Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê -9

Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê -9

Welat Agirî

Karaçî, bajarekî qedîm û mezin. Ewqas mezin e, ku bîst mîlyon kesî di nav sînorên xwe de dihewîne. Cur be cur netew bûne niştecîhên vî şeherî; sîndî, pencabî, peştûn, beloçî, gîlgîtî, hazara, kurd…

Erê li gorî gotinên apê Serdar Yar, gelek kurdên Beloçîstanê derbasî Karaçîyê, bajarê ticaret û bazirganiyê, bûne û kar û xebateke baş jî dikin. Divê em vê jî bêjin ku ji xêncî Karaçîyê, li Quettayê jî, payitextê eyaleta Beloçîstanê, gelek kurd hene ku xwedî dikan û mixaze ne û rewşa wan a aborî baş e.

Piraniya kurdên Beloçîstanê derbarî kurmanc, soran, hewreman û zazayan de xwediyê malûmatan nîn in. Min ji apê Serdar Yar pirsî:

Apo, hûn dibêjin ku em ji rojavayê Kurdistanê rabûne hatine Beloçîstanê û ji eşîra Bermekiyan in. Ger hûn ji rojavayê welêt hatibin, bi îhtimaleke qewî, hûn kurmanc in.

Apo serê xwe bilind kir, hinekî fikirî û got:

Bavê min kurmanc kî ne?

Min ji wan re, qasî malûmat û zanebûna xwe, behsa kurdên her çar perçên welêt û herweha devokên kurmancî, soranî û kirmanckîaxêv kir. Heta wê çaxê nebihîstibûn. Ebdirehman got:

Wele bira, li gorî agahiyên me kesên ku li Kurdistanê dijîn kurd in û zimanê wan jî wek kurdî tê bi nav kirin. Ji xeynî van agahiyan, haya me ji devok û zaravayan nîn e.

Ez midetek peyre, ji hevalekî din hîn bûm, ku li bajarê Quettayê kurmanc jî hene. Ev kurmancên ku em behs dikin, ji du bajarên Afxanistanê derbasî payitextê Beloçîstanê bûne. Beriya hatina Quettaya Beloçîstanê, li Qendehar û Wezîrîstanê bi cîh û war bûne. Mixabin em nizanin ka kurmancên me di kîjan sedsalê de koçî Wezîrîstan û Qendeharê kiribûn û ji kîjan sedeman ew bajaran terk kirin û derbasî Quettayê bûn.

Partiyên siyasî ên kurdên Beloçîstanê nîn in. Ew jî di nav partiyên beloçan de polîtîkayê dikin. Mîr Asim Kurd jî parlementerekî kurd e, ku di meclîsê de nûnerê partiya beloçan e. Kurdên Beloçîstanê herî zêde rengên kesk, sor û zer hez dikin. Baloch Students Organization yanî Yekîtiya xwendekarên Beloçîstanê rêxistina herî girîng ya kurdên Beloçîstanê ye û serokê rêxistinê jî Zahid Kurd e.

Wext nîvro bû, bi qedandina banga melê gund re, telefûna Ebdirehman lêxist. Xwarin hazir bû û apê Şewket li hêviya me bû. Lê beriya rabûnê min dixwast pirseke din jî bipirsim:

Gelo têkiliyên we û dîn di çi radeyê de nin? Di nav kurdên Beloçîstanê de şiî hene yan hemû sinnî ne?

Vê carê kek Rifet bersîvand:

Em dikarin bêjin, di nav eyaletên Pakistanê de, herî zêde Beloçîstan ji dîn û dîndariyê dûr e. Em wek peştûn û pencabiyan oldar nîn in. Lê dîsa jî yên nimêj û teatên xwe dikin gelek in. Kurdên Beloçîstanê sinnî ne û piraniya wan ji mezhebê henifî ne. Kêm be jî di nav me de kesên şafiî jî hene.

Bi vê bersîva kek Rifet ve, me xatir ji apê Serdar Yar xwest û em ber bi mala Ebdirehman rê ketin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev