BANGA KKKN berbi partîya û rêxistinên sîyasî yên Kurdistanê, kurdên tevaya cihanê

BANGA KKKN berbi partîya û rêxistinên sîyasî yên Kurdistanê, kurdên tevaya cihanê

Hemwelatîyên ezîz!

Weke ku em bi rewşa Kerkûkê û Efrînê hatine bawerkirinê, cihan di hindava qedera gelê kurd da bêdeng e. Kurdên ku keda mezin kirine nava têkbirina Dewleta Îslamîyê ya têrorîstîyê, jîyana bi hezaran law û keçên xwe dane wê oxirê, bona tevaya cihana medenî ji wehşîtîya sedsalên navîn biparêzin, îro ji alîyê wan kesan va tûşî êrîşên hovane dibin, yên ku di şerê kurdan yê dijî têrorîstan da desttewar û bêdeng bûn, yên ku hema bêje piştgirên wan têrorîstan bûn, û çi ji destê wan dihat, alîkarîya wan dikirin. Îro hewil didin me bidine bawerkirinê, ku me xwerêvebirî-serxwebûn heq ne kirîye, ku em hela negihîştin wê astê. Bi bawerîya dewletên cihanê, kurd gerekê bi qedera xwe razî bin û wek berê li Îraqê, Sûrîyê, Tirkîyê û Îranê wek dîl û bê maf bijîn. Çiqasî jî zehmet be li xwe mukur bên, lê wana em bi kar anîn û dû ra pişta xwe dane me.

Lê gelê me bi dîroka xwe ya hezar salî, bi şerê xwe yê mêrxasîyê îzbat kir, ku ruhê wî, daxweza berbi azadîyê nayê şikênandin. Li cihanê hêzeke wisa tune, ku bikaribe armanca gelê kurd bo azadîhezîyê tune bike. Wek ku di sirûda me a netewî da tê stiranê, bira tu kes nefikire ku kurd mirine, kurd zindî ne û wê her hebin û ewê ji sedî sed alaya xwe a netewî li çiyayên Kurdistana Serbixwe daçikînin.

Em – kurdên YKSS a berê bi dilxemî bala xwe didine bûyerên diltezîn ku li Welatê me yê dîrokî diqewimin. Em bo xîyaneta li Kerkukê qewimî û zordestîyên Bexdayê di hindava kurdan li Kurdistana Başûr, ku ber çavên tevaya cihanê bi awayekî dêmokratî daxweza gelê xwe bo serxwebûnê dîyar kir, pir xemgîn in.

Em bo rewşa li Efrînê pir xemgîn in, ku li wir serokatîya tirkan bi bahaneya berxwederxistî ya şerê dijî PKKê, şerê dijî gelê kurd dike, di encamê da binecîyên sivîl, kal-pîr û zaro têne kuştinê. Bona me eşkere ye, ku armanca wê opêrasyonê guhartina dêmografîya herêmê, qirkirina tevaya gelê kurd e li Rohilata Nêzîk. Û ev yek ber çavê tevaya cihanê diqewme, ya ku heta van demên dawî jî pesinê şervanên kurd, xort û keçên mêrxas dida, ku bi mêranî şerê têrorîstên Daişê dikirin.

Em bala we dikişînine ser fikirên jorgotî û bêdengîya welat-endamên Şêwra Aramîyê ya NY di hindava gunehkarîyên dijî gelê kurd da şermezar dikin, ku gorî qanûnnameya wê rêxistinê cabdar in bona parastina aşîtîyê li tevaya cihanê. Em bangî hemû rêxistinên sîyasî yên Kurdistanê, tevaya gelê kurd dikin di nav xwe da hevgirtinê û yekîtîyê çê bikin. Em hatine bawerkirinê, ku xênji me tu kes wê alî me neke. Dijmin nelihevîya me û tunebûna yekîtîyê di nav me da bo berjewendîyên xwe bi kar tîne.

Lema jî:

Em bangî hemû kurdan dikin nelihevîyên îdêologî û sîyasî, dijberîyên şexsî daynine alîyekî û di nava demeke kurt da Barêya leşkerî-sîyasî ya yekgirtî (Barêya rizgarkirina Kurdistanê) saz bikin. Bi serokatîya yekgirtî, bi hêzên çekdar yên yekgirtî, bi stratêgîya yekgirtî ya bo azadîya gelê kurd. Îro ji her carê pirtir bangawazîya Mela Mustefa Barzanîyê nemir ji me ra lazim e – An Kurdistan, an neman! Rizgarbûna me di yekîtîya me da ne.

Em bangî gelê kurd dikin bersîva xayîn û neyarên di nav civaka me da heyî bidin û emelên wan yên dijî gelê me û welatê me bi tundî şermezar bikin.

Bira bijî gelê kurd!

Bira bijî Kurdistan!

Bira bijî yekîtî! 

Not: KKKN – Kongreya Komeleyen Kurdan ya Navnetewî

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev