Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê -10

Rêwîtiya ber bi kurdên Beloçîstanê -10

Welat Agirî

Me xatir ji apê Serdar Yar û malbata wî xwest û em ber bi mala apê Şewket bi rê ketin. Bi peyatî, di nava deh-panzde deqan de me xwe gîhande malê.

Sifre hazir û li erdê bû. Mêvan, beriya destpêkirina xwarinê, yek bi yek derbasî destşokê bûn. Herkes çarmêrkî li ser sifrê rûnişt. Sifre bi gelek çêşîd û teqlîdên cuda hatibû xemilandin. Min li pîlawa wan nihêrî ku dişibiya pilawa Afxanan. Pîlawa Afxanan bi goşt, gizêr û mewîja tê çêkirin û tama wê jî zef xweş e. Lê ev pîlawa kurda ne sedî sed dişibiya ya afxanan ne jî ya beloçan.

Dîsa bi pîlawê re xwarina “karahî” hatibû çêkirin ku ev xwarin li seranserê Pakîstanê heye û gelekî jî bi nav û deng e. Karahî him bi goştê mirîşka tê çêkirin him jî bi goştê pez û dewaran. Xwarina karahiyê dişibe avsîra Serhedê, lê dewsa salçê krema tê bikaranîn û gelekî xweş e.

Li Beloçîstanê goştê kavir û karikan zef tê xwarin ku dîsa goştê karikan li ser sifra me ciyê xwe girtibû. Xwasma beloçî, peştûn û kurdên Beloçîstanê ji goştê nerme zêdetir goştê parxanan hez dikin. Sifreyên kurdan û beloçan, wek yên piraniya miletên din, bê selete nabe. Lêbelê ferqa wan ew e ku, li şûna seleteyekê du çeşîd hazir in; yek bi xiyar, bacan û pîvazan tê çêkirin; ya din jî bi fêkiyan tê amedekirin.

Li Pakistanê herî zêde şorbeya mirîşkan tê xwarin, ku vê şorbeyê bi sersingên mirîşkan çêdikin. Lakîn ev şorbeya di mala apê Şewket de ne wek ya mirîşkan bû. Beriya pirsên min ên derbarî şorbê de, Ebdirehman got:

“Bira dibe ku te ev xwarinan li herêmên din jî dîtibin lê şorbeyeke me heye, ku aydê kurda ye û ji xeynî vê herêmê jî li cihekî din nayê dîtin. Hela tam bike, dibe ku li bakurê Kurdistanê jî ev şorbe tête çêkirin”.

Min çend kevçî di tasikê de kir. Lêbelê heya wê rojê min ew cure şorbe nexwaribû. Şorbe bi mast û tiştekî din tê çêkirin, ku niha nayê bîra min ka ew tiştê din çi bû. Lê tiştê baş tê bîra min ew e ku, ew mast ne mastekî normal e. Yanî hazirkirina vê şorbê çar-pênc roj pêş de dest pê dike. Qatix dikin parzinekî û qatxê me çend roja di parzin de dimîne û ew ava heyî jî dadipale û şiklê toraqê hildide. Peyra qatix bi rûnê nivîşk re tê sorkirin û tiştine din dikin navê lê mixabin navên wan biharatan nayê bîra min. Mirov tam û çejeke bêhempa jê hildide.

Şerbetên beloç û kurdan hene. Çêşît bi çêşît şerbet hene, ku li ser sifreyan dibin şirîk û hevrêyên xwarinan. Lê em dikarin bêjin, di nava ciwanan de sprite (sprayt) vexwarina yekemîn e û şerbetên din li pey xwe hîştiye. Û di maleke kurdên Beloçîstanê de, li ser sifra me, cureyên vexwarinan xwarin xweştir dikirin.

Piştî xwarinê nîv saet derbasbû nebû çaya kesk hate ber me ku ew jî wek serhediyan qendek şekir davêjin devê xwe û gulmek çay bi ser de dikin. Çaya kesk ne bi tenê di nav kurda de, herweha di nav beloç û peştûnan de jî gelek meşhûr e. Gorî gotinên wan çaya kesk ji sihetê re baş e, divê piştî xwarinê bê vexwarin.

Mezinên kurdên Beloçîstanê bi vexwarina çay re, dest bi sohbet û serpêhatiyên xwe dikin ku ciwan ewqasî tev li sohbetên wan nabin. Xûna ciwanan bi alîkî din ve diherike û mijarên civîn û sohbetên wan jî cuda ne. Zanebûna ez zanim, di nav kurdên herêmê de stranbêjekî kurd ê naskirî û meşhûr nîn e. Herî zêde muzîka beloçî, ûrdû û hîndû tê guhdarkirin. Stranbêj Arîfê Beloçî û Axtafê brawî ji aliyên kurdan ve gelek tên hezkirin û guhdarkirin.

Bi vexwarina çay û axaftina apê Şewket re wext herikî bû û dem dema esrê bû. Gotî em êdî derketina rê lewma bi daketina tariyê ve tehlûkeyên di rê de zêde dibûn. Lê ne apê Şewket ne jî malbata wî tiştekî weha qebûl dikirin ku li gorî wan divê em çend roja mêvanê wan bûna. Lê ev ne mimkûn bû ku, du sedemên me hebûn. Sedema yekem tunebûna wextê min bû ku, gotî di navbera çend rojan de, min karê xwe li Beloçîstanê biqedanda û derketima rê; sedema duduya jî kar û berê kek Rifet bû ku ew memûrê dewletê bû. Me di axirîyê de apo û malbata wî îqna kir û piştî xatirxwestinê em derketin riya xwe.

Em ereba kek Seyîd siyar bûn û me cîh û warê kurdên Beloçîstanê li dû xwe hîşt. Herçiqas serdane kin û kurt be jî, nasîna kurdên ji Kurdistanê dûr û dîtina herêm û gundên wan kêfxweşî û serfiraziyeke bêhempa da me…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev