JIN Dİ KURDÎ DE AKTORÊN ÇALAK İN!

JIN Dİ KURDÎ DE AKTORÊN ÇALAK İN!

Azad Selem

Zarokatiya min di nava civakek dewlemend de derbas bû. Hingê danûstandina mirovan zêde bû. Çanda civakê ew çend bi bandor bû ku rêgezên civakê ji bo me gelek girîng bûn. Jixwe van rêgezên civatê di çanda gel de bi asayî dihate jiyandin. Tiştekî rasthatî tune bû. Rêgezên civakê kevneşopî bûn ku her kes bi cîh anîna van rêgezan berpirsiyar bû.

Peyva ”eyb” an ”guneh” ji ”qedexe”ya fermîyetê bêhtir li ser tevgerên me bandor dikir. Li ser têla sînorê, tabelên ”qedexe” hebûn, lê em ji mayinan jî ne ditirsiyan û di nav sînor da listîka xwe dilîst. Lê me nikarîbû dendikên zebeşan ku li ser banên xanî dihat ziwakirin, bidizîya û bixwara; ber ku ”eyb” bû.

Me di hewşa dibistanê de bi gogê dilîst û cama dibistanê jî dişikand, lê rojek jî me cama camiyê ne şikand û me nêzî wê qet bi gogê nedilîst; ji ber ku ”guneh” bû. Pênaseyên van peyvan, tenê di nav çanda civakê de tê hînkirin û fêrkirin. Alîkariya ferhengan heta radeyek e. Nexasim wateyên têr û tije ya hin peyvên kurdî, di nav kûrahiya çand û civaka kurdî de xuya dibe. Ev taybetmendî, ji bo hemû zimanên cihanê derbasdar e; lê ne ji bo heman peyvan.

Di zarokatiya min de xaniyek me yê malbatî hebû. Du qatî bû. Qata jor me ji bo mamosteyên ku ji derveyî welat dihatin, bi kirê dida. Du mamosteyên jin xaniyê me kirê kirin. Min ew çend bi tirkî nîzanîbû. Rojekê yek ji wan mamosteyan ji min navê jina apê min pirsî. Min jî got ”jinapê”. Keniya û pirsa xwe firehtir kir: ”Ez nabêjim wateya jina apê bi tirkî çi ye, ez dibêm navê wê çi ye?” Min jî bi awayek ji xwe bawer, ”temam, min fêm kir, navê wê jinapê ye.” Hinek bi hêrs bû. ”Navê din çi ye?”, ez hinek tirsîyabûm û li ber dayika xwe fêdîkar bibûm. Min di nava xwe de digot, niha dayika min ji nezantiya min fedî dike. ”Navê wê jî jinxalê ye”.

Piştî vê bersîva min dev ji min qeriya û ji dayika min pirsî. Dayika min bersîva wê da: ”Navê wan Eyşe û Emîne ye.” Ez matmayî bûm. Heta wê gavê jî min navê wan nizanîbû. Yanî min digot qey navê wan ”jinapê û jinxalê ” ye. Lê ne min tenê, hemû zarokên ap û xalanên min jî wûsa li wan bang dikirin. Heta dê û bavê me jî gava bi me re diaxivîn navê wan wûsa bi kar dianîn. Hingê li ber ketim ku di çanda me de navê jinê tune ye.

Her çend bi vî şiklî binavkirin, wekî helwestek rêzdariyê bê nîşandayin jî, lê ev pirs heta îro jî di serê min de digere: Çima em rasterast bi navê wan bangî li wan nakin. Qiymeta wan tenê ji ber ku jinên ap û xalanên me bû? Eger mesele hemû ew pirsên mamoste tenê bûya, min ê ji bîr jî kiriba û ew çend di serê min de nedima. Lê bûyerek din hişt ku ev binavnekirina jinan wekî pirsgirêkek di serê min de asê bimîne.

Hingê telefonên mobayl tune bûn. Telefonên di nava xaniyan de hebûn. Bavê min bi hevalê xwe re diaxivî. Gotinên wî dihat ta guhên me. Ji hevalê xwe re got ku, ”ez ê sibe bi zarokan re werim gundê we.” Ev gotina bavê min gelek kêfa me anî. Ez û birayên xwe şa bûn. Çimku baraj nêzî wê gund bû, me dikarîbû em têkevin avê. Bexçeyên gund jî tije fêki bûn. Em bi kelecanî ketin xewê de.

Serê sibehê berî her kesî em ji xewê şîyar bûn. Dê û bavê min jî xwe amade kirin. Li me zivirîn û ji me re gotin, ”haya we ji malê hebe, ji malê gelek dûr neçin.” Ez şaş bûm û bi dengekî hêrs ji bavê xwe re got, ”te diho ji hevalê xwe re digot ez ê zarokan jî bi xwe re bînim.” Bavê min keniya û got, ”min qala dayika we dikir. Em navê pîreka xwe nabêjin lawê min. Eyb e!”

Fedîbûna min ji bersîvnedayîna pirsên mamoste ku ez wekî nezan xistim li ber çavên dayika xwe û dilşikestiya min ku ji sedema çewtfêmkirina gotinên bavê min, hişt ku ev çîrokên zarokatiya min pirsa binavnekirina jinan jî her gav di serê min de bimîne. Veşartina kesayeta jinan di bin navên din, dihişt ku serê min di nava pirsan de tevlihev bibe. Gelo di nav çanda me de ev tişt tenê bi navê ”rêzgirtinê” tê fêmkirin? Nizanim lê ez qayil nebûme. Jixwe em gelek neheqiyên mezin li derdora xwe bi navê ”hezkirin an rêzgirtin” dikin. Em hez pîraka xwe dikin, lê em lêdixin jî. Em dihêlin ku tenê wekî xizmetkara malê bixebite. Gelek ji mafên xwe mehrûm be.

Lê xweşbextane, çanda kurdî çalak e. Têkoşîna azadiyê, hişmendiya wekheviyê jî bi dest xistiye. Çanda civaka kurd, xwe li rewşa şaristaniya nûjen guncivandiye. Jin û mêr di hemû qada jiyanê de berpirsîyariyên xwe bi rêgeza wekhevî û azadiyê pêk tînin. Îro jinên kurd, dîroka gelê xwe bi zimanê xwe dinivîsin. Jin, êdî mamoste, helbestvan, hunermend û xwendevanên zimanê xwe ne. Îro kurd, hem girêdayî kevneşopiyên xwe ne û hem jî destkeftiyên şaristaniya nûjen di jiyana xwe de pratîze dikin.

Kurdî van destkeftiyên kevneşopî û nujenî di nav xwe de dihewîne û bi pêş dikeve. Îro dîroka kurdan, bi kurtasî, bi vê hevokê pêk tê, ku vê gavê ev hevok di nava gel de gelek bi kar e: ”Ji eyba binavnekirina jinan, heta şêr şêra e, çi jin, çi mêr e.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev