HİN PEYVÊN ZİMAN RONAKİYA ÇANDA XWE NE

HİN PEYVÊN ZİMAN RONAKİYA ÇANDA XWE NE

Azad Selem

Hin peyv henin di jiyana min de girîngiya wan gelek in. Lewre serê min bi xwe re gelek êşandine. Gelek caran jî wateyê ku di serê min de sêwirandine ez hiştim ku kêfxweş bim. Peyv jî bi ya min mîna bajar in: Çawa ku hin bajar tenê bi çend avahiyên xwe ya dîrokî xwe didin naskirin û bi saya ew berhemên xwe yê bisînor navûdeng dibin, hin peyv jî dewlemendiya zimanê xwe bi mirovan re dikarin bidin naskirin.

Carna bi saya çend peyvan ez dinyaya xwe ya çandî bi wî zimanî ve girêdidim. Eger di strana ku kêfa min jê re gelek hatibe de ez rastî çend peyvên xweş bêm, ew çend peyv wekî mifteyek zêrîn dikare deriyê zimanekî nû ji min re veke.

Ez di vê ramanê de me ku her mirov di jiyana xwe ya zimanî de xwediyê çend peyvên bijarte ye. Ji xwe di jiyana me de her gav ”hin bêhtir” tiştên hezkirinên me henin ku em di serê xwe de her dem wekî tacek dihilgirin. ”Xwêdan” jî bo min wûsa peyv e.

Di zaroktiyê de, di germa welatê min de me gelek xwê dida. Em wekî zarok hişê me her gav di listîkê de bû. Listîka me ya pêşîn jî bazdanê bû. Rojek yekî hevalê me zêde dixuriya. Ew bixwe jî nîzanîbû çima dixure û ji me dipirsî. Hevalekî me yê jî şareza bersîva hevalê ku dixure da û got: ”Ev çend roj e tu heman cilan li xwe dikî, tu serê xwe jî naşoyî. Laşê te tijî xwê daye, ji ber ku ji bazdanê laşê te gelek xwê avetiye, laşê te dixurîne.

Ev gotina hevalê min di serê min de teqînek kir. Heta wê gavê ne ez û ne ji hevalên min ên din tu kes wateya vê peyvê bi vî rengî ne fikirîbûn. Piştî zanîngehê gava min biryar da ku ez Kurdiya xwe bi pêş bixim, ev peyv di serê min de divizvizî. Hînî çi peyvan dibûm, pêşî li etîmolojiya wan digeriyam. Gava min ji xwendekarê xwe re hin peyv dida ravekirin, min vê metodê êdî bikar dianî û bi saya nîşankirina etimolojiya peyvan wateya peyvan jî bi hêsanî derdiket holê.

Ev peyv di salên pêş de jî bandora xwe li ser min domand. Ez dizanîbûm ku ev peyv gelek kevin bû. Çêdibe ku temana wê sed sal an hezar sal be jî. Îcar Kurdan çawa vê peyvê afirandine? Eger haya wan ji laşê mirov tunebûya, wê çawa vê peyvê bi çavderiyek zirav biafirandibaya! Ev peyv, peyvek zanistî ye. Têgehek e ku di nav zimanên din de bi vê wateyê qet nayê bikaranîn. Xûya ye ku di dîroka zimanî de xebatên zanistî hebûn ku vê peyvê afirandine. Di kûrahiya zimanên dewlemend de hin peyv ravekerê demê xwe yê taybet in. Mîna hin nûveyên arkeolojîk çawa dikaribin jiyana demê xwe bide ber çavan, hin peyv jî dikarin di dîroka zimanê xwe de gelek tiştan ronak bikin. Hin peyvên ziman ronakiya çanda xwe ne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev