
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernaê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Vê carê jî rêvebira vê beşa malpera me Nura Şane bi bersîva xwe me zendegirtî û heyr-hijmetkar dihêle:
Pirsa Solîna Mendesorî û bersîva Nura Şane
Pirs: – Gelo meriv çawa bizanibe, ku hevalê te bi te ra helal û paqij e, an na?
Bersîv: – Tiştan ji wan merivan nexweze, ku ew tişt cem wî heye, lê ji ber ku mirovekî pîs e û ji te hez nake, wê nede. Tiştan ji wan merivan bixweze, ku ew tişt cem wî tune, lê ji ber ku merivekî baş e û ji te hez dike, wê ji te ra peyda bike.
Ev yek dikare ji bo her kesî bibe ders, ku bi salan bi kesekî ra hevaltî dikin, bêy ku haya wan hebe, ku ew ne hêja ye hevalê te be.
Her kesî fikirên ha bihîstine:
-Wana bi dehan salan bi hev ra hevaltî kiribû, çi qewimî ku ji hev xeyîdîn û pêwendîyên xwe qut kirin.
Mesele ew e, ku bi hev ra helal û paqij nîbûne, lê haya wan jê tunebûye.
An jî:
-Wana ewqas sal ji hev hez kir, dû ra zewicîn û di nava çend rojan da hevdu berdan.
Bersîva vê pirsê jî ew e, ku ji hevdu hez nekirine, lê haya wan ji hevdu tunebûye, bi wan va wisa xuya bûye, ku hevdu hez kirine.
Riataza