BAJAREKÎ PIÇÛK HEMBERÎ DEWLETEKE MEZIN BER XWE DIDE

BAJAREKÎ PIÇÛK HEMBERÎ DEWLETEKE MEZIN BER XWE DIDE

SERKEFTIN AN SERKEFTIN

Rizgar Hiso

Bajarekî kurda li Rojavayê Kurdistana Sûriyê ya ku amarkirina xwe ne zêdayî “Nehsed Hezar” mirov in tevî ku di herba Sûrî de xelk ji hemî deverên Sûriyê perîşanê wî bajarî bûn li hemberî dewleteke mezin ya ku amarkirina wê zêdayî “Heştê Milyon” kes e, bi tang û topan û bi balafir û leşkerên xwe yên ku jimara wan zêdeyî “Sedhezaran e” û bi alîkariya terorê artêşa Sûriya azad tevî ku ew dewleta bi artêşî hêza duyan e di hevpeymana “NATO” de dîsa jî bi wî bajarî piçûk bi wî bajarî zeyt û zeytûnan “Efrîn” nikaribû, Erdnîgarîya Bajarê Efrînê Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) beşê herî rojava ji Başurê Piçûk e.

Ew li rojhilatê Çiyayê Gewr (Amanos) yanê senceqa Îskenderûnê (xetay) dikeve. Ferehiya vê herêmê ji rojhilat heya rojava dora 55 km e û ji bakur heya başur dora 75 km e. Xeta tirênê, ku ji Stenbolê diçe Helebê, di vir re derbas dibe. Firehiya devera Efrînê bi tev 366 gundên xwe ve dighîne 3.850 km çiwarkuşe . Di bajarê Efrînê de nezîkî 80.000 niştîvan dijîn. Li devera Afrînê bi giştî nizîkî 490.000 kesan dijîn. Ji bilî perîşanan, Bi navenda Efrînê ya fermî ve 7 deverok yan nahiyên din girêdayî ne: Efrîn (navend), Cindirês, Mabeta, Reco, Şiyê, Bilbilê û Şera.

Wateya peyva Afrînê (afirandin, afirîn) cihê çêbûna pîrozî ye. Di 20´ê temûza 2012´an de gelê kurd, ev bajarê kurd bi bajarê dî ê kurd bi Cindirêsê re kira destê xwe de. Çiyayê herî bilind li vê herêmê, Çiyayê Hawarê ye, ku 1200 m ji rûyê deryayê bilind e. Ew li bakur e; û ji rojhilat ber bi rojava ve dirêj dibe. Di bakur û rojavayê vî çiyayî re sînorê navbera Bakurê Kurdistanê û Başurê Biçûk derbas dibe. Çiyayê Hawarê, ber bi başur ve, herku diçe nizim dibe. Ew li rojhilat digihîne bilindcihên Şikakan û li rojava digihîne Çiyayên Amkan û Xastiyan.

Li hembera van hersiyan, li başurê vê herêmê, Çiyayê Lêlûn (Bêlus) rawestiyaye. Çiyayê Lêlûn jî, ji rojhilat ber bi rojava ve diçe û, li der û piştên vî çiyayî, axa Kurdan digihîne axa Ereban. Di navbera Çiyayê Lêlûn û Çiyayê Xastiyan de, Deşta Cûmê heye. Deşta Cûme gelek bi xêr û bêr e. Ew li rojava digihîne Deşta Hemqê û li rojhilat, li ber bajarê Efrîn, ber bi bakur ve diçe û teng dibe. Ew, bi vî awayî, navçeya Şikakan ji Çiyayê Xastiyan cuda dike. Çemê Efrîn, ku ji Bakurê Kurdistanê, ji navbera Meraşê û Dilokê (Entabê) hildavêje, li nêziya Kela Horî dikeve herêma Çiyayê Kurmênc. Çem, di navçeya Şikakan re, tê heya ber bajarê Efrîn û di Deşta Cûmê re derbas dibe û diçe Deşta Hemqê, ku ew tevî Çemê Asê û Çemê Reş dibe; û gişt bi hevre, li nêziya Entekê (Hetayê) dikevin Derya Sipî.

Dorpêçkirina Efrînê ji berîya sê salan heya roja me yî îro ji her sê aliyan de Efrîn dorpêçkiribû Ji alîkî de terorê cebhet alnusra . Ji alîyên din de terorên ahrar alşam û dewleta Tirkiyayê. Îro jî dewleta Tirkiyê bi hiceta partiya karkerên Kurdistanê ((PKK)) ji bo zerar neyê sînor û dewleta wî dixwaze Kurdan li wê deverê ku kurd bi sedê salan lê dijîn tune bikin û bikujin û perîşan bike û di şûna wan de tirk û Tirkmenan bi cih bike . Tevî êrîşên bi ser Efrîn ê de tên bi alavê silehên herî giran yê erdê û ezmên dîsa Efrîn li berxwe dide û nahêle ku vîn û vîyana keç û xort û şervanên wî bajarî bişke. Îro şer û ceng ê herema Efrînê daxuyaniya hebûn û nebûna kurda diyar dike û tim û tim di çeperan de vê gotin ê dibêjin:

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev