
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên xwendevanekî me dide, ku wê li nivîskarekî kiribû. Me xwe danîye dewsa wî nivîskarî û bersîvên me ha derketin.
Vê carê 2 xwendevanên me pirs li me kirine, rêvebira vê beşa malpera me Nura Şane jî bo wan bersîvên delal amade kirine.
Pirsa Kendalê Memo û bersîva Nura Şane
Pirs 1: – Gelo çi ferq di navbera nivîskaran û rojnamevanan da heye?
Bersîv 1: – Ferq di wê yekê da ne, ku her nivîskarek dikare bibe rojnamevan, lê her rojnamevanek nikare bibe nivîskar.
Pirsa Delîla Xudêda û bersîva Nura Şane
Pirs 2: – Gelo hûn dikarin fikirek bi du awayan wisa bêjin, ku ji awayekî xemgîn bibin, ji awayê din kêfxweş bibin?
Bersîv 2: – Padşayek diçe cem koçekekî, dipirse ka gelo ewê çiqas emir bike. Koçek dibêje:
-Hemû hezkirîyên te wê bimirin, tuyê piştî wan demeke dirêj bijî.
Padişa cezayekî mezin dide wî koçekî û diçe cem koçekekî din eynî pirsê jê dike.
Koçek bersîveke ha dide:
-Tuyê ji hemû hezkirîyên xwe pirtir bijî.
Padişa hediyayeke mezin dide wî koçekî.
Riataza