Kurdên Sûrîyê bûne qurbanîyên şerê dewletên cihanê bo bidestxistina hukumê xwe li ser Sûrîyê

Kurdên Sûrîyê bûne qurbanîyên şerê dewletên cihanê bo bidestxistina hukumê xwe li ser Sûrîyê

Wek ku li bendê bûn, têkbirina koma têrorîstîyê ya here mezin li herêmê “Dewleta Îslamî” (li Rûsîyayê qedexekirî ye) aşîtîya ku li bendê bûn, ne anî ser axa Sûrîyê. Van rojan Sêkrêtarê sereke yê NY A. Gutterish got, ku gelê Sûrîyê di nava 7 salên şêr da rojên xwe yên herî bi xwîn dijî û bangî civaka hemcihanê kir, ku hewil bidin lez şêr bidine sekinandin.

Yek ji sebebên sereke yê qirkirina binecîyên Sûrîyê û hilweşandina welêt ew e, ku dewletên dereke dikevin nava karê wan, serekên wan dewletan Sûrîyê wek barêgehek dibînin, ku hêza xwe nîşanî cihanê bikin, yek jî bona di paşdemê da bikaribin bingehên xwe yên leşkerî li wir bi cî bikin. Em wê jî bêjin, ku hemû dewletên ku tevî karê Sûrîyê dibin, bi gotinan dibêjin ku ew şerê dijî têrorîzmê dikin.

Mesele, Enqere li bakurê Sûrîyê bingehek zevt kirîye û li herêma Efrînê bi bahaneya ji holê rakirina şervanên kurd ji ”Partîya Yekîtîya Dêmokratîk” wê bingehê dide firekirin, ku xudêgiravî ew ji bo Tirkîyê xeter in. Ne xema tu kesî ye, ku ji derbên hêzên leşkerî yên Tirkîyê binecîyên Sûrîyê têne kuştin – kurdên wira (şervan û binecîyên sivîl), ku tu caran êrîşî ser Tirkîya cînar nekirine. Ya giring ew e, ku R. Erdogan postê ”şervanê dijî têrorîzmê” li xwe kirîye, û ne ku şerê ”Cebha an-Nusre” û yên wek wê îslamîstên radîkal dike, lê şerê şervanên kurd dike. Wisa xuya ye ku ev emelên Enqereyê li Sûrîyê zelal in, ber çavan in û civaka hemcihanê gerekê gerekê ”sultanê” harbûyî bide sekinandin. Lê wisa nakin. Moskva leşkerên xwe ji herêma Efrînê derdixe, û di rastîyê da rê ber lêpokên Erdogan vedike bona xweserîtîyên xwe bikin. ”Hevalbendê” Rûsîyayê yê harbûyî êdî şerm jî nake û îlan dike, ku desthilata Esed jî têrorîst e û kuştina mîlyonek xelkê Sûrîyê dixe situyê wê.

Şam li ser wê bawerîyê ye, ku dakutana leşkerên tirkan li herêma Efrînê hesab dibe emelê têrorîzma dewletê û wek bersîva wê êrîşê leşkerên xwe şande Îdlîbê. Tirkîye dibêje, ku xudêgiravî êrîşî li ser têrorîstan dike, ku li wêderê bingeha wan e. Hilbet, komên wisa li vira hene, ku ji herêmên Helebê û navçeyên din yên Sûrîyê hatine vira, lê ew di nav opozîsyona milahîm da bi cî bûne. Hêzên Hewayî-Leşkerî yên Sûrîyê bona bombekirina têrorîstan, mecbûr in warên jîyînê yên bajaran û gundan jî hilweşînin, ji ber ku têrorîst xwe li wir vedişêrin. Ji alîyê desthilata Şamê da sekinandina şêr li herêma Îdlîbê bû sebebê zordestîyên nû li deverê. Gorî malûmatîyên NY tenê li vira di nava heftêya buhurî da zêdeyî hezar binecîyên sivîl hatine kuştin.

Rewş li herêma Dêr ez-Zorê jî sert e, li wir 7-8ê sibatê komeke arizî ya kompanîya leşkerî ”Vagner” bi piştgirîkirina leşkerên Rûsîyayê hewil dan şerê şervanên kurd yên PYD bikin, ku ji alîyê DAY da tê piştgirîkirinê. Armanca wê opêrasyonê ew bû, ku hewil bidin bingeha xwe ya li ser rohilatê çemê Ferat bidine firekirinê û çend kanên neftê bikine bin destê xwe. Balafir û helîkopterên DAY derbên xedar gîhandine êrîşkaran û hema bêje qira tevaya komê anîn. Jimara kuştîyan û birîndaran ji kesên êrîşkar gihîşte weke 200 kesî.

Hema di wê demê da di navbera Îsraêlê û leşkerên Sûrîyê da şer derket. Bi bahaneya ku xudêgiravî balafireke bê pîlot ji alîyê Îranê ketîye nava esmanê Îsraêlê û wana jî lê xistine, ew ji jor da anîne xwarê. Wek bersîva wê xweserîtîyê Hêzên Îsraêlê yên Hewayî-Leşkerî çend derbên giran li Şamê xistin, di wî şerî da balafireke wan têk çû, lê pîlotên wan xwe xilaz kirin.

Bi vî awahî, şerê bona hukumdarîya li Sûrîyê di navbera dewletên herêmê û dervayî wan berdewam e. Tirkîye, Îran, Rûsîya Federal, DAY, Îsraêl hewil didin bi her awahî bingehên xwe li wî welatî biparêzin û qewîn bikin. Şerê bi têrorîzmê ra her diçe fikira xwe winda dike, û ew tenê bahaneyek e ku hukumê xwe li wê herêmê bidine testîqkirinê. Gorî malûmatîyên NY, di nava wextê şerê navxweyî li Sûrîyê binecîyên welêt hema bêje du caran hatine kêmkirinê (ji 22 mîlyonan daketîye 10 mîlyonan), jimara mihaciran û kesên bi mecbûrî terka warên xwe didin, zêdeyî 10 mîlyonî ye, 13,1 mîlyon sûryanî hewcê alîkarîya hûmanîtar in, jimara kuştîyên di şêr da 470 hezar e, weke 2 mîlyon sûryanî seqet bûne.

Hilbet, kurdên Sûrîyê bûne ziyankêşên şerê navxweyî, ew jî wê demê, gava tevî şêr nedibûn û xwe dabûne alî. Kurdên ku sala 2012an ji alîyê Şamê da hatibûn piştguhkirin, lê karibûn bi awayekî serketî şerê îslamîstên radîkal bikin, herêmên xwe parastin û nehîştin opozîsyona çekdar bikeve nava axa wan, îro jî hema bêje bi tena serê xwe himberî zevtkarên tirk ber xwe didin. Tenê li Efrînê 200 binecîyên sivîl hatine kuştin û birîndar bûne. Dema hatîye ku Şêwra Aramîyê ya NY hewil bide hemû hêzên welatên dereke, yên weke ”Hizbollah”a Libnanê, kirêkirîyên şiyî yên ji Afxanistanê, Pakîstanê, Yemenê, Îraqê û kompanîyayên şexsî wek ”Vagner” ji wir bide derxistin. Mafê binecîyên Sûrîyê heye bi xwe qedera xwe tayîn bikin, bêy tevbûna ji der va, tenê hêzên aştîxwaz û yêmn hûmanîtar dikarin li wir bimînin bona alî binecîyan bikin.

Zaneyê pirsgirêkên Rohilata Nêzîk Îvanov Stanîslav Mîxaylovîç

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev