Êzidî û çanda kurdî

Êzidî û çanda kurdî

Pîr Xidir Silêman, lêkolîner

Êzî yê Êzidya kîye? Êzidî kîne? Êzidyatî çiye? Gelo Êzidya xizmeta çand û kultūrê kurdî kirye? Li çî biwarî? Eve tewerêt simînara me bûn ku me li konferansa cihanî ya yekê pêşkêş kirî, ewê Instituta vekolînên zanistî ya rojhilatê li akadîmya zanistiya Rusî li Moskow bi hevkarî di gel Instituta dîrok û dînê Êzidyan saz kirî …
Êzî naveke ji navên Xudê her wekî di qewl û têkistên pîroz yên dînê me da hatîn:

Sultan Êzî bi xwe padşaye
Hezar û yek nav li xwe danaye
Navê mezin her Xudaye
………………………………
Sultan Êzî dizane li behra çend keşkûl ave
Ev dinya li ba wî seat û gave
Ewî Hewa kire bûk, Adem kire zava
……………………
Vêca bavkalên me çend ciwan nav lê kirye, Xuda Ezda ewê xo day, ev gerdûn û dunya nijinandî û ez dayim ew Xudaye, Ezdaye, afrîndeyê erd û azmane.

Êzidî kîne? Ew pişkeka here resenin ji gelê Kurdistanê ji kinarê zimanî ve, ji kinarê axa wan Êzîdxanê ku pareka here sitratîjîye ji Kurdistanê, ji kinarê kultûrî ve ku tev bi zimanê kurdî ye, zaravê kurmanciya jorî û zêdebarî hestê me yê netewî…
Êzidyatî: Ew kiryar û rê û rismin yên di dirêjiya salê de Êzidî peyrew diken bigre ji Id û cejn, rewuşt û tîtal û dua û diroze…
Êzidyatî ne dînekî mizgînî û tebşîrî ye, û ne dînekî Azmanî ye li gor têgehiştna xelkê din û ehlê diyanetên derdorî me bo diyaneta, me pêxemberekî berçav yî taybet jî nîne her çend me rêz û hurmet bo tev Pêxembera heye, nexasme Birahim Xelîl babê pêxembera, lê me Girîvanek li nêva xwe heye, me soz û peymanek di gel civaka xwe wek Êzidî di gel hev heye, bavkalên me bîrmendên me ji dêr zeman ve, her çend bi duristî nizanîn kîjwan salê lê berî çend hezar sala li derdorî meyze kirîne û hizra xwe têda kirîne nexasme ezmanî, roj û heyv û stêra û elemêntên natûrê rênîne û hizra xwe têda kirîne nexasme her çar elemêntên serekî (Ax, Av, Ba û Agir ku sembol e bo Rojê).

Padşaye û her çar yare.
Li merkebê di bûn siware.
Têk seyirın li çar kinare.
Li Laliş sekinîn, Padşay got:
Heq eve ware..
Her çar ku di faxirin
Bi kê diînan û bi kê dibirin..
Bi ķê mersûmê ji durrê farîqe kirin.

Şirovekar û dîroknas (pro. Filîpkiraynbruk, Tofiq Wehbî, Dr. Alî Teter, Mesûd Mihemed û Dr. Fazil Omer) dibêjin: Heke em rê û rism û cejinên Êzidyan şirove bikin guhdarya qewl û beyt û têkistên wan yên pîroz bikîn, dê ji mera diyar û xuya bit çend reha bawerya Êzidya û her weha ya Kakeyî û Yarsan û Xurşîdî û Elewiya ye kevn û dêrîne ku digehte Mîtrayizmê, belku wêvetir digehte Vîdaya hindokya û berî wê jî …
Bi kurtî mirov dikarit qonaxên Êzidyatî têre derbaz bûy bikete sê qonaxên serekî:
1–Qonaxa Xudana:–

Ku bo her elemintekî natûrê, bo her derdekî, giyandarekî xudanek heye û xudanê here mezin Mįitraye Şêşimse ku xudanê rojê ye., vêca bo heyvê, Avê .Ardi . bay û baranê pezî û dewarê reş. Bûn û mirnê, bo tev giyandara her yek û xudanê xwe heye, .
2–Qonaxa Xudênasiyê li serdemê Birahîm Xelìl babê pêxembera, di qewlê Zebûnî Meksûr û Qewlê Aferandina Dinyayê de hatiye:

Birahîm Xelîl ji nuqteka sadiqe.
Hero bi sê herfa di bû mintiqe .
Xudê xwe naskir bi heqe.
………………………
Xudê xwe bi heq nas kir .
Di gel Azir û Nemrud û senema bas kir.
Lew hiyanê xwe ji kiftiyê xilas kir.
……
Birahîm Xelîl stêr û heyv û roj dîtin paşî got: Yê xwe day û ez dayim ew Xudaye Ezdaye..
3– Qonaxa dahirbûna Şîxadî pisê Misafir ew derwêş Arif û Xudênasê gehiştiye pileya here zanîn û irgan û sofyatî û derwêşiyê ji Şamê hate çiyayê Hekar û Laliş bo me bi hiner û kerametên xwe vegerandeve û keşîşê kirîstyana Mar Yohena jê derxist û Rê û Rismên nû Hed û Sed di nav meda danan, em dikarîn bêjîn: Riformek di hinduru Êzidyatiyê kir.

Bo Êzidyatiya îro em dikarîn çend xalên taybetmendiya Êzidyatiyê bi rêz bikin, ji wan xala: —

1–Êzidî miletekî Xudênasin, lê dibêjin: (Xêr û şer ji dergehê Xudê tê, Pelgê darê ji darê nakeve bêy destûrya Xudê, Xudê em efirandine û aqil û fam û nefs wa daye me (bo pitir ronîkirina vê xalê birêne qewlê: Imane bi çî nî nişane diyaloka di nêva çavî û zimanî û dilî û aqilî û nefsê ku me li sala 1979  kitêba Êzidyatî de weşndî…).
2–Êzidî baweriyê tînin ku Xudê heft milyaket ji nûra xwe efirandine û Tawusî-Melek serokê her heft milyaketaye (vekolîna me di kitêba sifr al-Êzdiyeli bin navê –Rolê milyaketa di bawerya Êzidya de li ber ronahiya Qewl û beyta – vê yekê rind xoya dike)..
3–Roj qubleta meye.
4–Lalişa Nuranî perestgeha me ya serekî ye, Zimzim û Kanya sipî mezargehên Xas û çakên me lê hene, Êzidî salane hêvênê nan û mastê xwe li meha nîsanê bi ava Kaniya Sipî nûjen diken, zaroyên xwe lê mor diken, her axa Laliş û ava Kaniya Sipî û bi rê û rismeka taybet Beratên pîroz çê dikin…
5–Èzidî baweryê bi kiras gihorînê diînin, leş ji axê ye û dê vegerête bin axê, lê Ruha rehmanî nabit fanî ji vî bedenî diçite di bedenekî din de û dimahiyê her dê vegerte cem Xudê û Xudanî. Bo zêdetir zanyarya li ser Kiras gihurînê me di kitêba xwe de (Gundiyatî ewa li sala1985 hatî weşandin bi dirêjî li ser nivîsiye).
6–Rast Êzidî berê ne miletekî daxistî bû, lê hincî firman û gînusayd bi ser meda barîn bavkalên me kûvî û dûre parêz bûn, ne kiç û jin dane biyanya û ne ji wan zewicîn…

7–Êzidî berê her pîr û mirîd bûn lê li hatina Şîxadî ku Hed û sed danan hinek ji bavkên pîra kirne şêx. Şêx jî bûne sê tay (Adanî, Şemsanî û Qatanî), pîr jî bûne çil bere bab û çîna sisê mirîd li gor wan hed û seda jin jinxwazî ku hinek dibêjin: Şêx Hesen ev hed û sedên weha girê-girê danîne jin û jinxwazî di nêva her sê tayên şêxa û herweha girupên bavkê pîran da nabe, mirîd ji mirîda dikarin bizewicin.
8–Xalek ku babetê simînara me pêve girêdaye û em dixwazin li ser biaxivin bo vê konfiransê piraniya qewl û têkistên me yên pîroz, bi zimanê kurdî ne, me qederekî baş jê top kirye û weşandiye û heke tevaya wan qewl û beyta bêne komkirin û xane-xane kirin û şirove kirin ku mîna helbestane awaz û qafye û serwa têde dixoyane û ser kêşa xomalî ya kurdî hatine vehûnandinê, eve ji kinarê formî û ruxsarî ve û ji kinarê naverokî ve dibêjim: heke ev qewl û beyt bêne kom kirin û şirove kirin dê berka edebiyata kurdî 400–500 salekî dirêjtir ken, anku dê dîroka edebiyata kurdî gehînin berî neh sed salekî ku bingeh û qutabxanaeyeka helbest û hozan û hoşmendiyê li serdemê Şîxadî û biraziyên wî li Lalişa Nûranî hebû û navê çendeha ji wan bavçak û hizirmenda di dawiya qewlan de mîna hozanên kilasîk derbaz dibe mixabin ne navê wan û ne jî berhemê wan di çu kitêb û dîiroka edebiyata kurdî nehatiye ji wan behremenda: (Hesedê Al Tewrî, Xidirê Zênde, Pîr Reşê Heyran û Şêxfexrê Adiya…), ku şi’r û hozanén derwêş û Xudênasiyê û li ser tevaya dergehên jiyanê û heta axretê vehûnayne, û ferhenga kurdî dewlemend kirîne û mîtologiya kurdî zengîn kirîne, etnogirafiya kurdî vejandîne û ji ber ku ev qewl û têkst li ber awazê Def û şibababên pîroz ji aliyê koma qewala ve têne jenîn bi vê yekê mûzîka kurdî ya resen dewlemend kirîne… ne bes ferheng û zimanê kurdî dewlemend kirîne, belku zaravên kurdî jî nêzîkî hev kirîne: çav asikê gerden xezal…

Îro em li mehfelekêyne li vê konfiransê ku piranya wan Êzidyên li Ermenistan û Gurcistanê diman û hinek hê lê dimînin, her wek hûn dizanin bavkâlên we ji çarî neçar û ji ber kotekiya karbedestên Osmanlî û kurdên radikal terka mal û halê xwe dan û teriqîne Ermenistan û Gurcistanê û dibêjin pitir ji milyon nîva kurd ji ber wê kotekiyê ji bakûrî Kurdistanê revyabûne Rûsya, di nav wan de 21.000 Êzidı bûn, xala divê li ser bisekinim, dibêjim ji ber ku kurdên bisilman dîn û Qurana wan ne bi zimanê kurdî ye û ji ber ku dikarin ji miletên Azer û Turkman û Gurcan û miletên din bizewicin, wê milyon û nîvê çî xizmeta çanda kurdî kirîye, mixabin zorbey wan di nav miletên Sovyet de helyan, beramberî wan 21.000 Êzidiyên me ji ber ku zimanê dînê me di xizmeta zimanê me da bûye li xérîbiyê Rojnama Rya teze weşandin, Radiyoya kurdî li Êrîvanê bi stranên dilveker û xweşik sarandin, folklorê xwe top kirin, roman nivîsên mîna Erebê Semo, folklornasén mîna Emînê Evdal û Heciyê Cindî, zimanzanên mîna Qenatê Kurdo, dîroknasên mîna Şakiroy, û roşenbîrên mîna Xélîlê Çaçan Mşradov, Mikayilê Reşîd û Qeçaxê Mirad û Têmûrê Xelîl û Eskerê Boyik û Tosinê Reşîd û Zarê û Lamara û Wezırê Eşo… lista van behremend û nivîskara dirêj e, biborin heke min navê hineka ji bîra kiribit xo hûn çêtir ji min nav û keda wan nas dikin û hûn wê berdewamyê bi wê xebatê didin…
Bi rastî li başûrî Kurdistanê çaxê li salên heftiya li çerxê borî mamostayên me li Zanîngeha Bexdayê xûndina xwe ya bilind li ber destê zanayên Êzidya temam kiribûn û basê wan ji mera dikirin, em bi ked û hinera wan zanayên Ézidyan serbilind dibûn, pê kubar dibûn, me ji felekê bawer ne dikir heta profêsor Marif Xiznedar adrêsê Qenatê Kurdo da min û min name jê re şand, cihê dilxweşiyê bû pirofêsor Qenat bersiva nama min da û dilxweş bû ku xortên Êzidî li başur li Zanîngehan dixûnin û çendeha şîretên pir beha li min kirin, tevaya Êzidiyên Şingal û Sêxan û deverên mayin ji guhdarên radiyoya Êrîvanê bûn bi sitranên Şeroyê Biroy mest û keyf xweş dibûn. Ked û xizmeta Êzidiyên Urisêtê serbilind in ku vê baweriyê Êzidyatiye û çand û kultûra bi zimanê kurdî parastine.

Lê Êzidiyên me mîna bav û kala dest ji dînê xwe, ji ziman û çanda xwe bernedan, heke berî niha bavkalên birayên me yên kurd ji tirsa pişta me berdidan û paşî mixabin dikeftine pêşiya dagîrkerên Kurdistanê û hêriş diînane ser me Êzidiya û zimanê dagîrkeran û axa welatê wan ji ziman û axa Kurdistanê pîroztir dizanîn, cihê dilxweşiyê ye ji encama xebata pêşmergên qehreman û berxwedana mêrxwasên kurda piraniya wan gehiştine wê baweryê ku pîroziya zimanê kurdî û axa Kurdistanê ne kêmtire ji pıroziya ax û zimanê miletên derdorî me.

Ji bo ragirtin û parastina mafên gelê xwe şoreşên Kurdistanê yek li du yek şarandîne bo bi cih anîna mafên gelê xwe, xortên me Êzidyan jî mil bi mil di gel pêşmergên qehreman rola xwe ya aktîv leyistîne, Qehremanên mîna Husênê Qenco li dawiya sed saliya nozdê dijî dagîrkerên ereb xebitîne, li şoreşa gelê başur bi sedan xortên Êzidî mil bi mil di gel pêşmergên qehreman dest havêtîne çekê berxudanê.

U li ezmûna desthelatdariya başûrî Kurdistanê qederekî dêmokrasiyê lê peyda bû, hîvîya me geş bû, me li sala 1993 Bingehê Laliş damezrand, ku wê aktîv rolê xwe dileyizt, me kitêba Êzidyatî li sala 1996 bo xundevanên Êzidya nivîsî û bi fermî li xundingehên deverên Êzidiyan tê xûndin.
Çavê dagirkerên Kurdistanê û dewletên zilhêz hewil dan dêmokrasîyê li Kurdistanê pêşve here, lê dewletên ereb û îslamê gurên xwe yên har bi navê Daiş kişkirine me û bo têkvedana ezmûna hukûmeta Kurdistanê, da xêr û bêra axa me bibite agir û em di navde bişewitîn, vêca derba ewilî bi me keft û pêkhatên kêm hijmar wek Ězidî û kirîstyan û kakeyî û şebek bûyne qurbanîyên wan komploya…

Geşbûna dêmokrasiyê li Kurdistanê geşbûna Êzidyatiyê ye û Êzîdxan pareka here giring a Kurdistanê ye. Êzidyatî, anku xizmetkirna ziman, çand û kultûrê dêrîn ê kurd û Kurdistanê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev