Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê tê girtin

Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê tê girtin

Hevpeyvîn: Sevda Kaplan

 

BasNews – Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ya li Bakûrê Kurdistanê ev çend sal bu ku karê xwe dimeşand di kongireya xwe ya di 4ê Adarê de biryar da ku bi fermî komele were girtin. Komele ji niha û pê de wê karê xwe wekî ”Tevgera Ciwanên Kurdistanê” bidomîne. Berdevkê Komelê Roger Çager di derbarê sedema girtina komelê û xebatên wan yên pêşerojê ji BasNewsê re axivî.

 

We di kongreya xwe ya di 4ê Adarê de biryara girtina komelê da. Sedema vê biryarê çi bû?

 

Çend sedemên vê yekê hebûn. Lê girtina komelê naye wê wateyê xwe Tevgera Ciwanên Kurdistanê xwe fesih kiriye.Wê xebatên Tevgerê dîsa bimeşin. Ji bo me Komele di vê pêvajoyê de têkoşînek bû. Me wê demê di kar û xebatên xwe de pêwîst dîtibû ku ciyek hebe û em di komeleyekî de hin xebatan bikin. Me xebatên girîng di komelê de kirin. Ji van ya girîng jî ew ê bu ku navê Kurdistanê bi fermî li Tirkiye, da qebûl kirin.Ji bo vê navî jî me 26 mehan hewld da. Piştî ku ev nav hat qebûl kirin rê vebû ku gelek partiyên siyasî jî di navên partiyê de peyva Kurdistanê derbas bikin û partî damezrînin .Komeleya me di vê warî de ya yekemîn bû. Me bi vê jî gelek tişt bi dest xistin.Bi taybet di warê têkoşîna legal de me hin mewzî bi dest xistin. Rewşa wê demê jî ji bo kar û xebatên me, mûsaît bu ku em di bin navê komelê de karên xwe bimeşînin.Lê îro ew rewş hat guhertin. Niha ew komeleya ku me vekir wek pêwistiyek xistibû pêş xwe temam kir. Piştî vê demê wê biba bargiranî. Ji ber wê yekê jî me biryar da ku, komele armanca xwe temam kiriye û êdî bê girtin.Lê belê em ê bê komelê têkoşîna xwe di bin navê Tevgerên Ciwanên Kurdistanê de berdewam bikin.

 

Te got 26 mehan me têkoşîne da ku navê Kurdistanê bê qebul kirin. Gelo piştî hewldana 26 mehan di girtina komelê de, sedemek jî dibe ku rewşa awarte ya Tirkiye bibe? Ji aliyê Tirkiyê ve tu astengiyek di kar û xebatên Komelê de çê bûn?

 

Astengî helbet çê dibûn. Em gelek caran hatin destesekirin, ji sedemên herî piçûk doz li endamên me vedibûn. Lê belê ev nebûn sedem ku em komelê bigirin. Lewre têkoşîna me her berdewam dike. Me girtin, astengî, desteserkirin dabû ber çavê xwe. Em di wê baweriyê de ne ku komelê erka xwe temam kir.

 

Gelo di biryara girtina komelê de têkilîyên Tirkiye û Başûrê Kurdistanê xwedî bandorekê bûn?

 

Helbet bandora wê bû. Îro çiqas di navbera Tirkiye û Başûr de sînor hebin jî, qedera Kurdistanê di hemî perçeyan de yek e. Li perçeyekî gavekî erenî, an neyinî bê avêtin bandora wê li perçeyên din jî dike. Dema têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Tirkiye ji ber referandûmê xirab bû, li ser siyaseta Bakûrê Kurdistanê jî ev têkilî xwedî bandoreke neyinî bu.

 

Girtina komelê wê tesirekî li ser endamên we çêbike?

 

Helbet wê bandoreke hîsî hebe. Nêzikî 5 salane ku komele kar û xebatên xwe dimeşîne. Helbet keda ku me daye tê berçavên me. Lê ev têkoşîn cîh nade hestiyariyê, lewra têkoşîn bixwe karekî mantiqî ye, aqilane ye. Em romantîzma xwe dinav xwe de dîjîn.

 

Gelo hûn dê beşdarê partiyeke siyasî bibin?

 

Niha xebat û armanca me ya ewilî, ji bo demên pêşî xwe amadekirin e. Di aliyê zanabûn û rêyên têkoşînê de em ê xwe nûjen bikin.Têkoşîn ne di qada siyasî de dibe. Mirov dikare di hemû qadên jiyanê de têkoşîna xwe berdewam bike. Ji bo wê jî kadroyên zana û jêhatî pêwîst dike. Xebatên me hinek di vê alî de wê bimeş in. Ji bo ku ciwanên bi qabilîyet, em ê di aliyê pêşxistina qabilîyetên xwe de bi pêşbikevin qadan vekin. Em tevlî tu partiyan nabin. Lewra Tevger wê berdewam bike. Me di kongireya xwe de rêvebiriyeke nû hilbijart. Rêveberiya me ji penc kesan tê pê. Me sekreterî rakir, dû kes berdevk in. Xebatên xwe jî em ê berdewam bikin.

 

Demekî ji ber xebatên komelê dihat gotin ku hûn dê bibin alternatifek ji bo ciwanên ku ji qada azadiya Kurdistanê hatine dûr xistin û berê xwe dane rêxistinan.Gelo hûn xwe weke alternatîfekê dibînin?

 

Ji altarnatîfê zêdetir, ev fikrek e. Xetên me yên sor hene. Armanceke me heye, em li ser vê xetê dimeşin.Êdî ev xet,li gor xwe alternatîf dibîne, gel xwe dibîne yan jî li dijî xwe dibîne ew fikrên wan e.Net û armanca me zelal e. Em hebûna Kurdistanê diparêzin.

 

http://www.basnews.com/index.php/kr/interviews/421261

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev