Hêvî Mistefa: Divê Şam jî bi erka xwe rabe!

Hêvî Mistefa: Divê Şam jî bi erka xwe rabe!

Mehmed Salih Bedirxan

Zêdetir ji 30 rojî ye operasyona “Çiqlê Zeytûnê” ya Artêşa Tirkiyê û milîşeyên Artêşa Azad a Sûriyê bo ser Efrînê berdewam dike. Çavkaniyên herêmî û navdewletî aşkere dikin şer û pevçûnên giran li dorûbera bajarokên weke Cindirês, Bilbilê, Mabata, Şiyê û Raco yên rojava û bakurê rojavayê Efrînê rû didin. Rojnamegerên li herêmê aşkere dikin heta niha Artêşa Tirkiyê 20 gundên Efrînê ji destê YPGê derxistine û xelkê wan gundan jî derbasî navenda bajarê Efrînê bûne. Herwiha li gor raportên Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê  (SOHR) û  amarên Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê heta niha zêdetir ji 150 sivîlan canê xwe ji dest dane.

Geşedanên ser erdê yên Efrînê û dîplomasiya aliyên vî şerî delîlên wê yekê ne ku wê eniyên nû di vî şerî de vebin û wê şer şer berdewam bike. Lewre siyasetmedarên kurd Rojavayê Kurdistanê û berpirsên YPGê aşkere dikin wê  hêzên rejima Beşar Esad derbasî Efrînê bibin û ligel YPGê cihê xwe di parastina Efrînê de bigrin. Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa jî dîplomasiya YPG- PYDê ligel rejima Beşar Esad rewşa dawî ya şerê Efrînê ji Riatazayê re şîrove kir. Mistefa aşkere dike ku wan bang li rejima Sûriyê kiriye ku ligel YPGê şerê çekdaran û Artêşa Tirkiyê bike û bi erka xwe rabe.

Ligor raportên mafên mirovan û amarên Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê parvekirine gelek sivîl dibin qurbaniyên vê operasyonê dikarin rewşa sivîlan ji me re bêjin?

Meheke şer berdewam dike, Artêşa Tirkiyê û çekdarên wê bi balafiran bi topan bi her cûre çekên giran êrîşî me dikin û em jî beramberî wan êrîşan xaka xwe milletê xwe diparêzin. Berxwedana xelkê Efrînê berdewam dike. Hemû kesî cihê xwe di rêza berxwedanê de girtiye. Em xaka xwe welatê xwe terk nakin. Gelek sivîl bûne qurbanî, herî dawî jî duhê êvarî gaza kîmyawî li dijî sivîlan bikaranîne. 6 sivîl ji ber wê gazê birîndar bûne.

Amaje li ser wê yekê heye ku wê hêzên rejima Beşar Esad jî ligel YPGê şerê milîşên Artêşa Azad û Artêşa Tirkiyê bikin. Li ser vê yekê ti rêkeftin heye di navbera we û Şamê de?

Danûstendin û hevdîtinên me bi herkesî re hene. Heta niha YPGê ti daxuyaniyeke fermî derbarê vê meseleyê de belav nekiriye. Hevdîtinên me bi Şamê jî re hene. Me berê jî aşkere kir projeya me ne liser esasê parçekirina Sûriyê ye. Projeya me liser esasê demokrasiyê ye. Me berê jî bang li rejima Sûriyê kiribû divê ew jî bi erka xwe rabe û dest bi parastina serweriya xwe  bike. Weke min got; heta niha ti hêzeke rejima Sûriyê derbasî Efrînê nebûye. Heta YPG li ser vê babetê daxuyaniyê nede îddayên heyî ne rast in. Tirkiye û çekdarên wê ne tenê serweriya me serweriya rejima Sûriyê jî têk didin. Hemû milletê Sûriyê di bin êrîşê de ne.

Niha li Almanyayê Kongreya Asayîşa Munchenê birêve diçe û pirsa Sûriyê, şerê terorê tê gotûbêjkirin. Wê zêdetir ji 3 sala ligel Hevpeymaniya Navdewletî şerê DAIŞ û komên din ê selefî kir. Li Dêrazorê hîn jî şerê DAIŞê dikin. Hûn dibêjin metirsî li ser jiyana sivîlên Efrînê heye. Çi banga we bo hevpeymanên wê dewletên zilhêz heye?

Banga me ew e; bila şer rawestînin. Me şerê Tirkiyê nekiriye. Tirkiye nikare îsbat bike ku me fîşekek jî ji Rojavayê Kurdistanê avêtibe nava xaka Sûriyê. Me sînorên xwe yên ligel Tirkiyê ji komên selefî parastine. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi bahaneyan êrîşî me dike. Rewşa sivîlan ne baş e. Derman tunene û her ku diçe şer giran dibe. Şîrên zarokan tuneye. Heger rê li ber vê dagirkeriyê negirin wê komkujî pêk were. Zarok û jin di bin metirsiyê dene. Banga me ew e bila şer rawestînin. Her ku diçe şer dijwartir dibe. Em ê bajarê xwe xaka xwe biparêzin. Mafê ti kesî nîne bê xaka me dagir bike. Me xaka ti kesî dagir nekiriye. Aşkere ye Tirkiyê mafê mirovan binbê dikeû divê rê li ber wê bigrin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev