peştûnan de jî ev edetê kêfxweşî dayînê heye. Dema du beloç an jî peştûn tên ba hev, pêşiyê li hev hemêz dikin, pişt re destê hev digirin û dest bi pirsîna hal û wext dikin ku ev lê pirsîn çend deqe dikişîne. Em dibînin, ku di vî gundê kurda de, navê gund Mach e, kurdên herêmê gelek tişt ji beloç û peştûnan wergirtine.

Em dikevin hewşeke mezin, hewş bi dîwarên bilind ve hatiye rapêçandin. Ji bilindahiya dîwaran, kes nikare ji derve ve aliyê hundir bibîne. Di hewşê de çend taxim xan û man hene. Zêdebûna xan û mana nîşana qelebalixiya malbatê ye.

Li Beloçîstanê birayên zewicî zûzûka ji hev cihê nabin. Di çand û edetê wan de cihêbûn wek tiştekî ne baş tê qebûlkirin. Heke bav sax be, hemû ferdên malbatê di bin seroktiya bav de, na heke bav ne sax be, di bin seroktiya birayê mezin de, di malekê de heyata xwe didomînin.

Dema em ketin hewşê apê Serdar Yar, kalemêrê şêst-şêst û pênc salî di bin siya darekî de rûniştibû. Em ber bi wî meşiyan. Ew jî rabû ser xwe, ji bo merhebayê destê xwe dirêj kir. Min merheba dayê, piştî destguvaştinê ez hemêz kirim û carke dî destê min guvaşt. Li Beloçîstanê merhebatî an jî silavdayîn bi sê şikl û haweyan e. Destguvaştin, hemêzkirin û dîsa destguvaştin. Piştî kêfxweşî dayînê, got:

De kerem kin, em derbasî malê bin. Ebdirehman got:

Apo, wele zef wextê me nîn e, me go hema em apê Serdar Yar bibînin û vegerin. Bavê min li malê tenê ye û li hêviya me ye.

Em jî li bin darê, li ser kursiyan rûniştin. Pirsa apê Serdar jî wek ya apê Şewket bû:

Birayê min ka bêje rewşa we, rewşa kurda û Kurdistanê çawa ye?

Kurdên Beloçîstanê bi şopandina kanalên kurdî û bikaranîna înternetê, baş dizanin ka rewşa welêt çiye û li Kurdistanê çi diqewime. Lê apê me, dîsa jî dixwest ji kurdekî Kurdistanê bibihîse û hin malûmatan ji derbarî welatê bav û kalan de werbigire.

Apê Serdar Yar, wê rojê gelek bêkêf û aciz bû. Ebdirehman bi îngilizî got:

Sedema aciziya wî birayê wî ye. Ev û birayê xwe bi hev re derbasiyê nakin. Ya rast birayê wî gura wî nake. Li vê herêmê, hemû kurd qedr û qîmetekî mezin didin apê Serdar, lê mixabin birayê wî di riyeke din de dimeşe û li gorî wî ji wî mestir kes nîn e.

Tiştê min ji gotinên Ebdirehman fêm kir; dexesî û çavnebariyek di navbera birayan de hebû. Min got:

Kek Ebdirehman hemû nirx û hebûnên kurda werin asîmîlekirin jî ev çavnebariya wan her zindî ye û berdewam e.

Deh deqe derbas bû-nebû, çaya ma hat ber me. Ew kesê çay anîbû, nedişibiya kurda. Min pirsî ka ev kî ye û ji ku ye. Apê Serdar got:

Erê em, kurd hatine li Beloçîstanê bi cîh û war bûne. Lê belê ez dikarim ji birayê xwe re bêjim ku, kurdên herêmê ji aliyê aboriyê ve ji brawî û beloçan baştir in. Ew kesê ku çay ji me re anî jî birawîyek e. Piraniya kurdên Beloçîstanê xwediyê mal û milk in, feqîr û xizanên me gelek kêm in. Xulam û rêncberên me ji birawî û beloçan in.

Erê li gor gotinên apê Serdar, rewşa kurda ya aborî baş bû. Min go:

Apo piraniya kurdên herêmê bi çi kar û şixulî re mijûl in? Got:

Ew kesine xwediyê erd û axeke mezin in, karê çandiniyê dikin. Û em di herêmê de mîh û bizinan jî xweyî dikin. Lê di van salên dawî de, gelek kurd derbasî Karaçîyê bûne û li wir karê bazirganiyê dikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev