“KOLEKSİYONA ALEKSANDRE JABA YA DESTNİVÎSÊN KURDΔ a Mustafa Öztürk derçû

“KOLEKSİYONA ALEKSANDRE JABA YA DESTNİVÎSÊN KURDΔ a Mustafa Öztürk derçû

Weşanxaneya Lîsê wek herdem dilê me baristan dike

 

Aleksandre Jaba bi munasebeta ku berhevkarê koleksiyona destnivîsên Kurdî ye, di dîroka xebatên Kurdî de cihekî girîng digire. Her ku nirxê vê koleksiyonê bêtir tê famkirin, nirxê berhevkarê wê jî beramberî wê bêtir dibe.

 

Koleksiyona ku Jaba di heyama wezîfeya balyoziya xwe ya Erziromê de berhev kiribû, ji aliye edebiyat, dîrok, çand folklor û zimanê kurdan ve destnivîsên giranbuha dihundirîne. Koleksiyon bi renge xwe wek hefizeya Kurdan ya sedsala 19’em e.

 

Tevkariya vê berhevokê ya herî berbiçav ew e ku nusxeyên berhemên stêrkên eebiyata Kurdî yên wekî Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Melayê Bateyî û hwd veguhestine vê serdemê.

 

KOLEKSİYONA ALEKSANDRE JABA YA DESTNİVÎSÊN KURDÎ

 

Mustafa Öztürk

Lêkolîn, 335 rûpel

Weşanxaneya Lîs, Amed

ISBN: 978-605-9295-84-0

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev