Ji nimûneyên zargotina me –126

Ji nimûneyên zargotina me –126

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji rêzenivîsa me a 126an e, ku me ji pirtûka “Varîyantên kurdî yên destana “Koroxlî” hildaye, ku sala 1953an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Em îro beşa pêşin a bi sernavê Koroxlî û Bolî beg raberî we dikin. Berevkar û amadekarê vê berhemê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Koroxlî û Bolî beg -1

Koroxlî li Çardaxlî Çamlibelê bi keleşlerên xwe va rûniştî bû. Navê keleşlerekî Tanxirî-Tanmaz (Xwedê-Nenas) bû.

Go: – Tanxirî-Tanmaz, lawo, ca hela derê der va, çika li der va çi heye, çi tune.

Tanxirî-Tanmaz derkete der va, lê nihêrî çayîra wî qorixkirî wê li kawrenekî danîye: bazirganbaşîk jî bi çadir-xêbetên xwe va li wêderê danîye. Tanxirî-Tanmaz zivirî hundur, go:

– Koroxlî, go, bazirganekî giran hatîye nava çayîra te da danîye.

Koroxlî go: -Kuro, bêjin bira zînê Qirat lê kin.

Sîlihên xwe girêda, siyar bû, jor da peya bû çayîrê.

Hema bazirganbaşî çi kiribû, gotibû:

– Kuro, yekî daynin ber çadirê. Min bihîstîye, ku li vî çiyayî qaçax hene, merivan dişêlînin; go, gozqilaxbî, erkê meriv ji nava mêşe derketin, siyarî be, peya be, tu cabê bidî min.

Evî merivî gava lê nihêrî siyarek wê li hespekî boz siyar e, di nava mêşe da hate xwarê. Bi lez cab da bazirganbaşî.

Bazirganbaşî got:

– Kuro, hespê min bînin, sîlihên wî girêdin.

Siyar bû, ajot pêşîya Koroxlî.

Hema eva bazirgana bazirganê Stembolê bû. Heniz bazirganê padşa bû. Koroxlî lê nihêrî bazirganbaşî dewa lê dike, ku bi pê ra şer bike, lê bazirganbaşî gotê:

– Gune ye, go, ezê çi ra pê ra şer bikim, ew elkanê xwe dayne jî , daneyne jî, go, ezê wî rehet bikim.

Şûrê xwe ji xwe ra kire saz, çika wê çi ji bazirganbaşî ra bêje:

 

Stemboldan çixtî bîr ûlû kyarwan,

Gyeldî çîmalixda goîtû bezirgan,

Dêdîm: keleşlerime-baci gyonder.

Elî ele vûrdî, gyûldî bezirgan.

Bezîrgennan êtmenem savaşî,

Dereler, teperel doldûrarem lêşî,

Mizirzxînen olçerem senîn qûmaşî,

Elî ele vûrdî, gyûldî bezirgan,

Başin ortpûsen çixalî bûrkyû,

Ûstine alpisen Xorasan kyûrkyû,

Koroxlî soyledî ûçxana sozî

Seksan mîn altûn say mene, bezirgan3.

 

Gava bazirganbaşî bihîst Koroxlî navê xwe hildaye, texmîn kir, ku ew Koroxlî bi xwe ye, got: “Eman, go, Koroxlî bibaxşîne, min nizanibû ku tu yî, hema ferz min nekuje, ew malê min çi ku min anîye, eşîyayên min hemû ji te ra be”!

Koroxlî çi kir; deve û delûlên wî, qantirê wî jê hilda, eşîyayên wî lê bar kir, bazirganê wî bi bazirganbaşî va hilkişande serê kelê. Bazirganbaşî bir otaxa xwe. Keleşler berevî ser hevdu bûn, nihêrîn Koroxlî ew qender eşîya anîye, bazirganbaşî, xulam û xizmetkarên wî jî hêsîr girtine. Cimaeta wî rûnişt. Keleşlerên wî, bazirganbaşî jî hemîn rûniştîne. Nîgar Xanim jî hat rûnişt; dixun, vedixun, kêf dikin.

Koroxlî got:

– Nîgar Xanim, îro ev bazirganbaşî jî hatibû pêşîya min şer dikir. Tu çawa dixwezî; ez serê wî jêkim, bikujim, an berdim?

Nîgar Xanimê got:

– Te wî belengazî girtîye anîye, te malê mêrik jê sitendîye, ku tu mêr bî, tê berdî, bira here mala xwe.

Rabûn hespê wî jê sitendin, kincên wî gişk jê şiqitandin, deste kincên peritî lê kirin, hespekî qolayî danê. Bazirganbaşî bê deng û his berê xwe da Stembolê. Derkete şeherê Stembolê, hespê xwe berda, lê nebû xweyî, çû dîwana padişa.

Padişa dît, ku bazirganbaşîyê wî wê kincên peritî lê ne, sekinîye, gotê:

– Bazirganbaşî?!

Go: -Belê!

Go: -Eva çi halê te ye, tu çi ra ketî vê rojê?

Go: -Xweyê min tu bî, halê minê ev be, xweyê mêriv gerekê mîna Koroxlîyê Çamlibelê be, ku meriv bikaribe serqot rehet bigere. Min ewqas eşîyayên xas, hûr û mûrên xas bar kir, ez çûm bifiroşim, min malê xwe bir Çardaxlî Çamlibelê. Koroxlî ez talan kirim; jina wî nîbûya, wê ez bikuştama jî. Ewî kincên min ji min kirin, wa tazî li ser te da verê kirim.

Padişê got:

– Hema wisa?

Go: -Belê, hema wisa!

Padişa emir kir, telal da gazîkirin, derkete nava şeher, ji cimaetê ra got: “Di nav sê roj û sê şevan da kê here Çardaxlî Çamlibel, ango Koroxlî sax bigire bîne, Qiratê wî jî pê ra, qîza min a delal û bedew Done Xanim ji wî ra be”. Telal hey di çarsûyê da kire gazî, hey di qahwexanê da. Hema di wê qahwexanê da şagirtek hebû, navê wî Bolî bû. Bolî ji qahwexaneyê derket, pêşîya telal girt, got: “Telal, eva sê roj e tu gazî dikî, hilbet neynesî çiye, tu seba çi dikevî bajêr, dikî gazî”?

Got: -Çi ra tu nizanî ku Koroxlî li Çardaxlî Çamlibelê bazirganbaşîyê padişa talan kirîye. Ew jî hatîye şikyat kirîye. Padişa niha emir kirîye, ku “Kê here Koroxlî bi hespê wî va bi saxî bigire bîne, wê Done Xanima qîza xwe bidê”.

Got: -Telal, tu bisekine!

Eva çû cem axayê xwe, go:

– Axa, padişa wa emir kirîye, tu îzina min bide, ezê herim Koroxlî bigirim bînim, qîza padişa jî ji xwe ra bixwazim.

Axê hilda got:

– Tu guneyî, karê te bi tiştên wisa tune, Koroxlîyê te bikuje.

Got: -Bira min bikuje; yan ezê herim bêm kuştinê, yan ezê herim Done Xanimê bistînim.

Axayê wî jê ra got:

– Guneyê te li situyê te lawo, ku tu diçî, ezê temîyekê li kurê xwe bikim: du xulamên Koroxlî ji cem Koroxlî revîne hatine, niha li bal padişa dixebitin. Navê yekî Hesen e, navê yê din Huseyn e. Kes fend û fêlên Koroxlî nizane. Tu Koroxlî nas nakî, xulamên wî wî nas dikin. Xulaman got, eva Koroxlî ye, bigire bîne, yanê na padişayê serê te jêke.

Bolî (Polî) hate cem telal. Telal rabû hat cem padişa, got:

– Padişa xweş be,- evî xortî got,-ezê herim Koroxlî bi hespê wî va sax bigirim bînim.

Padişa got:

– Soz bû, ji devê min derket, kê ku Koroxlî bi hespê wî va anî, ezê Done Xanima qîza xwe bidimê. Heger ew eynî nîbe, ezê serê wî jêkim. Eger çû hinekên din anî, derew be, ezê serê wî lêxim.

Kaxezên xwe, seneda (peyman) xwe nivîsîn. Padişa qol kişand: “Te ku anî hat, heniz ezê qîza xwe bidim te”.

Bolî jî qol kişand: “Ez neynim, serê min jêkî”. Kaxeza wan mor kirin, teslîmî sandoqê kirin. Kincên Bolî guhastin, navê wî kirin Bolî beg; bû zavayê padişa.

Bolî beg got:

– Padişa xweş be, du xulamên wî cem te ne: yek Hesen, yek Huseyn, ewana gere bi min ra bên, Koroxlî nas bikin, ku ez Koroxlî bigirim bînim; ez Koroxlî nas nakim.

Got:

– Here, min Hesen û Huseyn teslîmî te kirin; tivdarekê xwe bibîne!

Emirî ser serekqumandar kirin, cab dan Bolî begê: “Tivdarekê te hazir e, çi bêjî, hazir e?”. Ordî bi rê ket. Bolî beg, Hesen û Huseyn siyar bûn. Bolî beg pêşîya ordîyê ket. Ordîya giran kişîya. Wextekê derket Çardaxlî Çamlibelê.

Tanxirî-Tanmaz mêrxasê Koroxlî bû; derket der va, li qorixa hespê Koroxlî nihêrî, di çayîrê da hesabê gul û gîhê heye, siteyrên ezmanan heye, hesabê çadir û xêbetan, eskeran tune. Koroxlî bi keleşleran va dixun û vedixun.

Koroxlî got:

– Tanxirî-Tanmaz, hewa çawan e?

– Got:

– Egîto, ewir e, bûye ewir.

Koroxlî dest xwe da zanibû, ku dibêje: “Şer e, esker hatîye ser te, dew e”.

Koroxlî got:

– Tanxirî-Tanmaz, ku wisa ewir e, diya kê wê bigirî?

Got:

– Diya wan wê bigirî.

Got:

– Here bêje keleşlerên min, Eyvazê min, bira zîn û bûsatê Qirat lê kin.

Zîn û bûsatê Qirat lê kirin; ewî sîlihên xwe girêda, ji keleşleran ra got:

– Hûn di cîyê xwe da bisekinin, ezê binihêrim çi esker e, çi qoşûn e, wê di ku da herin?

Koroxlî deste kincên dewrêşan li xwe kir; sazek girte xwe hesabê dewrêşan, li serê çiyê, ji kelê jor da hate xwarê, berê xwe da ber bi çayîran. Dakete eteka çiyê, perên çadiran, nihêrî yekî kalî extîyar misînek di dêst da ne, hatîye destnimêjê bike.

– Selam elêkim, bavê kal,- Koroxlî got.

– Elêkim selam,- ewî selama wî vegirt.

Koroxlî got:

– Bavê kal, pirsa etibê jê tune; ev çi esker e, çi hela-hela ye?

Kalê got:

– Dewrêşê delal, ez nizanim, dibê li vî çiyayî qaçax hene, cerd hene”.

Sercerdîyê wan dibêje:

– Koroxlî ye, bazirganê padişê talan kirîye, padişa qirar kirîye ku kî here Çardaxlî Çamlibelê Qirata Koroxlî, Koroxlî bi xwe sax bigire bîne, ezê qîza xwe bidimê. Bolî beg cem padişa qol kişandîye, dibêjin ku gotîye: “Ezê herim bînim bêm”.

Padişa got: “Min jî qîza xwe da te”. Niha hatîye ku Koroxlî û hespê wî sax bigire bibe, bona ku qîza padişê bistîne.

Koroxlî got:

– Bavê kal, niha heft êtîmên min hene, ku ez herim gelo Bolî begê tiştekî bide min, ez zarên xwe bi xwe ra bibim?

Got: -Qurban, Bolî beg cahil e, tek e, qîza padişê jê ra xwestine, ku tu herî jê ra li saz xî, wê gele pere bide te.

Koroxlî hespê xwe berda, qamçîyek li saxirîya hespê xist, go: “Bimbarek, de here, tu rengê xwe biguhêzî, lola hespê sabûnçîyan bibî”. Hespê rengê xwe guhsat, bû yabîkî wisa qor, ku nikare lingê xwe biguhêze. Koroxlî sazê xwe hilda, berê xwe da çadira Bolî begê, çû. Ber dêrî nihêrî, ku ew herdu xulamên ku ji cem revîne çûne, ango Hesen û Huseyn, herdu jî li ber dêrî sekinîne.

Hesen got:

– Dewrêş baba,tu çi digerî?

Got:

– Min bihîstîye eskerên Bolî begê hatine vira. Ez hatime herime cem; heft zarên min yên êtîm hene, belkî qismetekî bide min ez zarên xwe pê xwey kim.

Hesen got:

– Bisekin ez herim bêjimê çika îzina te heye tu herî hundur?

Hesen çû hundur, îzin ji Bolî begê xwest, Bolî beg gotê:

– Bira bê çika çi meriv e?

Hesen hat dewrêş ra got. Em îda bêjin dewrêş. Ewî (Koroxlî) nihêrî Bolî beg ser doşekê rûniştîye, pêş va sekinî.

Bolî beg pirsî:

– Tu çi tevak î, çi merivek î?

Got:

– Bolî beg, ez merivekî dewrêş im, ez heta niha cem Koroxlî bûm; heft êtîmên min hene, Koroxlî bihîstîye ku eskerên te hatine vira, îdî nan nade zarên min, wana xwey nake. Min jî xwe li we girtîye, ez hatime belkî qismetekî ji zarên xwe ra bibim.

– Ê, go, kuro, ku tu heta niha cem Koroxlî bûyî, tu niha Koroxlî rind nas dikî; ew cahil e, yan kal e?

Got:

– Ez pak zanim, go, îzina te hebe ezê bi saz te ra bêjim:

 

Goşûnû çekmîşsen ûstûme,

Bolî, men senî… men senî…

Zalim, ne gîrmîşsen gesdîme?

Bolî, men senî… men senî4.

 

Bolî beg got:

– Kuro, go, bêje, bêje, go, hela!

Koroxlî got:

 

Ovcûne pûl goyarem,

Gyozlerîne mîl goyarem,

Qiz arvadi dûl goyarem,

Bolî, men senî… men senî5!

 

Go: -Kuro, tu dibêjî Bolî, go zanî?

Dewrêş jê ra got:

– Polî (Bolî) beg îna te ji Xwedê hebe, Koroxlî bi devê xwe, bi zmanê xwe gotîye, hiz dikî ez nebêjim. Merîkî ji xweyî dîn e, wisa pirsên dîn jê çê dibe.

Go: –Lê emirê wî çiqas e?

Go:

 

Kyoroxlîyem, qocalmîşem,

Xûnkyerlerdan bac almîşem,

Bolî, men senî, men senî6!

 

Eva ku ha got, Bolî kenîya, got:

– Dewrêş, tu gilîyên çawan dikî?

– Bolî beg, ne min ji te ra got, ku merîkî wisan e, çep xeber dide, xwe bi zimanê xwe gotîye, min ji wî hildaye.

Gava ew pirsa xwe bi dewrêş ra temam kir, Hesen û Huseyn li ber dêrî bûn, her tişt bihîstibûn. Hesen gote Huseyn: “Dibe ev Koroxlî be; Bolî begê di hundur da wî bikuje û hemîn wê me gişkan bikuje. Kas ji me sax namîne”. Hesen çû hundur, solên Bolî begê danîn, Bolî beg derkete der va, got:

– Bolî beg, ev fend û fêlên wî lola yên Koroxlî ne, dibe eva Koroxlî be. Go, gere tu sinemîş bikî, xeysetê Koroxlî zanî çawan e, tu ku ji der da çûyî, ku Koroxlî be, xwe nagire ji ber te rabe, ku rabû, bê tu girtîyê padişê yî, nemerd nîne, wê destê xwe bibe piş pişta xwe, wê emir bike, emê bên girêdin. Tu ku çûyî, herkê ranebû û destê xwe bir piş pişta xwe, bizanibe Koroxlî ye, herkê rabû, destê xwe ne bir piş pişta xwe, bizanibe ne Koroxlî ye.

Bolî beg çû hundur, lê nihêrî kevir ji cîyê xwe leqîya, lê dewrêş ji cîyê xwe neleqîya, ranebû şipîya. Bolî beg got:

– Tu Koroxlî yî?

Dewrêş got:

– Na xêr, ez ne Koroxlî me.

Got:

– Destê xwe bibe piş pişta xwe, tu girtîyê padişê yî.

Koroxlî destê xwe merd û merdane bir piş pişta xwe. Bolî beg gazî Hesen û Huseyn kir. Destê Koroxlî berk bi piştê va girêdan. Gazî xulamekî kirin, go: “Here hespê wî jî bîne”. Çûn hespê wî anîn. Heywanekî wisa jar, ki nikare bi rê here. Bolî beg şaş ma: “Canim, salixên Qiratê Koroxlî didin, ew salixê didin, qet derheqa vî hespî da nîne. Eva hespa kirin û ne kirin, ji cîyê xwe neleqîya.

Dewrêş got: -Bolî beg!

Got: -Çiye?

Got: -Hespê min ev e, ez bi xwe jî merivekî dewrêş im, heft zarên min hene, êtîm in. Koroxlî diha tiştekî nade, zarê min wê qir bin, tuyê min bibî herî, ezê şikyatê te jî cem padişa bikim, kêfa te ye. Kir û ne kir Hesen û Huseyn gotin: “Na, eva Koroxlî ye, gotin îsmê wî heye, tilismatê wî heye, wê te bixapîne, mexsûs Koroxlî ye”. Koroxlî siyar kirin; emir kir: ordîyê çadir û xêbetên xwe bar kirin; car din şûnda zivirîn, berê xwe dane Stembolê, cem padişa. Herkê pir hatin, herkê hindik hatin, ma riya denekî bigihîjin nava Stembolê. Kanî li wê derê hebû, kanîya Rihetîyê jê ra digotin. Padşalix bû, ya ordîyê bû. Emir kir çadir li ser lêxistin bona esker rehet bibe. Çadira wî vegirtin, Bolî beg li ser doşeka tê da rûnişt; hemî Koroxlî cem e; hespê wî berî nav hespan daye, hesp nalive. Koroxlî fikir kir: “Evê min bibin nava şeher, axirê wê min zeya bikin, bikujin, ku çûn nava şeher wê min bikujin”. Sazê xwe girte xwe, çika ji Bolî begê ra wê çi bêje:

 

Şûbha êyleme, Bolî beg im,

Men Kyoroxlû deyîlem,

Gyormîşsen şaşirtmîşsan kendînî,

Bolî beg, men Kyoroxlî deyîlem!

 

Kyoroxlûnin bîr atî var cîvandir,

Hay dêyende nellerîne qirandir,

And îçerem: adim Ûrîşandir,

Bolî beg, men Kyoroxlî deyîlem!

 

Kyoroxlûnin bîr atî var delî dîr,

Delî deyîl, bîr îldirim kîmî dîr,

And îçerem: atam adî Elî dîr,

Bolî beg, men Kyoroxlî deyîlem!7

 

Bolî beg gazî xulam û xizmetkarên xwe – Hesen û Huseyn kir, got: “Kuro, ev sond dixwe, dibê navê min Ûrîşan e, navê bavê min Elî ye, ez bibim cem padişa derew derkeve, wê serê min lêxe; herin hespê wî bînin”. Xulaman çûn hespê wî anîn, hesp nikare bilive, hêdî rê diçe, jar e, go: “Here lawo, tu Koroxlî nînî, padişayê serê min lêxe, min senet dayê”.

Koroxlî dizgîna hespê xwe kişand, hêdî û nerm bi awayekî xewle ji nava ordîyê derket, qamçî li saxirîya xist, dîsa got: “Bimbarek, dîsa were ser donê çarsalîya xwe”. Qirat dîsa hat ser donê çarsalîya xwe, dîsa wisa kok, wisa bedew, wisa rind. Ling kire zengûyê, siyar bû, berê xwe da Çardaxlî Çamlibelê.

Em ji ordîyê, ji Bolî beg xeberdin: Ewî careke din eskerên xwe vegerand û haydê Çardaxlî Çamlibel, tu li kîderê yî, em hatine te?!

Ew heniz dîsa çû nava çayîrê xwe, cîyê lê Koroxlî girtibû, dîsa çadir û xêbetên xwe lê xistin. Koroxlî jî gihîşte cîyê xwe, serê kelê. Keleşler berevî ser hev bûn, îçke danîn, vexwarin, kêf kirin. Koroxlî li ser îçkê ji egîtekî xwe – Tanxirî-Tanmaz ra, ku bin pîya dîwanê sekinî bû, got:

– Tanxirî-Tanmaz, lawo, derkeve der va, çika hewa çawan e.

Tanxirî-Tanmaz derkete der va, dîsa di nermana wî da , çayîra wî da hesabê siteyran heye, hesabê eskeran tune; zivirî hundur, got:

– Koroxlî, bûye ewir, ewirekî giran e.

Got: -Eva bûye ewir, gelo diya kê wê bigirî?

Tanxirî-Tanmaz got:

– Koroxlî, di vê seferê da diya te wê bigirî.

Got: -Gelî keleşleran, her kes hespê xwe, sîlihên xwe hilde, em gerekê lola gurên peranî bikevine nava ordîyê, hema merîyan nekujin, belengaz in, kurên riatan in, rêncber in, bi zorê anîne, tenê Bolî beg bigirin bi saxî bînin serê kelê, ez meremê xwe pê bikim.

Her kes li mala xwe tivdarekê xwe dît, sîlihên xwe hazir kirin, ku wek peranîya guran dikeve nava pêz, di ser da bigirin. Siyar bûn, ketin nava ordîya Bolî begê; çiqas meriv hebûn, ji yekî ra tişt negotin, tu yekî nekuştin. Eva ordîya her kes serê xwe hilda alîkî da çû, ji tirsa revîn.

(dûmayîk heye)

Riataza

3 Ji Stembolê karwanekî mezin derket,

Bazirgan hat li cîkî çîman danî,

Min keleşlerên xwe ra got: bira baş bişîne,-

Bazirganbaşî destê xwe li hev xist û kenîya.

Bazirganbaşî ra naxwezim şer kim,

Hergê şer kim, ezê gelî û gebozan bi cendekan lod kim,

Pirtî qumaş bi rimê bipîvim.

Bazirganbaşî destê xwe li hev xist û kenîya.

Te danîye serê xwe kumekî nermik,

Kurkê Xorasanê li xwe kirîye.

Koroxlî sê miqam sitira,

Bazirganbaşî, tu min ra bijmêr heyştê hezar zêr!

 

4 Te seker hildaye anîye ser min,

Bolî, ezê nîşanî te dim, nîşan dim,

Zalimo, çira hatî ser min,

Bolî, ezê nîşanî te dim, nîşan dim!

 

5 Ezê peran bikime destê te,

Ezê pîjika çavên te ra kim,

Ezê qîz û jinên we bê mêr bihêlim,

Bolî, ezê nîşanî te dim, nîşan dim!

 

6 Ez Koroxlî me, kal bûme,

ji dewletîyan bac hildame,

Bolî, ezê nîşanî te dim, nîşan dim!

 

7 Bolî begê min, şivelû nîbe,

Min go – ez Koroxlî nînim,

Te dîtîye, tevhev nebe,

Bolî beg, ez Koroxlî nînim.

Hespekî Koroxlî yê cahil heye,

Ji xebereke siyarê xwe difire,

Sond dixum, navê min Ûrîşan e,

Bolî beg, ez Koroxlî nînim.

Hespekî Koroxlî yê dîn heye,

Dîn nîne, ba û birûsk e,

Sond dixum bi navê bavê min Elî ye,

Bolî beg, ez Koroxlî nînim.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev