CIVAKA KURDAN DI DEWRANA NÛ DA -3

CIVAKA KURDAN DI DEWRANA NÛ DA -3

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê:  “CIVAKA KURDAN DI DEWRANA NÛ DA”. Em îro beşa dawî ya vê berhema zanyarî raberî we dikin. Herdu beşên pêşin me di heftêyên buhurî da çap kiribûn.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 126 

Belengazî û feqîrî li her derên Kurdistana Tirkîyê bela bûbû. Sala 1933an îndêksa buhayê jîyanê (li sala 1914an=100) dihate qîmetkirinê bi: li Dîyarbekirê – 1120, li Elazigê – 1145, li Trabzonê – 1090 xalan va. Di salên 1942-1943an da li wilayetên rohilatê her tenê du nexweşxane hebûn (li Erzurumê û Dîyarbekirê) bi 295 qoltixan va û herwiha 3 malên welidandinê hebûn bi 60 qoltixan va47. Sala 1929an li tevaya herêmê tenê 28 bizîşk hebûn. Sala 1927an tenê 4 selefê binecîyan xwendî bûn (li tevaya Tirkîyê – 8 selef). Li Wanê û Hekarîyê merivên xwendî serhevdu 1-2 selef bûn, jin deh caran ji mêran kêmtir bûn. Hukumetê her tenê 4 selefê pereyên byûcêyê ser xwendinê xerc dikir. Di dema krîza aborî ya salên 1929-1933an da jimara dibistanan li rohilata Tirkîyê hate kêmkirinê jî. Di destpêka salên 30î da dibistanên bilind qet tunebûn. Tenê piştî çend salan li Erzurumê û Qersê lîseyên bona dewlemendan hatine vekirinê48.

Bi vî awahî, li Kurdistana Tirkîyê di dema em li ser disekinin da paşketin, şûndamayîn, li hinek cîyan jî hilweşîn hebûn û di wî karî da sûc him yê sîstêma sosîal-aborîyê yên paşketî (zordestîya derebegan), him yê sîyaseta şovînîstîyê ya desthilata Tirkîyê di hindava kurdan da (herwiha di nava xwînê da mewicandina serhildanên kurdan, ku bûne xurê serê gelek kesan û bi xwe ra wêranî û kavilbûn anîn), him têkbirina pêwendîyên di navbera perçeyên Kurdistanê yên cuda-cuda da, sazkirina xerîta Rohilata Nêzîk ya nû piştî şêr, him krîza aborî ya hemcihanê, him jî çend faktorên mayîn. Lê ew nayê wê maneyê, ku pêşketina civaka kurdan li herêmê sekinî. Eksî wê, bûyerên bi kemala hemcihanê, ku di destpêka sedsalên 20î da bûn û tesîr li ser Rohilata Nêzîk, herwiha Kurdistanê jî, kirin, civaka kurdan ya bi sedsalan sazbûyî ji hev xist û ev bû bingeh bona berxwedanê. Bi kurtî, piştî şerê hemcihanê yê yekê Kurdistan, wek ku ew yek bi nimûneya perçeya wê ya Tirkîyê xuya dibe, û li wir weke nîvê hemû kurdan dijîn, pê avîte dewrana pêşketinên dîrokî, dema bingehên sosîal-aborî yên edetî ji holê hatine rakirin, ku hîmê wan pêwendîyên qewimtîyê-eşîrtîyê û haywanxwedîkirina bi cûrê koçerîyê bû, û pêrspêktîva pêşketina bi riya kapîtalîstîyê hate kivşkirinê, milet xwe li riya medenîyeta pêşketî girt. Bi wê ra tevayî rewşa piranîya gel xirabtir dibû, ku bi karê malhebûnîyê va gîro bûn. Miletê kurd gerekê civaka xwe nûjen bikira.

Pêvajoyên ha bi taybetmendîyên xwe va di nav kurdên Farizistanê, Îraqê û Sûrîyê jî derbaz dibûn. Ferqa sereke ya van welatan himberî Tirkîyê – ew dereceya diha nimiz ya di hêla sîyasî, sosîal-aborî û kûltûrî da bû, li ser riya nûjenkirina bi cûrê kapîtalîstîyê serketin ne gelek berbiçav bûn. Ew paşketin tesîr li ser pêşketina civaka kurdan jî dikir di perçeyên wê da, lê di navbera wan perçeyan da ew paşketin zêde ferq ne dikir. Ji bo nimûne, kurdên Îraqê bi dereceya xwefemdarîya miletîyê ji kurdên Tirkîyê paş ne diketin, lê dibe pêş wan ketibûn jî; di hêla kûltûrîyê da kurdên Sûrîyê pêşengî dikirin (qesta me jimara kesên xwende ye). Bi vî awahî, ferq ne mezin bû, lê ew ferq kurdên hemû perçeyan ji hev dûr dixist, ne dihîşt binecîyên Kurdistanê hev bigirin, civakeke yekgirtî bin.

Li Kurdistana Îranê nîzam û qanûnên fêodalîyê xurttir bûn. Rêformên, ku hukumeta bingehdarê binemala Pehlevîyan – Reza şah dida derbazkirin, ser ra – ber ra bûn, ewana rewşa sosîal-aborîyê zêde baştir ne dikirin. Û li wan herêmên welêt, ku miletên kêmjimar diman, ew rêform sisttir bûn an jî qet nedihatine derbazkirin.

Civaka kurdan ya Îrana Roavayê di salên 20-40î da meriv dikare bi nav bike wek ya derebegîyê-eşîrtîyê. Piranîya kurdên Îranê jîyana nîvkoçerîyê derbaz dikirin, xên ji wan kurdan, ku nêzîkî bajaran diman. Serekeşîrtîya kurdan (herwiha rêvebirên eşîrên Îranê yên koçer û nîvkoçer – lûran, bextîyaran, şahsewanan, ereban, kaşkeyan û yên din) wek berê ji binecîyan vêrgî distendin, piranî bi pereyan, herwiha bi ekin û hasiletê va jî49. Wek edet, serekeşîr herwiha milkedarên xwedî axên pir bûn jî. Mêtodên zêrandina bi cûrê fêodalîyê li ser hemû axan dihate bikaranînê. Di bin destê gundîyan da kêm xwelî hebû50.

Bi vî awahî, Kurdistana Îranê di hêla sosîal-aborîyê da herêmeke paşketî bû, piranî bi aborîya agrarîyê, bi binecîyên belengaz, ku ji xizmetkirinên sosîalîyê bê par bûn. Di rûyê şerê Hemcihanê yê pêşin da û salên piştî şêr Îrana Roavayê, ku li wir piranî azirî û kurd diman, di rewşeke wêran da bû. Jimara binecîyên herêma Ûrmîyê berî şêr 200 hezar kes bû, lê di dawîya salên 20î dakete heta 80 hezarî; bajarê Ûrmîyê (Rizayê) di nav kelefeyan da bû51.

Malhebûna gundîtîyê, ku bingehê aborîya Kurdistana Îranê bû, di halekî wêran da bû. Temamîya têknîka û aletên din yên deranînê, ku jimara wan ne gelek bû, di bin destê milkedaran da bû. Gorî malûmatîyên destpêka salên 60î, ekindarîya zevîyên nên li Ûrmîyê ji hêktarekê digihîşte ji 500 heta 1500 kîloyan, li ser axa, ku nayê avdan – ji 500 heta 800 kîloyan, li Mehabadê ew reqem dikir ji 500î heta 1000î û ji 400î heta 600 kîloyan, li Sennê – ji 500 heta 800 kîloyan. Ekindarîya hebê nên dikir weke 600-800 kîlo. Lê di salên 20-30î da ew reqem diha kêmtir bûn.

Astenga sereke bona pêşketina deranîna malhebûna gundîtîyê li Kurdistana Îranê demûdezge û aletên kevin, hema bêje yên dema sedsalên navîn, şertên sosîalî yên xirab bûn. Axên here baş di bin destê dewletê, şah û derebegan da bû û ji wan ra dest ne dida deranînê pêş bixin, hewil didan gundîyan bizêrînin û bi kîsî wan dewlemend bin. Reza şah, ku axên herêma Kêrmanşahê û yên din yên here baş kiribû bin destê xwe, ”bû yek ji hukumdarê derebegîyê yê herî mezin li Kurdistanê”52. Zordestîyên di hêla aborîyê da ji bo armancên sîyasî jî dihatine bikaranînê. Gundîyên, ku derdiketine dijî hukumetê, xwelîya wî ji dest digirtin. Di bin destê piranîya gundîyan da 103 hêktar xwelî hebû û her tenê beşek biçûk xwedî 5-20 hêktaran bû. Zanyarekî îranî nivîsîye: ”Gundîyê kurd di rewşeke pir giran da dijî”, lê yekî din nivîsîye: ”Li Kurdistanê gundî xwedî tu tiştekî nîne”53.

Lê dîsa jî li hinek weşanan meriv dikare rastî wê yekê bê, ku di karê dîyarbûna kapîtalîstîyê li gundên Kurdistana Îranê hinek pêşketin hene. Li wir malhebûnên gundîyan yên dewlemend dîyar bûn. Çend mal xwedî ji 50î heta 200 çêlekan bûn û wana hasileta şîr derdixistine sûkê54. Ji gundên Kurdistanê û Lûrîstanê çerm, hirî, postên mîyan û bizinan, hasileta heywan û ekin dibirine sûkan bona firotanê55. Gundîyên kurd û lûr berê xwe didan Îrana Başûr-Roavayê bona li karxaneyên neftê, ser çêkirina riyan kar bikin. Li herêma Kêrmanşahê bazirganîya ser sînor ya bi Îraqê ra her diçû pêş diket, ji Îraqê gelek eşîyayên Îngilîs dianîn56. Bi kurtî, piştî şêr li Kurdistana Îranê jî nîşanên berbiçav xuya dikirin derheqa derbazbûna ji cûrê pêwendîyên sosîalî-aborî yên edetî ber bi cûrê nûjen.

Lê ew pêvajo teze dest pê bûbû û dîdema tevayî ya civaka kurdan hela ne bêlî bû. Malûmatîyên rasteqîn derheqa wê dema em li ser disekinin da tunene, lê em dikarin bi monografîya E. Qasimlu dereceya pêşketina aborî ya herêma Kurdistanê (bêy herêmên Îranê yên din, ku kurd lê dijîn) kêm-zêde bînine ber çavan. Malûmatîyên Qasimlu derheqa bûyerên wan salan da nin, ku berî ”şorişa sipî” qewimîne, ango dema destpêka salên 60î yên sedsala 20an. Li vira 17 selefê binecîyên Îranê diman, lê her tenê 4 selefê karxaneyên senayê li vir hebûn, ku tê da 4,5 selef paleyên senayê kar dikirin û wana her tenê 3 selefê deranîna senayê ya welêt didan57. Rewşa di dema navbera şeran da baştir nîbû; çi jî hebe, çavkanîyên salên 20î me agahdar dikin, ku li vir tenê xalîçe hatine çêkirin (3 hezar dezgeh û 9 hezar karker, di salê da 25 hezar mêtrên çargoşe xalîçe çê dikirin) û herwiha çerm jî (120 karxaneyên ne mezin, ku tê da ji hezarî hinekî zêdetir kes kar dikirin)58. Wisa xuya ye, ku li vir behsa deranîna manûfaktûrayê tê kirinê, ku sist hatibû demûdezgehkirinê.

Eger em vegerine ser malûmatîyên E. Qasimlu, lazim e wan salixan jî bînin, ku derheqa demên diha dereng da nin: hatinîyên aborî li Kurdistana Îranê di salekê da ji bo her merivekî dikir 80 dolarên Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî (80 selefên wê ji ekinê malhebûna gundîtîyê, 10 selef ji neftê û 10 selef jî ji senayê bûn), tenê 24 selefê xwelîyê ji bo bêcerkirinê kêrhatî bû, li herêma Kêrmanşahê li deştan çend deh traktor kar dikirin, lê li hemû herêmên din her tenê kotan kar dikirin û rêncberan aletên kevinare yên bi destan çêkirî bikar dianîn59. Ji şikberîyê der e, ku di navbera herdu şerên hemcihanî da aborî û pêwendîyên sosîalî ser dereca diha nimiz bûn. Ji bo nimûne, sîstêma tundurustîyê û perwerdeyê hema bêje lap tunebû. Heta sala 1936an li Kurdistana Îranê her tenê dibistanên musulmanîyê yên ruhanî hebûn, paşê li Seqqizê, Mehabadê û Kêrmanşahê çend dibistanên farizî yên seretayî û navîn hatine vekirinê60.

Dereceya pêşketina kurdan li Îraqê û Sûrîyê ji dereceya pêşketina kurdên Tirkîyê û Îranê nedihate cudakirinê. Li van welatan jî sîstêma fêodalî ya kevinare wek xwe mabû. Desthilatên Îngilîs û Fransîyayê yên dagîrkar hewil didan bi destî wê sîstêmê berjewendîyên xwe yên aborî û sîyasî li van welatên ereban yên di bin hukumê xwe da biparêzin61. Lê li vir jî ew sîstêm dest pê kir di bin hukumê nerazîbûna gel hilweşe û dagîrkar hewil didan bi wan welatan ra bikevine nava pêwendîyên aborî yên aştîyane, hela di ser da alî pêvajoyên pêşketinê dikirin, lê tu tişt ne kirin bona herêmên kurdan yên van welatên ereban xwe ji paşketinê, belengazîyê, feqîrîyê, nexwendîtîyê xilaz bikin, xwe li riya pêşketinê bigirin.

Bi wê ra tevayî herêma kurdan li welatên ereban di şertên taybet da pêş diket. Yek ji wan şertan, ku piştî şerê hemcihanê yê yekemîn serî hilda, ber çavan e: di rastîyê da statûya wan welatan ya kolonîalîyê bû, desthilata Brîtanîya Mezin serokatî li Kurdistana Îraqê dikir, lê Fransîya jî – Kurdistana Sûrîyê. Hilanîna desthilata mandatîyê li Îraqê û serxwebûna wê ya nîvcî di salên 1930-1932an da, tewlebazîyên cuda-cuda yên desthilata Fransîyayê yên admînîstratîvîyê-sîyasî li Sûrîyê nikaribûn rastîyê veşêrin. Lê hukumê wê faktorê li ser rewşa sosîal-aborîyê ya civaka kurdan li Îraqê û Sûrîyê piranî dikete ser plana paşin. Ew gelek bi wê yekê va cuda dibû, ka kapîtala roavayê çawa tesîr li ser herêmên Rohilata Nêzîk yên kurdan dikir (ji bo nimûne, korporasyonên neftê li Îranê û Îraqê).

Tesîra desthilatên kolonîal li ser çiqilên sîyasî û kûltûrî diha berbiçav bûn. Desthilatdar binecîyên welêt dizêrandin û ji bo menfeatên xwe bi kar dianîn, lê bi wê ra tevayî jî wana êlêmêntên medenîyeta Awropayê anîne Kurdistana Başûr û Kurdistana Başûr-Roavayê. Û ji wir jî ew cûrê jîyana medenî dikete perçên Kurdistanê yên din. Li vira heq-hesabên sîyasî jî hebûn. Îngilîsan û firansizan hewil didan kurdan derxine dijî neyara xwe ya sereke – tevgera ereban ya miletçîtîyê. Lema jî wana di hêla sosîalî û kûltûrî da hinekî alî pêşketina nasyonalîzma kurdan dikir, ku her diçû zêde dibû. Di encamê da kurdên Îraqê û Sûrîyê himberî kurdên Tirkîyê û Îranê di hêla sîyasî û kûltûrî da di rewşeke baştir da bûn.

Ferqa din ya herêma kurdan li welatên ereban ya sîyasî ye (di hêla erdnîgarî û dêmografî da). Ev herêm berê di bin hukumê Împêratorîya Osmanîyê da bû û gelek edetên xwe parastine. Lê navçeyên kurdan yên li Sûrîyê him di hêla erdnîgarî da, him jî di hêla dêmografî da peyhatin-dûmayîka navçeyên başûr yên Kurdistana Tirkîyê bûn û sînorên teze ji pêwendî û danûsitendinan ra bi tu awahî nedibûn asteng. Lema jî tu bingeh tune bêjin, ku di dema em li ser disekinin da li beşa Kurdistanê ya Sûrîyê pêwendîyên civakî yên wisa hatibûn sazkirinê, ku ji yên beşa Tirkîyê dihatine cudakirin.

Kurdistana Îraqê, ku li ser piranîya axa wilayeta Mûsilê ya Împêratorîya Osmanîyê ye, tam bi awahekî din e. Taybetmendîyên êtno-kûltûrîyê û sosîalîyê li vir berbiçav in. Li vir forma zimanê kurdî ya duduyan – soranî (ya bi tîpên erebî) belavbûyî ye. Ev herêm ji demên buhurî da bi êtnîkî û ruhanî pirawazî ye. Wek ku lêkolînerekî îngilîs nivîsîye: ”li cihanê kêm cîyên wisa hene, ku amadekarên xerîta êtnogarfîyê zendegirtî hîştine. Yek ji wan cîyan wilayeta Mûsilê ye”62. Xênji kurdan li vir herwiha ereb, aşûrî, turkmen (turkoman), tirk, ermenî, cihû, nûnerên dînên sereke – îslam û xaçparêz, herwiha gelek dîn û meshebên din yên biçûk hene. Ji bo kurdên vira sîstêmeke sosîalî ya taybetî saz bûye, ku bingehê wê milkdarîya li ser xwelîyê (piranî di rûyê şertên tebîyetê da), azadîya gundîyan û bi awayekî zexm girêdana wan bi eşîra xwe, serekeşîr va (ku piranî şêx bû, ango serekê ruhanî bû). Kurdên Bakurê Îraqê xwedî mêntalîtêta taybet in, ji ber ku nelihevkirinên di hêla çînî-sinifî da ber hevgirtina miletîyê û ruhanî-eşîrtîyê ji holê radibin63. Xwesma binemalên wisa bi nav û deng xwedî qedirê bilind bûn, wek binemalên Barzincîyan (li herêma Sulêmanîyê), Barzanîyan (li bakur-rohilata Îraqê) û çend binemalên din.

Eger em bêne ser rewşa kurdên Îraqê û Sûrîyê ya sosîal-aborîyê, wek ku me li jorê got, ew bi tu tiştî va bi rewşa kurdên Tirkîyê û Îranê nedihate cudakirin, ferq tenê di wê yekê da bû, ku rewşa dibistan û çapemenîyê hinekî baştir bû (lê dîsa jî rewşa tevayî ser dereceya nimiz bû). Belaya krîza aborî ya hemcihanê ya di dawîya salên 20î – destpêka salên 30î yên sedsala 20an hate serê navçeyên kurdan yên welatên ereban jî, ji ber ku buhayê hirîyê, pembu, xalîçeyan, cixarê û yên din bi carekê va ketin, ango erzan bûn64. Sala 1919an ji 75 dibistanên destpêkî û seretayî, ku li Îraqê hebûn, tenê di 7 dibistanan da dersên zimanê kurdî hebûn65. Piştî çarêk sedsalê rewşa dibistanan baştir bû, lê ne zêde. Li Kurdistana Îraqê 60 dibistan hebûn, ji wan tenê dudu yên orte bûn û 30 jî yên destpêkî bûn, lê yên din hema bêje wek baxçeyên zarokan bûn. Li temamîya herêmê tenê nexweşxaneyek hebû, ew jî kar ne dikir, lê li Kerkûkê 48 selefê binecîyan bi nexweşîya tayê ketibûn. Ew jî wê demê, ku 30 selefê tevaya hatinîyên byûcêya Îraqê ji herêmên kurdan dihat66. Li navçeyên kurdan yên Sûrîyê rewşa sosîal-aborîyê hema bêje ser wê derecê bû67.

Bi vî awahî, li her çar perçeyên Kurdistanê, ku piştî şerê Hemcihanê yê yekemîn û jihevçûna Împêratorîya Osmanîyê saz bû, şertên pêşketina rewşa kurdan ji hinek alîyan va mînanî hev bûn, di hinek waran da jî ji hev cuda bûn. Xên ji wê, li navçeyên dervayî Kurdistanê, ku piranîya binecîyan kurd bûn, wek li Xorasanê (devera Xorasanê, ku dikete Îrana Rohilatê û ser sînorên Ermenîstan û Azirbêcana Sovyet bûn) olkên kurdan bi taybetmendîyên xwe va saz bûn. Bi wê ra tevayî, li ser axa temamîya Kurdistana êtnîk, di hemû perçeyên wê da, dest pê kirin şert hatine sazkirinê bona pêkanîna îdêya hemkurdîyê ya yekgirtî, ku hêza nasyonalîzma kurdî ya sereke bû.

Riataza

47 Zavrîêv D. S. Derheqa dîroka nû da, rûpel 216, 232, 279.

48 Zavrîêv D. S. Anatolîya Rohilatê, rûpel 28-30, 32. Balkêş e, ku di aparatên cezadayînê û admînîstratîvîyê-dadmendîyê yên wilayetên rohilatê himberî çiqilên xizmetkirina binecîyan yên din, tu kêmasî tunebû. Ji bo nimûne, li wilayeta Wanê tu bizîşkek tunebû, lê 15 hiqûqzan hebûn (dîsa li wir, rûpel 36).

49 Lambton A. K. S. Landlord and Peasant in Persia. A Study of Land Tenure and Land Revenue Administration. L., 1953, rûpel 290-291.

50 Gorî karmendê kurdan yê bi nav û deng û zanyar Ebdurehman Qasimlu, her tenê 8 selefê xwelîya ekindar di bin destê gundîyan da bû (Ghassemlou A. Kurdistan and the Kurds. Praha, 1965, rûpel 128). Herwiha binhêre: Mêntêşaşvîlî A. M. Kurd, rûpel 134-140.

51 Zaşçûk L. Azirbêcana Farizistanê (nivîsên aborî). – Bazirganîya Yekîtîya Sovyet bi Rohilatê ra. 1929, hejmar 7-10, rûpel 5-6.

52 Ghassemlou A. Kurdistan and the Kurds, rûpel 91, 124.

53 Hema li wir, rûpel 128, 171. Gorî malûmatîyên Sovyetî, li herêmên başûr yên Kurdistana Îranê, 10 selefê temamîya malhebûnan dewlemend bûn (ewana xwedî 10 qûl-xizmetkaran, 60 gayan, 30 çêlekan, 20 hesp û golikan, 500 pezî bûn), 20 selefê binecîyan xwedî hebûna orte bûn (8-10 serî heywanên gir, 50 pez, hespek û kerek), 60 selef belengaz bûn (2 ga, çêlekek, 10 pez, kerek), 10 selef xwedî tu tiştî nîbûn (AP. 1931, pirtûk 9-10, rûpel 125).

54 Tardov V. Derheqa pêwendîyên agrarîyê li Farizistanê. – AP. 1930, pirtûk 12, rûpel 123.

55 Zaşçûk L. Azirbêcana Farizistanê, rûpel 6-7.

56 Tardov V. Nîşanên sereke yên pêwendîyên deranînê bal eşîretên aranan-koçerîyê li Farizistanê. – Nivîsên derheqa problêmên miletîyê-kolonîalîyê da. 1933, hejmar 3 (9), rûpel 170; Bazirganîya Rûsîyayê bi Rohilatê ra. 1926, hejmar 1-2, rûpel 18.

57 Ghassemlou A. Kurdistan and the Kurds, rûpel 88, 171.

58 Bazirganîya Rûsîyayê bi Rohilatê ra. 1926, hejmar 1-2, rûpel 13. Çêkirina xalîçeyan tam dikete nava çiqilê manûfaktûrayê, herwiha nava deranîna bi destan çêkirî da. Li Kurdistana Farizistanê heta 3 hezar dezgeh hebûn bi 9 hezar aletên sade va û di salê da heta 12 hezar xalîçe dihatine çêkirin; 2,5 hezar kes jî cil û carcim çê dikirin. Li Lûrîstanê 15 hezar karkerên xwelîçeçêkir hebûn (Zavrîêv D. S. Farizistana îroyîn. Nivîsên aborî. Tîflîs, 1931, rûpel 47-48).

59 AÊL. Rêwîtîya ber bi Farizistanê û Mêsopotamîyayê. L., 1931, rûpel 45.

60 Arîstova T. S. Nivîsên derheqa çand û deba gundîyên kurd yên Îranê da. – Berevoka êtnografîyê ya Asîya Pêş. Cild 1, M., 1958, rûpel 257.

61 Îngilîsan li Îraqê kadastra xwelîyê dane derbazkirin, axên berê yên di bin destê wan da teslîmî axa û began kirin (Pirsa agrarîyê û tevgerên gundîyan. Pirtûka pirsyarîyê. Cild 4, çapa 2an, M., 1937, rûpel 240). Qeydê sosîal-aborîyê li Kurdistana Başûr ji hemûyan baştir di lêkolîna zanyarê kurd Mezher Ahmed Kemal ya bi navê “Tevgera miletîyê-azadîyê li Kurdistana Îraqê (1918-1932)“, (Bekû, 1967, rûpel 31-66) hatîye azirûkirin. Herwiha binhêre: Mîrskîy G. Î. Îraq di dema tarî û şêlû da, rûpel 15-46; Mêntêşaşvîlî A. M. Kurd, rûpel 24-27, 131-134, 143-145.

62 Luke H. C. Mosul and its Minorities. L., 1925, rûpel 13.

63 Li Roavayê van dehsalîyên dawî çend berhemên giranbuha çap bûne (F. Bart, W. D. Hutterot û yên din), ku lêkolînên derheqa qeydê sosîalîyê yê taybet yê Kurdistana Başûr da nin; ewana di monografîya A. M. Mêntêşaşvîlî ”Kurd” da hatine bikaranînê. Eynî têma, piranî li ser bingehê çavkanîyên rohilatzanan, di pirtûka M. A. Kemal da jî hatîye ronîkirin. Berî ronahîdîtina van berheman rohilatzanîya Sovyet taybetmendîya pêwendîyên sosîalîyê li Kurdistana Başûr bi awayekî sade şirove dikirin û bingehê wan postûlatên Marksî bûn (rêça wan di pirtûka Kemal da jî xuya dibe). Yek ji wan nimûneyan gotara A. Galcyan ya bi sernavê ”Pirsa agrarîyê li Îraqê” ye (Pirsa agrarîyê li Rohilatê, M., 1933) û di wê da xwedîyê nivîsê li ser bingehê ne esas bawerîyên şaş dide rêzê. Em çend bawerîyên wê berhemê bînin, ku hewcê şirovekirinan nînin. Derheqa rêxistinên eşîrtîyê li Kurdistanê: ewana ”di destê serekeşîran da aletên bona zêrandina bi cûrê fêodalî ne û mecal in bona gundîyên kurd bi derebegê xwe va bidine girêdan” (rûpel 282). Zorlêkirina derebegên kurdan bi destî desthilata Bexdayê (bi riya îngilîsan û ereban) ”ji me ra sebebên rasteqîn yê wê yekê şirove dikin, ka çima hinek derebeg, wek Şêx Mehmûdê ji Suleymanîyê û Şêx Ahmedê ji Barzan, serokatî li tevgerên gundîyên kurd dikirin û hewil didan wana di riya fêodalîya rêaksyon da bibin (rûpel 283). Derheqa tevgera kurdan da: ”Ji şikberîyê der e, ku karaktêra gundîtîyê ya wê tevgerê ber çavan e û ew ji alîyê îngilîsan da dihate helandayîn û rêvebirinê, ew ji alîyê derebegên mezin da dihate serkarîkirinê. Lê ji berê va tevgera kurdan kêm-zêde hev girt. Lê derebegên kurdan wan deman di hindava gelê xwe da xayîntî kir. Ewana xwe dane alîyê hukumetê û ji îngilîsan bertîl xwerin. Gundî dest pê kirin berjewendîyên xwe yên rasteqîn fêm kirin” (rûpel 304).

64 BPSV. 1931, hejmar 10-11, rûpel 40.

65 Review of the Civil Administration of Mesopotamia (by G. Bell). L., 1920. rûpel 105

66 Rambout L. Les kurdes et le droit. Des textes, des faits. P., 1947, rûpel 70-71.

67 Cercîs Hesen Ebdulle. Kurd di jîyana Sûrîyê ya civakî-sîyasî da di salên 1918-1962an da. Serê 1ê.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *