Hebandina Siteyrkan

Hebandina Siteyrkan

Me di 128 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê berhema êtnografê kurdî pêşin Emînê Evdal a bi sernivîsa Hebandina steyrkan” raberî we bikin, ku me ji pirtûka wî a zanyarî ”Bawermendîyên kurdên êzdî” ji ermenî wergerandîye kurdî.

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal hetanî niha jî çap ne bûye, lê bona çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji ermenî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 129

Kurdan taybetmendî û xusûsîyetên Siteyrkan fêm nedikirin, ji ber wê jî bi awayê xwe şirovedikirin. Wana ew Siteyrk hildibijartin, ku bi bedewî, rêzbûn û xwelivandina xwe va berbiçav diketin û ew dihebandin.

Ji ber ku kurd piranî bi heywanxwedîkirinê û xwelîbêcerkirinê va mijûl dibin, lema jî dema rêvebirin û pêşvabirina malhebûna xwe, bala xwe didin wan bûyeran, ku li erşê ezmîn diqewimin.

Yek ji wan Siteyrkên bi şewq tê binavkirinê wek ”Siteyrka sibê”, ku geş diçûrise û ji nîveka meha tebaxê destpêkirî, serê sibê li ezmanan dîyar dibe û tê hesibandinê wek nîşana bereketê. Hema ev siteyrk derdiket, xwelîbêcerkir dest bi karê xwe dikirin, hinekan xwe li riya rêwîtîyê digirtin.

Êzdî gava nêzîkî bax û bostanên xwe dibû, bona ekinekî bol bistîne, navê Melekê Taûs û Siteyrka sibê dida. Eger ewiran dor li wê siteyrkê digirt, wisa texmîn dikirin, ku wê salê ekin wê kêm be.

Şêx û koçekên kurdan di nav mirîdan da wek nûnerên hêzên batinî pêşda dihatin, digotin, ku siteyrka her merivekî heye û gava meriv dimire, ew siteyrk ji ezmanan dikeve.

Ev bawerî di nav gelek miletên cihanê da belavbûyî ye. Derheqa wê yekê da Yê. Lalayan dinivîse: ”Bi bawerîya milet, her merivek xwedî siteyrkekê ye, dema wextê mirina wî nêzîk bibe, ew siteyrk wê bikeve û meriv wê piştî 40 rojan bimire”[1].

Hebandina steyrkan bi awayekî fire di zargotina kurdan da derbaz dibe. Xwesma destana ”Leyl û Mecrûm” balkêş e. Di vêrsyoneke wê da du dilên bengî di rûyê evîna bextreş da hildikişine ezmanan, dibine siteyrk û salê carekê rastî hevdu tên.

Şemêya mêrxasa hikyata ”Şemê”, bona xwe ji dinya musulmanîyê ya tarî û kelemçekirî xilaz bike, dua li Xwedê dike, ku bimire û bi fermana Xwedê dibe siteyrk û hildifire ezmanan.

Nivîskar û helbestvan di berhemên xwe yên edebî da folklora kurdî bi kar anîne. Mêrxasên destana ”Anûş” ya şayîrê ermenîyan yê mezin Hovhannês Tûmanyan Anûş û Saro di rûyê evîna bedbext da dibine siteyrk, hildifirine ezmanan û salê carekê hev dibînin[2].

Ji ber ku bi bawerîya êzdîyan her merivek di ezmanan da xwedî siteyrkekê ye, lema jî di dema dewatê bûk û zava di bin siteyrkan da digerandin û govend digirtin û di wan deman da dayîkên bûk û zavê di ber xwe da dikirine ginegin û digotin: ”Bira siteyrkên we di ezmanan da timê geş bibin”.

Der va, di dema govendê merivên vexwendî qilîçka bûkê digirtin (wê demê zava dikete mala bûkê), di bin dengê def û zurnê çend deqe dilîstin, paşê bi deng kilamên gelêrî digotin û di wan kilaman da fikirên hewaskar hebûn, wek vexwendîyan dua li siteyrkên ezmanan dikirin bona bûk û zavê ji qeza û belayê dûr bixin.

Di sitirana ”Siteyr” da tê gotinê:

 

”Siteyrno, siteyrno, siteyrê geş

Me binhêrin, me vê şayê

Rehma we li ser bûk û zavê”[3].

 

Di dema reqasê pîrejin destên xwe ber bi ezmanan dikirin û hîvî ji Melekê Taûs dikirin, ku siteyrka bûk û zavê herdem geş bimîne.

Bi bawerîya êzdîyan hemû siteyrk bi wan reqasan va şa dibûn, di nav wan siteyrkan da yên bûk û zavê jî, û hema bi duayên wan siteyrkan va bûk û zava bextewar dibûn.

Êzdî xênji siteyrkan, bawerîya xwe bi wan hemû tiştan dianîn, ku di galaktîkayê da hebûn û nav li hemû siteyrkên mezin kiribûn. Yek ji wana siteyrka Riya Kadiz e. Di folklora kurdî da behsa wê siteyrkê tê kirinê, ku Xwedêgiravî merivekî dewlemend ji mereka (kadîna) merivekî kesîb qesel dizîye. Merivê kesîb diçe ber derê mala wî disekine û dibêje:

-Filankes, te çima qesela min dizîye; ne axir ez merivekî kesîb im, çêlekeke min tenê heye û ewê bêy qesel û gîha gever bibe.

Merivê dewlemend bêy ku şerm bike, serê xwe dike ber xwe, bêy bersîvdayîn û uzir xwestin diçe mala xwe. Merivê kesîb ji Melekê Taûs hîvî dike, ku merivê dewlemend ceza bike. Bi daxaza Melekê Taûs ew diz ruhê xwe dide, bona meriv bizanibin kirinên ne li rê merivan digihînine çi rewşê.

Di nav gelek miletan da Galaktîka Rê di qanûnên dînî da hatine hebandinê. Ew galaktîka Xwedayê ye, an jî ji wê ra Riya Ruh dibêjin û merivê mirî bi wê rê diçe dinya din û ser wê rê kuçikên agir dişuxulin[4].

Di bawermendîyên kurdan da siteyrkeke din ku tê hebandinê, ”Siteyrka avê” ye. Û eger ew siteyrk li ezmanan xuya bibe, ew tê wê maneyê, ku lêhî û lêmişt wê rabe. Bona pêşî li wê bigirin, qurbanan didin.

Di bawermendîyên êzdîyan da siteyrka ”Koma Sêwîyan” jî cîkî berbiçav digire. Ew siteyrk piştovana sêfîl û jaran e. Ew êvara dereng dertê, dema pez dibine kozîyê. Derheqa vê siteyrkê da bal kurdan lêgêndek heye. Gorî wê neferên maleke belengaz timê jîyana cînarê xwe yê dewlemend dibînin û ji jîyana xwe aciz dibin. Ewana hîvî ji Melekê Taûs dikin, ku wana ji wî halî xilaz bike. Melekê Taûs lava û dîlekên wan dibihê û bi fermana Melekê Taûs neferên wê malê dibine siteyrk, hildifirine ezmanan û rex hev, di cêrgekê da rêz dibin[5].

Di bawermebdîyên êzdîyan da navê cêrgeya siteyrkan ya bi navê ”Karwanqir” jî derbaz dibe, ku bi şevan dîyar dibe. Ji wana siteyrkek gelek geş e û hema navê wê siteyrkê danîne ser cêrgeya siteyrkan û ew siteyrka xirabkarîyê ye. Gorî bawerîya êzdîyan ev siteyrka han mak bûye, yên din çêjikên wê bûne. Vana zirareke mezin dane merivên li ser erdê dimînin û van merivan hîvî ji Xwedê kirine ku ew wê ceza bike. Xwedê guh dide ser daxaza merivan, mak û çêjikan hildifirîne ezmanan û wana dike siteyrk. Ew çêjik xwe didine dora makê û bi wî awayî cêrgeya siteyrkan ya bi navê Karwanqir dixuliqe[6].

Gorî bawerîyeke din 17 merî bona peydakirina hebê nên didine ser rê, diçine welatekî xerîb. Piştî rêwîtîyeke dûr û dirêj li deştekê dihêwirin bona hêsa bibin. Piştî şev nîvî dibe, di ezmanan da kome siteyrk xuya dibin û ji wana ya here geş ya ortê bûye. Rêwî dibêjin qey ew Siteyrka Sibê ye û ewê zûtirekê şewq vede, wê sibe ron be û bi vê bawerîyê hemû radibin û riya xwe berdewam dikin. Du sehetan rê diçin, sibe ron nabe, hêja fêm dikin, ku ew siteyrka geş xapxapok e û ew ziyandara merivan û heywanan e. Hema wî çaxî dibe ba û bager, karwan dikeve ber bahoz û bagerîkê û winda dibe.

Em dibînin, ku di van bawerîyan da siteyrk ne ku ruhberên li ezmanan in, lê ew ruhberên li ser erdê bûne, paşê hilfirîyane ezmanan.

Di mîtologîya kurdan da cêrgeya siteyrkan ya bi navê ”Beranî” cîkî berbiçav digire. Ew sîmvola zêdebûna serê heywanet, bereketê ye û herwiha hukumê wê siteyrkê li ser Memê Şivan heye, ku piştgirê pêz e. Bi bawerîya êzdîyan berê ruhê Memê Şivan li ser erdê bûye, paşê hilfirîyaye ezmanan û ew pêz ji guran, dizan û xeta û belayan diparêze.

Êzdî ji boy navê vê cêrgeya siteyrkan û Memê Şivan bona pezê wan ji hev zêde bibin û bela neyê serê wan, qurbanan didin û heyteholên dînî didine derbazkirinê. Payîza dereng bona ku pez sitewr nebe, beran êvaran, dema cêrgeya siteyrkan ya bi navê Beranî derdikeve, berdidane nav kerîyê pêz. Gorî dîndarên êzdîyan, ji ber ku ruhê Memê Şivan rengên cuda-cuda hiz dike, berî ku beran berdine nava kêrî, hirîya ser pişta pêz bi rengên cuda-cuda va den (reng) dikirin.

Êvaran, dema beranberdanê, gava di ezmanan da cêrgeya siteyrkên Berên xuya dibûn, êzdî berbirî ruhan dibûn, digotin: ”Ya Beranê, ya Memê Şivan, hûn pezên me zêdekin”.

Bona zêdekirina jimara pêz heytholeke dînî jî dikirin: Roja beranberdanê kalek dikete nava kerîyê pêz, ji pişta pêz hirî dirûçikand, dikire baq, datanî ser pişta jina xwe û jina wî jî di cîyê xwe da hildiqoşîya û h.w.d.

Wek ku berhemên êtnografî û folklorê nîşan didin, beran di nav kurdan da ji demên buhurî wek tiberk hatîye hebandin. Heykelên li ser mezelên kurdan vê yekê îzbat dikin. Heykelên berên ne tenê li ser mezelan hene, lê herwiha li ser xalîçe û berrên kurdan da jî hatine nitirandinê û ew nexşeke xalîçeyên kurdan ya sereke ye.

Em dibînin, ku di paşdemê da ruhên Xwedayên pûtperestîyê ketine nav bedenên ruhberên ku li ezmanan û nava tebîyetê da ne, ketine nava bedenên Royê, Hîvê, Siteyrkan û têne hebandinê.

Di nav bawermendîyên kurdan da siteyrka bi navê ”Pêwr û Mêzîn” jî tê hebandinê. Şirovekirina vê termê bi malhebûnê va girêdayî ye, ango bi xebatê û deranînê va, ji ber ku ew bi mêzînê û terezûyê ra girêdayî ye. Cêrgeya siteyrkan ya bi navê Pêwr û Mêzîn êvaran li ezmanan xuya dibe û dide xuyakirin, ku dema kişandin û pîvandina ekinê gîhandî hatîye.

Di nav kurdan da bawerîya cêrgeya siteyrkan ya bi navê Hirç heye, ji ber ku siteyrkên di nav wê cêrgeyê da dibişine hirçan. Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku ev siteyrk bi çavekî qenc li merivan dinihêre û hazir e herdem bê hewara merivan.

Di bawermendîyên kurdan da cêrgeyên siteyrkan yên bi navê Ga, Gamêşqiran û yên mayîn hene û derheqa vana da berhemên êtnografî û folklorî ne pir in.

Di nav êzdîyan da merivên wisa hene, ku bi siteyrkzanebûnê va mijûl dibin, ango şirove dikin ka kîjan siteyrk nîşana kîjan Xwedayî ye, rola wê çi ye, kengê dertê û h.w.d. Ji wan ra siteyrkzan digotin.

Koçekên siteyrkzan ”zanebûnên” xwe surî xwedî dikirin, îlan nedikirin û ew yek wisa şirovedikirin, ku Xwedêgiravî ew nêzîkî siteyrkan in, pêwendîyên wan bi ruhberên wira ra hene, yên ku derheqa qewmandineke tebîyetê da wana agahdar dikin. Bona gotinên xwe îzbat bikin, ku Xwedêgiravî ew wan ruhberan, horî û melekê li ezmanan dibînin, bi wan ra dipeyîvin, koçek heyteholên dînî derbaz dikirin. Eger merivê nexweş berê xwe dida wana bona qenc bibe, koçek ji mal derdiket bona Xwedêgiravî siteyrka wî nexweşî bibîne û dîyar bike, çomaqa xwe ya batinî dihejand, bona Xwedêgiravî siteyrkan ji hev bela bike, da ku siteyrka nexweş jê ra xuya bibe. Piştî van heyteholan koçek berê xwe dida qewim û lêzimên merivê nexweş û ji wan ra digot, ku siteyrka wî geş e, an jî temirî ye.

Koçek elamî merivan dikirin, ku eger ewana siteyrkan nehebînin, bawerîya xwe bi wan neynin û seba xatirê wana qurbanan nedin, ruhên wan dikarin hêrs bikevin û ew yek dikare bibe sebebê xelayê, birçîbûnê, nexweşîyan û bedbextîyên mayîm[7].

Bi bawerîya gel meriv dikaribû ji cîwarbûna siteyrkan tê derxista ka wê çi bê serê merivan û heywanan, di cihanê da çi qewmandin dikarin bibin.

Gorî şirovekirina koçekan siteyrka Pêwr û Mêzîn himberî siteyrkên din diha xurt û bi hêz e, tesîra wê li ser merivan, tebîyetê, ekindarîyê diha pir e, ne ku ya Siteyrka Hirç.

Êzdî bawer dikirin, ku eger zar di wê demê da ji diya bibe, gava ”Siteyrka Geş” ji alîyê rohilatê va xuya bibe, ewê bibe mêrxas û wê di jîyana xwe da bextewar be, lê eger di jîyana wî da çavê wî ji siteyrkan cara pêşin li siteyrka ”Riya Kadiz” bikeve, ewê bibe diz û qaçaxekî bi nav û deng. Eger di roja bûyîna zarê da ewran dor li siteyrka ”Siteyrka Geş” bigirta, ewê bextreş bûya.

Êzdî bawer dikin, ku bi cîwarbûn û heja siteyrkan va meriv dikaribû tê derxista ka wê di paşdemê da di jîyana zara sava da çi bûyerên berbiçav bûna, ewê bigihîje çi armancê, axirî û aqûbeta wî wê çawa be.

Riataza

 

[1] Yê.Lalayan. Cavaxk, Akadêmîya Zanyarî ya Ermenîstanê, sal 1897, rûpel 196.

[2] Hovh. Tûmanyan. Berevoka berheman, Yêrêvan, sal 1940, cild 2, rûpel 71 (bi ermenî).

[3] Got binecîya gundê Camûşvana Biçûk li navçeya Aparanê Horî. Xudanê vê berhemê sala 1952an ji zarê wê bergirt.

[4] Îstorîya Rêlîgîî (Dîroka Dîn). Moskva, sal 1909, rûpel 19.

[5] Binecîyê gundê Karvanserayê, navçeya Artîkê Serdar gotîye, xudanê vê berhemê sala 1949an ji zarê wî girtîye.

[6] Xudanê vê berhemê ev gotina sala 1949an ji zarê binecîyê gundê Elegezê, navçeya Aparanê Ademê Silto girtîye û nivîsîye.

[7] Pez di mala koçek da dikirin qurban, goşt ji mala wî ra dima û hinek goşt jî nexweş bi xwe dixwar.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev