Şahkara Bayrak: Kitêbeke delal ji dîroka me!

Şahkara Bayrak: Kitêbeke delal ji dîroka me!

Mehmet Salih Bedirxan

Prof. Dr. Qanadê Kurdo di pêşgotina kitêba Tarîxa Edebiyeta Kurdî de wiha gotiye: “Hukmetên stemkar yên cîranên kurd, herçar aliya dora kurdan girtine, Kurdistan kirine girtîxane, kurd qeyd û cîdar kirine, bi sala û zemanan xwestine û dixwazin kurdan li nav xweda bifetisînin, bihelînin, ruh û canê kurdewariyê ji dil û hinavê wan derînin, wan bêhiş û bêsewda bikin, wisa bikin ku ew zimanê dayika xwe, tarîxa xwe, medeniyet û şaristaniya xwe nizanibin. Hukimetên stemkar bi vir û fistona kurda dixapînin, navê “Tirkên Çiyayî”, “Farisên Çiyayî” û navê “Erebê paşketî û koçer” li wan kirine.” (Qanadê Kurdo, Tarîxa Edebiyeta Kurdî,  Enqere, 1992)

Gelo dagirkeriyê, texrîbata dîroka kurdan, wêrankariya liser çand ziman û kelepora kurdî xemeke mezin bi zimannas û kurdolog Prof. Dr. Qanadê Kurdo re çêkiriye?  Ango rola rûşenfikriyê ew ber bi lêkolîn û nivîsandina tarîx û edebiyata kurdî biriye? Gelo şert û mercên demê berê wî daye wê riyê û bûye rêwiyê wê riyê? Em dikarin pirsan zêde bikin. Gûman tê de nîne pêşgotina Kurdo mijara gotarekê ye. Di nezera min de Kurdo ne peşgotin belkî pend bo nûciwanên kurd nivîsandiye.

Ligel pêşgotina “Tarîxa Edebiyata Kurdî” pêşgotina axerîn kitêba nivîskar û kurdolog Mehmet Bayrak a bi navê “Kürt Batıniliğinde Kutsal Metinler Manzum Lîrîk ve Dîdaktîk Eserler” jî gelekî serincrakêş e. Kitêba di sala sala 2016an de ji aliyê Weşanên Özge li Enqerê çap û belav bûye.

Kurdolog Bayrak jî di pêşgotina xwe de wisa gotiye: “Heta van serdemên dawî jî me nedizanî li nava kurdên kakeyî, ehlîheq, yarsan û êzdî edebiyatek batinî ya bi kurdî hatiye afirandin. Erdnîgariya kurdan bêyî îradeya kurdan bo 5 beşan hatibû dabeşkirin. Ligel sînor û mayinên dewletan danîne êdî cudahiya elîfbayan jî çêbibû di nava kurdan de. Ev jî bibû yek ji wan hokarên duristnebûna peywendiyan di navbera wan de”

Sînorên dagirkeran li Kurdistanê danîne, texrîbata liser dîrokê, parçebûna Kurdistanê, nebûna peywendiyan û zanyariyên dirûst derbarê civaka kurd de meseleyên serekî ne di pêşgotina herdu kurdologan me de. Weke me li jor jî destnîşan kir pêşgotinên gelek kitêbên kurdologên kurd hêjayî lêkolîn û nirxandinê ne.

Hêja Mehmet Bayrak di havîna 2016an de kitêba xwe “Kürt Batıniliğinde Kutsal Metinler Manzum Lîrîk ve Dîdaktîk Eserler” ji min re şand. Jiber rojeva siyasî û civakî herwiha serqaliyên dinyayê min nekarî demê ji kitêbeke wiha lêkolînî re terxan bikim. Hefteyek kitêbê di destê min de ye bi min kitêb ji serî heta binî xwend.

Kitêb ji 8 beşan û 824 rûpelan pêk tê. Bayrak beşa yekem a kitêbê xwe ji baweriyên batinî –heteredoksî- yên komelgeha kurdan re veqetandiye.Şerê mezhebî yê Osmanî û Sefewiyan, biryarên desthilatdarên Osmaniyan yên dijî kurdên elewî û kumsoran ligel hurgiliyan di vê beşê de cîh digirin.  Beşa duyem a kitêbê jî agahiyan derbarê qewl,lawij, lawje, neşîde dia û gulbangên folklorîk yên komelgeha kurdan pêk tên. Nivîskar hin nûmûneyên nû ji cûreya qewl û lawijan bi xwînerên xwe re parve dike.

Di her hevokekê de malûmateke nû heye

Beşa sêyem a kitbê jî derbarê edebiyat û lîteratura kurdên elewî kumsor deye. Kurdolog Bayrak di beşa çarem a kitêbê jî derbarê muzîk û edebiyata kurdên yaresan de agahî dane û behsa hewlên pişaftinê li ser muzîka kurdî dike. Serenava beşa pêncem jî wiha ye: “Kitêbên pîroz ên kurdên êzdî qewlên wan” di vê beşê jî de behsa edebiyat û qewlên êzdiyan hatiye kirin. Herwiha nivîskar di beşa şeşan de behsa helbestên lîrîk û yên Zerdeşt dike û çend mînak ji wan belav kirine. Di beşa heftan jî de kurdolog Bayrak cîh da ye îlahiyên kurmancî yên bi rênûsa ermenî.

 

Mînakek ji wan îlahiyan wiha ye:

Newala Kûr

 

1.Ya dinya derd û kesera

Stirîne te tûj in ji min ra

Ax kanî yekî min bibira

Ji vê newalê

 

2.Ya Reb, Îsrayêl dibir

Bi stûna dûr û agir

Zû were min bibihêr

Ji newalê

 

3.Ya Hîsûs Şivanê Emîn

Veke zendê xwe yî evîn

Her daîm li ba min bi mîn

Li vê newalê

 

4.Ruhê Dilmandçî me

Fetah bike neyarê me

Min nehêl hê derneketime

Ji vê newalê (r. 744)

 

Beşa herî dawî ya kitêbê jî ji hevpeyvîn, danasîn şîroveyên derbarê kitêba Mehmet Bayrak pêk tê.

50 sal e Bayrak derbarê çand, folklor û dîroka kurdan de lêkolînan dike. Zêdetir ji 15 kitêb amade kirine. Edîtoriya 50 kitêbên dîrokî û lêkolînî kiriye. Heta niha derbarê kurdan de gellek belge û nexşeyên dîrokî ji nava arşîvan derxistine û belavkirine. Kitêbên wî bo xwîner û lêkolînerên kurd bûne nexşerêya xebatên nû. Guman tê de nîne ev kitêba wî jî wê rolê dilîze. Lewre kitêb di her hevokê de di her rûpelê de zanyariyên nû dide xwînerê xwe. Herçend berhemeke lêkolînî be jî malûmatên kitêbê kelecanê dide xwînerê xwe.

Li aliyê din nivîskar berhema xwe bi şêwazeke metodoljîk hûnandiye û rê liber bêdisîplînî û bêserûberiyê girtiye û nezereke xurt derbarê bermayî û mîrata baweriyên kevn ên kurdan de bi xwînerê xwe re çê dike. Di nezera min de şahkara kurdolog Mehmet Bayrak axerîn kitêba wî Kürt Batıniliğinde Kutsal Metinler Manzum Lîrîk ve Dîdaktîk Eserler e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev