Efrîn û şerê di ber berjewendiyên navdewletî û herêmî de

Efrîn û şerê di ber berjewendiyên navdewletî û herêmî de

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 33

 

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 33an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemu parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdarên hêja, mijara bernameya me ya îro derbarê êrîşa Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, berxwedana şervanên YPG/HSD  û rewşa herî dawî ya Efrînê da ye.
Bû nêzîkî mehekê firokeyên artêşa Tirkiyê bajarê Efrînê û bajarok û gundên ser bi Efrînê ve bombebaran dikin û topxaneyên Artêşa Tirkiyê jî bi giranî deverên wê herêma Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin. Şervanên YPGê û xelkê Efrînê jî bi hemû awayî berevaniyê li bajarê xwe dikin.

Ji roja 20ê meha bihurî ve Artêşa Tirkiyê bi alîkariya hin grûpên çekdarî yên Dijbereya Sûriyê operasyoneke berfireh li ser Efrînê dest pê kiriye û navê Operasyona “Çiqla Zeytûnê” lê kiriye. şer û pevçûnên li deverên sînorî û çend gundên wê herêma Rojavayê Kurdistanê jî di navbera şervanên YPG/HSD û hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de berdewam in. û her diçe dijwartir dibe.

 

Ji ber wan êrîşan bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî, birîndar bûne, bi hezaran jî koçber bûne, yan jî bê mal û cih mane, gelek gund wêran bûne. Di du rojên dawî de şer gelek giran bûye û hejmara kuştî û birîndaran jî zêde dibe. Duh, roja 13 sibatê artêşa Tirkiyê navenda bajarê Efrînê topbaran kir û çend top li nêzîkî nexweşxaneya Avrîn ketin ku di encamê de kesek şehîd bûye û çend kesên din jî birîndar bûne. Desteya Rêvebir ya Kantona Efrînê preskonferansek encam da û xuya kir ku heta niha 160 kesên sivîl di encama êrîşan de jîyana xwe ji dest dane, ji nava wan 26 zarok û 18 jin hene. Derbarê hejmara birîndaran de jî diyar kir, 415 kesên sivîl birîndar bûne, di nava wan da 40 zarok û 56 jin jî hene. Desteya Rêvebir herwiha dîyar kir ku gelek gundên ser sînor hatine wêran kirin û 60 hezar kes koçberî gundên din û navenda bajarê Efrînê bûne. Ji ber medyayên serbixwe nikarin şer bişopînin, heta niha hejmara rast a kuştî û birîndaran nayê zanîn. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibêje, heta niha Tirkiyê 15 gundên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dagîr kiriye. Tirkiyê dibêje ewê ji bo ewlekarîya sînorên xwe û berjêwandîya niştimanî, çi ji destê wan tê wê bikin, şervanên kurd heta niha jî ber xwe didin û dibêjin heta dawîyê wê berewanîya xwe bikin. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî hişyariya wê yekê didin ku Tirkiye û hêzên alîgirên wê çekên qedexekirî bikar anîne. Heyva Sor a Kurdî di raportekê de belav kiriye, ku artêşa Tirkiyê di şerê Efrînê de çekên kîmyayî bi kar anîye.

Berî çend rojan Hevseroka Encûmena Tenduristî ya Efrînê Encêla Reşo bang li civaka Navedewletî û saziyên mafê mirovan û Xaça Sor kiribû ku pêwîstiya nexweşxaneyên Efrînê bi derman û pêwîstiyên bijîşkî hene û daxwaz kir ku alîkariyên tenduristî ji wan re bên şandin.

 

Roja seşemê berdevkê fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd ragihand ku Tirkiye bi çekên NATOyê êrîşî Efrînê dike û di encamê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Îro li Efrînê şerekî bêexleq pêk tê. Divê cîhan xwedî li gelê ku li dijî DAIŞê şer kirin, derkeve. Berdevkê YPGê got ku ji dewletên cîhanê helwesta pêwîst nehatiye dan. Rewşeke gelek giran li herêmê çê bûye.
Guhdarên hêja, eva bû bi kurtî derheqa rewşa dawî di herema Efrînê û bajarok û gundên ser bi Efrînê ve çêbûyî.

 

Bernameya Civak û sîyaset, çawa min êdî got di derbarê êrişa Tirkiyeyê bi alîkariya hin grûpên çekdarî yên Dijbereya Sûriyê ya li ser Efrînê, herwiha li ser rewşa Kurdan li Heremê û bûyarên li Rojhilata Navîn de bi mêvanê xwe birêz Heyder Omer, nivîskar, lêkolîner û rexnegirê binvûdeng re gotûbêj dike.
Berî destpêka hevpêyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameyê birêz Heyder Omer.

 

Heyder Omer kîye?
Jînenîgarî:

Heyder Omer, sala 1952ê li gundê Qizilbaşa, herêma Çiyayê Kurmênc ji dayikê bûye.

Li gundê Kotana xwendina seretayî, û ya navîn li bajarê Efrînê, navenda hêrêma Çiyayê Kurmênc bi dawî tîne, û sala 1970î lîsê werdigire.

Sala 1974ê Lîsansa wêje û zimanê erebî ji zankoya Helebê werdigire û sala 1978 dîploma zanista perwedeyê ji zankoya Şamê werdigire, û di pergala perwerdeyê de wek Mamosteyê wêje û zimanê erebî li dibistanên parezgeha Helebê kar dike.

 

Sala 1999an neçareyî koçberiyê dibe, û li welatê Elmanya bi cih dibe, û karê xwe yê perwerdeyê li dibistanên Elmanî didomîne.

Di ber karê xwe re di meydana wêjeya kurdî de dixebite, dibe endamaê desteya kovara PIRS, ya ku li Sûriyê derdikeve, û ya kovara PÊNÛS, ya ku li Elmanya derdiket. Her weha dibe serokê desteya kovara PÊL ya ku li Elmaniya der diҫû. Gelek gotar û lêkolînên rexneya wêje di her sê kovaran, û di hin rojname û kovarên din de û di malperên kurdî de diweşîne.

 

Heyder Omer ji dema xortaniya xwe de dikeve nav qada xebata siyasî û civakî, sala (1969) li gel hin xortên herêma Ҫiyayê Kurmênc, kulûpa (Efrîn) dadimezirîne. Ev kulûp çar salan li Efrînê gelek karên civakî û hunerî dike, lê sala (1974) bi fermana şaliyariya dewleta Sûriyê tê girtin.

Heyder Omer ji sala (1974) de li gel wêjeya kurdî mijûl dibe, ji wê salê de lawaziya tevgera rexne ya wêjeyî kurdî bala wî dikşîne, loma jî di xebata xwe ya wêjeyî de giraniyê dide rexneya wêjeyî, loma jî piraniya berhemên wî rexneyî ne.

 

Heyder Omer sala 1993ê li gel hinek wêjevan û helbestvanan festîvala helbesta kurdî dadimezirîne. Ev festîval hîn jî sal bi sal tê lidarxistin. Herweha sala (1998) li gel hin nivîsevanên rojavayê Kurdistanê Xelata Osman Sebrî dadimezirîne, ev xelat ji bo dostên gelê Kurd, yên ji ber Kurdan de xebatên payebilind kirine, tê pêşkêşkirin, heya nûka her sê dostên Kurdan Ismaîl Bêşikcî, Daniel Miterand û Dr. Munzir El-Fedil ev xelat wergirtine.

Heyder Omer endamê komela mamostên Kurdistanê li Niedersachsen / Elmanya, û endamê komela perwede û zanistan li Elmanya ye. Vê demê birêz Heyder Omer di gel malbeta xwe li bajarê Hanovverê li Almaniyayê dijî.

 

Pirtûkên wî yên hatine çapkirin:

1.Ehmedê Xanî di dastana helbestî Mem û Zîn de. Rexne, bi zimanê erebî, sala 1991ê.

2.Feqîyê Teyran, jiyan, helbest û helbestvanî. Rexne, bi zimanê erebê, sala 1993.

3.Di tirzûwê de. Rexne, bi zimanê erebî, sala 1998.

4.Piçek ronahî, ji bîranên Edilrezzaq Bedirxan, werger ji kurdî bo erebî, sala 2000î

5.Cegerxwînê çîroknivîs. Rexne, bi zimanê kurdî, sala 2003.

6.Osman Sebrî, helbestvan û nivîsevan. Rexne, bi zimanê kurdî, çapa yekem, li Berlînê sala 2004, çapa duwem li Silêmaniyê / Kurdistanê sala 2006.

7.Ehmedê Xanî, raman û huner. Rexne, sala 2007.

  1. Vedenga hestan (hunera helbestê) sala 2014.

 

Pirtûkên bi zimanê Kurdî, ku ji bo çapê amade ne:

  1. Dozine mezin, hewildanine biçûk. Gotar û gengeşeyên wêjeyî.
  2. Dozine mezin, hewildanine biçûk. Lêkolînên wêjeyî. Rexne.
  3. Kesayetiya Kurdî, lêkolînên civaknasîn. Werger ji erebî bo kurdî.
  4. Kurdistan berî her tiştî. Werger ji erebî bo kurdî.

 

Birêz Heyder Omer re ji stûdyo radyoya Ria taza li bajarê Hambûrgê ya Almanyayê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

 

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên birêz Heyder Omer bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.


Ria taza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev