Bajarên Kurdistana Rohilatê: Bokan

Bajarên Kurdistana Rohilatê: Bokan

Yaqûb Kurmanc

Bokan mezintirîn bajarê başûrê parêzgeha Urmiyê ye û navenda şaristana Bokanê ye.

Hejmara hêwirvanên bajêr li gor amarên fermî nêzîkî 194hezar kesî ye. Bi giştî hejimara xelkê şaristana Bokanê 254hezar kes e.

Bokan bajarekî nûjen e û dîroka binyada wê vedigere sedsala 19an.

Kevnahîya wê 200 sal e û di Îranê de jiber xweşikbûna xwe bi navê Bûka bajarên Îranê tê nasîn. Bokan yek ji bajarên bi ewle ye li Îranê û wekî bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê bi hezaran kes ji herêmên din koçberî vî bajarî kirine. Bokan piştî Ûrmiyeyê duyem bajar e ku xwendekarên wê pirr zêde ne, herwiha Bokan wekî paytexta çand û zanista Kurdistanê jî tê binavkirin.

Li Bokanê parastina çand û huner, ziman û muzîka kurdî wekî erk û wezîfeyeke neteweyî dizanin û herdem jibo geşkirina bajarê xwe di her warî de têkoşîn dikin. 

Diyarî û hediyeyên Bokanê

Merş, xalîçe, pîşeyên destî, şêranî, tirşîn, sewze, masî, mast û penêr, fêkiyên demsalkî û xwarinên taybetî yên Bokanê diyariyên herî navdar yê vê herêmê ne.

Di serdema hikûmeta Qacaran de hejmara xelkê Bokanê tenê 100 kes bûye ku jêr rêveberiya kesekî bi navê Ezîz Xanê Mukrî bû.

Zimanê xelkê Bokanê Kurdiya Soranî ye.

Devoka xelkê Bokanê pirr zelal û ron e ku di warê peyv û wêjeyê de gelekî zengîn e.

Ji ber hindê bi baweriya helbestvan û nivîskarê kurd Hêmin di zimanê Kurdiya Soranî de baştirîn devok e jibo xwendin û nivîsandinê.

Gelê Bokanê jibilî Kurdî piraniya wan Farisî û Azerî jî dizanin jiber ku peywendiyên wan tim ligel gelê Azerî hene.

Xelkê Bokanê bi gelemperî misilmanên sûnî ne û Şafîî mezheb in.

Hejmarek kêm misilmanên şiî jî di herêmê de dijîn.

Li Bokanê Cihû jî hebûn lê hemû koçberî Îsraîlê bûne û yên ku di bajêr de mane di salên pêş de bûne misilman û di nav gelê herêmê de wan re dibêjin Nû Îslamî an Nû misilman.

Her wiha beşeke kêm ji bawermendên olên din jî di Bokanê de hene.

Jêderka navê Bokanê

Derbarê navê Bokanê da gelek nêrînên cuda hene lê piraniya lêkolînerên kurd li ser vê baweriyê ne ku navê Bokanê kurdî ye.

Ew dibêjin navê bajêr ji du peyvan çêbûye: “Bûk”: Jina ku daweta wê ye û paşgira “an”.

Herwiha lêkolîner û nivîskarê kurd Enwer Sultanî dibêje navê Bokanê ji peyva “Beg” yan “Bux” e.

Beg an Bux Xwedayê gelên berê bû ku berî hatina Zerdeşt li Hindistanê bigire heya Kurdistanê dijîyan.

Wêjevanê Îranî Îbrahîm Pûrdawûd di nivîsareka xwe de bi navê Bux nivîsîye: Peyva Bux di zemanên berê de di zimanê me de hebûye û di zimanê kevnare yên Îranî de wekî zimanê Avestayî û Farisîya kevn de ev peyv dihate bikaranîn, ku amaje dike bi Gata an sirûdên Zerdeşt ku kevntirîn beşa Avestayê ye.

Di Avestayê de Beg bi wateya Bext û şans e. Di beşên din yên Avestayê de peyva Bux jî hatiye ku bi wateya xweda û xwedawend e. Berî hatina Zerdeşt Bux navê xwedê bûye ku piştre Zerdeştiyan navê Ahûramazdayê danî ser. Yanî Bux û Ahûramazda heman navê berê yê Xwedê bûne.

Li gor wan gotinan kevntirîn dewleta herî hêzdar ku Bokan jî tê de cih digire, dewleta Manna ye. Ew welat di dorhêla parêzgehên Ûrmiye û Sineyê de bû, ku bi destê Medan ew welat têk çû. Dewleta Manna ji aliyê aborî û desthilatdariyê ve gelekî bi navûdeng bû.

Li gorî wan agahiyan navê bajêr berê Bukan ango Began bûye ku ji du beşan pêk hatiye

Beşa yekemîn yanî Xwedê. Beşê diduyan paşgira ”an” e ku bi wateya cih û war e.

Navê Bokanê ku di zimanê Îngilîzî de Bukān tê bilêvkirin bi gelemperî bi wateya Xwedayê Beg yan Cihê Xwedayê Beg e.

Di hundirê bajarê Bokanê de herwiha derobera wê gelek agirgeh yan perestgehên agirî hatine peydakirin ku nîşan dide ev nêrîn jî bona navê Bokanê durist be.

Di ferhengên Îranî de Bokan yanî nalek hesinî ye ku di berfê de dixin simê hespan.

Hîn dîrokzan dibêjin belkî peytexta Medan bajarê Bokanê bûye neku Hemedan, jiber ku gireke kevnar bi navê girê Qelayîçe ango Qelaçe li Bokanê heye ku asar û tiştên dîrokî ku jê hatine keşfkirin xûya dike ku Bokan paytexta Medan e.

Divê were gotin herêma Bokanê paytexta Hikûmeta Manna bû.

Şûnwarên dîrokî

Li Bokanê dîroka zêdetirî 50 şûnwarên vedigere serdema hezareya yekemîn a pêş zayînê. Lêbelê girîngtirîn şûnwara ku piraniya şûnwarnas ên Îranî û biyanî amaje pê dikin û wek paytexta Manayîyan dane nasandin, Qelayçî ye ku 8 kîlometreyan dûrî bajêr e û dikeve bakûrê rojhilatê Bokanê.

Girê Qelayçî li gundekî bi heman navî ye û belgeyeke herî girîng di warê dîrokî de ye.

Li Qelayçîyê şikefteke kevin jî heye ku yek ji şikeftên herî ecêb û balkêş di cîhanê de ye.

Şikefta Dukiçî jî cihekî herî xweş ya geştiyariyê ye.

Herwiha Kela Serdar ku dikeve navenda bajêr, cihê desthilatdariya serdarên Mukrî bûye.

 

Kesayetiyên navdar yên Bokanê

1-Abdullrehman Şerefkendî

Bi navlêka Hejar xelkê gundê Şerefkenê ser bi navçeya Bokanê

Helbestvan, nivîskar û wêjevanê mezinê kurd

2-Siware Îlxanîzade

Damezrînerê helbesta nûjen ya kurdî û nivîskarê kurd yê bi navûdeng.

3-Heqîqî

Helbestvanê kurd

4.Hesen Qizilcî

Çîroknivîs, nivîskar, rojnamevanê serdema komara Kurdistanê

5- Seyîd Kamil Îmamî

Helbestvanê kurd bi nasnavê Awat

6-Se’îd Necarî

Helbestvanê kurd bi nasnavê Aso

7-Dr. Rêbîn Heyderî

Peykertiraşê bi navûdengê kurd

8-Mihemed Nûrî

Helbestvan

9-Emîn Gurdîglanî

Helbestvan, wergêr, muzîkjen

10-M.Hesen Zîrek

Mezintirîn û navdartirîn stranbêjê Kurdistanê

11-Hesen Derzî

Stranbêjê kurd

12-Tahir Xelîlî

Stranbêjê kurd

13-Qale Mere

Abdullah Qadirzade bi nasnavê Qale Mere Şimşimaljenê kurd di asta navneteweyî de

14-Osmanê Sor

Zirnajenê kurd, xwediyê çendîn xelatên navneteweyî

15-Karîger

Sadiq Qubadî bi nasnavê Karîger mezintirîn û navdartirîn stranbêjê awaya Rap yê kurd e

16-Elî Kirdar

Dengbêj û beytbêjê folklora Kurdî

17-Elî Xendan

Pispoê Muzîka folklorî ya kurdî

18-Awat Bokanî

Dengbêjê kurd

 

Di warê sîyasetê de

1-Sadiq Şerefkendî

Sekreterê giştî partiya demokrata Kurdistana Îranê û birayê Mamoste Hejar

2-Selah Muhtedî yek ji damezrîner û rêberên partiya Komele

3-Abudullah Muhtedî

Sekreterê giştî yê partiya Komele

4-Umer Îlxanîzade

Sekreterê giştî yê partiya Komeleya Şoreşgerên Kurdistanê

5-Îbrahîm Elîzade

Sekreterê giştî partiya Komûnîst ya Îranê

6-Serdar Ezîz Xanê Mukrî

Wezîrê şer ya hikûmeta Qecarî û Zavayê Emîrkebîr serokwezîrê Îranê bû

7-Sêf Qazî Mukrî

Hakimê Azerbaycanê û bajarê Tewrêzê ango Tebrîzê

8-Hecî Baba Şêx

Serokwezîrê komara Kurdistanê 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev