Serpêhatiya Îsmaîlê Êzîdî li Swêdê

Serpêhatiya Îsmaîlê Êzîdî li Swêdê

 Rohat Alakom, nivîskar/lêkolîner

 

Nivîskarên swêdî Mons Kallentoft û Markus Lutteman bi hevra heta niha di Rêza Herkules de (Herkulesserien) çar roman nivîsîne.[1] Herdu nivîskar li welatên biyanî jî hatine nasîn. Mons Kallentoft bi serê 15 romanên din dîsa nivîsîne. Berhemên wî bi qasî sî zimanên din derketine. Yek ji wan romanan ku van herdu nivîskarên swêdî bi hevra nivîsîne gelek balkêş e. Ev romana bi navê Leon di sala 2015an de derketiye. Di vê romanê de xorteki kurd tê kuştin. Lê belê polês nizane kujer (qatil) kî ye. Zack Herry û Deniz Akın wek du dedektîf (kriminalinspektör) gelek hewl didin bona ku kujer bigrin. Çawa em ê li jêr j bibînin Deniz jî bi koka xwe kurd e. Ew berî salan ligel birayê xwe Serkewt hatiye Swêdê û paşê bûye polês/dedektîf. Dema hatina Swêdê Deniz û Serkewt herdu jî zarok bûne. Deniz piştî perwerdeya polisiyê dibe polês. Paşê wek dedektîf kar dike.

Carekê kesekî bi navê Lars Albinsson li taxa Stockholmê ya bi navê Stocklundê drönare (teyareke bêkes) difirîne û wextê xwe pê derbas dike. Ev balafira wî bi kamera bûye û karibûye ji jor wêneyan bikşîne û tavilê bişîne jêr bona Lars Albinsson. Demekê balafir tê li jora kulek yan jî dûkêşeke birca fabrîqeyeke çîmentoyê ku niha kar nake, digere. Wêneyên ku ji jor tên jêrê nîşan didin ku li serê vê birca 40 metroyî dirêj bedena kesekî wek mirovan heye. Demsal zivistan e. Bedena wî kesî li serê bircê wisa bi girêdayî cemidî maye.[2] Lars Albinsson ecêbmayî dimîne, hişê wî disekine. Paşê polês ji vê bûyerê agahdar dibe. Dedektîfên bi navê Zack û Deniz berbi vî alî tên şandin. Dema Zack bîst metro hildikişe bircê, disekine nefesekê hildide. Kingê li jêr mêze dike hevala xwe ya kar Denizê dibîne. Wê demê zarokatiya Denizê tê bîra vî polêsê swêdî. Denizê jî berî salan di 12 saliya xwe de birayê xwe yê pênc salî daye pişta xwe û berê xwe daye Ewrûpayê. Zack hemû van êş û kederan wek nîşana qedera kurdan dinirxîne. Ew dighêje serê bircê û destê xwe davêje nigên vî lawikî ku cemidî ye. Mirovahî di vî beşê romanê de ber wêranbûnê ye: “Mirov xwe di pirtûkeke çîrokan de wek li welatê xirabiyê de digere, hîs dike. Gewr û sar. Û wek birceke ku sîya xwe davêje ser hemû başiya mirovahiyî”.[3] Zack berê xwe dide Îsmaîl û difikire. Em van gotinên dilovan ku di hişê vî polêsî re derbas dibin di romanê de dibînin: “Niha ez li vir bal te me/Tu niha ne zêde tenê yî”.[4] Di van salan de çend xortên din dîsa bêser û berate li Swêdê winda dibin. Ev pirsa yek ji wan xalên rojeva Swêdê pêk tîne.

Paşê em fêr dibin ku ev xortê ku hatiye kuştin kurdekî êzîdî ye û navê wî Îsmaîl Dakhil e. Îsmaîl ligel çar zarokên din ji Kurdistana Başûr direve tê Îtalyayê. Ew paşê berê xwe didin Bakûrê, Îsmaîl tê derdikeve Swêdê. Ji ber ku ew bê dê û bê bav tenê hatiye, ew zarok çapemeniya swêdî de bi navê “Zarokê tenêhatî” (Ensamkommande barn) hatiye nasîn.[5] Îsmaîl carekê ji aliyê kesên ku zarokan difroşin ji kampa peneberan bi texsîyekê tê revandin. Demekê texî li îstasyonekê disekine bona benzînê hilde. Îsmaîlê ku li paş texsiyê de hatiye veşartin fesalekê dibîne, ji wir derdikeve û direve nav daristanê. Ji destê van zarokfiroşan xelas dibe. Paşê çawa dibe demekê şunda Îsmaîl vê carê ji aliyê kujerê xwe de tê xapandin. Dema ev kesa rojekê bi torbekî xwarinê ji dikanekê derdikeve dibîne ku Îsmaîl li pêşiya dikanê parsekiyê dike. Ew kes sêvekê dide Îsmaîl. Ligel hev dipeyîvin. Ew bi fend û fêlan Îsmaîl dixapîne. Dema kujer fêr dibe ku Îsmaîl reviyaye û kesekî lê bigere jî tune ye, kêfa wî zêdetir tê.[6] Polês bi alîkariya qeydkirina telefon û kamerayên çavdêrîkirinê karên xwe zêdetir tîr dikin.

Dedektîfên bi navê Zack û Deniz li pey şopa kujer/kujeran dikevin. Ev dedektîf bi pirs û pirsiyar ew fêr dibin ku jineke bi navê Margeretta Svensson vî xortî nas dike. Ew diçin taxa Upplands Väsby wê kampa ku ev xortê penaber lê maye. Dema polês wêneyê vî xortî nîşanî vê xanimê dide, ew xanima tavilê wî nas dike. Dîyar dike ku navê vî xortî Îsmaîl Dakhil e, ji Bakûra Iraqê wek penaber hatiye Swêdê. Angorî Margeretta Svensson, Sazgeha Koçberan destûra mayîn û karkirina li Swêdê nedaye Îsmaîl. Ji ber vê gelek tişt tên serê wî. Îsmaîl perîşan dibe û nizane çi bike. Êdî şopa xwe winda dike. Xortekî hurmetkar û zêndar bûye. Gelek zû ziman fêr bûye. Paşê Margeretta Svensson dîyar dike ku Îsmaîl kurdekî êzîdî ye ku kujerên fanatîkên îslamî berê xwe dane wan û ew qirkirine. Ev gotinan qirkirina kurdên êzîdî li bajarê Musilê tîne bîra me. Bav li ber çavên wî bi palayekê hatiye kuştin û dîya wî bûye hedefê êrişên cinsî. Di romanê de qala “Cîhad el-Nikah” tê kirin. Di şer de gelek jin dibin koleyê cîhadîstan.[7] Dema qala êrişên li hemberî dayîka Îsmaîl tê kirin, Deniz di cîhê xwe de sar dibe dicemide. Bi peyvekê dîtina xwe tîne zimîn, ew dibêje ku ev yeka “Tolhildan” e. Navê dayîka Îsmaîl di romanê de nayê dayîn. Mînakên wek dayîka Îsmaîl ya bênav û Yasmîna hevala Denizê ku li Kurdistanê bûye goriya êrişên birayên xwe wek tabloyên xofdar xwendevanan gelek diêşînin.

Carekê perçeyekî vîdyoyê dikeve destê polês. Fîlm ji aliyê kesekî bi navê Leo hatiye şandin. Leo di zimanê latînî de tê wateya şêr. Navê romanê Leon ji vê gotinê peyda bûye. Divê xwendevan vê peyvê di bîra xwe de baş qeyd bike. Çawa em ê li jêr jî bibînin kesekî ku postê şêr xwe dike tirs, xof û wehşeteke mezin dibarîne. Îsmaîlê kurd jî dibe hedefê zilma wî. Çawa em ji romanê fêr dibin herdu nivîskaran ji mîtolojiya yunanî gelek îlham wergirtine. Motîfa şêr di romanê de dibe mijareke bingehîn, bi taybetî jî motîfa Şêrê Nemeayê.[8] Di vî fîlmê vîdyoyê de ku dikeve destê polês Îsmaîl di qefesekê de girtî xuya dike. Ev qefesa di cîhekî binê erdê de hatiye çêkirin. Mirov dibîne ku gelek ezîyet li vî lawikê kurd hatiye kirin. Kuştina Îsmaîl gelek bi plankirî pêk hatiye kirin. Herderê wî bi pencên şêr birîndar bûye. Di vê demê de qasî heyşt zarokên din jî wiha winda bûne. Paşê polês fêr dibe ku kesên ji Romanyayê bi karên bi firotina zarokên penaber mijûl dibin. Polês li pey wan dikeve. Yek ji wan Emilian Petrescu ji aliyê Deniz de tê kuştin.[9] Yekî din tê girtin. Ew kesê girtî ji polês re dibêje ku jineke bi navê Jeanette Vrejnes ku di kampa zarokên tenêhatî de kar dike zarok firotine tucarên zarokan, serê her zarokekî sed hezar kron xistiye berîka xwe. Serpêhatiya vê jinikê bûyereke ku berî sed salan di dîroka Swêdê de pêk hatiye tîne bîra me.[10] Ev zarokê kurd ku ji ber zilma Işîd (Daeş) reviyaye hatiye Swêdê û li vir jî rehetî nedîtiye, paşê hatiye kuştin. Di vê navberê de zarokekî din bi navê Albert jî winda dibe. Polêsê swêdî seferber dibe bona kujerê Îsmaîl û Albert bigrin. Gelek dilezînin û li hemberî wext şer dikin. Dema lêkolerên polês rûdinên vî fîlmî analîz dikin, tên ser wê fikrê ku ew kesê ku di fîlm de xuya dike naşibîne kesên ji Romanyayê, wan kesên ku polês şikê dibe ser. Zêdetir ev dîtina derdikeve pêş: “Şêrê zerîn zarokê reşîn dikuje”. Derdikeve holê ku navê wî kujerî Gustaf Johansson e. Ev kes, kujerê Îsmaîl e. Lê belê Îsmaîl qasî Albert wiha bi şans nîn bûye. Albert di vê pevçûnê de tê xelas kirin. Gelek ditirse. Ji devê Albert ev peyvan derdikevin: “Ez ê bimrim”. Polêsê dedektîf Zack dibêje “Na, tu ê herî li bal dê û bavê xwe”.[11] Kujer Gustaf Johansson çawa dibe wiha bi hovane ev lawikê kurd kuştiye? Bersîva vê pirsê dikare bê niqaş kirin. Bersîveke aqilane di cîhekî romanê de Tommy Östman dide: “Kesê ku ji dil hatiye birîndar kirin, ew dixwaze niha dilê kesê din birîndar bike”.[12] Ew kesekî bêkar bûye. Eger karê kesekî tune be wê demê ew dikare têkeve rêyeke şaş û ji xwe re “karekî din” bibîne. Bi kurtî kesê zordestî dîtine niha dixwazin zordestiyê li kesên din bikin. Ew kesê ku di romanê de wek kujer xuya dike û ketiye dilqê şêr niha dixwaze nîşan bide ku ew kesekî neşikestî ye û kes bi wî nikare. Ji ber vê jî ew tenê bi vê yekê ve jî têr nabe. Ew dixwaze kesên din jî vê yekê bibînin. Ji ber vê ew bi kêfxweşî fîlmê xwe dikşîne wek klîpeke vîdyoyê kes û dezgehan re dişîne.

Di dawiya romanê kesekî ku postê şêran xwe kiriye û ketiye dilqê şêran ji aliyê dedektîf Zack de tê kuştin. Ew kes kujerê Îsmaîl e. Ev yeka bêguman kêfa xwendevanan tîne. Di vî şerê li hemberî kujer de Zack qehremanîke bêhempa nîşan dide. Di beşeke dawî de Zack bi vî kesî re cengekî mezin dike. Zack birîndar jî dibe lê belê dev ji tekoşîna xwe bernade. Di dawiyê de zora vî cenawarî tîne, wî dikuje. Ew zarokê bi navê Albert jî tê xelas kirin. Di vê navberê de Zack gazî Îsmaîl û hevalê xwe yê mirî Niklas dike: “Îsmaîl û Niklas, min kujerê wek kuşt. Min ev yek anî cîh”. Bi rastî Zack mêranî û cesaretekî mezin nîşan dide. Di dawiya romanê di rûpelekî vala de em tenê van gotinan dibînin: “Hemû qehreman ji nav trajediyan derdikevin”. Di destpêka romanê de jî çarikek heye ku qala qehremanan dike, besnê wan dide. Ji ber qehremanî û jêhatîbûna Zack û Denizê ev roman ligel sê romanên din di Rêza Herkules (Herkulesserien) de hatine weşandin. Di dema zarokatiyê de gelek tişt hatine serê Zack û Denizê. Jîyana herduyan jî qet baş derbas nebûye, Mirov lehengiya (qehremanî) wan nikara tam di nav lehengiya klasîk de cîwar bike. Mirov dikare wan wek antî-leheng jî bihesibîne ku tevî kêmasiyên xwe heyraniyeke mezin li bal xwendevanan peyda dikin.

Kuştina Îsmaîl herwiha wê dedektîfa swêdî-kurd Denizê jî diêşîne. Dema Deniz vê bûyerê fêr dibe gelek li ber xwe dikeve. Zivistanên Kurdistanê tên ber çavên wê. Berf çawa di carekê de dikeve erdê, rê çawa bi mehan tên girtinê, wê çawa li Kurdistanê berf li ser xaniyan paqij kiriye bona mala wan di nav dilopan de nemîne. Gelek zehmetiyên din jî ku Denizê kişandine yek bi yek wek şêrîtekî fîlman li ber çavên wê re derbas dibin. Paşê ew birayê xwe Serkewt bi bîr tîne: “Belkî Serkewt jî miriye. Belkî kuştin/mirina wî jî wek ya Îsmaîl bişîdet bûye”.[13] Serpêhatiya birayê Denizê yê bi navê Serkewt di romanê de wek li vir jî xuya dibe li nik serpêhatiya Îsmaîl bi paralel dimeşe. Jîyana zarok û xortan di derdikeve pêş. Di vê romana bi navê Leon de wek xwendevan li jor jî dibîne rewşa kurdên êzîdî û koçberiya wan a berbi Swêdê bûye mijareke balkêş.

Deniz di romana yekem a vê rêzeromanan de carekê serpêhatiya xwe, reva xwe ya ji Kurdistanê hevkarê xwe Zack re vedibêje. Piştî bûyerên nebaş rojekê Deniz birayê xwe yê pênc salî dide pişta xwe û berê xwe dide Ewrûpayê. Li serê çîyan re derbas dibin. Dengê guran dibihîsin, dikevine şkeftekê, xwe vedişêrin. Wê xwestiye birayê xwe jî xelas bike. Di nav Tirkiyê re derbas dibin û tên ser sînorê Yunanîstan. Gelek tişt di vê rêwitiyê de ji serê wan re derbas dibin.[14] Mirov ji navê Denîzê fam dike ku ev keça kurd ji cîhekî Kurdistana Tirkiyê tê. Deniz di kurdî de tê wateya derya yan jî zerya. Di nav gotinên Denizê de hin tişt hene ku xwendevanan dibe salên 1970yî. Salên berî ku Deniz hatiye dinê. Di van salan de komeke nijadperestên tirk ku bi navê Gurên Gewr hatine nasîn gelek caran êrişan dibin ser kurdan û komên din yên pêşketî û ronakbîr. Em di vê romanê de fêr dibin ku kalkê Denizê ji aliyê van hêzên tarî û êrişkar de hatiye kuştin. Deniz dîyar dike ku kalkê wê kesekî welatparêz, tekoşerê azadiyê bûye.[15] Denizê gelek hewl daye bona ku di nav civata swêdî de cîhê xwe bigre, di karê xwe de keseke serketî û jêhatî ye.[16] Ew kurmancî zane, swêdî û îngîlîzî fêr bûye. Porê wê yê reş û dirêj, birûyên wê balê dikşîne: “Koka wê ya kurd bi vekirî xuya dike, lê belê serpêhatiya wê na”.[17] Yek ji wan nivîskarên romanê Markus Lutteman di hevpeyvînekê de Denizê wiha dide nasîn: “Hertim dixwaze bibe keseke here baş û hewaseke wê ya mezin heye bona heyfa xwe derxe, awayek tipa Zlatan e (fotbolîstê swêdî yê navdar, R.A)”.[18] Deniz wek polês û dedektîf keseke gelek gelek jîr e.

Deniz li taxeke Stockholmê bi navê Fruängen bi serê xwe dimîne. Taxeke ku piraniya kolan û kuçeyên wê navên jinên navdar li xwe kirine. Deniz dema li Kurdistanê maye bûye şahidê zilma mêran. Ew bi çavên xwe dibîne wekî keçeke hevala wê ya here baş bi navê Yasmîna çawa bi hovane tê kuştin. Sedem jî keçikê nexwestiye bi kuzenekî xwe yê bîst salî re mêr bike. Vê bûyerê gelek Deniz êşandiye. Ji ber vê Serkewtê birayê xwe hildaye berê xwe daye Ewrûpayê. Wê xwestiye dema Serkewtê birayê mezin bû wek van xortan bila ew jî nebe dijminên xwîşkên xwe. Tiştekî balkêş jî ev bûyera kuştina Yasmîna di herçar romanên vê rêzê de jî derdikeve pêşberî xwendevanan.[19] Belkî ji ber vê yekê Deniz ji mêran hinekî bi dûr dikeve, xwe nêzî jinan dike. Deniz heyraniya xwe ya hemberî jinan venaşêre. Qutiya dilê xwe tenê ji hemcinsên xwe, keç û jinan re vedike. Wek mînak polêseke bi navê Cornelia carcar tê ber çavên Denizê.[20] Di romana bi navê Bambi de jî em dixwînin ku Deniz û Sandra Sjöholm di nav nivînekê de bi hev şa dibin. Sandra Sjöholm jî polês e, bi zerînî û bedewiya xwe balê dikşîne.[21] Deniz êdî sî û pênc salî ye. Li jora milê rastê yê Denizê deqek bala Zack dikşîne. Deq teyrekî berate nîşan dide ku li ser pêleke bilind re difire. Jîyana Denizê, hewldayîn û tekoşîna wê ya li Swêdê di herçar romanên bi navên Zack, Leon, Bambi û Heroine de her berdewam e. Eger mirov agahiyên di van herçar romanan de hene bi metodeke danberhevî rûberî hev bike ez bawer im ku portreyeke Denizê ya gelek rengîn dikare derkeve holê. Lêkolîneke vî awayî bêgûman dikare bona niqaşên di derbarê jinan de jî gelek alîkar û rênîşandar be.

Carekê dema Deniz 15 salî û Serkewt 8 salî bûye li Swêdê bûyerek tê serê wan. Deniz dinêre rojeke zivistanê çar zarok Serkewt hildidin bin xwe û lêdixin. Dema Deniz vê yekê dibîne zarkokekî digre çawa dike milê wî dişkêne. Piştî vê bûyerê dezgehên fermî biryar digrin wekî Deniz û birayê wê Serkewt ji hev cihê bijîn. Deniz paşê tê ser wê ramanê ku çi cîh dibe bila bibe ha Swêd ha Kurdistan kesên hêzdar çi bixwazin dikin. Angorî Denizê mirov dêvla rûnê û gazinan bike divê tiştekî pêk bîne.[22] Deniz êdî nizane Serkewt niha li kîderê ye. Gelek caran wêneyê Serkewt tê ber çavên wê û difikire gelo ew heye tune ye, miriye dijî. Yan jî gelo wek hin kesên din çûye Suriyê, tevî komên Îslamî bûye.[23] Dema mirov serpêhatiya Deniz, birayê wê Serkewt û serpêhatiya Îsmaîl tîne bal hev mirov dibîne ku jîyana van hersê kurdan, tiştên ku hatine serê wan û nasên wan gelek nêzî hev in. Jîyana wan hemûyan nerehet bûye. Van hersê kesan jî jîyana xwe li Swêdê bi êş û keder derbas kirine. Îsmaîl miriye, Serkewt winda bûye û Deniz jî hertim bi bîranînên xwe yên reş û tarî ve dijî. Ew jî nerehet e. Mirov dikare Denizê wek lehengeke xembar, dilsotîner bihesibîne. Bi kurtî jîyan bona beşek koçber û penaberên kurd bûye tofan, hemû zilma xwe di ser wan de reşandiye, bi salan kesayetiya wan peritandiye.[24]

Riataza

[1] Mons Kallentoft & Markus Lutteman, Zack, 2014. Mons Kallentoft & Markus Lutteman. Leon, 2015. Mons Kallentoft & Markus Lutteman, Bambi, 2016. Mons Kallentoft & Markus Lutteman, Heroine, 2017.

[2] Mons Kallentoft & Markus Lutteman, Leon, 2015, rûp.28

[3] Mons Kallentoft & Markus Lutteman, Leon, rûp.33.

[4] Mons Kallentoft & Markus Lutteman,  Leon, rûp.38.

[5] Sala 2015an dema ku roman hatiye weşandin bi deh hezaran zarokên tenêhatî (bê dê û bê bav) berê xwe dane Swêdê. Di sala 2015an de hejmara wan gihîştiye qasî 35 hezaran. Îsmaîlê kurd belkî yek ji van bûye.

[6] Mons Kallentoft & Markus Lutteman,  Leon, rûp. 326, 330-331.

[7] Mons Kallentoft & Markus Lutteman. Leon, rûp.65.

[8] Angorî mîtolojiya yunanî Şêrê Nemeayê li Nemeayê li Nîvgrava Morayê maye. Ji ber vî cîhê ev nav lê kirine. Angorî mîtolojiyê dema şêr li hîvê bûye êdî pîr dibe û xweyikirina wî jî zehmet dibe. Şêr davêjin jêrê, ew dikeve Nemeayê. Şêr dest pê dike vê carê şêniyê herêmê ditirsîne. Bona ku mirov jê xelas bibe divê mirov rû bi rû bi wî re şer bike, wî bifetisîne. Tu çek û sîlah li hemberî şêr kar nakin. Postê şêr wek zirx (panzer) bûye tu tiştî nikaribûye qûl bike, biqelêşîne. Tenê Herekles (Di mîtolojiya romayî de Herukles, Herkul) bi hembez û bi destên xwe zora wî biriye, ew şêr fetisandiye. Angorî mîtolojiyê qral 12 karên mezin dane Herekles bona ku wan pêk bîne. Karê pêşin jî kuştina Şêrê Nemeayê ye ku di şkeftekê de dimîne. Ew şêr dikuje. Tenê karibûye bi penceyên şêr wî post bike. Herekles paşê tîne vî postî li xwe dike, ew jî wek şêr wisa xurt dibe. Ji ber vê jî Herekles bûye kesekî neşkestbar, tu kesî pê nikaribûye.

[9] Mons Kallentoft & Markus Lutteman. Leon, rûp.218.

[10] Hon mördade åtta barn-dränkte dem i tvättbaljan, Metro, 14/7 2017. Angorî nûçeyên berî sed salî jineke bi navê Hilda Nilsson ku bi xweyikirina zarokên hewcedarî parastinê ne mijûl bûye û meaşê xwe ji dewletê wergirtiye piştî demekê ev zarok di teşta şûştina kincan de xeniqandiye, kuştiye. Di van salan de gelek “zarokên nexwestî” û ji der zewacê hatine dinê hebûne, dewlet li wan xweyî derketiye. Vê jinikê di navbera salên 1915 û 1917an de heyşt zarokên piçûk kuştine. Navên van jinan änglamakerska derketiye. Wan zarok kirine “ängel” (melek) ango kuştine. Paşê cezayê mirinê ji Hilda Nilsson re hatiye birîn, lê belê ev biryar tu wext nehatiye cîh. Ev jinika bi navê Hilda Nilsson di sala 1917an de di girtîgehê de mirî hatiye dîtin. Wisa xuya dibe ku xwe darda kiriye. Dema em bûyerên ku di romanê de derbas dibin û vê bûyera berî sed salî pêkhatî didin hemberî hev em dibînin ku herdu bûyer gelek dişibin hev. Di van herdu bûyeran de jî 8 zarok bûne êrişên mezinan/berpirsan. Vê jinika bi navê Hilda Nilsson jî wek di romana Leon de serê her zarokê bi pereyên îro ve qasî 100 hezar kron qezenc kiriye. Belkî jî nivîskarên romanê serpêhatiya Hilda Nilssonê ya berî sed salî zanibûne û jê sûd wergirtine.

[11] Mons Kallentoft & Markus Lutteman. Leon, 2015, rûp.360.

[12] Mons Kallentoft & Markus Lutteman. Leon, rûp.142.

[13] Mons Kallentoft & Markus Lutteman. Leon, rûp.68.

[14] Mons Kallentoft & Markus Lutteman, Zack, 2014, rûp.30-31.

[15] Mons Kallentoft & Markus Lutteman, Zack, rûp.211.

[16] Mons Kallentoft & Markus Lutteman, Heroine, 2017, rûp.51.

[17] Mons Kallentoft & Markus Lutteman, Leon, rûp.118.

[18] Cecilia Gustafsson, Vi lockar unga killar att läsa, Aftonbladet, 16/5 2015.

[19] Mons Kallentoft & Markus Lutteman, Zack, 2014, rûp.31. Mons Kallentoft & Markus Lutteman, Leon, rûp.40. Mons Kallentoft & Markus Lutteman, Bambi, 2016, rûp.255. Mons Kallentoft & Markus Lutteman, Heroine, 2017, rûp.102.

[20] Mons Kallentoft & Markus Lutteman. Leon, rûp. 31, 119.

[21] Mons Kallentoft & Markus Lutteman, Bambi, 2016, rûp.255.

[22] Mons Kallentoft & Markus Lutteman, Zack, rûp.217.

[23] Mons Kallentoft & Markus Lutteman, Heroine, rûp.102.

[24] Mînaka here balkêş bêguman di sala 2015an de mirina wî zarokê bi navê Alan Kurdî ye. Vî zarokê sê salî ligel malbata xwe berê xwe dabû Swêdê. Lê belê Alan Kurdî di nîvê rê de ma. Behra Spî ew daqurtand. Pêlên mezin ên vê behra “reş” bedena piçûk a vî lawikî paşê avîte reşaya Rojavaya Antoliyê, qraxê Behra Egeyê. Bûyerê gelek deng veda. Hemû cîhan di sala 2015an de mecbûr ma bi dehçet li vî wêneyî mêze kir. Behra Spî rengê xwe guhart, bû behreke reş, zalim û xofdar. Îro jî bûye adrêsa goristana penaber û derbederan.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Redkanî

    Berê min hirmeteke mezin nîşanî vî şexsî dikir, nivîsên wî gişt dixwendin. Piştî ku ew î malbata xwe (mala torina çivîkxwer) wek eşîr na naskirin û dîroka eşîra Kurdên arîstokrat, eşîra Redkîyan dizî û kire malê malbata xwe, êdî tu bawerîya min bi jî nehat. Naxwînim û jê bawer jî nakim.

    Eva şexsa xwe ra dibêje torin (tov-rind) û kurdên din ra dibêje kurmanc. Ango dibêjin filankes torin e, bêvankes kurmanc e. Merivê ku milletê xwe aha piçûk bike, merivê ça jê bawer bike?

Şirovekirin hatine girtin.