Îro kurdên êzîdî yên Sovêta berê Eyda “Kiloçê serê salê” pîroz dikin!

Îro kurdên êzîdî yên Sovêta berê Eyda “Kiloçê serê salê” pîroz dikin!

Kurdên êzîdî wek peykarê dînekî kevnar, ku koka wan ji kûraya hezaran salan tê, bi gele telî-tengasîya, zulm û zordayînê va e’rf-e’det, rabûn-rûniştina xwe, zargotina xwe ya dewlemend, hilbet ne bi tam, herwiha gele guhastina va, lê anîne û gîhandine roja îroyîn. Ji cejnên civaka êzîdiyan „ Kiloçê serê salê“ cejneke qedîm û kevnar e.

Ev eyda di nav êzîdîyên Serhedê jî berê-berê da hatiye pîrozkirin, bo we ji heta niha tek di nava êzîdiyên Sovêta berê da maye. Ji bo ku êzîdiyen Sovêta berê zuretên êzîdiyên Serhedê ne. Îro roja carşemê gelê me yê Sovêta berê dest bi petina kiloçê kirine, pê ra dibêjin kiloçê serê salê, yanê kiloçê sala teze, sala nû, roja nû… Bingehê vê cejinê her wiha bi bereket, hişyarbûna xwezayê û cihanê bi tevayî girêdayî ye. Bi edetî kiloçpetin jî bi vî teherî tê kirin: Ji ar, rûn, şîr, mast, şekir hevîrekî mezin distirên. Morî davêjin li nav hevîr û rind distirên, usa ku nizanibin morî kî tangê da ne.

Paşê wî hevîrî pen dikin, tendûrê da dipêjin. Kiloçê petî dikin sinîkê û dihêlin heta sibê.

Kiloç roja pencşêmê ji aliyê malxwêyê malê va bi gotina “Desturî navê Xwedê û Şîxadî” tê kerkirin. Kerkirinê ra dibêjin xeta cot. Gava morî ber devê kêrê derdikeve, dibêjin morî serê xeta cot ketiye.

Wextê ew nîşan li ber xetê dernakeve, vê carê Kiloçê par dikin: li ser parên Heft Mêrê Dîwanê, Xudanê Malê, Gavanê Zerzan, Memê Şivan, Xatûna Ferxan datînin, paşê para neferê malê datînin. Nîşan (xadim) li nav para kê da derket ew sal serê wî dikeve. Qencî û xiravî, bereketa malê ya salê navê wî yan wê neferê va girê didin… Mezin dibêjin ku dema xadim para xasa dikeve, ew sal malbetê ra xêr e. Bila Kiloçê weye serê salê bimbarek û pîroz be, risq u bereketê we ra bîne.

Badilhewa nîne, ji mehê dema salê tu mehek usa nehatiye pesinandin, wek dema biharê. Ne bihar sîmbola, nîşana hişyarbûna tebiyetê, dirêjbûna jîyanê û hizkirinê ye. Bihar xwe ra gele e’yda anî… Eyda Jina ya Navnetewî, Kiloçê serê salê, Cejina Newrozê. Ev yek gumanê qenc û kêfxweşîyê kire dilê me hemiya. Xwedê bike miletê me di gel miletê dinyalîkê yên mayin hezara baharê xweş û bedew bibînin… Disa carekê Eyda Kiloçê serê salê û pêşda Cejina Newrozê we hemiya em bi dil û can bimbarek û pîroz dikin. Xêr û bereketê, silametiyê û dilşadbûnê, azadiyê û serxwebûnê we ra dixwezim… Pîroz be Kiloçê we yê serê salê!

Bêlla Stûrkî

Derheqa nivîskar da

Bêlla Stûrkî

Unîvêrsîtêya Tbîlîsî ye Dewletê ya ser navê Javaxîşvîlî, beşa fîlolojîayê temam kirye // Endama serwêrtya navenda candê û perwerdeyê "Mala êzdyan" li Gurcistanê // Berpirsyara û bêjera radyoya Ronkayî ya Weşana radyotêlêvîzyona civakî ya Gurcistanê. Berpirsyara û bêjera întêrnêtradyoya Ria taza.

Qeydên dişibine hev