CIVAKA KURDAN DI DEWRANA NÛ DA -2

CIVAKA KURDAN DI DEWRANA NÛ DA -2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ” CIVAKA KURDAN DI DEWRANA NÛ DA”. Em vê beşê dikin sê beşan. Em îro beşa duduyan ya vê berhema zanyarî raberî we dikin. Beşa dawî emê di heftêyên pêş me da çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 125

Ji şikberîyê der e, ku kurd di hêla êtnîkîyê da (di dema em li ser disekinin da) hevgirtî bûn. Bingeha wê komplêksa êtno-psîkologî bû, ku li ser yekîtîya axê, xwînî, dîrokî hîmkirî bû. Îdêya azadîya miletîyê her diçe zêde di nav civaka kurdan da rehên kûr davêje û di vî karî da cudatîya zimên, dînî, kûltûrî, sîyasî, sosîal-aborî, debê û yên din dikevine ser plana paşin.

Lê lazim e rewşa civaka kurdan bi tevayî û li her perçeyekî Kurdistanê da di navbera demên herdu şerên hemcihanî da bi kûrayî bê lênihêrandinê. Bêy wê yekê zehmet e serecema pirsa kurdan ya sîyasî di aspêktên wê yên hundurîn û der da bînine ber çavan. Armanca me hînbûna wan pirsan nîne, lê em dixwezin li ser bingehê lêkolînên heyî berê xwe bidine çend pirsgirêkên sereke.

Civaka kurdan di dema navbera herdu şerên hemcihanî da dikarin qîmet bikin wek dema derbazbûna ji rewşa derebegîyê ya klasîk ber bi ya kapîtalîstîyê (bi varyanta Rohilata Nêzîk), ya duduyan – wek destpêka demeke dirêj ya derbazbûna ji cûrê jîyanekê ber bi cûrekî din, ya sisîyan wek dema pêşketina ne gelekî bi lez, ku di rûyê pêwendîyên eşîrtîyê-derebegîyê da şûnda dima, ji ber ku cûrê jîyana aborî û kûltûrî prîmîtîv bû, gelek dereng pêş diket. Ev qîmetkirina tevayî bi wan lêkolînên bi pirsgirêka kurdan ya li her çar perçên Kurdistanê va girêdayî tê testîqkirinê, ku berê hatine nivîsar û niha jî ew kar berdewam e.

Van salên dawî li Kurdistana Tirkîyê ji bo gelê kurd rewşeke pir giran hatîye sazkirin, ku bi tu awahî alî wê yekê nake, ku kurd xwe li riya pêşketina sosîal-aborîyê û kûltûrîyê bigirin. Rehê vê newekehevtîyê gerekê berî gişkî di wan şertên sîyasî da bigerin, ku li situyê kurdên Tirkîyê alandine. Partîya miletçîyên tirkan bi serokatîya pêşengê navdar Mustefa Kemal paşa (Ataturk), ku bi saya serketina şorişa miletîyê-azadîyê hate ser hukum, xwe li riya bi lez nûjenkirina welêt ya kapîtalîstîyê ya bi cûrê Roavayê girt, lê hewil nedida wê sîyasetê li wilayetên welêt yên rohilatê bide derbazkirin, ku kurdên serîhildayî lê diman. Di vî karî da zehmetîyên obêktîv jî rola xwe dilîstin, ji ber ku himberî wilayetên roava welêt, yên nêzîkî Behra Reş û Behra Sipî, ku kapîtalîzm hela di dema sultanan da jî destbi sazkirina bingehên xurt kiribû û cûrê jîyana Roavaya medenî li vira hatibû rikinkirinê, wilayetên rohilatê paşketî bûn. Lê ya sereke ew xêrnexwezîya kemalîstan bû di hindava kurdan da û kar û emelên wan ew bû, ku serhildanên kurdan yên pirjimar ji holê bidine rakirinê (ev yek di salên 20-30î li Anatolîya Rohilatê rewşeke şêr saz dikir û li ser riya jîyana normal dibû asteng), aborî û kûltûra herêmê bidine pêşxistinê, bona nehêlin miletçîtîya kurdan, ku li Tirkîyê her diçû zêde dibû, xurttir be.

Enqere hewil dida çiqas ji dest wê tê ”Rohilat”ê (li Tirkîyê wilayetên rohilatê wisa bi nav dikirin) di nava rewşa gelek sedsalên buhurî da bihêle, herwiha di hêla leşkerî-stratêgî da jî, rê xirabe dihîşt bona xwedêgiravî xweparastina ji ”xetera Sovyetî” û serhildanên kurdan ji sînorên Îranê û Îraqê. Ji Tirkîyê ra dest dida, ku herêma kurd lê diman paşketî bihêle û herwiha ew cûrekî xweparastinê bû dijî xetera hevgirtina Kurdistana perçebûyî.

Bi kurtî, di dema kemalîstan da Kurdistana Tirkîyê wek berê feqîr û belengaz bû, di hêla sosîalîyê-aborîyê û kûltûrîyê da paşketî bû. Lê hinek pêşketinên li wilayetên Rohilatê tesîr li ser civaka kurdan jî dikir, lê dîsa jî ew ji pêşketina tevaya welêt, xwesma herêmên wê yên roavayê û navbendî, gelek şûnda dima.

Meriv dikare gotinên gelek lêkolîner û çavdêran yên derheqa feqîrî û paşketina heralî ya gelê kurd li komara Tirkîyê ya genc da destnîşan bike24. D. S. Zavêrêv rewşa gundîyên Tirkîyê (herwiha gundîyên kurd jî) bi nav kirîye wek ”ji hal ketî”, û sebebê wê ”serhildanên Kurdistanê yên herdemî ne”25. Ji bo îzbatkirina gotinên xwe ewî gelek nimûne dianîn derheqa ferqa di navbera rewşa herêmên kurdan himberî rewşa herêmên welêt yên pêşketî. Anatolîya Rohilatê wek berê herêma gelek şûndamayî bû û piranîya binecîyan li gundan diman. Di nîveka pêşin ya salên 30î da li bajaran ne zêdeyî 10 selefên binecîyan dijîtin26. Bi vî awahî, Kurdistana Tirkîyê herêmeke wisa paşketî bû, ku binecîyên wê civaka sedsalên navîn dianîn bîra merivan.

Ew paşketin him di nav jîyana gundîyan, him jî di nav teşkîlkirina deranîna malhebûna gundîtîyê da xuya dikir. Gorî salixên malhebûna gundîtîyê ya Tirkîyê ya sala 1927an, li Anatolîya Rohilatê li her gundekî bi hesabê orte 23 ”ocax” diman, lê li tevaya Tirkîyê – 43. Û li rohilata welêt di gundekî da 120 meriv dima, lê li tevaya welêt – 223. Li ser her kîlomêtreke çargoşe li rohilatê 11,2 kes diman, lê li tevaya welêt 24 kes. Li rohilatê 3 selefê axê dihate bêcerkirin, lê li tevaya Tirkîyê – 14 selef. Paşê ew reqem hinek zêde bûn, lê ne pir.

Hilbet, ev cûrê tengezarîya gundîyên rohilata Tirkîyê herwiha bi şertên erdnîgarî va jî tê şirovekirinê (warê çiyayî, astengên bona bi karê çandinîyê va mijûl bin û h.w.d.) Lê di eynî wextê da ew yek ji sebebên paşketina jîyana malhebûna gund e. Gorî malûmatîyên hesabkirina statîstîkîyê di nav hemû aletên malhebûna gundîtîyê da makîneyên bêcerkirinê-çandinê serhevdu dikir 1,3 selef. Balkêş e, ku rêxistina Sovyetî ya bazirganîya der Zakgostorgê 123 kotan, 10 aletên gîhadirûnê, du komplêkt tirmix û 21 baweşîngên bona bêderan firotîye Erzurumê27.

Rêwîyê alman Kurt Faber rewşa gundên kurdan di salên 20î da bi awayekî balkêş tîne ber çavan: ”Min îdî gelek caran behsa rewşa ji hal ketî ya gundên Tirkîyê kirîye. Lê ezê çi gotinan bibînim bona rewşa wan kurdan ber we raxim, ku li şikeftên Erzurumê dijîn. Kesên li vir dijîn, ji hemû qewilên jîyanê bê par in… Min di emirê xwe da ewqas merivên, ku hewcê pereyan in ne dîtîye”. Û berdewam dike: ”Dibe Nû pêxember bi xwe li berpala Araratê axa li wir bi eynî tirmixê bêcer kirîye, ku ji çiqilê darê hatîye çêkirin û ancax serê poza xwelîyê dikare biherişîne!.. li vira dîrok çend sedsalan paş ketîye. Ew rewş wê dirêj bikişîne?”28.

Paşketina gundên kurdan yên Tirkîyê di hêla debê û têknologîyê da berî gişkî di rûyê pêwendîyên sosîalîyê yên xirab da bû. Sîstêma derebegîya kurdan ya rasteqîn, ku bingeha wê strûktûra qewimtîyê-eşîrtîyê ye û piranî hasileta heywên der tînin û herdem di nava jîyana koçerîyê da nin, herdem di bin hukumê zordestîya dewleta Tirkîyê ya di hêla sîyasî û aborî da bûye, lê dîsa jî bi jimara xwe va piranîya binecîyên Tirkîya Rohilatê ne29. Derbazbûna ser cûrê jîyanê yê teze, dema deranîna bi cûrê berê ji hev çû, lê pêwendîyên sosîalîyê yên nû hêdî-hêdî pêş diket, di rewşa diltengîyên hundurîn û zêrandina milet ji alîyê desthilatê da, gîhande wê yekê, ku rewşa aborî ya piranîya binecîyên kurd, ku li gundan diman, tam xirab bû û gihîşte dereceya feqîrîyê û belengazîyê.

Strûktûra xwedîmilkîyê û xwelîbêcerkirinê li Kurdistana Tirkîyê, ku di bin destê wan da himberî warên Tirkîyê yên din kêmtir ax hebû, gîhande wê yekê, ku civaka derebegîyê li herêma Asîya Roavayê bere-bere ji holê hate rakirin. Sala 1924an malên, ku kêmî hêktarek erdê wan hebû li wilayeta Bîtlîsê dikir 21 selef, li Trabzonê – 38, li Elazigê – 27, li Erzurumê – 45, li Wanê – 36, li Dîyarbekirê – 17, li Ûrfayê – 18 selef; malhebûnên ji hêktarekê heta 5 hêktar li wilayeta Bîtlîsê 41 selef bû, li Trabzonê – 46, li Elazigê – 45, Li Wanê – 37, Dîyarbekirê – 36, Ûrfayê – 53 selef. Hema li wan wilayetên rohilatê, ku piranî deverên kurdan in, di bin destê derebegan da ji binecîyên zêdetir xwelî hebû, lê li wilayetên welêt yên mayîn ne wisa bû. Derheqa vê yekê da malûmatîyên banka Malhebûna gundîtîyê didin, ka ewê çiqas pere bi deynî daye kîjan wilayetê (opêrasyonên pereyan li van wilayetan himberî navçeyên Tirkîyê yên din, kêmtir bûn)30.

Serekeşîrên kurdan, wek edet, herwiha milkedarên mezin bûn û di bin destê wan da êpêce erd hebû. Wana û yên tirkên wilayetên rohilatê bi nav dikirin derebeg, ango – xwedî milk. Ewana di hêla aborî da xelk dizêrandin û gelek caran erdê xwe û warên çêre bi kirê didan û kirêya xwe bi heywanan hildidan, dibûne xwedî bi deha hezaran mîyan, bi hezaran serî heywanên gir, gelek hespan. Berevkirina bacên dewletê wek di sedsalên navîn da bi destî serekeşîran dihate kirinê û eva yeka zirareke mezin dida binecîyan. Erf û edetên wisa jî ji holê nedihatine rakirinê, dema derebegên kurdan mecbûr dikirin hediyayan bidine giregirên eşîrê (di dema dewatan, şînê û h.w.d.)31.

Wextekê di navbera rohilatzanên welatê me da hucet hebû, ka di dema kemalîstan da li Kurdistana Tirkîyê derebegî çiqasî xurt bû. A. F. Mîllêr (A. Mêlnîk) ew cûrê jîyanê bi nav dikir wek ya nîvderebegîyê, ji ber ku hukumeta kemalîsatn li wilayetên rohilatê rêformên sosîalîyê yên bûrjûazîyê dida derbazkirinê û ew yek gelek hêdî, ne herdem û hindik dikir. Ji bo nimûne, di payîza sala 1929an da hukumetê her tenê 3 selefê temamîya axa welêt ya bêcerkirinê da binecîyan (him yên dewletê, him jî yên ji şexsan kirî). Lê dîsa jî gundîyan wek berê nîvê ekinê sitendî (heta ji sê paran du par jî) wek bac dida milkedaran32. Bacên wisa jî hebûn, ku jê ra digotin murabacalik, lê cûrê kirêkirina diha pêşketî jî hebû, wek kesimlik (xwedîyê axê para xwe bi pereyan distend) û herwiha cûrên din jî hebûn33. P. V. Osêtrov (Îranzan) û P. Kîtaygorodskoy jî hema bêje ser vê bawerîyê bûn.

Eksî wê, rohilatzanên, ku xwe li riya dijî kemalîstan girtibûn, dinivîsandin, ku li Kurdistanê fêodalîzm wek berê tam maye. Xwesma K. G. Vasîlêvskî (V-îy) bawerîyên xwe eşkere dibêje. ”Li wilayetên Kurdistanê yên rohilatê û li çend navçeyên Behra Sipî jîyan ya bi cûrê şivantîyê(!) û derebegîyê ye û malhebûnî sist pêş dikeve”. Li wir ”şêx û derebegên kurdan bi awahê fêodalî gundîyan dizêrînin”. Ew dibêje, ku kemalîst qestbende fêodalî li Kurdistanê ”tam wek xwe” hîştine, lê konsêpsyona kemalîstan ya veguhastinên agrarîyê li Kurdistanê – ”dêmagogî” ye34. K. G.Vasîlêvskî dema taybetmendîyên sîstêma fêodalîyê li Kurdistanê analîz dike, ku di rûyê zêrandina miletîyê ya kurdan û tevbûna împêrîyalîzmê di nav karên wan da hîn zehmettir dibe, û herwiha dema rewşa çînên sereke yên civaka kurdan dide ber çavan, destnîşan dike, ku di van şertan da di hêla pêwendîyên sosîalî-aborî bal kurdên Tirkîyê di dema kemalîstan da tu pêşketin nikaribû hebûya.

Malûmatîyên derheqa rewşa aborî, sîyasî û kûltûrî ya gundên kurdan da, ku lêkolîner anîye, bi tevayî rast in û cîyê bawerîyê ne. Malhebûna gundîtîyê li rohilata Tirkîyê wek berê xwe li riya heywanxwedîkirinê girtibû. Hema bêje nîvê binecîyan heywan xwedî dikirin, bi malûmatîyên cuda-cuda her tenê ji 1,14 heta 2,78 selefê axa li wir dihate bêcerkirin. Li vira ne zêdeyî 1500 makîneyên malhebûna gundîtîyê û weke 130 hezar aletên sade yên bi destan çêkirî hebûn. Bi hesabê orte di her malekê da kêmî dewarekî doşanî hebû35.

Di ser vê yekê da em dikarin zêde bikin, ku heywanxwedîkirin ji bo ebûra piranîya kurdan çareya tekane bû û ew jî her diçû zehmettir dibû. Ji nîveka duduyan ya salên 20î yên sedsala 20an jimara pêz her sal bi 10 selefan va kêmtir dibû (di rûyê telefbûnê, şerê dijî serhildanan, kêmbûna hasildarîya heywan da). Jimara heywanên gir ji sala 1927an heta sala 1932an bi 20 selefan va kêm bû36. Rast e, kemala heywanxwedîkirinê ji bo Kurdistana Tirkîyê himberî perçên din yên Tirkîyê zêdetir bû, lê sala 1927an li her maleke wilayetên rohilatê 12,6 heywan hebûn û li perçên din yên welêt 27,6 heywan hebûn. Sala 1912an li qeza Qersê (wê demê dikete nava Împêratorîya Rûsîyayê) 532,3 hezar serî heywanên gir hebûn, lê sala 1932an – 241 hezar, jimara bizinan ji 88,1 hezaran dakete 54 hezaran, ya hesp û gayan ji 28,6 hezaran dakete 13 hezaran, ya keran ji 9,4 hezaran gihîşte 2 hezaran. Kêmbûna heywan di salên dahatû da jî berdewam bû: ji sala 1941ê heta sala 1943an li 16 wilayetên ”miletîyê” ew dikir 20 selef, lê li tevaya welêt – her tenê 11 selef37.

Di bin destên me da têra xwe malûmatîyên bi îzbat hene him derheqa jîyana fêodalîyê li Kurdistana Tirkîyê di dema em li ser disekinin da, him jî derheqa deb û kûltûra wan ya ser dereceya gelek nimiz da. Em wê jî bêjin, ku malûmatîyên wisa derheqa demên pişt ra jî bal me hene38. Bi kurtî, di salên 20-30î da gundên Kurdistana Tirkîyê di hêla pêşketina sosîalîyê da di nav rewşeke pir xirab da bûn. Gundîyên kurd dest pê kirin guh dane ser wê yekê, ku bi cûrê pêşketî xwelîyê bêcer bikin. Lê dema desthilatê hewil da bi buhayekî erzan 500 aletên nûjen di nav wan da bide belakirin, gundî dij derketin, ji ber ku melleyan gotin, ku ”destê cinan li wan ketîye”, û heta aletên kirî jî hûrxweş kirin39. Rojnameya Tirkîyê ya bi navê ”Akşam” di hejmara xwe ya 19ê îlonê sala 1925an da dinivîse: ”Gundîyên di bin destê derebegan da xwedî tu mafî nînin. Lê eger em behsa wezîfeyên wan bikin, ew ha ye: ”ewqas kar bikin, heta dimirin”. Û rewşa wan ya belengaz wana digihîne dereca qûltîyê”40. Piştî şeş salan rojnameya ”Milliyet” nivîsî, ku li Dêrsimê (Tuncelîyê) mirîd ”di bin destê serekeşîrên xwe da di nava halê qûltîyê da nin”41.

Gerekê destnîşan bikin, ku çapemenîya Tirkîyê ya mêlgira hukumetê (li Tirkîya kemalîstîyê çapemenîyeke din ji xwe tunebû jî) carna qestbende bûyer zêde nîşan dida, bona sîyaseta şovînîstîyê ya di hindava kurdan da wek mîsyona medenî bide xuyakirin. Xên ji wê, di rûyê kêmanîyên di nava statîstîkîyê da, herwiha daxwaza kurdan, ku xwe ji bacdayînê bidine alîyekî, dibe jimara heywan hinekî hatibe kêmkirin. Lê ew rastîyê venaşêre, û rastî ew e, ku aborîya gundên kurdan yên Tirkîya Rohilatê di dema hişkîyê, ango dema şilî ne dibarî (ew yek xwesma di salên 1923-1924an zêde bû), zirareke mezin da herêmê42.

Paşketina malhebûna gundîtîyê li Kurdistana Tirkîyê di dema kemalîstan da43 tevaya dîdema sosîal-aborî û kûltûrî ya paşketî dianî ber çavan. Bajar, senayî, sinetkarî, karê fînansî-bankan, rê, pevgirêdan wek berê di rewşeke xirab da bûn. Hemû karxaneyên senayê bi awahê kevinare kar dikirin, di her karxaneyekê da bi hesabê orte 3 kes kar dikirin44. Gorî malûmatîyên dawîya salên 30î, ji 72 stasyonên êlêktrîkîyê yên welêt, ku êlêktrîk didan karxaneyên senayê, li wilayetên rohilatê tenê yek hebû, ew jî zoraya wê ne pir xurt bû (ew li Bîtlîsê bû). Ji 187 stasyonên êlêktrîkîyê, ku bona ronahîkirina bajaran kar dikirin, li wilayetên rohilatê her tenê 14 kar dikirin. Hemû stasyonên êlêktrîkîyê yên herêmê 4 mîlyon kîlovat ênêrgîya didan (himberî tevaya Tirkîyê ew dikir 2 selef) û her tenê 10 528 abone hebûn (3,4 selef).

Înfrastrûktûra herêma rohilatê jî pir paş diket. Di destpêka salên 40î da ji 7410 kîlomêtr rêyên hesinî li wilayetên rohilatê her tenê weke 800 kîlomêtr bûn. Eger em bêne ser rêyên sade, em dikarin bêjin, ku li wilayetên rohilatê 55 selefên wan neasfalkirî bûn, 26 selef xirab asfalkirî bûn û tenê 19 selef di rewşeke baş da bûn (ew 9,6 selefê tevaya rêyên welêt bûn).

Him bazirganîya hundur, him jî ya der di rewşeke gelek xirab da bû. Sala 1927an li wilayetên Qersê û Erzurumê pereyên, ku kiribûne nava karê bazirganîyê dikir 1,6 mîlyon lîra. Kirîn û firotana tevayî ya wilayetên rohilatê di nava karê bazirganîya der ya Tirkîyê da di sala 1930î da dikir 5,6 û 5,8 selef, sala 1933an – 7,4 û 4,7 selef, sala 1937an – 1,7 û 0,9 selef, sala 1940î – 0,2 û 0,04 selef.

Rewşa sosîalî jî ser dereceyek gelek nimiz bû. Di salên 1931-1932an da li wilayetên rohilatê kesên xwedî kar bi selefan ha bûn: 94 selef xwelîbêcerkir, selefek pale û sinetkar, ewqas jî bazirgan, 0,5 selef karmend, 0,3 selef – pêşekên azad, 2 selef – leşker45. Dewsa sendîqeyan li vir beşên wan hebûn46. Her tenê 7 selefê kapîtala tomerî ya li koopêratîvên tevaya Tirkîyîê hatibûne bicîkirinê, para van wilayetan diket. Li wilayeta Qersê tenê 2 koopêratîv hebûn, lê li Trabzonê – 9.

(dûmayîk di heftêya pêş me da)

Riataza

24 Derheqa pêwendîyên sosîal-aborîyê bal kurdan di monografîya A. M. Mêntêşaşvîlî da – ”Kurd. Nivîsên derheqa pêwendîyên civakî-aborî, kûltûrî û debê” da hatine ronîkirin (M., 1984), herwiha di pirtûka V. P. Nîkîtîn – ”Kurd” da jî. Lê li van û çend lêkolînên êtnologîyê yên derheqa kurdan da, ku piranî li Roavayê derketine, di dema em li ser disekinin da tu malûmatîyên giranbuha tunene, û emê hewil bidin ji vir şûnda wî karî bi xwe bikin. Emê wî karî nikaribin serketî bikin, ji ber ku çavkanî û nivîsên derheqa wê pirsê da kêm in û di wan da gelek nerastî hene.

25 Zavrîêv D. S. Aborîya Tirkîya nûjen. Tîflîs, 1934, rûpel 35.

26 Zavrîêv D. S. Anatolîya Rohilatê, rûpel 28.

27 Zavrîêv D. S. Derheqa dîroka nûjen da, rûpel 185, 188.

28 Faber Kurt. Bi rêyên nebîrkirî yên Rohilatê. M-L., 1931, rûpel 50, 51, 53.

29 Bi hûrgilî binihêre: Nîkîtîn V. Kurd. Serên 3, 6; Mêntêşaşvîlî A. M. Kurd, beş 3.

30 Zavrîêv D. S. Derheqa dîroka nû da, rûpel 209-211.

31 Zavrîêv D. S. Anatolîya Rohilatê, rûpel 95.

32 Mêlnîk A. Krîza aborî li Tirkîyê. – Kovara Jîyana navnetewî, 1930, hejmar 1, rûpel 43.

33 Zavrîêv D. S. Derheqa dîroka nû da, rûpel 211.

34 V-îy. Dijî konsêpsyonên oportûnîstên rastê di qeydê agrarîyê da li Tirkîyê. – AP. 1930, pirtûk 4-5, rûpel 76-77; pirtûk 6-7, rûpel 40.

35 V-îy. Derheqa pêwendîyên agrarîyê li Kurdistanê. Analîza derebeglikîya kurdan. – AP, 1932, pirtûk 1-2, rûpel 115-116, 124.

36 Zavrîêv D. S. Anatolîya Rohilatê, rûpel 99.

37 Zavrîêv D. S. Derheqa dîroka nû da, rûpel 222-224.

38 Mêntêşaşvîlî A. M. Kurd, rûpel 140-141; Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê di dema here nû da. Yêrêvan, 1990, rûpel 229-230.

39 Minawer. Gera li Kurdistanê. – Li ser sînorê Rohilatê. 1928, hejmar 3-4, rûpel 201.

40 V-îy. Derheqa pêwendîyên agrarîyê li Kurdistanê, rûpel 124.

41 V-îy. Naveroka mêtodên fêodalîyê û nîvfêodalîyê, rûpel 56.

42 Zavrîêv D. S. Anatolîya Rohilatê, rûpel 95; eynî kes Derheqa dîroka nû da, rûpel 147.

43 Lêkolînerekî alman digot, ku li Kurdistana Tirkîyê ”şertên miletîyê bona pêşxistina malhebûna gundîtîyê ne asteng bûn”, lema jî desthilata Tirkîyê zêde guh ne dida ser miletên kêmjimar yên welêt. (Bîblîografîya Rohilatê. Çap 1, L., 1932, rûpel 74).

44 Zavrîêv D. S. Anatolîya Rohilatê, rûpel 118.

45 Zavrîêv D. S. Derheqa dîroka nû da, rûpel 254-256, 260, 269.

46 Minawer. Li Kurdistanê, rûpel 203.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev