Li Ser Pifekê/Dilawer Zeraq

Li Ser Pifekê/Dilawer Zeraq

Biwara Wêjeya Kurdî

…ken li rûyê we ne bi hêvî ye ji bo xort û ciwanên çavbelek û dilsax û pakdil ku dil û çav û mêjîyê wan her bi deng û awazên çiyagazîyan li dar e û çer ku dûman bi ser dikeve roj li we hiltê û hûn car din dimînin li ser pifekê li pêşberî zarokên rojê ku heta ku ew roj tê û pif li we dibe ba û bagerên tofanrakir ku her gava ku mijek ji bagerên tofanî berê xwe dide we her chalak li we dibe chalakîyên derqewamî û hûn her û her kêfa guran dikin di nav derasatîya xwe de…

Li ser pifekê

Mane hûn di nav navdarî û domdarîya xwe de ku tu ba wan navan belav nake tu dorhêlekê û nav li we dimîne domdar û dom li we dibe navê giran li ser gundê wêran ku dê her û her bimîne li ser pifekê û ancax dikare heyî bibe di barûdoxeke wisan de ku gava roj dibe bi dûman e kêfa kêfa guran e û çi gava ziman e li we dimîne geremolîya sentaksan e ku ziman tê de li hev alîyane û îngilîzîya gewr û gewreyan li me ne mêvanê xwedêyan e û loma jî hûn tê de dimînin pir chalak û chalak û rewş li demê dibe qiseta xura weno xura yeno û dimîne asê di nav eventsîya qewaman de da ku karibe dûmanê li xwe bike perdeyên perdeyan ji bo ku tê de bihewin û tevî ku dûman her li ser ewran e û ewr ji we xeydan e jî ji ber ku roj bo we ne bi girinijîn e ken li rûyê we ne bi hêvî ye ji bo xort û ciwanên çavbelek û dilsax û pakdil ku dil û çav û mêjîyê wan her bi deng û awazên çiyagazîyan li dar e û çer ku dûman bi ser dikeve roj li we hiltê û hûn car din dimînin li ser pifekê li pêşberî zarokên rojê ku heta ku ew roj tê û pif li we dibe ba û bagerên tofanrakir ku her gava ku mijek ji bagerên tofanî berê xwe dide we her chalak li we dibe çalakîyên derqewamî û hûn her û her kêfa guran dikin di nav derasatîya xwe de ku xweş li kurm û kirês tê û tenê hûn dimînin tê de ku ancax dikare bi eventsên perçivandî û di vê demûçerxa hebûn û nebûnê de ku zarokên me çeper bi çeper radikin dûmanê ku hûn ê tu carî nikaribin gurên xwe berdinê ji ber ku ji her awayê ji awayan xweş li we tê û deng li we dibe bêjî lê deng li we nabe awazeke guhbir û dengûbeng jî li we dibe bêjî loma jî her û her dimînin hûn li ser pifekê û herçî çav in her di berîkan de ne ji ber ku berîkvalatî nahêle çav bibînin ka çendî xurt e dilvînî û çendî bala ye bandevên çiyayan ku delalokên ber dilê dayikan lê bi war û wargeh in û pifa wan belav dike dûmanên dor li we girtî û ji ber ku hûn her li pey mijedûmanên ji dema erzanîya helawan in tu carî naqete ji pey we dûmanên ku gur jê hez dikin û xwe li paş we vedidizin û çi gava wan divê hûn jî bextê xwe diavêjin Wanê û di nav dilxwazîya xwe de voluntaryeke ji şorbeya zimanan saz dikin ku hûn hay jê tunene voluntary ji dilxwazîyê dûr e lê di dilyarî û xwezyarîyê de hewîyaye û ew di bandevên çîyayan de her bahozan radikin û bahoza wan li we dibe dûman û çer ku wan dev ji rakirina bahozan berda dê esman li we bibe lal û saye û hûn ê bimînin di nav zirnavdarî û zirdomdarîya xwe de ku dê her û her bimîne.

http://rewsenxame.blogspot.se/2018/03/li-ser-pifekedilawer-zeraq.html?spref=tw

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev