Nameyên evînî -19

Nameyên evînî -19

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a nozdeh e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî yên kurt, lê bi evînê va dagirtî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

***
Min horîya xwe dîtîye, dilê min. Ku tu bûyî a min, min ji wê rojê fêm kir, ku Xwedê heye.

 

***
Tu delala dilê min î, delala ruhê min î, ew herdu jî te dikin delala canê min. Ji xwe tu bo kar herî bajarekî din, ezê bêm wir dilê min, lê emê çend roj bi hev ra bin û çend meh jî tuyê bi tenê bî. Mesele ev e!

 

***
Dilê min, gelek kes dipirsin:

-Jîyan çi ye?

Ez dibêjim:

-Jîyan Nura min e.
Şev baş, mala min, malbeta min, milkê min!

 

***
Bextewarîya min û dê û bavê min Nura min e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev