“Heşterxan”a Mem Zînistanî derçû!

“Heşterxan”a Mem Zînistanî derçû!

Berhemeke delal ji Weşanxaneya ”Lîs”ê

Kawa Nemir

“Heşterxan”, pirtûka kurteçîrokan a duyem a Mem Zînistanî, ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.

Mem Zînistanî (j. 1983, Bayîzd) yê ji nifşê dawîn ê nivîskarên kurteçîrokan ên Kurd yek ji nivîskarên herî jêhatî yên nifşê xwe ye, ku di sala 2015’an de pirtûka wî ya kurteçîrokan a pêşîn a bi navê “Bindarûk” hatibû weşandin û xwînerên xwedan hesta edebîyata xas ên zimanê Kurdî bi dilgermî lex wan kurteçîrokan ve çûbûn.

Bi vê berhema xwe ya duyem a bi navê “Heşterxan” ve jî Zînistanî li ser vekolana xwe ya der barê “çîrok”ê bi xwe de û “ferheng”a xwe ya cîyê coş û peroşê berdewam e û pênûsa wî ya dayî pey kawdana serdemeke bihurî ya devereke dîyar vê carê kurteçîrokên bi navê “Kiraşo”, “Senaryo”, “Gopal”, “Dejavû”, “Gol”, “Sîya Bêteşe”, “Xişûş”, “Nameçîrok”, “Sîya Teyrê Baz” û “Heşterxan” bi xwe re tîne bo xwînerên xwe.

Ji berêkê ve tê xuyanê ku Zînistanîyê nivîskarê kurteçîrokên di “Heşterxan”ê de di warê pexşana edebî de awirên xwe kutane asoyeke berfireh, ê ku di kurteçîroka bi navê “Heşterxan” de tîne dibêje:

“Gava ku min xwe gihande îstasyonê, min dît ku trêna îro ya dawîn kar û barên xwe yên çûyînê dike. Ez di cî de keribîm, bi çavpêketina ku ez çav bi trênê ketim. Xwîna min dikir ku bikişe, cendekê min li hev civîya, girî di min de miçiqî. Min heft kiras qetandin, hetanî ku min xwe gihande cîyekî rûniştinê.

Dema ku min cixareyek derêxist û vêxist, çavên min ji dûr ve bi Kerem ketin, Keremê birayê Îlkoyê rehmetî, yê bi çarneçarî bi jinbira xwe re zewicî. Min dît, li ser banqekê rûniştiye ji xwe re, bala xwe daye trênê û bi teherekî hargilikî li cixareyê li ba ketiye. Gulmên wisa lotî li cixareyê dixe ku dûyekî reş î tîr bi ser dikeve.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Rizo

    Min jî ev Zinistanî çima wusa qure ye, çima dibêje “qûnê min ra neyê, bêhn ji te tê” nebê Kawa kalla dide biçenga belengazî. Binêre;

    …yê ji nifşê dawîn ê nivîskarên kurteçîrokan ên Kurd yek ji nivîskarên herî jêhatî yên nifşê xwe ye…

    Hop pirê.

    Wellahî rehmetîyê Mehmed Uzun qasî wî qure nebû. Ez pirtûka ku yekî milletê xwe piçûk dibîne ne dixwînim ne jî tiştekî din.

    Ответить

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *