Nameyên evînî -17

Nameyên evînî -17

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a hivdehan e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî yên kurt, lê bi evînê va dagirtî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

***
Tu bo min bûyî jin jî, bêmane zar jî, milk jî û her tişt jî, weke ku te dixwezim û çiqas tiştên din bixwezim jî dîsa tu yî.

 

***
Tu zanî, keç û jin hez nakin, ku evîndarê wê yekî zîz be, ser evîndara xwe biricife, jê dûr nekeve, heta dikare bifikire ku ev hereket zêde yên jinan in. Û gelek caran jê sar dibin. Lê ez dibêjim, ku ezê van hemûyan nedim ber çavan û ezê a xwe bikim. Dixwezim ji te ha hez bikim, hemû cûreyên hezkirinên din ne yên min in.

 

***
A here xweş, şaneyên me yên fîzîologî jî ji hevdu hez dikin. Kesên ji me hez nakin, ne ji wê ye, ku ew pîs in, an nezan in. Lê ji wê ye, ku nikarin vê evînê fêm bikin. Bo çi nikarin? Ji ber ku ne tenê ew, hîç kes nikare fêm bike. Bona me fêm bikin, gerekê an wek me bin, an jî tiştekî nêzîkî wek evîna me bin. Lê ka kesên wisa? Xwedê jî ecêban dike: -Nîvê tevaya evînan daye me, nîvê din jî ser tevaya cihanê bela kirîye… 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev