Zerdeşt Pêxember û Nietzsche

Zerdeşt Pêxember û Nietzsche

Ali Gurdilî

Zerdeşt Pêxember ku wekî Zarathustra jî tê nasîn, B.Z. di Sedsala 6an de (beriya îslamê) zerdeştiyê damezrandiye. Ramana cezakirina bêdawî ya li gor tevgerîna mirovî, cara yekemîn ewî aniye zimên.

 

Nietzsche ramanên xwe yên dijberê xiristiyaniyê, ji devê wî gotiye. Dîsa Nietzsche ji bo şirovekirina (ravekirina) ramana xwe ya mirina Xwedê û di civakê de bivênevêtiya pevçûnan (nakokiyan), serî li ramanên Zarathusa daye. Dema ku kitêba Nietzsche ya ‘Zerdeşt Wiha Ferman Kir, Ainsi parlait Zarathoustra, Also sprach Zarathustra’ (1891) weşiyaye, ew hê çil salî bûye. Niha weke yek ji wan şaheserên edebiyata cihanê, tê dîtin.

 

Kitêb ji çar cildan pêk tê û di vê berhemê de Nietzsche, xet û wesfên felsefeya xwe aniye zimên. Ji hêla rist, lewn, ehlaq û psîkolojiyê ve berhemeke gelekî wêrek e. Di berhemê de, ramana ‘Mirovê Bilind, Mirovê Raser’ hatiye vegotin. 

 

Çavkanî: Çend Fragmentên Felsefî – Ali Gurdilî

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev