Kovara bi naverok dagirtî karê xwe berdewam dike

Kovara bi naverok dagirtî karê xwe berdewam dike

Hejmara ”Bîrnebûn”ê a 70î derket

Elî Çiftçî

Di vê hejmarê de li ser pîrozkirina bîstsaliya kovarê, peyamên pîrozbahiyê, hekat, kurteçîrok, helbest, kilam, pêkenok, serpêhatî, bîranîn, hevpeyvîn, dîrok, gramera kurmancî, perwerdeya zimanê dayikê û rewşa dersên kurdî li Almanyayê nivîsên lêkolînî, nivîsên hêja bi van sernivîsên li jêr ve hatiye dagirtin;

• Ji bîrnebûnê Alî Çiftçî
• Pîrozbahîya bîstsalîya Bîrnebûnê, Alî Çîftçî
• Şênahîya bîstsalîya Bîrnebûnê 7.10. 2017an li Stockholm, Nuh Ateş
• Bîstsalîya Bîrnebûnê pîroz be, Îhsan Espar
• Peyamên pîrozbahîya ji bo bîstsaliya Bîrnebûnê
• Hevdîtinek derengmayî, Mehtab Îdelî
• Platforma Kurdên Anatatoliya Navîn-E panêlek pêkanî, Serdar Botan
• Nasandina kitêba Sîyarên deşta Anatoliyê, Derwêş Bîcen
• Kongreya duyemîn a PKAN-E yê
• Jîyana Dîno bû filmê dokûmenter, Ecevit Yildirim
• Bi Smaylê Şêxbizeynî re hevpeyvînek li ser Şêxbizeynên Haymaneyê, Mem Xelîkan
• Li Almanyayê perwerdeya zimanê dayikê û rewşa dersên Kurdî, Şefîk Pêşeng
• Magî Qomonîsto, Ecevit Yildirim
• Mînîbûsa bavê min û şevek li ser rêya Hesarê, Adem Özgür
• Gera Miço a danekî, Nuh Ateş
• Referandûm, Seyfî Doğan
• Bîrnebûn, Seyfî Doğan
• Rev, Seyfî Doğan
• Kilamên me, Mem Xelîkan
• Pêkenok, Hizir Akbîna
• Kalê min Cafarê Hine, Memê Mala Hine
• Bêdengî, Xizan Şîlan
• Biwêjên ji kurmancîya Anatolyayê, Mistoyê Heco
• Bermekiyên kurd di kûraniya dîrokê da -4-, Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)
• Cînavka vegerok: XWE, Hesen Huseyîn Denîz
• Romaneke polêsî, Şopa Xeterê, Rohat Alakom
• Siyarên deşta Anatoliyê – Heci Buxurcî, Gopo, Os, Omer û yê din, Ihsan Türkmen
• Yekbûn, Mem Xelîkan

Rojev ji bîrnebûnê weng hatiye şirovekirin;
Ji ber ev pêşdeçûyînên li Başûrê welêt di destpêka payîza pêşîn a 2017an de em gelek omîdwar bûbûn. Lê di eynî wextê de metirsîyek jî hebû ku Rojava û kurd li wir di navbera lîstikên hêzên Rusya û DYA de ne.

Pîştî referanduma li Başûr ku bi rêjeya ji sedî 92an zêdetir hat erêkirin, dijminên kurdan, welatên dagirker û bi taybetî jî Tirkîyê, bi serokatiya Recep Tayip Erdogan ji encama referandumê pir tirsîyan. Wek ku har bibin, ji deriyê welatekî xwe havêtin deriyê welatekî din daku ev destkeftin û pêşketina gelê kurd têk bibin. Bi hezar dek û dolaban êrîş birin ser erdê kurdan. Ev êrîşên hovane hem li bakur, hem jî li başûr û rojava pêk anîn.

Sala 2014an bi alîkariya Tirkîyê çeteyên DAÎŞê li Rojava avêten ser bajarê Kobanê. Bi êrîşên hovane ev bajar hat xirab kirin û kurd li ser erdê xwe derbeder bûn. Bi berxwedaneka kahramanî keçên kurdan di şerê li dijî vê wehşeta bêhempa li dunyayê navûdeng dan!

16 payîza navîn a sala 2017an hêzên Iraqê û Heşda Şeibî bi alîkariya Îran û Tirkîyê êrîşê Kerkûkê kirin. Deverên ku ji 2013an ve ketibûn bin destê kurdan, mixabin bêyî berxwedan ketin bin kontrola Iraq û Heşda Şeibî. Heşda Şeibîya ku rêxistineka wek DAÎŞê ye û rasterast girêdayî Îranê ye!…

Aniha jî Efrîna rengîn bûye hedefa bombebaranên Tirkîyê. Tirkîye ji sê alîyan ve ev zêdeyê heftekî ye herêma Efrînê hem ji hewa û hem jî li ser erdê êrîş dike. Di vê serma zivistanê de xelkê me dîsan li ser axa xwe derbeder bûye!…
Efrîn herêmeka bi nîştecîhên xwe yên ji sedî sed kurd û kurdperwer ciyekî herî aram bû heta niha. Herwiha ji aliyê zengîniya rêcberî, çandînî û bi darên xwe yên zeytûnan jî herêmeka dewlemend e.

Xelkê Efrînê jî dê her wekî yê Kobanê, li dij van êrîşên dewleta tirk li ber xwe bide, dê nehêle dewleta tirk li Efrînê bi ser keve. Herçiqas şerekî bê pîvan be jî dê kurd dîsan kahremaniya xwe ji dunyayê re bidin xuyakirin. Ji bo vê divê li her derê kurd li dijî vê êrîşa dewleta tirk dengê xwe bilind bikin û piştevaniya xwang û birayên xwe yên Efrînê bikin.
Mixabin, herçiqas raya giştî ya dunyayê piştî şerê kurdan li dijî DAIŞê li tevayiya welatên Ewropayê bo kurdan pozîtif be jî, welatên wek DYA, YE û Rusya li hember van êrîşên dewleta tirk ji ber berjewendiyên xwe bêdeng man!

Gotina ku dibêje: “Ji bilî çiyan tu dostên kurdan tunene.” dîsan aktualîze bû. Erê, ev gotin dibe ku ji aliyê hinek “dostên” kurdan ve bo kurdan hatibe gotin, lê dîsan jî divê xelkê me omêda xwe bi gotinan neşikînin. Ji ber ku ew destkevtiyên ji destpêka 1990î, 2003an û 2014an ne hindik bûn! Lê sîyaseta hêzên me yên sereke baş nikarîbûn analîz bikin û bi kar bînin!

Bûyerên vê dawiyê jî pir rind da xuyakirin ku ji ber tunebûna yekîtîyeka netewî di navbera hêzên sîyasî de, nebûna stratejîyeka netewî ya partiyên kurdan, rê li ber êrîşên dijminên kurdan vedike.

Em careka din bûn şahîdê vê rastiya me ya kambax ku bi sedan salan e, xelkê me yê mazlûm jê xilas nebûye!…
Dawiya sala 2017an û destpêka 2018an bo me kurdan bi xem bû! Lê hêviyên me jî hîn xurtir dibin. Ev dijminatiya cîranên me dê me nêzîkî hev bike û di dilê her kurdekî de hîsên niştimanperwerî xurtir bike. Kurd dê bi serkevin!…

www.birnebun.eu

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev