Rewşa kurdên qizilbaş û kurdên sunnî

Rewşa kurdên qizilbaş û kurdên sunnî

Me di 126 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov berhema bi sernavê “Rewşa kurdên qizilbaş û kurdên sunnî” raberî we bikin.

Ev berhema zanyarî ya bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me -127

Kurdên qizilbaş yên ne eşîr, ku perçekî wan li qeza Baybûrtê dimîne, û piranîya binecîyên qeza Terecanê û senceka Erzîncanê ne, ku tam bin hukumê hukumeta Tirkîyê da nin, her cara bacên xwe di wextê da didin û di ordîyê da jî qulix dikin. Ewana, ku di hêlekê da ji alîyê tirka da têne zêrandinê, di hêlekê da ji alîyê kurdên sunnî da, di eynî wextê da bi awakî sergirtî bi çevekî xêrnexwaz li tirka dinihêrin û wana neyarên xwe dihesibînin.

Kurdên sunnî an jî kurdên riat yên ne eşîr, bela-belayî ne, li ser temamîya axa Kurdistanê hene û di nav kurdên eşîr, ermenîya, nêstorîyana da dijîn, lê li bakûr jî di nav tirka da dijîn. Li Kurdistana Bakûr ewana piranîya binecîyên musulman yên qezayên Dîyadînê, Elaşgirê, Qerekilîsê, Xinisê, Kegîyê û Warto ne û piranîya musulmanên navbenda wilayeta Wanêne. Di perçên Kurdistanê yên mayîn da ew kurd kêmanî ne, lê di qezayên Terecanê, Erzurumê û Pasînlerê da û herweha bakûrê qezayên Xinisê û Kegîyê ewana tam bûne tirk. Di hêla sîyasî da kurdên sunnî yên ne eşîr piştî tirka li bakûr-rohilata perça Tirkîya Asîyayê da yên herî amin in. Piranîya wan xwelîbêcerkir in, bacên xwe di wextê da didin, diçine eskerîyê û li ser axa di navbera bakûrê Antîtavrosê û başûrê çiyayên Tavrosê da piranîya eskerên di nav ordîya tirka da ew in. Tenê ew perça kurdên ne eşîr hewl didin baca nedin û neçine eskerîyê, ku bin hukumê kurdên eşîr da nin û zor li wan dikin, ku baca nedin û neçine eskerîyê û pir cara ji bo wê yekê usa dikin, ku xebatkarên genc ji gundên wana neçin, ku temamîya meaşên kurdên riat bikeve kîsê wan, lê nekeve xezîna dewletê.

Di nav van kurda da hurmeta dîwana tirka bilind e û heta van demên dawî jî li van dera qet xema karmendên tirk nîbû, ango ji tu kesî ne ditirsîyan.

Lê van demên dawî, piştî sazkirina alayên Hemîdîyan, û xwesma jî ji roja destpêbûna serîhildanên ermenîyan, dîwana tirka destpê kir haj ji xwe hebe û di her karê bi kurdên riat va girêdayî pir fesal bû. Ew yek xwesma li wilayeta Wanê baştir tê ber çeva, ji ber ku li wir kurdên riat zêde bin hukumê kurdên eşîr da nin û himberî kurdên herêmên mayîn diha hişyar in. Li vira jî tirk pir fesal in, haj ji xwe hene û zêde zordestîyê li kurda nakin. Dîwana tirka vira hewl dide bi nermî ji binecîya baca berev bike û xortan berev bike ji bo ordîyê û ji bo wê çêtir e di wî karî da tam bi ser nekeve, ne ku hindava kurda da çeka bi kar bîne. Ew eskerên, ku bi van karmenda ra hatine jî, xênji ku tirsê li kurda bifirînin, tu karekî din nakin.

 

Xalên sereke derheqa rewşa sîyasî ya li Kurdistana Tirkîyê 

Ev meselên, ku me li jor anîn, çika hukumê hukumeta tirka di nav komikên kurda yên cuda-cuda da çawan e, destûrê didine me bêne ser wê bawerîyê, ku hetanî niha jî hukumê serokatîya tirka li ser piranîya kurda ne gelekî zêde ye, û em nikarin tirka li ser axa ku kurd lê dimînin, wek xwedî-xudan bihesibînin. Li Dêrsimê (Kozûcan jî di nav da), li wilayetên Mûsilê, Xarpûtê, Helebê, Dîyarbekirê û li hinek warên wilayetên Bîtlîsê û Wanê jî pêwendîyên kurda bi dîwana tirka ra li ser sînorê dijminayê ne. Hukumê di dest tirka da li van dera sist e.

Di perçên Kurdistanê yên mayîn da, xwesma li ser sînorê bi Pişkavkazê ra, hukumê tirka xurt e û ew jî ji wê ye, ku serokatîya tirka zordestîyan li kurda nake. Ew yek têra wê dike, ku kurd bi wan ra amin bin û hewl nade bi rêyên çivane wana bîne rayê.

Gerekê bê gotinê, ku li gelek perçên Kurdistanê da hurmeta dîwana tirka wî çaxî gelekî dikeve û hema bêje qet namîne, li ku ewana hewl didin meselê bi destî çeka hel bikin. Û ev femdarîye jî. Ji ber ku di wan dema da ermenî bi xurtî serî hildabûn û tirs ketibû dilê tirka, ku eger ew hindava kurda da berktîyê bi kar bînin, kurdê jî derkevine himberî wan. Di hêla sîyasî da binecîyên here amin bi tirka ra – ew kurdên sunnî bûn, ji ber ku dînê wan û tirka yek bû, lê ermenî, êzdî, nêstorîyan û qizilbaş tirka wek dijminê xwe yê yekemîn didîtin. Tenê bi saya serê kurdên sunnî wana dikaribû hukumê xwe li rohilata Asîya Biçûk bidana testîqkirinê. Di van şertan da bikaranîna quwetê hindava kurda da dikaribû lingê tirka bikira di nav soleke teng, çimkî di wan deman da rewşa tirka bêy wê jî xirab bû.

Eger niha tirka destpê bikira bi destî zorê hukumê xwe li ser wan navçeyên Kurdistanê yên pirjimar bida testîqkirinê, li ku hukumê qaymeqama û karmendên tirka yên mayîn tenê ser kaxez hebûn, wê demê ewanayê ji xwe ra bi deha “Belgeyên Motikîyê” saz bikirana û bona çareserkirina wan pirsa ewê mecbûr bûna hemû eskerên wilayetên rohilatê yên Asîya Biçûk bajotana wira.

Serdestîya rewşa kurdên eşîr, ku alayî dabûne Hemîdîyê, himberî kurdên mayîn, ku alayî ne dabûne Hemîdîyê, ji bo tirka bibû pirseke xeter (wek dibêjin, bûbû kula binçengê), ji ber wê jî ewê nikaribû bi awakî ciddî hukumê xwe li Kurdistana Tirkîyê testîq bike û li wir dilrehetîyê saz bike. Tirk bi xwe rind fem dikin, ku ji bo çi kurd nerehet in û hela ser da jî destnîşan dikin, ku di van 2-3 salên dawî da kurd bi talankirina gundên ermenîyan ra tevayî destpê kirine gundên tirka jî dişêlînin û eva yeka berê li tu cîya ne bûbû. Di van demên dawî da, ji rûyê wê yekê da, ku dîwana tirka ya li nav herêmên kurda gelek cara şikyatê xwe ber serokatîya Tirkîyê kirîye, ku ji quweta wan der e gema kurda bikişînin, serokatîya hukumeta Tirkîyê biryar kir hinek serekeşîrên, ku karên ji serê xwe mezintir dikin, ceza bike, lê wek paşdemê da xuya bû, ew jî bergê tiştekî ne girt. Em usa texmîn dikin, ku çend deh sal wê derbaz bibin, heta ku tirk fêm bikin, ku gerekê sîstêma berbirîbûna xwe ya hindava kurda da biguhêrin. Ewê wî çaxî bibe, gava tirk îdî wê bi wî çevî li kurda nenihêrin, wek ku îro dinihêrin, ango “kurd hêzeke çekdar ya hazir e ji bo me û ewê di şerê Tirkîyê bi Rûsîyayê ra bi mecbûrî piştgirîya me bike”. Lê berî wê tirk gerekê tiştekî din fêm bikin, ku Rûsîya ne dijmina Tirkîyê ye, lê welatên Awropayê dijminê wê ne û hema xût ewana hewl didin di navbera du cînaran da dijminayê pêşda bînin. Rewşa sîyasî ya îroyîn usan e, ku ew hêvî tune, ku Tirkîya van demên pêş me da wê di wî alî da xwe biguhêrîne û bê ser riya rast.

Niha em derbazî pirsa derheqa wê yekê da bibin, ku eger em bi Tirkîyê ra bikevine nava şêr, kurd wê xwe li kîjan alîyî bigrin. Di vê pirsê da lazim e em bidine ber çevan, ku niha em dîroka Kurdistanê baştir zanin û me ji şerên xwe yên berê bi Tirkîyê ra ders hildane û em wê jî rind zanin, ku pêwendîyên eşîrên kurda yên navxweyî çawan in û pêwendîyên wan bi hukumeta tirka ra çawan in. Ji van hemûyan em hatine li ser van bîr û bawerîyan:

1) li bal kurda xwefemdarîya miletîyê ya zelal tune. Bi fikra nasyonalîzma kurdî jî li bal wan welatparêzî tune. Li bal wan azayîhizî û pêwendîyên bi eşîra xwe ra xurt in, lê hinek cîyan jî ew bi serekeşîrê xwe û warên xwe va pir girêdayîne. Hewildanên hinek kesan, ku dewleta kurda ya serbixwe saz bikin, bi ser ne ketin, serhildanên wan ji herêma xwe derneketin û belayî li ser temamîya Kurdistanê nebûn. Îdêya miletîyê, ku Bedirxan, Yezdanşîr, Ubeydulle û kurdên mayîn yên bi nav û deng ji bo wî karî serê xwe dan, têra wê yekê ne kirin, ku temamîya miletê kurd rakine ser pîya.

2) hetanî niha li bal kurda fanatîzma dînî (olî) jî tune. Îdêayên dînî û bilindkirina ala pêxember jî bêtaqet bûn hemû kurda bighînine hev bona serxistina wî karê mezin. Serhildana Ubeydulle ew yek îzbat kir.

3) xênji wê yekê, ku dînê tirka û kurda yek e, tu tiştên mayîn, ku wana bighînine hev tunene. Ew pevgirêdanên dînî jî bi hukumê şêxên kurda hey diçe sisttir dibe, ji ber ku şêx sultan wek peyhatîyê xelîf nahesibînin. Ji ber ku di nav kurda da fanatîzma dînî tuneye, ji ber wê jî pevgirêdanên dînî di nav tirka û kurda da ne xurt in.

Di van şerta da, em dikarin texmîn bikin, ku kurdên Tirkîyê di şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê paşdemê da wê xwe li kîjan alîyî bigirin û di wî karî da kurd wê yekê jî didine ber çevan, ku eşîrên wan gelek hatine zêrandin û ziyaneke mezin kişandine.

Ji bo me pir giring e, ku kurdên Hemîdîyê wê hindava me da xwe li kîjan rê bigrin, ji ber ku ew rêxistineke usa ye, ku tam himberî me hatîye damezirandin û ew jî li ser sînorê me, ku şerên giran gerekê lê biqewimin.

Gelo bi bawerîya kurdên Hemîdîyê wê çi bê serê wan, eger şer xilaz bibe û ji herdu alîyên di nav şêr da yek bi ser keve?

Eger tirk bi ser kevin, kurd wê medalya, hedya û pesinên sultan bistînin û ji wan ya sereke jî milkê di Pişkavkaza me da ye, ku bi saya serê keda ermenîyên Pişkavkazê hatîye sazkirinê û dikare bikeve destê kurda. Kurda ev hemû tişt didane ber çevê xwe û her tiştên din davîtine ser plana duda.

Eger em zora tirka bibin, rewşa kurda ya xirab wê hîn xirabtir bibe, îdî em derheqa wî hukumê xwe da nabêjin, ku wê bikeve destê me. Wî çaxî hukumê serekeşîra wê ji dest wan here. Bi undakirina Hemîdîyê ra kurd wê bikevine di nav rewşeke pir xirab. Li herêmên wan îdî xaçparêz wê hukum bikin û di nav wan da ermenîyên Tirkîyê jî, ku niha di bin destê kurda da nin. Bacên, ku ji wana bê xwestin, wê ji berê zêdetir bin. Qanûnên rûsa û hukumê rûsa wê gelekî berk bin û ewê bi her awayî hewl bidin pêşî li xweserîtîyan, talana û zordestîyan bigrin.

Xênji wê, ber çevê kurdên Tirkîyê gelek kurdên bi nav û deng ji hukumê rûsa revîbûn. Di nav wan da kesên bi nav û deng jî hebûn, wek Reşîd beg (eşîra Keskanî) û Hesen xan (eşîra Badelî), ku me gelek qencî li wan kiribû û tu problêmên me bi hev ra tunebûn. Ji evê penaberîyê kurdên Tirkîyê dikaribûn bihatana ser wê bawerîyê, ku hukumê rûsa gelekî berk e. Kurd wê jî zanin, ku heta van demên dawî jî gelek karmendên di nav herêmên me yên li ser sînor da, ermenî bûn, ku kîna musulmanên wan dera timê di dilê wan da bû. Hilbet, wê ne bi dilê kurda be, eger em van qeyde-qanûna li Kurdistanê jî bidine testîqkirinê.

Em ser van hemû tişta da zêde bikin, ku di van demên dawî da, bi saya serê hewildanên tirkên derece bilind û serekeşîrên kurda (ev serekeşîrên kurda çev didane serekên tirka û dixwestin usa bidine xuyakirin, ku xudêgiravî ew jî pêxember pir hiz dikin), musulmanî her diçe rehên xwe kûrtir di nav hiş û mejûyê kurda da davêje û bi wê yekê ra tevayî jî fanatîzm zêdetir dibe, û ew jî di hindava xwe da bal wana wê fikrê pêşda tîne, ku xizmetkirina ji bo kafira bêşerefî û nuxsanî ye. Derheqa vê fanatîzma di nav kurda da, ku gelek pêşda ne çûye û ancax xuya dibe, ew kes şahadet in, ku ser demeke dirêj li Tirkîya Asîyayê mane. Gerekê guhdarîke mezin bidine ser vê yekê, ji ber ku kurd çiqasî jî di hêla îslamê da ne dîndarên fanatîk bin jî, lê dîn faktora sereke ye û tenê bi saya serê wî hukumeta tirka dikare wana bîne alîyê xwe.

Zûtirekê wê li Kurdistanê dibistanên tirkî vekin û ewê jî hindava xwe da bi demê ra tesîra xwe li ser kurdan bihêle, û dibe nisleta kurda ya mayîn, ku heta niha dîn ji bo wan ne tiştekî giring e, bibine fanatîk.

Di van şertan da ji şikberîyê der e, ku kurdên azadîhiz wê serekê dîn ser serokatîya desthilatdarîya tirka ra bigrin, ji ber ku ji dest wê desthilatdarîyê kurda gelek kişandine (zirarê ketine).

Bi vî awayî, bi femdarîya kurdên Tirkîyê yên di nav Hemîdîyê da, ji wan ra diha pir dest dide, ku tirk di şêr da bi ser kevin, lê ne ku rûs, ji ber wê jî em ne bawer in, ku ewê di şêr da xwe li me bigrin, an jî piştgirîya me bikin.

Tirk jî di vî karî da heq in, ku hêvîya xwe datînin li ser kurdên Hemîdîyê û wana wek rêxistineke ciddî dibînin (di rastîyê da kurdên Hemîdîyê hela ne gelekî xurt û ciddî ne) û usa bawer in, ku dema ew bikevine nava axa me, wê bikaribin di şerê partîzanîyê da ji tirka ra kareke mezin bînin. Rast e, niha qîmeta kurdên Hemîdîyê di hêla eskerîyê da ne zêde ye, lê tu kes nikare bêje, ku piştî mirina sultan Ebdul Hemîd wê zabitên usa jîr û zane neyên, ku bikaribin wê rêxistina kurda bikine rêxistineke bi hêz û ciddî. Gerekê em wê jî bidine ber çevan, ku hatîye plankirinê paşdemê da ji kurdên wilayetên Bîtlîsê û Xarpûtê pareskerên Hemîdîyê yên peya jî saz bikin û wî çaxî kurd wê bibine quweteke usa, ku emê mecbûr bibin bi wan ra hesaba bikin.

Lê di halê hazir da jî rewşa Hemîdîyê usan e, ku eger zûtirekê şer destpê bibe, emê bibînin, ku kurd rastî jî bi hêz in û wî çaxî emê mecbûr bibin hema di destpêka şêr da li ser safîkirina pirsekê bisekinin: halê me û kurda wê çawa be? Pirseke wa jî li ber me serî hildide: gelo em nikarin bi nimûna şerên berê di wextê xwe da, an jî hema berî destpêka şêr bi kurda ra bikevine nava pêwendîyan û wana ruşet bikin, an jî hinek sozan bidine wan û wana bînine alîyê xwe?

(dûmayîk di heftêya din da)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev