Ji pişt perdeyê

Ji pişt perdeyê

Mehmet Arslan

Li ser sobeya me ya qehweyî dengê kelekela avê dihat gûhên min. Diyar bû kû çay hîn nehatibû çêkirin. Dengê pistepista dapîra min, dengê avê diqelaşt û xwe li gûhê min dixist.

Weke kû min texmîn kir, nimêja sibê dikir bi bawerîyek mezin. Û min lihêfa xwe bi ser xwe de dikişand. Roj hîn şefqa xwe nedabû pencereyê.

Fîstanê şîn ê binexş wisa xweşik li dapîra min dihat kû, serî li zivistanê radikir û me kaş dikir ber bi havînên Brezîlyayê ve dibir.

Taxa me cîhek nenaskirî bû û loma jî karkêrên şaredarîyê bi van deran ve nedihat. Û ji ber vê jî ixaleya paqijîyê ji dapîra min re mabû. Bê pere û bê minet…

Dema paqijîya dapîra min ê kûçeyê û seeta belavbûna dibistanê rastî hev hatibû. Ji serê kûçeyê heya binê kûçeyê zarok tije bibû. Bi inyadek mezin çopên destên xwe davêtin. Bi bayê belav dibû û her der qirêj dibû.

Hinek li ber şibakan benda zarokan bû û hinekan jî benda gûzfiroşan bû, ê kû torbeya wê bi deh lîrayan dihat şikandin.

Dapîra min bi dengekî nimz got : “dê bes e, lo.”

Gûhê cîranê me wehîde weke santralê bû maşallah. Dapîra min ji ber acizîya zarokan pitepit dikir lê wehîde li derdora dinihêrî û weke kû xema wî nebe digot: ”erê, erê.”

Û ez, ê kû her tiştî ji pişt perdeyê temaşe dikir, min bi yek destî kanala televîzyonê gûherand û rûniştim cihê xwe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev