Ji nimûneyên zargotina me –130

Ji nimûneyên zargotina me –130

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji rêzenivîsa me a 130î ye, ku me ji pirtûka “Varîyantên kurdî yên destana “Koroxlî” hildaye, ku sala 1953an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Em îro beşa sisîyan a bi sernavê Koroxlî û Bolî beg raberî we dikin. Berevkar û amadekarê vê berhemê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Koroxlî û Bolî beg -3

Îsa Balî saz girte xwe belkî derdê wî ew e keleşlerek jî pê ra here, zaro bû, cahil bû, got:

 

Bû gyûn men bîr îgît îsterem,

Gêtsîn-gyelsîn menînen,

Dûşsûn qerîb êllara,

Gêtsîn-gyelsîn menînen11.

 

Dîsa tu kesî dengê xwe ne kir.

 

Îgît gyerek olsûn qoçax

Qelenerdan alisin pacî,

Dûşmenlera eyrî qilicî,

Çalsem, çala menînen12.

 

Nihêrî qet yekî jî dengê xwe ne kir, îgît gi tijî bûne, pê ra ketine eynatê. Îsa Balî rabû kerre-kerr tivdarekê xwe dît, muxdare pere (qedir) hildan, kincên xwe li xwe kir, sîlihên xwe girêda, hespê xwe kişand, siyar bû, hat ber dîwana Nîgar Xanimê sekinî, got:

– Xanim, go, de elah amenet, ezê herim.

Xanimê derxist xercelixê wî gele pere danê. Îsa Balî berê xwe da Stembolê: “Ata hereket, qamçîya bereket”, sur ha sur êtî dereler sêl kîmî, topler-êl kîmî. Ajot, rokê nêzîkî şeherê Stembolê bû. Kêleka Stembolê bax û baxçe hebû, bax û baxçê qîza padişa Done Xanimê bû. Done Xanim bi carîyan va lêda hate seyrangehê. Îsa Balî lê nihêrî di bêx da dengek tê: xerîb bû, diha çû derê bêx vekir. Nihêrî qîzik tê da ye, qîz nîne – horî melek e. Gava Îsa Balî çav bi keçikê ket, aqilê wî li sêrî texeîyer bû (çû, hejîya). Keçik zivirî nihêrî, ku xortek derî vekirîye, dizgîna hespekî di dêst da li bêx sêr dike, bêx dinihêre. Keçikê ji carîyeke xwe ra got:

– Eva baxê Done Xanima qîza padişa ye, here go, bêje îşê wî vira tune, çi ra vira sekinîye, bira here.

Carî hat li ber sekinî, got:

– Xortê delal, eva baxê hana mêr olan lingê xwe navêjê, baxê qîza padişê – Done Xanimê ye. Derkev here, çi îşê te vira heye?

Îsa Balî go:

– Ezê bimirim, lê ji vira naçim.

Done Xanim li qerebalixa carîyê û Îsa Balî pê hesîya: “Ew xortê delal naçe, dernakeve”. Qedem kir, hat li ber Îsa Balî sekinî. Çil gulîyên wê hebûn. Destê xwe avîte gulîyên xwe, gulîyek jê qetand, da ser sîngê xwe yê qerqaş, kir hesabê saza, wê bi kilam Îsa Balî ra bêje, belkî Îsa Balî verêke:

 

Başina donum, zevali oxlan,

Gyel gêt bûradan,

Sarim, canim sene fîdan,

Bûyûr, Îsa Balî, gyel gêt, bûradan!13

 

Îsa Balî sazê xwe girte xwe, çika wê çi bêje:

 

Çamlibelden bûra gyelmîşam14.

 

Keçikê lê nihêrî: “Oho, eva keleşlerê Koroxlî ye, egîtê Koroxlî ye”!

 

Îsa Balî dibêje:

 

Oler Îsa Balî, gêtmaz bûradan,

Sene qûrban olûm,

Oler Êsa Balî, gêtmaz bûradan,

Dêîr Done xanûm,

O soz senin başinî axirdar,

Bûyûr, Îsa Balî, gyel gêt bûradan.

Bolî beg Koroxlînî tûtûbdir,

Bûyûr Îsa Balî, gyel gêt bûradan15.

 

Îcar Îsa Balîyê bêje:

 

O soz başimî axirtmaz,

Bolî Koroxlûnû tûtmaz,

Oler Îsa Balî, gêtmaz bûradan16.

 

Done Xanimê îcar bêje:

 

Dona Xanûm dêyer: Can, Îsa Balî,

Sene qûrban bû şîrîn canim,

Sensen Yûsûfûn Kenhanî,

Bûyûr, Îsa Balî, gyel gêt bûradan17.

 

Îcar Îsa Balîyê bêje:

 

Ham dînimsen, ham îmanim,

Alagyoz ûstûnda qaşin kyamanin,

Oler Îsa Balî, gêtmaz bûradan18.

 

Done Xanimê nihêrî ku Îsa Balî bê kuştinê jî ji vira naçe, hemîn dilê wê jî ketîyê, gazî carîyekê kir, go:

– Carî, kincên xwe bêxe, go, tu vî hespî bivî xas tewlê, tu li cem hespê Koroxlî girêdî, alif bikî ber.

Done Xanim çarşeva carîyê avîte ser serê Îsa Balî. Îsa Balî kire nava carîyan. Çil carîyên wê hebûn. Îsa Balî bir çû otaxa xwe. Îsa Balî jê pirsî:

– Done Xanim, derdê min ne ez im, derdê min Koroxlî ye. Ew li ku ye?

Got: -Îsa Balî, ezê êvarê Koroxlî nîşanî te dim.

Sekinî heta êvarê, bû tarî. Done Xanim bi carîyan va Îsa Balî hildan birine Çuxur mehelê ser bîrê; hema got:

– Îsa Balî, tu dengê xwe neke, dibêjin Koroxlî gelekî bi aqil e; çika zane tu hatî?

Done Xanimê gazî kir:

– Koroxlî, eva çend meh e tu li vira girtî yî, qet keleşlerên te nakevin bîra te?

Koroxlî axîn hatê, got:

– Done Xanim, herkê qamçîyê destê te, herkê şiva destê te heye, bavêje, ez ji xwe ra bikim saz.

 

Dîldan dêyîm, dîlîna dêyîm,

Od dûşûr menîm dîlîma.

Neyîm yaner, gyerek sozûmû saznen dêyîm19.

 

Keçikê şivek ji jor da avît cem Koroxlî, got çika wê çi ji me ra bêje:

 

Gêne bû gyun keleşlerim dûşmîş menim fîkîrîma,

Kyose Kenhan menîm yanimda gyerek,

Êddî Gêym Nalqiran – Demirçoxlî yanimda gyerek20.

 

Xanimê hilda got:

Ku “nebû ew”, yan na ew e.

Koroxlî jê ra got, go:

 

Sen gêrîsîna bax,

Padişa! Sîfetlî, elî beratlî,

Eslan gollu, qeplan sîfatîlî,

Kyose Sefer yanimda gyerek21.

 

Done Xanimê got:

– Ne bû.

– Ay, go, kopek qizi, sen gêrîsîna bax,

Ûrîşan Elî; Eyvezi gyormesem olerem delî

Îsa Balî bû gyûn yanimda gyerek22.

 

Îsa Balî devê xwe kire hundurê devê bîrê, got:

– Can, go, Koroxlî!

Koroxlî got:

– Can, Îsa Balî.

 

Canim qûrban olsûn,

Sen yalqûz gyeldin.

Îsa Balî dêdî:

– Balî, men yalqûz gyelmîşem23.

 

Hema gava ku Koroxlî wexta behsa Îsa Balî kir, wê çaxê Done Xanimê got:

– Eyvaz Balî kurê wî ye, ew bi jina xwe va şa dibin.

Koroxlî zanibû, dest xwe da sêçmîş kir (Done Xanim vê pirsê di dilê xwe da dibêje). Şirît anîn; çil carî, Done Xanim, Îsa Balî şirît avîtin, Koroxlî ji bîrê derxistin. Hildan di nav ra kirin, birin çûn otaxa Done Xanimê. Heta berbanga sibê îçke û xwerin danê. Done Xanimê şûr û mertalên Koroxlî, sîlihên wî anîn li ber danîn. Îsa Balî herdu hesp temiz tîmar kirin, rext û bûsatê wan lê kirin. Diha sibe jî nêzîk bû. Koroxlî got:

– Done Xanim, îzina te hebe em herin.

Hesp kişandin der va, Koroxlî lê siyar bû. Îsa Balî jî siyar bû. Done Xanim ser kevirê nerdiwanê sekinî. Koroxlî got:

– Done Xanim, go, eger sê mehan, eger çar mehan min di bîrê da nanê te xwar; destê xwe bide destê min, nanê xwe li min helal bike.

Ew jî jin bû, dilê xwe sax bû. Destê xwe da destê Koroxlî. Koroxlî milê Done Xanimê girt hilkişand terkuya xwe. Done Xanimê hiz dikir seba Îsa Balî. Ling dane hespan û “haydê, tu herî”!

Sibe safî bû, carîyan xeber birin nava şeher, ku “Çuxur mehelê Koroxlî derket siyar bû, Done Xanim revand”.

Bolî beg, de dergîstîya wî bû. Hêrsek çawa li Bolî beg girt! Qeceroxlî pê ra siyar bû, Hesen û Huseyn bi xwe ra hilda, cab da ordîyê: “Ezê va çûm, hûn pey min werin”. Bi pey ket.

Koroxlî lê nihêrî ku çar siyar wisa tên, mîna agirê ezmanan. Banz da erdê, go:

– Îsa Balî, eger şer hebe, Done Xanimê bavê terkuya xwe, bibe here di taldekî da peya be.

Ewî jî hespê xwe çîdar kir, Done Xanim hemêz kir, cî bi cî raza û nizane ku Koroxlî şer dike.

Koroxlî zivirî pêşîya Bolî begê, Qeceroxlî, Hesen û Huseyn.

– Êy, go, anasinî… Bolî beg, ne tu bûbûyî birê min, te çira wa kir? Ji Qeceroxlî ra got:

– Qeceroxlî, te çira sîlih ji min êxistin? De tivdarekê xwe bikin; îro roja mêran e, we di dîwana padişê da pesinê xwe dida.

Wê sehetê her çar jî kuştin. Esker xwe gîhandê, bû şer. Koroxlî wisa kir gêdî getran xeber olmeslî, herçê dinê jî ji tirsan revîn. Koroxlî çû nihêrî ku Îsa Balî wê Done Xanim hemêz kirîye û razaye. Lingê xwe li lingê Îsa Balî xist. Îsa Balî banz da ser xwe; Koroxlî ser ra sekinîye. Ji tirsan lêva wî qelişî, di ber xwe da go: “Koroxlî wê min bikuje”.

Koroxlî şuxulên bênamûs hiz ne dikir. Ajot çû. Îsa Balî rabû, Done Xanim di xew da hîşt, siyar bû, pey Koroxlî ket. Koroxlî lê nihêrî ku Îsa Balî Done Xanim ne anîye, got:

– Kuro, Îsa Balî, ka Done Xanim?

Got: – Koroxlî, min ji tirsa te newêribû banîya.

Got: -Bizivire here bavêje terkuya xwe bîne, min tu baxşandî.

Zivirî, Done Xanim avîte terkuya xwe, gihîştine hevdu, berê xwe dane Çardaxlî Çamlibelê. Pir çûn, hindik çûn, rokê daxilî sînorê Çardaxlî Çamlibelê bûn. Rêncber rast hatin. Rêncberan cab pêşda birin, cab dane Nîgar Xanimê:

– Çavên te ron, Koroxlî sax û silamet hat.

Eyvaz Balî, kurê Koroxlî, bi çar-pênc egîtan va siyar bûn pêşîyê da hatin. Eyvaz Balî pêşîyê bû, keleşler li dû bûn. Koroxlî zivirî alîyê Done Xanimê, bi saz jê ra kilam got:

 

Danîşirdin nêşî-nêşî,

Yandirdin cîgyerîmin başî,

Êyvazdir qoç Koroxlûnûn qardaşî,

Bûdir, gyelen Êyvazdir,

Gyelen Êyvazdir, bû gyelen.

Sene dêyîm, Done Xanûm!

Gyelen Êyvazdir, bû gyelen.

Serîm, canim sena fîdan,

Gyelen Êyvazdir, bû gyelen.

Êyvaz onbêş yaşindadir,

Dûrne têller başindadir,

Qelem-qûdret qaşindadir.

Gyelen Êyvazdir, bû gyelen24.

 

Gihîştin hevdu, gorişmîşî hevdu bûn. Koroxlî gelekî bi kur şa bû. Ajotin derketin serê Çardaxlî Çamlibelê. Peya bûn, kêf kirin, dan û sitendin. Done Xanim dane Îsa Balî: yeddî gyun, yeddî gêce çalixler, çalindî, şeker azadî, şerbet îçîldî, eyîb, îçdîler, kêf çekdîler. Done Xanim Îsa Balî gêtsîn oz mûrazine êtîşsin, sîzda gêdîn oz oxlanlarizin mûrazine yetîşîzin25.

Riataza

 

11 Îro ez egîtekî dixwezim,

Wekî em hev ra herin û bên,

Herin welatê xerîban,

Wekî em hev ra herin û bên.

 

12 Egît gerekê gûclî be,

Ji dewlemendan bacê bistîne,

Bi şûran li dijmin xe,

Bi min ra tevayî lê xe.

 

13 Ez qurbana te bim, lawikê zewalî,

Were, ji vê derê here,

Bi ruh û can va qurbana te bim,

Keremke, Îsa Balî, ji vê derê here.

 

14 Ji Çamlibelê hatime vira!

 

15 Îsa Balîyê bimire, ji vira naçe,

Bira ez qurbana te bim,

Îsa Balîyê bimire, ji vira naçe,

Done xanimê got:

Ew xeber wê serê te bêşîne,

Keremke Îsa Balî, were ji vêderê here,

Bolî beg Koroxlî girtîye,

Keremke Îsa Balî, were ji vêderê here.

 

16 Ew xeber serê min naêşîne,

Bolî Koroxlî ne girtîye,

Îsa Balîyê bimire, ji vêderê naçe.

 

17 Done Xanim dibêje: -Can Îsa Balî,

Eva ruhê minî şîrîn qurbana te be,

Tu mînanî Ûsivê Kenhanê yî,

Keremke, Îsa Balî, were ji vêderê here.

 

18 Him dînê min î, him îmana min,

Çavên te agir in, birû-bijang govek,

Îsa Balîyê bimire, ji vêderê naçe.

 

19 Ez çi bêjim, çi bêjim,

Zmanê min mîna agir dişewite,

Derdê min çiye, bi saz bêjim.

 

20 Îro dîsa keleşlerên min hatine bîra min,

Kose Kenhan gerekê cem min be,

Solbend Demirçoxlî gerekê cem min be.

 

21 Tu hela dûmahîyê bibihê:

Bi sifetê padişa, dêst da berat,

Xwe mîna şêra, bi sifetê pilingan,

Kose Sefer gerekê cem min be.

 

22 Ay, go, qîza kopekan,

Tu dûmayê bibihê:

Kurê Elî Ûrîşan hergê Eyvaz nebîne, wê dîn be,

Îsa Balî gerekê îro cem min be.

 

23 Ez qurbana te bim,

Tu tenê hatî?

Îsa Balî dibêje:

– Belê, tenê hatime.

 

24 Bi zmanê xweyî şîrin xeber didî,

Cegera min şewitand,

Eyvaz e, birê qoç Koroxlî ye,

Binhêr, ew bi xwe Eyvaz e,

Ê tê Eyvaz e, ew bi xwe tê.

Done Xanim, ez ji te ra dibêjim:

Yê tê Eyvaz e, ew bi xwe tê.

Serê min qurbana te be,

Yê tê Eyvaz e, ew bi xwe tê.

Eyvaz panzdeh salî ye,

Perrê qulinga li serê wî ne,

Birû û bijangên wî govek in,

Yê tê Eyvaz e, ew bi xwe tê.

25 Heft roj, heft şevan dengbêj distirên, lê dixin, şekir didine hevdu, şerbetê vedixun, dixun û vedixun, kêf dikin. Done Xanim û Îsa Balî bira herin bigihîjine mirazê xwe, hûn jî herin bigihîjine mirazê kurêd xwe.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev