XETEREYA SÎYASETÊ Lİ SER KURDÎ

XETEREYA SÎYASETÊ Lİ SER KURDÎ

Azad Selem

Çi di warê zanistiyê de, çi di warê jiyana rojane de her tişt xwediyê hêleke du alî ye. Mirov wekî ku tê zanîn dikarê bi kêrê re kuştina kesan jî bike, dikare li matbaxê karê xwe jî hêsantir bike. Sîyaset jî mîna kêrê xwediyê hêleke dualî ye ku dikare zimanê Kurdî bikuje û wekî din dikare ji bo hebûna ziman derfetan jî biafirîne. Mixabin, ev her du alî jî li kar in.

Sîyaset, wekî têgehek, her çendîn tê wateya rêbazên rêvebertiya dewletan jî, di heman demê de di civatê de wekî helwestek an nêrînek jî tê dîtin. Her civat, kom, takekes dikarê helwest û ramanên xwe wekî sîyasetek bide meşandin. Eger mirov ramanên xwe bi bingeha têkiliyên civatê xwe ve, bi pirsgirêkên neteweyê xwe ve ava bike û wekî hedefek li pêşiya xwe deyne, hingî em dikarin bibêjin helwestek sîyasî jî dide meşandin. Lewre meşandina doza hebûna her tiştî bi awayekî xwezayî ve teşeyek sîyasî jî hildigire.

Di serdema îroyîn de mîna çand û ziman ger ku bi saziyan re têkilî daneyne li ser civata xwe zêde bandorê nikare bike û dibe ku li pêşerojê jî tune bibe. Çi ku em dizanin pêşeroja ziman û çand bi rêya perwerdehiyê çêdibe. Ev her du hêman ku sitûna netewbûyinê ne, bi perwerdahiyê re têne hînkirin. Di nêzikahiya kevneşopiyê ya perwerdehiyê de malbat di warê veguhestina çand û ziman de rolek girîng bi cîh dianîn; lê îro her tişt bi saziyên fermî tê meşandin û malbatan jî tenê peywira xwe ya ku ew sazî dîyar kirine bi cîh tînin. Bi wateyek din, malbatên kevneşopî hinek xwediyê xweseriyek bûn; lê îro ji dema bêhtir xwe bi saziyên fermî girêdayîne û ji bo perwerdehiya nifşên nû bi rêya teknolojiyên ragihandinê yan jî rasterast bi beşdarbûna saziyan re mîna amûrek ji bo serkeftiya armancên fermî tên bikaranîn.

Di zû ve têgeha zimanê zikmakî xwe radestî zimanê fermî kiriye. Divê em ji bîr nekin ku dayikên îro gelek ji wan xwediyê dîplomeyên dibistanên fermî ne. Zimanê van dibistanan jî ne bi zimanê dayikê ne. Li her devera dinyayê ev tişt derbasdar e: Eger perwerde ne bi zimanê dayikê be, li wira sîyaseta pişaftinê tê meşandin. Sîyaseta pişaftinê jî ew çend çîrkef e ku mîna roviya li benda kozikê heta ku çîçekên hemû nexwe terkî wê derê nake. Ev bi wateya xwe ya resen ve sîyaseta dewleta pişaftinê ye. Xetereya rasterast li dijî zimanê Kurdî ye. Lê xetereya sîyasetê ya kurdîparêz jî henin ku ev xeter çi bi hêz, çi bi sivik di dawî de derbeyek li ser serê Kurdî ye. Ev xetereya ku qasî sîyaseta pişaftinê ne berbiçav e, çi ye?

Eger hewldana hebûna zimanek hebe divê sîyasetek wî jî hebe. Bi saya sîyasetê, ziman dibe xwediyê saziyan û bi van saziyan re mîna atmosfera ku giringiya wî ya jîyanî heye, ew çend li ser civata xwe rolek girîng dilize. Ziman, ji bo li hemû qadên civatê serdest be, divê cihêrengiya civata xwe di nav xwe de bihewîne. Her kes bi xwezayî ve nûnertiya zimanê civatê xwe dike; lê ziman divê qet tu nûnertiya kesan, koman, partiyan an olan neke. Bêgoman her kes bi kar anîna ziman re xwediyê vegotinekê ye. Her çend cihêrengîniya vegotinan zêde be ew çend ziman bi pêş dikeve, ji aliyê huner, zanist û çand de ew çend afrîner dibe.Wekî tê zanîn pekûtiya zimanê pişaftinê, ne tenê zimanên din; lê di heman demê de afrineriya xwe jî dikuje.

Ji loma sîyaseta ku Kurdî dimeşîne divê cihêrengiya nêrînan, olan binase. Divê kesek, partiyek ji bo sîyaseta xwe li ser hemû civatê serdest bike, Kurdî mîna amûrek bikarneyîne. Lewre Kurdî ji vegotinek wêdetir zimanek e, zimanê şaristaniyê yê dîrokê ye. Di nava domdariya xwe ya dîrokî de bi raçavkirina guherîna civata xwe re heta îro hebûna xwe pareziye. Lewre hêza cudahiyê ya veguherînê ger piştgiriya pêşketinê ne kiribaya zimanê Kurdî di têkiliyên nûjen de hebûna xwe nikarîbû domandiba.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev