Pirsa we û bersîva me – 69

Pirsa we û bersîva me – 69

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernaê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bersîveke gelekî balkêş dîtîye:

 

Pirsa Perîxana Îskender û bersîva Nura Şane

 

Pirs: – Gelo ev îdyoma min di pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan a bi navê ”Morîyê Nenê” da xwend, tê çi maneyê?

Bersîv: Emê bersîva we bi nimûneyeke folklorî bidin, ku me ji pirtûka eynî nivîskarî a bi sernavê „Qiseyên cimaetê“ hildaye.

 

NEHEQÎ LI ERDÊ NAMÎNE 

Rojek ji rojan kalemêrek dide ser rê, siwarî ji gundekî bi xizmet diçe gundekî mayîn. Di rê da xortekî tûre ji dûr va wî dibîne, temê xwe lê xirab dike, xwe ji xwe ra dibêje: “Heyran, vê çolê kî-kî ye? Ez ku kalê ji hespê bînime xwarê û hespa wî jê bistînim, kê wê bizanibe, ku kê bû?”. Paşê difikire, ku kes nebîne jî, dibe xwedê bibîne. Gava ranêzîkayî kalê dike, dudil dibe, dixweze him bibe xwedîyê hespê, him jî bê ceza bimîne. Wek dibêjin, ne dixweze destê xwe ji dêrê bike, ne jî ji mizgevtê. Alîkî va jî bihîstîye, ku yê xirabîyê dike, zû-dereng xirabî tê pêşîya wî. Heynese, pey silav-kilavan ra ji kalê dipirse:

-Kalo, mirov ku xirabîkê dike, çiqas wext şûnda xirabî tê pêşîya wî?

-Car zane, lawê min. Car heye piştî çend mehan û salan, car jî heye heta çend deh sal dibuhurin.

Xort difikire, di dilê xwe da dibêje: piştî çend salan kê zane çi dibe, wek dibêjin, an kerê bimire, an jî xwedîyê kerê. Û hahanga biryara xwe dide, kalê ji hespê tîne xwarê, derbeke cîwar patika situkura wî dixe, kalê bê hiş dikeve erdê. Hespê siwar dibe û bayê bezê dide tiradan. Ji ber ku xam e, nikare hespê bîne zevtê, hesp wî qilozî ezmîn dike û yekser davêje ser erdê sipî-sar. Bazinê situyê wî dişkê, wek dibêjin, dengekî wî esman e, yek erd e.

Di wê navberê da kalê ser hişê xwe da tê, çarneçar bi hemdî xwe dide ser rê, ku here qonaxa xwe. Ji dûr va dengê qûrîn-qajîna xort lê tesele dibe. Nêzîk dibe, dibîne, ku xort di nava xwînê da mewicîye, nikare ji cîyê xwe bilive. Kalo xwe bi xwe difikire, ku hespê wî yê amin bi xwe heyfa xwedîyê xwe hildaye, û xort bi destê xwe ser bela xwe vebûye.

Xortê bêbext jî ji zar-ziman ketîye, lalomeyî bûye, bi himzorekî ji kalê dipirse:

-Ne axir min ji te pirsî, ku gava yek xirabîkê dike, çend salan şûnda tê pêşîya wî, te got heta çend salan jî dikişîne. Ya min qe çend deqeyan jî ne kişand. Te çima ji min ra rast ne got?

Kalê bi çavên zane û kûrfikir lê mêze dike û bersîveke ha didê:

-Min rast gotîye. Qezîya îro hate serê te, ew ji bo neheqîyên te yên berî çend salan in. Lê xirabîya te îro kirîye, piştî çend mehan, an jî çend salan wê bê pêşîya te. Ew jî, eger tu sax bimînî! 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *