
Gird Elî
27 ê Çileyê, di sala 1945 an de kampa Auschwitz-Birkenau rizgar bû. Nazistan milyonek û sêsedhezar meriv (axilbê wan cihû) li wir kom kiribûn. Ji wan tenê dused hezar sax mabûn, ên din hemî bûbûn qurbanê terora Nazistan. Di sala 2005 an de Yekitîya Miletan (UN) biryar da ku ev roj bibe roja navnetewî ya Qirkirinê (Genocide).
Bêguman, ev keraseteke mezin ya merivatiyê bû. Û taybet jî bi serê Cihûyan de hatibû, ji şeş milyonan zêdetir cihû hatibûn qetilkirin. Lê yê ku ev roj kir ya bîranîna Jenosîdê ya navnetewî û bi dunyayê da qebûlkirin, ne ev welatên Ewropî (ku tenê bi gotinê û wexta li berjewendî û hesabê wan tê humanist in) bûn. Kar û xebateke cihûyan ya bi rêk û pêk bû. Bêşik eviya mafê wan bû jî, neheqîyeke mezin li wan hatibû kirin û divê em jî li gel dunyaya merivhez di vê rojê de vê neheqîyê rûreş û şermezar bikin.
Ji hêlekê ve jî her kes, dîsan li mirîyên xwe digrî û bêguman em divê ên pêşin bin ku li mirîyên xwe bigrîn. Kar û xebateke ku ne mîna ya cihûyan be jî dîsan, divê em dîroka xwe ji bîr nekin û rojene bikin, rojên jenosîdên xwe bi bîr bînin, zindî bihêlin û ji dunyayê re bêjin.
Îro li beramber qamerayên dunyaya bêbext kurd eşkere, li Efrînê û gellek deverên din ên Kurdistanê tên qirkirin û dunya bêdeng e. Em dev ji dunyê berdin, em kurd bêdeng in! Belkî jî yek ji wan sedemên gringtir jî ev e, ku haya me ji dîroka me tuneye. Em rojên qirkirinên xwe bi bîr nahînin.
Em ji bîr dikin ku ev sed sal e, bi aweyekî domdar dijmin me ji du alîyan ve qir dike. Ji yek milyonî zêdetir kurd ji ber tehcîra Îttîhat Terakî mirin. Li Gelîyê Zîlan, li Dêrsimê, Agirî, Diyarbekir bi deh hezaran kurd, zarok, jin, xort, pîr û kal ji alî kemalîstan ve hatin kuştin. Enfal, kuştina 8 hezar barzanîyan û Helepçe. Ev sed sal e, jenosîdeke çandî, tarîxî, ji bo tunekirina mefûma kurd û Kurdistanê, dagirker bi aweyekî sîstematîk li dijî miletê kurd sûc dikin.
Di van rojên bîranîna jenosîdê de, nahlet li van dewletên ku ev sûc kirine û hê jî dikin, bibare.
Bi rêzdarî hemî wan kesên ku ketine ber xedara jenosîdê bi bîr tînim û weke kurdekî hêvîya min ji desthilatên Kurdistanê ew e ku dezgehekê ji bo jenosîdên miletê kurd ava bikin da tenê bi vî karî dakeve û rojên welê bi gotin û beyan bi bîr bîne.
Riataza