Serhildana Şêx Sehîd û Serhildana Simko

Serhildana Şêx Sehîd û Serhildana Simko

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa bi sernavê ”Serhildana Simko” amade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan.

Ev berhema me ya 130î ye. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye, lê hela çap nebûye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 130

 

Serhildana Şêx Sehîd

Di nav dîroka kurda da serhildana kurdên Tirkîyê ya sala 1925a cîyekî taybetî digre. Berî wê, di gulana sala 1923a da komikên kurda yên surî hatibûne sazkirinê. Serhing Xalit begê Cibranli ji wan komika Komîtêya serxwebûna Kurdistanê (“Azadî”) çê kir, ku ew jî bi awakî surî kar dikir û di wê da çend komik hebûn, di her yekê da pênc endam. Komîtêyê komikên xwe di ordîyê da jî çê kirin. Çend zabit jî ketine di nav wê. Serokatîya Komîtêyê hewl dida, ku serokên herêma û şêxên kurda yên navdar piştgirîya wan bikin. Komîtêyê bi çavekî ciddî li Şêx Sehîd dinihêrî, ku di wan dema da şêxekî zane bû (ji malbeta Neqişbendîya) û hukumê wî li Kurdistana Tirkîyê pir bû. Di dawîya havîna sala 1923a Yûsif Zîya (serokekî tevgera kurda, parlamêntarê meclîsê ji Bîtlîsê) çû Xinûsê bal şêx û bi wî ra peyman girêda derheqa wê yekê da, ku destê xwe bidne destê hev û serhildanê bikin. Bahara sala 1924a Yûsif Zîya çû Erzurumê “mêvanîya” Xalit beg. Di wê hevdîtinê da hate biryarkirinê bi alîkarîya Şêx Mehmûd Barzincî û Îsmayîl axayê Simko wan eşîreta bi çek bikin, ku dervayî Tirkîyê dimînin, û herweha beyannameyekê bişînine Koma Mileta bona ew piştgirîya kurda bike.

Ev karkirina serekên kurda nikaribû ji guhdarîya dîwana Tirkîyê der bima. Bi fermana Mustefa Kemal dîwana Tirkîyê di meha çirîya pêşin sala 1924a Yûsif Zîya girt, lê piştî mehekê jî Xalit beg girtin. Piştî girtina Xalit beg Şêx Sehîd hate hilbijartinê wek serekê Komîtêya serxwebûna Kurdistanê. Di wan dema da serttî li wilayetên rohilatê da zêde dibû. Dema Şêx Sehîd çû navçeyên kurda, gelek kurdên çekdar piştgirîya wî kirin; temamîya binecîyên wan navça qedir û hurmeta wî digirtin. Di sibata sala 1925a li gundê Pîran (di qeza Erxanîyê, wilayeta Bîngolê) di navbera cendirmên tirka û kurdên çekdar da şer derket û di wê pevçûnê da çend eskerên tirka hatine kuştinê. Ji van bûyera û yên mayîn bîna destpêka serhildanê dihat.

Şêx Sehîd serokatî li serhildanê kir û bi 10 hezar eskerên xwe va 14ê sibatê Gênç zevt kirin. Bi îmza Şêx Sehîd qanûnek hate çapkirinê, ku gorî wê Gênç ser demekê hate îlankirinê wek peytextê Kurdistanê, her kurdek xwe wek şervanê ji bo dîn didît, temamîya hukum kete dest Şêx Sehîd û hemû bac û kesên dîlgirtî dişandine Gênçê.

Şervana herweha bangawazîyek jî çap kirin derheqa wê yekê da, ku bi xurtî derkevine himberî bacên dewletê û wan baca nedin. Dewsa wê yekê binecî gerekê xurek bidana şervana. Ev yek gelekî bi dilê gundîya bû û piranîya wan dest avîte çeka û derkete dijî zordestîya dewletê.

Di nav demeke kurt da serhildan belayî li ser axeke mezin bû, 14 wilayetên welêt ketine nava şêr.

Çend faktor alî wê yekê kirin, ku serhildan pêşî bi ser ket. Yek ji wan sebeba ew bû, ku serhildan di navçeyên çiyayî da dibû û ev yek serdestî dida şervana û eskerên dewletê zehmetîyên mezin didîtin.

Teşkîla êtnîkîyê jî ya li herêma ku serhildan lê dibû alî pêşketina serhildanê dikir: li wilayetên, ku serhildan lê dibûn, jimara binecîyên kurd (600 hezarî zêdetir) sê cara ser jimara tirka ra bû. Xênji wê, vira weke 100 hezar çerkez, ereb, ermenî û gelên mayîn yên kêmjimar diman, yên ku bi tevayî piştgirîya serhildanê dikirin.

Bin destê Şêx Sehîd da ne ku ordîya ciddî, lê desteyên eşîrên kurda hebûn, û serokatî jî bi piranî di dest şêx, beg û zabitên ordîya tirka yên berê da bûn. Dema kurd bi şêr gihîştine heta Dîyarbekirê, binecîyên wira jî xwe gîhandine wana. Piştî hildana her warekî jîyînê, li wir serokatîya nû dihate kivşkirinê, ku di karê xwe da ne her cara bi ser diketin.

Di fikra serokên kurda da hebû, ku piştî zevtkirina Dîyarbekirê dewleta kurda ya serbixwe îlan bikin: di destpêka meha adarê Şêx Sehîd biryar kir êrîşî li ser Dîyarbekirê bike. Şeva 11ê adarê desteyeke şervanên kurda ya bijare ser dergehên Merdînê ra xwe berda nav bajêr û xwe gîhande terefdarên Şêx Sehîd, yên ku bi gazîyên “Bira bijî serxwebûn!”, “Bira bijî Kurdistan” bi hêzên tirka ra, ku bi jimara xwe gelekî ser yên kurda ra bûn, şer geş kiribûn. Piştî şerekî giran ji kurda 150 esker şehîd ketin, yên mayîn di şevereşê da ji bajêr derketin.

Piştî ku êrîşa li ser Dîyarbekirê bi ser neket, Şêx Sehîd ferman da paşda vekişin. Rewşa şervanên kurd roj ser rojê xirabtir dibû. Ji bakur 40 hezar eskerên hukumetê, ji başûr jî 30 hezar zor li eskerên kurda dikirin.

Di destpêka meha nîsanê da qumandarîya ordîya cezakirinê beyannameyek çap kir û tê da dihate gotinê, ku kê Şêx Sehîd bide destê hukumetê, ewê 1000 zêra bistîne, lê kê wî bi mirî bîne, ewê 700 zêra bistîne.

Di nîveka meha nîsanê da li newala Gênçê da dor li piranîya şervana hate girtinê û gelek ji wana şehîd ketin. Serekên serhildanê li ser pira Mûradçayê hatine girtinê. Di nav girtîya da bûn: Şêx Sehîd, Şêx Ebdulle, Şêx Elî, Şêx Xelîb, Reşît axa, Mehmet axa, Têmûr axa û 26 şervanên kurd. Çend komikên şervana, ku bê serokatî mabûn, paşda vekişîyane gêdûka Şerefûtdîn daxê (ew 45 kîlomêtra dûrî bakur-roava Mûşê bû). Vira dor li wan hate girtinê û zora wan birin.

Sebebekî binketina serhildanê ew bû, ku eskerên hukumetê bi çek û jimara xwe va gelekî li ser şervana ra bûn. Weke 200 hezar eskerên tirka şandibûn bona himberî 40 hezar şervanên kurd şer bikin. Bilî wê, balafirên tirka jî tevî şêr dibûn.

Sebebê serneketina kurda ya mayîn jî ew bû, ku di navbera serekên kurda da yekîtî û hevgirtin tunebû: gelek ji wana piştgirîya Şêx Sehîd ne dikirin. Di dema serhildanê hinek serekên eşîrên kurda yên Mûşê, Sîîrtê, Siwêrekê û navçeyên mayîn têlêgram dişandine meclîsê û emelên Şêx Sehîd gunehkar dikirin.

Tunebûna rêxistineke kurda ya sîyasî, ku xurt û yekgirtî bûya û bernama wê ya zelal hebûya, zirar da kurda. Rast e, Komîtêya serxwebûna Kurdistanê di karê amadekirina serhildanê da roleke giring lîst, lê di hêla serkarîkirinê da nikaribû rola bingehîn bilîsta. Û ya dawî, serhildan ji der tu alîkarî ne sitend. Ji serokatîya tirka ra li hev hat, ku wê tevgerê wek serhildana şêxê rêaksyonêr nîşan bide, yê ku xudêgiravî dixwest xelîfat û sultaneta bin bandûra Îngilîs da careke dinê vegerîne û bi wê yekê va nehêle dinya alîkarîya Tirkîyê bike.

Dîwana tirka piştî şikênandina serhildanê destbi mehkema serokên kurda, rêvebirên tevgera kurda kir. 29ê tîrmeha wê salê “Mehkema serxwebûnê” li Dîyarbekirê biryara cezakirina 47 tevgelên wê yên sereke bi serokatîya Şêx Sehîd derxist. Ji wan hemûya ra dardakirin (îdam) derket. Rojtira dinê ew biryar hate pêkanînê.

Piştî sikênandina serhildanê û rakirina bingehên wê, destbi zêrandina binecîyên kurd kirin. Di navbera salên 1925-1926a da bi seda gund hatine wêrankirinê, bi hezara mal hatine şewitandinê, bi deha hezara binecî hatine kuştinê û ji cî û warên kal-bava hatine raqetandinê.

Serhildana Şêx Sehîd yeke here mezin bû di nav temamîya dîroka gelê kurd da û ew yek di edebîyata kurda da cîyê xwe yê hêja girtîye.

 

Serhildana Simko

Tevgera kurda ya li Kurdistana Tirkîyê tesîra xwe li ser rewşa li Kurdistana Rohilatê jî kir, ku li wir destdirêjayî û zordarîya serokatîya Îranê li ser kurda xurt bûbû. Sîyaseta desthilatdarîya Riza şah bi awakî berk zor li serokatîya kurda ya derebegî-eşîrî dikir. Xênji wê, kurdên Îranê bi dijminayî xeta dewletê ya “îrankirinê” qebûl kirin, ji ber ku kurd timê jî dijî sîyaseta Tehranê ya hindava xwe da bûne.

Di salên 20î li Kurdistana Rohilatê çend serekeşîrên kurda serî hildan bona rewşa xwe ya hema bêje nîvserbest biparêzin. Sala 1923a serekê eşîra kelhora serdar Reşîd tevrabûneke dijî hukumetê kir û de’w dikir, ku ew hukumê wî wek berê nas bike û welîtî ji holê rake. Di taxbûra Reşîd da çend hezar merî şer dikirin, lê ordîya şah zora wan bir. Serdar Reşîd bi xwe hate girtinê û çendekî di hebsê da ma, lê dû ra Riza şah baxşande wî û ew aza berda.

Di perçê başûr yê Kurdistana Îranê da Cefer Sultan, serekê eşîra hewreman, derkete dijî sîyaseta Tehranê. Kurda himberî eskerên ordîya dewletê bi xurtî ber xwe dan, lê dawî şikestin û Cefer Sultan xwe li Îraqê veşart.

Di dawîya sala 1924a li roava derya Ûrmîyê bi serokatîya Simko tevrabûneke nû destpê bû. Lê di destpêka sala 1925a eskerên Îranê zora wê jî birin. Simko derbazî Kurdistana Tirkîyê bû û li wir sitar bû.

Di nîveka sala 1926a esker anîne wan navçeyên Kurdistana Îranê, ku bîna şoreşê ji wana dihat. Desteyên kurda yên bi serokatîya Salar od-Dewle û Cefer Sultan derketine dijî wan, lê bi ser neketin.

Di nav kurdên Xorasanê jî tevlihevî çê bûn, wana jî serî hildan. Zulfuyê (ji Kûçanê) ku serokatî li serhildana gundîyên Kûçanê-Şîrwanê dikir, de’w ji hukumetê kir, ku rêforma cilguhêrandinê, qulixkirina eskerîyê û monopolîya dewletê li ser opîyûmê bidne rakirinê. Ewî hewl dida ji milkedara bacê bistîne, dest datanî li ser kîlerên opîyûmê û ew didane gundîya bona bifroşin, bi wê yekê va derdikete himberî wan karmendên dewletê, yên ku ji gundîya bacên mezin distendin û gundîyên sexîr û belengaz dişêlandin. Hukumetê ordîyeke giran şande ser Zulfu bona serhildana wî bişkêne. Hêza dewletê û ya kurda ne weke hev bûn, ji ber wê jî kurda dane der. Di pevçûnekê da Zulfu birîndar bû, wî dîl girtin û birine Meşhedê û 10ê tîrmeha sala 1929a ew li wir darda kirin.

Sala 1929a kurd careke din bi serokatîya Simko serî hildan. Di gulana sala 1929a da hukumeta Tirkîyê zor da Simko, ku ji Tirkîyê derkeve, an jî here Meletiyê an jî Erzurumê. Simko daxaza wan bi cî ne anî û hîvî ji hukumeta Îranê kir, ku îzna wî bidin here navça Somay-Beredostê da bihêwire. Hukumeta Îranê ew daxaza wî bi cî ne anî, tenê destûr da, ku here Tewrêzê, an jî Tehranê. Wî çaxî Simko berê xwe da Kurdistana Îranê û li wir destpê kir eskerên çekdar berev kirin bona himberî eskerên hukumetê destbi şerê nû bike. Eskerên Îranê careke din zora desteyên Simko birin, wî mecbûr kirin, ku derbazî ser axa Tirkîyê bibe, û li wir ewî hewl da bi nûnerên hukumeta Tirkîyê ra bikeve nava pêwendîyan. Ew yek ji wî ra li hev ne hat, ji ber wê jî vê carê çû Sîro-Zerwê. Ji vira ew careke din bi nûnerê hukumeta Îranê ra hate girêdanê û vê carê qayîl bû li Tehranê, an jî Tewrêzê bi cî û war bibe. Piştî ku îzin sitend ji sînorê Îranê derbaz bibe, ew (bi desteya xwe ya ji 200 merivî) hate Ûşnûyê, bû mêvanê Xurşîd, ku serekekî eşîra xerqîya bû. Serekê alaya li Ûşnûyê bi Simko ra kete nava hevraxeberdana derheqa çûyîna wî ya Tewrêzê da, lê ewî çûyîna xwe egle dikir û hewl dida paş bêxe. Wî çaxî ji Kurdistana Îraqê kurdên barzanî destpê kirin dihatine bal Simko, û bi saya hevrakarkirinê jimara eskerên Simko gihîşte 500 merivî. Wî çaxî dîwana Îranê xwe hesiya û li dû Simko gerîya. Hukumetê ji Ûrmîyê û Soûcbûlakê alayên peya û taxbûra topavêj û gullereşa şande Ûşnûyê, yên ku bi alaya Ûşnûyê ra tevayî êvara 18ê hezîranê sala 1930î êrîşî li ser kurda kirin. Di wî şerî da Simko hate kuştinê.

Simko di hêla sîyasî da merivekî ecêb bû. Bona serketina armancên xwe hêza wî têrê ne dikir, ji ber wê jî ew hey mêla xwe datanî li ser tirka, hey li ser farisa, hey li ser îngilîsa û ji ber wê jî da der. Lê di femdarîya piranîya binecîyên kurd yên Îranê û yên ser sînorê Tirkîyê-Îranê Simko ma wek şervanekî mêrxas bona Kurdistana serbixwe.

Bi tunekirina tevrabûnên Simko tevgerên li Kurdistana Îranê nesekinîn. Di salên 30î da li vira gelek tevrabûnên herêmî bûn. Lê ji ber ku serokatîyeke yekgirtî û xurt tunebû, û herweha rûyê çend faktorên obyêktîv û sûbyêktîv, ew serhildan bi awakî hovîtî hatine hincirandinê.

 

Rewş li Kurdistana Îranê di salên 1930î da

Di salên 30-40î da serokatîya desthilatdarîya Riza şah wek berê bi riya xwe, ya ku di salên 20î da hindava binecîyên welêt yên ne faris da kivş kiribû, dimeşîya. Armanca wê ya sereke ew bû, ku koçera bi destî zorê bikine riat, wan eşîra ji cî û warên wan cîbiguhêzin, yên ku îdêa “îrankirinê” qebûl nakin, û herweha wana bêçek bikin. Bi wê yekê ra girêdayî li Kurdistana Îranê hinek cara serhildanên biçûk çê dibûn. Bîr-bawerîyên miletîyê jî alî wê yekê dikirin, ku ji Kurdistana Tirkîyê derbazî vira bûbûn, ji ber ku di wî alî da kurdên bakurê Kurdistanê çend serhildan kiribûn. Ew bîr-bawerîyên miletîyê gelekî bi dilê wan kurdên Îranê bûn, ku li der-dorê sînorê Îranê-Tirkîyê diman. Eynî eşîr di herdu alîyên sînor diman: havîna ewana li welatekî da diçûne zozana, lê zivistana jî dihatine arana, li welatekî mayîn. Dema serokatîya Îranê cûrê serkarîkirina xwe li Kurdistana Îranê guhart û vê carê hewl dida bi awakî zorê sîyaseta panîranîzmê li situyê kurda bialîne, hêrsa kurda gelekî rabû.

Wek mînak em dikarin wê nimûnê bînine ber çeva, ku desthilatdarîya Riza şah bi çi awayî eşîra celalîya ji cî û warên kal-bava, ji Kurdistana Îranê derxist û berê wan da Îsfahanê.

Celalî, ku piranîya wan li der-dorê başûrê çiyayê Araratê diman, hertim jî bi êginî (aktîvî) tevî serhildanên kurda yên li Tirkîyê bûne. Destê ordîya Tirkîyê nedigihîşte wana, ji ber ku axa ew li ser diman, bin destê Îranê da bû. Ew desteyên kurda, ku di şerên bi ordîya tirka ra zora wan diçû, xwe dispartine vira, ji bo pişt ra li ser çiya ra, rex sînorê Tirkîyê-Îranê derbazî welatê xwe bibin. Ji ber wê jî piştî serhildana kurda ya sala 1929-1932a dewleta tirka hewl dida berpalên çiyayê Araratê yên di nav axa Îranê da bidne wan, ku bikaribin paşdemê da celalîya sirgûnî kûraya Îranê bikin. Sala 1936a celalî di navçeyên Qazwînê û Îsfahanê da bi cî û war bûn. Ji dest wê mihacirîyê 40 selefê (%) ewê eşîrê qir bû, lê yên mayîn bê mal û milk û heywan man û çend sala rewşa wan ya aborî pir xirab bû, hema bêje ber mirinê an jî undabûnê bûn. Tenê piştî wê yekê, gava Riza şah ji ser text hate avîtinê, îzna wê eşîrê dan vegerine warê kal û bava. Di warên xwe yên kevin da ew rastî binecîyên nû hatin, ku di dema xwe da ji dest celalîya hildabûn û dabûne wan.

Bere-bere temamîya hukum li ser axa kurd lê diman derbazî destê karmendên Îranê bû, ji ber ku serekên kurda kiribûne hebsê. Ne tenê bikaranîna zimanê kurdî, lê xwekirina cilên kurdî wek tiştekî ne welatparêzî dihate hesibandin. Kurd hatine îlankirinê wek “Îranîyên, ku tradîsyonên wan yên çandî tunene”.

Kurdên Serdeştê jî derketibûne himberî sîyaseta Riza şah, yên ku sala 1939a serî hildabûn û ji alîyê ordîya Îranê da bi bêwijdanî hatibûne hincirandinê.

Bi tevayî tevgera kurda li Îranê di salên 30î da diha zeîf bû, ne ku di navçeyên kurda yên Tirkîyê da, ku nêzîkî wan bûn. Bîr-bawerîyên miletîyê tenê di nav torinîya (arîstokrat) kurdên Îranê da bela bûbû. Gazîyên ji bo tevgera kurda ya miletîyê bal kurdên Îranê tesîreke mezin nedihîştin û rengê hemkurdîyê wernedigirtin.

Serhildanên kurda, ku di salên 30î da carna li Kurdistana Îranê dibûn, piranî yên herêmî bûn. Ew serhildan, ku ne xwedî serokatîyake hevgirtî bûn û armancên hemû şervana ne wek hev bûn, diha zef wek tevrabûnên gundîya bûn, ji ber wê jî zû dişkestin. Awa, bi fermana gênêral Ahmedî, ku Riza şah ew şandibû bona ji heq-hesabê kurdên nasyonalîst bê der, weke 10 hezar kurd hatine dardakirinê û gullekirinê, lê ji 4 hezara zêdetir jî di zindanan da dizêrîyan û dirizîyan. Şerê kurda yê sîyasî tenê wî çaxî geş bû, gava eskerên Îngilîs û Yekîtîya Sovyet yên hevalbend sala 1941ê ketine axa Îranê.

Di salên 30-40î li Kurdistana Îranê Komela sîyasî ya bi navê “Kurdistana azadîhiz” saz bû, ku heta sala 1941ê jî karê xwe berdewam dikir. Ew rêxistineke ne lêgal bû û di serokatîya wê da ev kesên bi nav û deng hebûn: Ezîz Zendî, Ebdulrehman Zabehî, Melya Dawudî, Huseyn Frûger. Serekê wan Ezîz Zendî bû, ku li Almanîyayê xwendibû û ji ber wê jî navê Ezîz Almanî lê kiribûn. Ewê rêxistinê di belevokên xwe da hatina Ordîya Sor li Îranê silav dikir, ji ber ku aktîvîstên ewê rêxistinê gelekî hêvîya xwe danîbûne ser alîkarîya Yekîtîya Sovyêt.

Lê bernama “Kurdistana azadîhiz” tunebû û tesîra wê li ser binecîyên kurd kêm bû. Lê dîsa jî aktîvîstên wê bi hev ra hatibûne ser wê bawerîyê, ku lazime li Kurdistana Îranê rêxistineke kurdên Îranê ya miletîyê damezirînin, ku kar û barê wan yê giring bidestxistina mafê kurda bû. Bi vê armancê ewana berbirî serekên rêxistina kurdên Îraqê “Hîwa” bûn, ku li ser axa Îranê karê xwe dimeşandin û hîvî ji wan kirin, ku di wî karî da alîkarîya wan bikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev