Bîr û bawerîyên derheqa gotara di malpera me da çapbûyî

Bîr û bawerîyên derheqa gotara di malpera me da çapbûyî

Ev fikir û şirove derheqa gotareke lêkolîner-êzdîzan Kemal Tolan da ne, ku malpera me jî ew gotar çap kirîye (binêre li vira: http://krd.riataza.com/2018/02/22/dive-rexistin-capemeni-u-ragihandinen-ezditiye-nav-u-sembolen-ku-di-ezdiyatiye-de-piroz-li-xwe-nekin/)

Hemû şirove jî bi ruhê kurdî û Kurdistanî hatine nivîsar û dilê hemûyan jî bo parastina dînê me diêşe û her yek hewil dide keda xwe bike nava parastina dînê êzdîtîyê da, ku dînê tevaya miletê me ye.

 

Sakar Kamil

Mamosteyê rêzdar ez jî bi tere me û fikra te di pejrînim ji ber kû li bin van çapemenî û dezgeh û rojname yên kû li bin nav û symbulên êzdiyatiyê hatine navkirin gelek karên şaş û parvekirinên nebaş dihêne parvekirin û têkelî berjewendîyên kesî û hizbî jî dibin û niha mînak pirrin di nav êzdiyan da , nexwe pirr başe ev nav û symbulên pîroz li wan bêne navkirin bo pitir nasandina êzdiyatiyê li dever û tev cîhanê lê divê pîroziya wan navan neşkênin û pîroz ragirin û bihayê pîroziyan biparêzin, her dem çapemenî bi navkirin li bin wan navan fere di derheqa wan navên pîroz derkevin, spas û destxweş lêkolînerê kevneşopên êzdiyatiyê, silav û rêz

 

Ferhun Kurt

Ez di vî werzîda î du dil im.
Çima?
Gava merov berê xwe bidê cih û warê mey pîroz heman beja li herderî Nîşangehê Xasan lê hena. Malûma teva ne en xalisin (originalin). Nimûna Şêbilqasim. Ziyareta heq li herema Torê li aliyê Qelêça û nişangeha wê li serê çiyayê Şingalê jî heya. Wek Şexmend, Şêşims… (bi karî xêrê) nîşana wan li geliyê Laliş heya û li gelek gûnden din jî li heremê hena.
Heger em van nava wek Nîşangeha li Almanya li Mal û Komelakin ji bona ew neyen ji bîrakirin hingî ez bejîm xem nina.
Bi tenê Laliş ne di navda. Laliş yek bi tenê heya. Ew gerek neyê gûhertin.

Komel û rêxistin, en Sîyasî ez bejim gerek van navê pîroz li xwe nekin. Ji ber ew nikarin ji tevaya Êzîdiya ra reberiyê bikin û temsîla teva bikin. Ew îro hena siba na.

 

Yilmaz Yildiz

Bêgûman hin nav, nîşan û nirxên olî hene, ku divên destwerdan li ser wan neyê kirin û bi rêzgirtineke mezin nêzîkatî li wan bê kirin.
Sedema ku hin mal û komeleyên Êzîdîyan navên pîroz ên ola Êzîdayetîyê li xwe dikin ew e ku dixwazin hezkirina xwe li beramberî olê û girêdana xwe bi vê olê ve bidin nîşandan û li gor wî navî tevbigerin.
Mixabin kêmasî çêbûne û gelek rêxistinan, malpêr û kesayetan ev nav li xwe kirine û bikar anîne, lê wek ku ji wan hatîye xwestin li gor wî navê pîroz tevnegerîyane. Eve cihê xemgînîyê ye.
Ez dibêjim, bila wan navan li xwe bikin, lê bila li gor pîrozîya wan navan jî tevbigerin û yekîtî û tifaqê bixwazin, bila lixwekirina wan navan hewqasî erzan û bê qîmet nekin, bila nebê weke mode û piştre tevgerên berovajî wî navê pîroz pêk bînin û bi van tevgeran wî navê pîroz pûç û vala bikin.
Li gor min kêmasîya herî mezin di wê yekê de ye, ku Lalişa Nûranî, ku cihê herî pîroz ê hemû Êzîdîyên cihanê ye, sal bi sal tê deman kirine.
Ew Lalişa, ku wek hun jî bahs dikin, ku hewqas xizmet jê re tê kirin û li gor pîrozîya wê tê parastin, mixabin îro ji alîyê Mîrê me ve tê deman kirin. Gereke ev bibê cihê rexneyên herî mezin. Demankirina Lalişê li gor min gûnehê herî mezine û vê yekê dilê gelek Êzîdîyan jî ji Mîr û Meclisa Rûhanî tev da sar kirîye. Bi demankirina Lalişê rêz ji pîrozîya Lalişê re nayê girtin, berovajî wê dilê Civaka Êzîdî sar û xemgîn kirîye. Pêwîste rojek berî rojekê çareserîyek ji vê yekê re bê dîtin û xêra ku Êzîdî didin Lalişê, rasterast bikevê qasa xêrê a Lalişê.

 

Orhan Basî

Bi rastî mirov bi çend gotina nikare bîne ziman, jiberku ev barek girane, jxwe em êzdî heya qirêkê di nava ava de mane, inca nevê qerasî jî em li xwe dikin, hêvîdarîm em di bin vî barê giran de neminin, ev çend navê pîroz mane em wan ji neherimînin.

‘Lê ku heya dawîyê li gorî navê xweyî pîroz bin bila her serkefti bin…

 

Tosinê Reşîd

Kekê Kemal, tu rast dibêjî, lê bawer nakim niha nava biguhêzin. Li Duhokê bingehî Laliş heye, TV Laliş heye, kovata Laliş heye. Ev tenê bi navê ‘Laliş’.

 

Bella Sturki

Mamostayê hêja ez ji sedî sed bi fikir û gazinên cenabê te razî me, ev pirs min jî gelek diêșîne. Van salên dawî di nava civaka Êzdîyan da dijîtîke malwêran çêbû. Salên dirêj derheqa pirsgirêkên Êzdîyan da kêm kes xeberdidan, wan salên dawiyê atmosfêreke ne xweș çê bû, sed heyf û mixabin, wisa dîyar e, civaka ezdîyan, civakeke bê serî u bê xweyî maye, lema top û meydana vala ketîye destê “ezdîyên nû”, yên ku ewqas jî gotinên kîn û necaîz, sosretî, buxdan belav dikin, her car mijara wane hîmlî jî derheqa rewşenbîrên “xweyîn” “xwefiroş”, “dînfiroş”, mirov dewsa wan șerm dike walle. Hilbet jî femdarîya ha ji ku tê, ev çi neyartî ye, nêt û meremê wan çi ne, kî ne șîretkarên wan. Mixabin, ev cudatî li ser riya pêşketina êzdîyan bû astengeke mezin. Ev mijar, bila bimîne seba rojeke dinê. Niha derbarê mijara nivîsara we. Roj bi roj, kul ser kulan zêde dibin, yanî xwedêgiravî çendik komên “ezdîyên nû” dewsa ku bi gotar yan bernameyên hêja rêya rast bidin pêşiya êzdîyan, beyt û qewla, rêûrismên dînî, bîr-bawarî, çand, eyd-erefat, tekstên pîroz şirove bikin, dest bi belavkirina piropagandake şaş, tije kîn, neyartîyê, dutîretyê, betifaqîyê bi rêyên komel, rêxistin, malper, radyo, têlêvîzyon, rojnemayên nû, bi navên pîroz wek peyva Laliș, Kaniya Spî, Kaniya Zimzimê, Berat û hwd navkirî bikar tînin. Ecêbeke giran, Navendên çand û civakî, Malê Dînî yê nû ku li çend dewletên Evropayê, Gurcistanê, Ermenîstanê avakirî bi navê ziyareta êzdîyan, yan bi navê babçhak, xas û qelenderê Xwedê lê dikin. Berî avakirina mala dînî, Quba li ser navê Melek û Mêrê Dîwanê, gelo destûr ji kê tê xwestin. Bes peristgeheke êzdîya pîroz Lalişa Nûranî li Bașûrê Kurdistanê heye. Ew ziyareta êzdîyan yeke tenê ye li cihanê û ber dilê her êzdîyekî cihanê ezîz e. Nabe ew navên pîroz, cihê nîşangehê pîroz, cihê ziyaretkirina bawermendên êzdîtîyê, ku rêurismên dînî tên derbazkirin wisa bi sivikayî bi gorî armanc û meremê xwe bikar bînin. Ez difikirim ev yek yan ji nezanîyê û bêxemîyê yan jî bi nêt û armanc tê kirin. Divê oldar, zane, lêkolîner û rewşenbîriya Êzdiyan zêde ser wan pirsgirêkan biaxivin, dijî wê sîyasiya qirêj derkevin, ku rê û derfet nedin dijminan mejuyê ciwanên êzdî bişon. Heta niha min ne bihîstîye Vatîkan tv an jî Mekka tv hebin. Gelek sipas rêzdarê hêja seba parvekirina mijara pir girîng û wate. Xwedê ji ked û xizmeta te razî be. Min biborînin, ku gotinên min dirêj bûn. Birêz û hurmet.

 

Osman Güden

Kekê hêja Xemxwarê Êzdîya!

Ez te pîroz dikim û destxweşîyê li te dikim ku tu biveî rengî u guhdîekî hay ji nav û sembolê Êzdîyatîyê heyî, dîtineke baş û rast dibînim û piştevanîya vê dîtina te dikim.

Navên Melek u Xasên olî nabe kesek li xwe yan jî zarokên xwe bike!

 

Nûrê Cewarî

Ez komela “Kanya spi” zanim ku Li Almaniyayê ye û mirovne xwendî, zane li wir henin. Ez zanim ku ezdîyên Ermenistanê navê zarokên xwe datinin Adi, Xidir, Şemsî …Ez tiştekî ne baş li wir navînim. Lê gava navê komela xwe datînin “Lalish” û bi nezantî dînê ezdiya feş dikin hingê dilê mirov diêşe. Vira pirsa nezantiya wane. Her chiqa ji be nivisare, ewana naxunin u naxazin ji bizanbin û gele cara ji nikarin bixunin. Xandin u zanebun tenê dikare alî Ezdiyan bike, ew jî pirseke dûr u dirêj e.

 

Iskender Ediz

Hewalê minî hêja, zor spas ji bo dîtinên teyî bi qedir û qîmet, lê gor dîtina min ya herî hêja û giring ew e ku Êzidî bi zanebun xweyî li navê Pîroz derkevin û biparêzin.

 

Torinê Torinî

Hogir û cînarȇ min ji bajaŕȇ Gumrîyȇ – Jorayȇ Ṫȇmûr ҫibû gundȇ Ṫilik pey şȇxȇ xwe – şȇx Ŕostemȇ – zanekî navdar ȇ ayîna ȇzdî, ku wî bîne, ,,Bisk,, a lawȇ xwe bide hildanȇ. Şȇx nehatibû bi ewȇ sedemȇ, ku hogirȇ min navȇ Melekî Taûs danîye li ser lawȇ xwe. Evȇ carȇ ez û hogirȇ xwe bi ṫevayî ҫûne pey şȇx. Min şirovekir, ku navȇ zaŕokȇ ,,Taûsî,, ye û ,,kesȇ Taûsparȇz,,, ,,Taûsdayî,, dide nîşankirinȇ, wek ,,Xwedȇda,, ,,kesȇ Xwedȇdayî,, dîhar dike. Şȇx me ŕa ŕazî bû, hat. Me heytehola ,,Bisk,,ȇ pȇk anî. Awa ez ne dijî wȇ yekȇ me, heger nav û sîmvolȇn pîroz bi cî da, bi naveŕok li xwe bikin, lo ezȇ piŕ – piŕ kȇfxweş bibûma, ku Kurdistanȇ da bi seranser şûna navȇn dagirkeran navȇn dîŕokî û pîroz ȇn wek Aratta, Sûbarî, Kûtîûm, Mîtanî, Med, Dûmûzî, Mîhr – Mȇr, Laliş, Berat, Ḱulik, Ŕo, Memȇ, Zînȇ… bihatana bi ḱar anînȇ û kurd evan navan ŕa usa biŕcivyana, ҫawa ku xizmetḱar berbiŕî Ax û Av, Dar û Kevirȇn Lalişa Nûranî dibin. Ermenîyȇn xaҫparȇz li her deran bi ŕȇzdarî heta nav û nîşanȇn Xwedayȇn û pîrozîyȇn berî xaҫparȇzîyȇ jî bi ḱar tînin, bi evî şȇweyî bîra xwe ya dîŕokî her dem guŕ û geş dihȇlin, berbiŕîbûna xwe ya anegor ber bi ziman, bawerî… ҫanda xwe dîhar dikin. A lema jî yȇra hec – zîyaretîya wana ne ku Qudis e, lȇ Ȇcmîazîn a wan e, navȇ ḱîjanȇ li her dera ye…. Ez dijî tiştȇn dinȇ me, wek gava hinekȇn me xwe dewsa nezan û hovȇn cûnglîyan daydinin û divȇjin – ,,3 ȇ meha 8 an,,. Tȇ bȇjî zimanȇ kurdî da navȇn mehan wek ,,Tebax,,, ,,Gulan,,, ,,Tîrmeh,, yanȇ jî ,,TAMÛZ,, biryane, ṫunene…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev