Ji nimûneyên zargotina me – 127

Ji nimûneyên zargotina me – 127

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 127an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend çîrok-hikyatên di wê cîwarbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

GUR, DEVE Û RÛVÎ

Wextekê gur, rûvî û deve bûne hevalê hev.

Gur gote rûvî:

-Em menîkê li devê bigrin,

Belkî em devê bikujin,

Goştê wê bixun,

Hestuyê wê bimêjin,

Poça xwe hildin, bimeşin.

 

Rûvî gote devê:

-Bira, were em gunê xwe bêjin,

Gunê kê zefe, bira xwe zinêrda bavêje.

 

Gur got:

-Xeberê birê meyî rûvîye.

Gur gote rûvî:

-Bira, tu bêje, çika te çi gune kirîye?

Rûvî got:

-Hingî min nêçîr kirye,

Mişkê ber mirar, min nexarîye.

Gur gote rûvî:

-Bira, min xarîye pezê bê mirare,

Rêtîye çevê xêrnexweze,

Lema jî rûvîyê bira derketîye dekbaze.

 

Rûvî dîsa got:

-Ez rûvîme, fêlbaz,

Birê teme, poçka min dirêje mîna saz,

Ez digerim serfinyaz.

 

Gur gote devê:

-Bira, sirya teye!

Tu bêje, çika te çi kirye?

 

Devê got:

-Ez devenga belengaz,

Belkî xirav be mala rûvî û gurê xêrnexwez,

Ez zanim, hûnê min bixun,

Werin stirîk ketîye ber diranê min,

Belkî hûn jê derxin,

Paşê ezê xwe zinêrda bavêjim.

 

Rûvî û gur hevra nigê xwe kirine ber diranê devê,

Nişkêva devê diranê xwe lê da hev.

 

Devê got:

-Rûvîyo, bi feno, finyazo,

Tu feqîro, belengazo.

 

Devê rûvî û gur hevra avîtin,

Teyr nişkêva wan hatin,

Pirtîyê rûvî ji zinêr nedihatin,

Serê gur hişke, diranê wan tê da dernediketin.

Got: Qadirê Semend, şagirtê têxnîkûma pedagogîyê ya bajarê Yêrêvanê.

 

ELÎYÊ TORÇÎ

Wextekê Elîyê torçî mesî digirt.

Rokê mesîk girt, kir-nekir, nikaribû tor derxista: giran bû. Îcar kurê xwera got, go:

-Lawo, tu were torê bigire, ezê herim mal, balte bînim, bînim lêxim, bikujim, kaşkim, derxim.

Ew lêxist, çû.

Kurê wî girt. Kurê wî da hişê xwe, go:

-Canim, go, ezê çawa gunê vî bikim situyê xwe.

Kurê wî berda, bavê wî ji mal hat, lê nihêrî kurê wîya mesî berdaye. Hêrsa wî rabû, sîlek li kurê xwe xist.

Kurê wî xeyîdî, hate mal, go:

-Dayê, îdî karê min bike, çend nana bide min, ezê terkeselatî dinê bivim, herim: ez cem bavê xwe nasekinim.

Çû. Terkeselî dinê bû. Rokê, duda, sisya çû. Çû, rastî xortekî hat. Evî xortî selam dayê, go:

-Tuê kuda herî, xortê qenc?

Ewî ji wîra go:

-Lê tuê kuda herî?

Herdua ji hevra got, go: “Em herdu jî terkeselî dinê bin”. Wêderê bûn birê hev, ji hevra gotin: “Emê herin şeher, hevalê xêr û şerrê bin”.

Evana lêxistin, çûn. Çûn şeherekî mezin. Evana herdu bira çûn kûçekê xwera sekinîn, lê nihêrîn du xoce wê xeber didin. Îja evana xoce pirsîn, go:

-Gelo, xevat qe şeherda hene?

Xoce go: -Welleh, merî min lazime, go, bira yek bê ber destê min.

Ewî ku bû, mesî bû, navê wî Ahmed bû. Ahmedê te çû ber destê xoce, ariş-vêrş usa kir, ku îdî ji çapê derxist. Îja bû hevalê xoce. Çar-pênc sala wêderê bû hevalê xoce: zef qalin bû. Îja çû xazgînîyê qîza padişê, birê wî dinê jî qe kapêkek xwera qazanc nekir, bû patsan (beredayî), xwera kete nav şeher. Ahmed jî qîza padişê xwera xwest, anî hat. Malik qalin kir. Evî rabû, çû gazî birê xwe kir, go: -Bira, ne em hatine qazancê, ka qazanca te?

Eva birê xwe anî hat, bir himamê, himamîş kir, deste kincê baş lê kir, go:

-Bira, go, were em derên, herin mala xwe.

Evana rabûn, derketin hatin ber wî cîyê rastî hev hatine, bûne birê hev, wêderê sekinîn, go:

-Bira, were em ji hev cihê bin, tu here gundê xwe, ez jî herim gundê xwe.

Evana rabûn, malê xwe temam parvekirin, kirin du cîya, jinik ma orta wanda.

Ahmed go: -Were, emê jinê jî bikin du qeta: nîvî min, nîvî te.

Îja ewî birê çûk got, go:

-Ahmed, jin jina teye, jin ji tera.

Ewî jî go:

-Na.

Wêderê da şûr, xwe dirêjî jinikê kir: du mera nava gulîyê jinikêda banzda. Evî lêxist, herdu mer kuştin, îja birêra hilda, go:

-Bira, xwe min jinik nedikuşt, min seva van mera usa dikir. Go: -Bira, zanî ez kîme, tu min nas dikî? Ez ew mesî me, bavê te ez girtim, ewim, te ez berdam. Îja ez hatim pêşîya te, eva mala min gişk tera anî, go, para min jî ji tera, go, jinik jî ji tera, de xatirê te. Bû mesî û kete avê.

Evî birayî hûr-mûrê xwe û jinika xwe hilanî, hate mala xwe. Mala wî bû şayî: du şeva defê xistin, dewat kirin.

Ew çûn mirazê xwe şa bûn, hûn jî herin mirazê xwe şa bin.

-Tu jî herî mirazê xwe şa bî.

Kuta bû, çû.

Got: Besoyê Bekir.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev