Berhemên kurdzanên me -128

Berhemên kurdzanên me -128

Me di 127 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov berhema bi sernavê Bîr û bawerîyên me derheqa wê yekê da, ku kurdên Tirkîyê di şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê paşdemê da wê xwe li kîjan alîyî bigirinraberî we bikin.

Ev berhema zanyarî ya bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Bîr û bawerîyên me derheqa wê yekê da, ku kurdên Tirkîyê di şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê paşdemê da wê xwe li kîjan alîyî bigirin

 

Perçebûna eşîrên kurda, dijberîyên di navbera wan da, û ya sereke jî – ku niha di nav wan da yekî usa tune, ku hurmet û hukumê wî di nav çend eşîran da hebe, heta li ser eşîrekê jî tune,- ewê pirsê usa zehmet dikin, ku hema bêje wê neyê sêrî. Di kampanîyayên berê da gava me pêwendî bi kurda ra datanîn, me bi çend serekeşîran ra kar dikir, ku qedirê wan di nav gelek kurda da hebû. Lê ev rêxistina Hemîdîyê bû sebebê wê yekê, ku gelek serekên kurda yên nû peyda bûn, ku qedir û hurmeta wana tenê di nav kurdên bi jimara xwe va ji berê gelekî kêmtir da hene, û niha ew serekeşîrên bi nav û deng tunene, ku me berê pêwendî bi wan ra datanîn. Niha emê mecbûr bibin bi gelek serekên kurda û axan ra bikevine nava pêwendîyan, ku hukumê wan li ser gelek kurdan tune. Û ya here zehmet jî ew e, ku ew di nav hev da jî dijminayê dajon. Em gerekê li xwe mukur bên, ku pirsdanîneke usa hema bêje wê bi ser nekeve.

Lê em çi jî bêjin, tenê ruşetkirin û sozdayîn wê kurdên Hemîdîyê mecbûr nekin di destpêka şêr da desttewar (bê kar, rehet) bimînin, heta ku qe na hinekî zelal nebe, ku ji herdu alîyan kê wê bi ser keve. Lê paşê, di dema şêr, eger tirk hinekî jî zora me bibin, bertîlkirin û sozdayîn wê bêfeyde bin. Xênji wê – bertîlkirina kurda – ew firsendeke usan e, ku gerekê ne herdem û bi fesal bi kar bînin, ji ber ku serekeşîr û axayên qure, ku tenê zimanê zorlêkirinê û hêza çeka nas dikin, dikarin wê pêşnîyara me wek sistîya me qebûl bikin.

Gerekê kêm cara dest bavêjine wî cûrê milahîmkirina kurda. Û bi wê ra tevayî jî gerekê himberî kurda hin firsendên din jî bi kar bînin, ew jî bi wê yekê va girêdayî ye, çika ewana bi dil dixwezin piştgirîya me bikin, an jî ji bo hinek heq hesaban.

Bikaranîna çeka me himberî kurdên Hemîdîyê gerekê di plana pêşin da be. Hema di destpêka şêr da emelên me yên himberî wan gerekê bi lez û kardar bin, û gerekê ber tu tiştî nesekinin: ne ber hebûna neyara, ne jî ber emirê wan. Û em gerekê soz bidine wan hemûya û xwedîyê sozê xwe bin, ku emê destê xwe nedine wan kesa û hela emê ser da jî wana biparêzin, yên ku wê himberî me çeka bi kar neynin, an jî wê çekên xwe daynin. Bi kurtî, em gerekê hema di destpêka şêr da hemû hêvîyên kurda, ku ewê bikaribin bikevine axa me, bişkênin û em gerekê nîşanî wan bidin, ku du rêyên wan hene: an hûnê bê şert û qewl teslîmî me bin, an jî hûnê lap ji dest herin, heta wê derecê, ku emê koka we gişka bînin. Di van şerta da û ji wan jî ya sereke ew e, ku bal kurda welatparêzî tune, em ser wê bawerîyê ne, ku ewê ya duda hilbijêrin, ji ber ku bi wê hilbijartinê ewê him emirê xwe xilaz bikin, him jî wê berjewendîyên wan yên şexsî bi ser kevin.

Em usa bawer in, ku piştî van şerta hinek serekeşîrên kurda, ku di nav Hemîdîyê da nin, wê derbazî alîyê me bin, piranî jî ewên, ku niha ji hukumeta tirka ne gelekî razîne û bal wana hesînên heyfhildanê ser her tiştî ra nin. Em gerekê tenê kesên usa bertîl bikin, lê ne ku bi wê daxazê va berê xwe bidine her axakî kurda. Lê ji bo wê yekê em gerekê di dema aş da dûr û dirêj û guhdar li pêwendîyên hukumeta tirka bi serekşeîrên kurda ra mêze bikin, û em gerekê wê jî ji bîr nekin, çika pêwendîyên serekeşîrên kurda di nav xwe da çawan in. Ev yek gerekê di nav casûsîya me ya li Asîya Biçûk da bibe pirsdanîneke here sereke. Gerekê bin destê me da navên serekeşîr û kurdên bi nav û deng hebin, bi malûmatîyên hûrgilî derheqa ji wana her yekî da. Em gerekê bizanibin, ku bin destê her serekeşîrekî da çend kurd hene, filan an bêvan serekeşîr li ku dimîne, kurdên bin destê wî da bi çi çevî li wî dinihêrin, ew bi xwe bi çi çevî li hukumeta tirka û serekeşîrên mayîn dinihêre, gelo hebûna wî çiqas e û h.w.d. Ev hemû malûmatî wê ji wî kesî ra pir lazim bibin, yê ku wê li serokatîya ordîya Kavkazê da bê kivşkirinê wek karmendê di hêla hevraxeberdan û pêwendîyên bi kurda ra.

Xênji wê yekê, ku em gerekê bi awakî ciddî û berk çeka xwe hindava kurda da bi kar bînin (ew firsenda sereke ye) û hinek kurdên usa bertîl bikin, ku qedirê wan di nav kurda da heye (eva jî firsenda duwemîn e),- em gerekê wê jî ji bîr nekin, ku gerekê ji kurdên mentîqên bin destê me da mîlîsan hazir bikin. Eva jî firsendeke dereca duwemîn e û kemala wê tenê di hêla sîyasî da heye. Ango, dema amadekirina mîlîsên ji kurda gerekê ne ku zêdekirina hêza me ser plana pêşin be (wek ku cêribandin dane xuyakirin, ew ji bo emelên eskerî yên ciddî gelek kêr nayên), lê gerekê bi sîyasî tesîrkirina li ser kurdên sade ser plana pêşin be, yên ku bi saya serê wê rêxistina Hemîdîyê çevgirtî ne û ketine bin hukumê axa û serekeşîrên xwe yên çevsor û xwînmij. Em gerekê hewil bidin, ku hemû kurdên zêrandî û nerazî bînine alîyê xwe, ewên ku hisreta wan ew e, ku ji bin hukumê serekên xwe derkevin û em gerekê riya derketina ji wî halî nîşanî wan bidin. Riya here baş jî ew e, ku em perekî baş bidine mîlîsên kurd. Em zanin, ku xezîna dewleta tirka vala bûye, tirk di hêla aborî da lap ji dest çûne û usa xuya ye, ku di şerê pêşdemê da jî ordîya tirka, siyarîyên Hemîdîya jî di nav da, wê bikevine di nav rewşeke giran, wê pere tunebe, ku meaşê eskeran bidin, wana bi nan û av bikin. Di van şerta da baş xwedîkirina mîlîsên me (wek ku em eskerên ordîya xwe xwey dikin) wê gelek kurdên Tirkîyê bînine alîyê me û ewê bi çevê xwe bibînin, ku baştir e di cêrgên ordîya Qeyserê Rûsîyayê da bin. Ev firsenda hanê wê bibe sebeb, ku kurdên Hemîdîyê bi hevsûdî li kurdên di nav ordîya me da binihêrin.

Ew kurdên eşîr yên di Hemîdîyê da jî dikarin bikevine nava mîlîsên me da, eger serekên wan bi hinek sebeban va derbazî alîyê me bibin. Bi bawerîya me, ji ber ku niha di navbera eşîretên kurda da dijberîyên mezin hene, mîlîsên kurda zû an dereng wê bi kurdên Hemîdîyê ra bikevine nava şerên mezin.

Di nav berhemên nivîskarên me yên eskerîyê da, ku bi lêkolîna dîroka şerên me yên li Asîyayê da mijûl in, gelek nimûne hene, ku timê jî neyarên mîlîsa hebûne. Ewana di berhemên xwe da têne ser wê bawerîyê, ku mîlîs nikarin di şerên mezin da kareke ciddî bidin û xwedîkirina wan jî ser ordîyê giran rûdinê. Lê em bi çevê sîyasî li mîlîsa dinihêrin, lê ne ku wek hêzeke şervanîyê. Xênji wê, eger em bi çevê hêza şervanîyê jî lê binihêrin, mîlîsên kurda di şerê himberî kurdên Hemîdîyê da wê kareke mezin ji me ra bînin.

Em gerekê ji bîr nekin, ku xunedanê (zaneyê) pirsa kurda û praktîkê di karê eskerî da mîrlaw Lorîs-Mêlîkovê rehmetî mîlîs dihesibandin wek çekeke sîyasî ya giring, yê ku eger bi aqilane bê xebitandin, dikare Tirkîyê ber çevê kurda reş bike.

Eger em berê xwe bidne wê pirsê, ku gelo ew kurdên mayîn, ku ne di nav alayên Hemîdîyê da nin, di şerê Rûsîyayê-Tirkîyê da wê xwe li kîjan alîyî bigrin, em dikarin bêne ser van bîr û bawerîyan:

a) Hukumeta Tirkîyê nikare hêvîya xwe dane li ser piştgirîya kurdên qizilbaş yên Dêrsimê û Kozûcanê, bi kêmanî di demên nêzîk da.

Tiştekî dûrî aqilan e, ku ew kurd di destpêka şêr da piştgirîya me bikin. Lê bi serketinên me ra, xwesma jî piştî ku me Erzurum zevt kir, em bi hêvî ne, ku kurdên qizilbaş wê bêne pişta me, bi şertê ku emê tevî karên wan yên hundurîn nebin, ku bi salan û zemanan hatine sazkirinê.

Bi pêşdaçûyîna me ya li ser axa Asîya Biçûk ra, bi taybetî bi riya Erzurum-Sivas-Konstantînopolê, em dikarin hêvîya xwe bidine ser alîkarîya kurdên Dêrsimê û Kozûcanê jî, yên ku dikarin mîlîsên peya (weke 15 hezar esker) amade bikin û derbazî alîyê me bin, wî çaxî emê bikaribin rêyên xwe yên dûr û dirêj rind biparêzin, ku di nav axa binecîyên musulman da derbaz dibin, ku dijminaya me dajon. Di van şerta da kîna qizilbaşa ya hindava mehemmedîya da wê kareke mezin ji me ra bîne.

b) Kurdên sunnî yên eşîr, ku neketine nava rêxistina Hemîdîyê, piranîya binecîyên Kurdistanêne û bi wî çevî li hukumeta tirka dinihêrin, çi çevî ku kurdên Dêrsimê û Kozûcanê dinihêrin. Lê ew kurd bi tirka ra tevayî ji dînekî ne, ji ber wê jî tirk bi nimûnên şerên berê wê bi her awayî hewil bidin, ku di şerê dijî Rûsîyayê da wana ji bo berjewendîyên xwe bi kar bînin. Em ser wê bawerîyêne, ku wek di şerên berê da sultanê tirka wê cîhadê îlan bike û wê ji serekên kurda yên dînî, ango şêxa, hîvî bike, ku piştgirîya tirka bikin.

Lê em dikarin bi bawer bêjin, ku eger di nav şêxa da yekî wek Ubeydulle peyda bibe, bangawazîya wî wê usa neyê qebûlkirinê, wek ku ya Ubeydulle hatibû qebûlkirinê. Hilbet, pareke wana wê pey wan bangawazîya herin, piranî jî bi hêvîya, ku wê bi hêsanî xelqê talan bikin, wê piranîya kurda wek wan kurdên di dema Ubeydulle da bin, yên ku di şerê buhurî da di desteya Wanê ya bi serokatîya Faîk paşa da karekî berbiçev nekirin û dawî jî serokê xwe hîştin, revîn. Ew cerdên ku wê ji kurda bêne amadekirinê, ji rûyê wê yekê da, ku rewşa wan ya aborî wê ne baş be(1), wê ne bi dilê xwe bikevine di nav wan desta da û ewê wan navça da talana bikin, li ku gerekê berevî ser hev bin bona paşdemê da şerê me bikin. Ewê di nav jîyana welêt da tenê xiringêleyê û tevlihevîyan çê bikin û di hêla eskerîyê da jî rola wana wê hîç tunebe. Em usa bawer in, ku piranîya wan kurdan wê tevî şêr nebin, ji ber ku hemû şerên me yên berê bi Tirkîyê ra jî usa bûye.

Ew herêmên kurda, ku dûrî Pişkavakaza mene, firsendê nadine me, ku em di destpêka şêr da bi kurda ra pêwendîyan daynin.

Em berî destpêka şêr jî nikarin bi wan kurda ra bikevine nava pêwendîyan, berî her tiştî ji bo wê yekê, ku em wana baş nas nakin. Wek mînak, niha em tu tiştekî nizanin derheqa jîyana kurdên Botanê, Behdînanê û Rêwandûzê da, ku berê mîrîtîyên kurda yên serbixwe bûn û di nav dîroka Kurdistanê da roleke mezin lîstine. Em tu tiştekî derheqa serekên wan eşîran yên dînî û sîyasî da nizanin, gelo pêwendîyên wan bi hev ra û bi gelê bin destê xwe ra çawa bûne. Eger em bikaribin di şerê hundurê Asîya Biçûk da bi xurtî pêş bikevin, wî çaxî emê bikaribin tesîra xwe li ser eşîrên dûr bihêlin. Ji bo wê yekê em gerekê plana mîrlaw Paskêvîç bi ser xînin, ku ewî berî şerê di sala 1829a da amade kiribû û bi tevayî pêk ne anîbû, ew jî ji dest wê yekê, ku jimara eskerên korpûsa 4a ne zêde bû.

Gênêral-adyûtant Lorîs-Mêlîkov jî di dema dorgirtina Erzurumê da ser wê bawerîyê bû, ku gerekê bi alîkarîya emelên şêr yên bi riya Mûşê berbi başûr hukumê xwe li ser Kurdistana Mezin bidine testîqkirinê. Gavên pêşin berbi pêkanîna wê îdêayê li ser riya berbi Mûşê xuliqî, lê hevraxeberdanên derheqa lihevhatinê da li ser riya pêşketina wê bûne asteng. Testîqbûna hukumê me him li Kurdistana Biçûk, him jî li Kurdistana Mezin ji me ra pir lazim e, bona em bi awakî bê xeter şerê xwe yê bi riya Qersê (an jî Êrîvanê)-Erzurumê-Sivasê-Konstantînopolê (eva ser plana pêşin e) û herweha bi riya Êrîvan-Wan û Êrîvan-Mûş-Xarpûtê (an jî Dîyarbekir) va berdewam bikin, ku ev jî ser plana duda ye.

Tenê bi saya serê zevtkirina van bajarên Kurdistanê yên giring û yek jî bi kûrayî pêşdaçûyîna me di nav welatê kurda da, emê bikaribin cîyê lingê xwe li Kurdistanê mehkem bikin û dibe ji me ra li hev bê em wana rakine himberî tirka jî. Temamîya dîroka kar û barên me yên li Kurdistanê di şerên berê da îzbata wê yekê ne(2).

c) Dimîne, ku em çend gotina jî derheqa wê yekê da bêjin, çika kurdên riat wê di dema şêr da bi çevî li me bihinêrin.

Ji wana kurdên qizilbaş (eger em navçeyên wana zevt bikin) bê şik wê piştgirîya me bikin. Em dikarin timê jî rehet bin, ku ewê tevlihevîya çê nekin û wê bi a me bikin. Ewê di hêla peydakirin û cîguhastina xurek û cila da jî alî me bikin, lê em nikarin bawer bibin, ku ewê bi me ra tevayî çeka hilgirin û şerê tirka bikin.

Kurdên riat yên sunnî, ku bin hukumê kurdên eşîr da nin, û ew yek diha zelal li perça navbendî ya wilayeta Wanê xuya dibe, wê bi wî çevî li me binihêrin, çi çevî ku serokên wan wê me binihêrin. Sunnîyên riat yên mayîn himberî me wê qet ji tirkên osmanli neyêne cudakirinê. Wek ku cêribandinên şerên buhurî dane xuyakirin, eger ew wek berê bikin, ango eger ew hema hinekî jî dijminaya me bikin, em gerekê wana rind ceza bikin, wî çaxî sunnîyên riat jî wê çevtirsyayî bin û wê bi mecbûrî rehet bisekinin, hela di ser da jî wê ji me ra xurek peyda bikin.

 

1) Gorî malûmatîyên casûsên me yên eskerî li Asîya Biçûk niha piranîya çekên bin destê kurda da evên han in: li bakûr û bakûr-rohilata Kurdistanê, ango li ser xeta sînorê me yê Pişkavkazê -bêrdang û hinek jî qirme; li roava -çeka bi duruşma Pîbodî; li başûr û başûr-roavayê -çekên bi çend cûra. Tiştekî balkêş e, ku li Hekarîyê hemû nêstorîyanên eşîr yên deverên Thyarê, Thûmê, Bazê, Dêzê û Celûyê xwedî çekên nûjen in, lê kurdên, ku di nav wan da dimînin, çekên wan yên kevnarene.

2) Mîrlaw Paskêvîç wek gênêral-adyûtant Mûravyov û Lorîs-Mêlîkov ser wê bawerîyê bûn, ku temamîya Kurdistanê wê wî çaxî rabe himberî tirka, dema desteyên me yên xurt bikevine kûraya Kurdistana Mezin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev