Zanist bi kurdî xweş e -31

Zanist bi kurdî xweş e -31

Amadekar Edo Makuyî

 

11-Xwendin, bihêztirîn sîleh e ku hûn dikarin jibo guhertina Cîhanê wê bikarbînin.

Nelson Mandela

Edoyê Netutišt

 

12-Ez jin im,

Hindî ku navê min di çêr, dijûn û xeberên pîs da tê bikaranîn

Hema( Qe ne) nîvê wê jî di helbest, çîrok û wêjeyê da naye bikaranîn!!!!!!!

Edoyê SerJinikê BiHecî

 

13-Keskesor, di rastîyê da ne kevanokî ye belke wek çembereke temam e.

Dema meriv ji erdê lê mêze dike wiha kevanokî tê xûyan lê dema meriv ji nav balafirekê lê binêre Keskesor tam çemberkî tê dîtin.

Edoyê Berjêrê AlÇax

 

14-Millet yan netewa ku bi herî kêm razî û îqna bibe,

Dê zilm û zora herî zêde Lê bibe!

Edoyê KERêKorêLal

 

15-Ji xelkê hemû cîhanê pirsîn ku dîtina we li ser “kêmasîya xwerin ” di dewletên din da, çî ye…..?!?

Tu kes bersiv neda

Çimku xelkê Afrîqayê nedizanîn ka” xwarin” çî ye!

Xelkê Asîyayê nedizanîn ka “dîtin” çî ye!

Xelkê Ewrûpayê nedizanîn ka ” kêmasî” çî ye!

Xelkê Amerîkayê jî nedizanîn ka ” dewletên din” çî ye!

Ev biwatetirîn nivîsarek bû ku min heya niha xwendibû!

Edoyê NejErdê

 

16- 3 tišt îdî tu car venagerin:

Dem, Gotin û rewša ku em niha tê da ne

Nabe ku em van 3 tištan tu car ji dest bidin:

Hêdîbûn û aramî û Hêvî, Rastî

3 tišt hene ku tu car sedîsed û misoger nînin:

Šans, Serketin û Xeyal

2 tišt pir biqîmet in:

Xwebawerî û Hevalên rastîn

Edoyê Bêtištmišt

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Edo Makûyî

Edo Makuyî ji Rohilatê Kurdistanê, bajarê Makûyê ye. Medreka Muhendisîya şîmîya (Chemistry Engineering) temam kirîye. Wî Endazyarîya Kîmîyê xwendîye. Bi Kurmancî, Soranî, Farsî, Azerî, Tirkî, Îngîlîzî zane. Gelek pirtûkên kurdî wergerandîye farsî.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *