Mehmûdkê “dîn” qerfên xwe bi zanayan dike û nêzî siyasetê nabe

Mehmûdkê “dîn” qerfên xwe bi zanayan dike û nêzî siyasetê nabe

Ferîd Mîtanî

“Ji zîrektirîn xwendekarên gund bû.” Xelk dibêje dema ku temenê wî 11 sal bû -anku refa pêncê bû- birayê wî yê mezin kulmek li serê wî da û ji wê hingê ve dîn bûye.

Îroj temenê wî di navbera 50 – 60 salî de ye.

Ew bi xwe ji gundê Taya ye. Gundê Taya di navbera Qamişlo û Tirbespiyê de ye.

Zêdetir ji deh salan e ku li Qamişloyê bi cih bûye. Lê dema ku hat, navê wî “Mehmûdê Taya” bû, paşê xelkê Qamişloyê navê wî kir “Mehmûdkê Dîn”.

Qafê wî mezin e. Kin, dagirtî û girover e. Porê wî ne boş e û mînanî yê keçelan e. Dengê wî zirav e, lê hêj ziravtir dike. Meşa wî giran e, lê ez di wê baweriyê de me ku ew meşa xwe bi mebest girantir dike û dema ku dimeşe xwe xwaromaro dike. Paç û qepalên zêde li xwe dike… Bi awayekî balkêş cigareyê dikêşe û bi axaftinê re çavekî xwe miç dike û yê din jî nîvgirtî dihêle .Karîkatorekî balkêş û seyr ji xwe çêdike.

Ku îro te bibîne, eger piştî deh salan te li kû bibîne, dê te binase.

Dînên xelkê ji derdorê re qeşmer û pêkenok in, lê Mehmûdê me qerfên xwe bi her kesî dike.

Ku bi mebesta henekpêkirina bi kesekî di civatê de biaxive, piştî ku gotina xwe biqedîne, dê berê xwe bide ewî kesê armancgirtî û jê re bibêje: “Çawa yî birako, tu baş î?”

Yan jî ku hin kes bela xwe tê bidin, ji wan re dibêje: “Zû de wilo li te hatiye?” Yan jî: “Ez di jina bavê esfûriyê ni..!”

Li bazara Qamişloyê derbasî dikanan dibe û yek caran doza pereyan dike. Eger hin kes jê re bibêjin aniha pere tune ne û sibe were da em pereyan bidin te, dê bi dest xwe re bibêje: “Qubankê ez bi deyna naşixulim! ”

Ji hêla jinan ve dilê wî tenik e û dibêjin ku gelek serpêhatî û çîrokên wî di vî barî de hene.

Mehmûdkê Dîn navan bi zanebûn xera dike û dema ku ayeteke Quranê jî dixwîne 6 – 7 gotinên pêşîn dibêje, ritmê siviktir dike û ayeta xwe bi awaz dike, da ku li şûna wê bikişîne stiraneke kurmancî.

Berjewendiya wî li kû be, ew jî li wir e.

Tişta ku bixwaze bi dest dixe.

Eger dilê wî bikeve gumlekê te, dê li dor te bixepêre û hewl bide ku ji te bistîne. Kesên ku tenazên xwe pê dikin, ji xwe re dikenin û bi xwe şad dibin ku qeşmeriyên xwe bi Mehmûd kirine. Lê ya rast ew e ku Mehmûd henekên xwe bi hemiyan dike û civatê li gor bayê serê xwe digerîne; dihêle ku kesên rûniştî li gor dilbijîn û valahiya bêrîka wî bilebitin.

Dema tu qala malbata wî dikî, hema xwe diqurmiçîne û tu dibêjî qey hin kêliyên ku jiyana wî dane guhertin, tîne bîra xwe.

Tişta herî balkêş jî ew e ku di nava civakeke wekî ya Qamişloyê de ku siyaset û babetên partiyan ketiye damarên wan, Mehmûdkê Dîn di navbeyna xwe û van mijaran de dîwarekî bilind lêkiriye. Ku tu hetanî salekê jê re bibêjî Apoçîyan wisa kiriye û Berzanîyan wiha gotiye, ew ê her û her ji te re bibêje: “Sitara Xwedê li xelkê be.” Anku ji te re dibêje “serê min bi wan naêşe! Çi dikin bila bikin, ne dikarim tiştekî biguherim, ne jî şaşîyekê rast bikim.”

Law Mehmûd ma çi bibêjim? Xwezî her kes wekî te tenê pisporê karê xwe bûya û xerîkî tiştên li gora xwe bûya. Mehmûd mirovekî bawermend û bêzerar e. Nahêle ku tu kes jê aciz bibe. Civatê dilxweş dike û pêdiviyên xwe bi dest dixe. Bi bîr û bawerî dibêjim: Li nêva tevahiya civaka Rojava tu deh kesan nabînî ku tenê di çarçoveya karê xwe de tevdigerin û afirêneriyan dikin. Her kes her tiştî dike û her mirovek hostayê hemî tiştan e. Tenê Mehmûd û yeklibên bi navê wî têkilî babetên ku jê fêm nakin, nabin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev